No Result
View All Result
No Result
View All Result
  • Anasayfa
  • Anketler
  • Hakkımızda
  • home page
  • İletişim
  • Test
  • Tüm Yazılar
  • Yorum İlkesi
Home Bölümler Gençlik

Ziman Ji Bo Me Çi Ye?

Lekolin by Lekolin
15 Mart 2020
Reading Time: 3 mins read
A A

22 Şubat 2010 Pazartesi Saat 08:37

Yê vê civakî dike civak ziman bixwe ye. Ziman, çanda hemû nirx û hebûna mirovahiyê ye.

0

21

TR

:” ”

:””

” “,” ”

” ”

Yê vê civakî dike civak ziman bixwe ye. Ziman, çanda hemû
nirx û hebûna mirovahiyê ye. Mirov bi nasnameya zimanê xwe, reng û çanda xwe,
bi cîhanê dide naskirin. Zimanê ya herî rast, zimanê dayikê ye. Heger, mirov
çand û zimanê xwe li hemberî çanda serdest neparêze, gelo mirov dikare bêje ez
xwediyê çand û zimanê xwe me?

 

Dema hemû nirx û pîrozahiya civakê rastî xiyanetê bûn,
pîrozahî hemû cewhera xwe winda kirin. Yên dîroka xwe rast jiyan neke, nikarin
jiyanek azad jî bijîn. Ji bo mirov jiyanek azad bimeşîne, pêwîste ku zimanê xwe
yê rastiyê bigire. Lewre, ji ber ku bîrdoziya netew-dewletê hemû azadiyê bi
sînor kirine. Tenê li gora hişmendiya xwe ya teng de fetisandin e. Di cîhanê de
dûsed netew-dewlet hene, ew netew-dewlet hemu dixwazin ku tenê zimanê wan
serdest bin û hemû ziman û çandên din bin pê bikin. Di seranserê cîhanê de 7
hezar cûreyên ziman hebûn, lê belê bi derketina netew-dewletan re duset ziman
hebûna xwe wûnda kirin. Di cîhanê de bi giştî 6 hezar û 800 ziman hene. Lê belê,
hewildanên netew- dewletan ewe ku tenê zimanê xwe li cîhanê serdest bikin.

Tenê bi vana re namînin, bi pergala xwe ve hewildidin ku di
seranserê cîhanê de hemû gelan ji zimanê wan, ji ehlaqên wan û ji azadiya wan
dûr bixe. Wek nexweşiya AİDS xwe li cîhanê belav dike û mirovan ber bi jiyanek
bêwate ve dibin. Dema mirovahî dixwaze bi zimanê xwe biaxife hezar benda
datînin pêşiya gelan. Peyama ku didin gelan ev e: “Heger hûn di nava dewlata me
de jiyan dikin hûnê wek me biaxifin, hûnê wek me jiyan bikin û hûnê wek nêrînên
me li cîhanê temaşe bikin. Lê, jiyan û ziman bi pirengiya xwe xwedî wateye.
Dema jiyan bêwate dibe mirov her roj dawî li jiyana xwe tîne. Ji ber vê yekê li
hemberî van êrişan pêwîste ku hemû gelên cîhanê yên ku di nava pergala netew-
dewletan de jiyandikin, divê li zimanê xwe xwedî derkevin. ji ber ku dema  zimanê te wûnda dibe, tu jî êdî bê nav dibe û
di nav dîrokê de wunda dibe. Pêwîste ku nêzîkatî ji bo ziman çawa ku dayîk
zaroka xwe dixe hembêza xwe, nahêle ku tu kes destê xwe dirêjî nirx û keda wê
bike, pêwîste ku hemû gelê cîhanê jî bi her dû destan zimanê xwe biparêze. Yê
ku zimanê xwe neparastin di dîroka gerdûnê de wunda bûn, ji ber ku em di demê
têknolojiyan de jiyan dikin. Pêşketin hîn pêtir xurtin, xeteriyên ku li ser
ziman jî xurtir dibin. Ji ber vê yekê hemû ziman pêwîste ku nirxên xwe yê
dîrokî berhevbikin û xwedî lê derkevin. Ziman hebûna gelan e. Nirxê xwezayê ye.
cewherê dîroka dayik salariyê ye. Ji ber vê yekê pêwîste ku mirovahî li dîroka
ziman xwedî derkeve. Bi teybet jî gelê kurd. Ji ber ku gelek hatiye belavkirin,
ger xwedî li zimanê xwe dernekeve wê di nava zimanê serdestan de bê
helandin. 

 

Rojbîn Mardîn

 

Navenda
Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.org
– www.lekolin.net – www.lekolin.info

 

 

Tags: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Share316Tweet198
Previous Post

Amed dê 3 Rojan Bibe Bajarê Jinan

Next Post

Irak Seçimleri, Kürtler ve Oynanan Oyunlar

Lekolin

Lekolin

Next Post

Irak Seçimleri, Kürtler ve Oynanan Oyunlar

Öne Çıkan Yazılar

  • Zilan’ın Fedailiği: Özgürlük Aşkının Manifestosu

    529 shares
    Share 212 Tweet 132
  • MİT ve HTŞ, Uyuşturucu Kaçakçılığında Baas Rejiminin İzinden Gidiyor!- HABER ANALİZ

    569 shares
    Share 228 Tweet 142
  • Önder Apo’nun Manifestosu Ve Yaşanan Gelişmelere Etkisi

    503 shares
    Share 201 Tweet 126
  • Küresel ve Bölgesel Hegemonik Rekabetin Bir Yansıması

    530 shares
    Share 212 Tweet 133
  • Kürt Gerçekliğine Bir Kavramsal Müdahale: Judenrat Gerçeği Ve Sömürgeciliğin Ötesi – 1

    711 shares
    Share 284 Tweet 178

Önerilenler

Zilan’ın Fedailiği: Özgürlük Aşkının Manifestosu

Önder Apo’nun Manifestosu Ve Yaşanan Gelişmelere Etkisi

MİT ve HTŞ, Uyuşturucu Kaçakçılığında Baas Rejiminin İzinden Gidiyor!- HABER ANALİZ

Küresel ve Bölgesel Hegemonik Rekabetin Bir Yansıması

Emperyalist Savaşlar Ve Devrim İmkânları

  • Anasayfa
  • Anketler
  • Hakkımızda
  • home page
  • İletişim
  • Test
  • Tüm Yazılar
  • Yorum İlkesi
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi