31 Temmuz 2018 Salı Saat 07:44
Li ser hemleya nûnerên Bakûrê
Sûriyê ya siyasî û leşkerî bi nûnerên Şamê re rûniştin, AKP û PDK ketin nav
tevgerê. Li gor agahiyan di rojên dawî de AKP şandeyek ku ji AKP û PDK’ê pêk
tên li Şamê bi nûnerên Şamê re hevdîtinan pêk anîne. Şande ji Şamê re pêşniyar kiriye ku li
Hewlêrê dikarin konsolostiyê vekin û bi awayek veşartî dîplomasiyek bi Enqereyê
re pêş bixin.
Piştî di navbêra nûnerên Bakûrê
Sûriyê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), bi
nûnerên rejîma Sûriyê li Şamê li dora masê rûniştin, li hemberê vê AKP bi
alîkariya PDK’ê kete nava tevgeriyê. Li gor agahiyên ji çavkaniyek jê bawer, li
ser talîmata Serokê Giştî ya AKP’ê Recep Tayîp Erdogan, şandeyek ku ji nûnerên
PDK’ê û dewleta tirk MÎT jî di navê de di bin berpirsiyartiya Mehmud Kelkerî ya
ji Hewlerê, çûne Şamê.
‘Vexwendina Li Hewlerê konsolostî vekin û
veşartî jî çûn û hatina Enqere bê kirin’
Çavkanî destnîşan kir ku van
rojên dawî de ev şande çûne Şamê û hin hevdîtinan bi rêveberiya rejîmê ya Şamê
re kirine. Di hevdîtinan de berpirsiyarê şandeyê Mehmûd Kelkerî, ji bo rejîma
Sûriyê karibe li Hewlerê balyozxane veke vexwendnameyek fermî pêşkeş kiriye û
ji bo baştirîn têkiliyên di navbêra her du aliyan de guftugoh hatiye kirin. Her
wiha çavkanî ragihand ku di derbarê têkiliya bi Enqereyê re jî, Kelkerî diyar
kiriye ku ji bo diyalogê nûnerên rejîmê ya sivîl dikarin herin Enqereyê lê ji
bo demekî veşartî (bi dizî) be wê baştir be.
Çavkanî, anî ziman ku di civînê
de, hevdîtina çend roj berê ya rêveberiya MSD’ê û rejîma Sûriyê re hatî kirin
jî hatiye nîqaşkirin.
Ne Gihiştine Tu Encamekê
0
21
TR
:” ”
:””
” “,” ”
Çavkaniyek ji rejîma Sûriyê ku
navê wî nehatiye aşkere kirin, ji malpera Xeber24’ê re daye diyarkirin ku ev
civîn piştî hevdîtinên rejîmê ya bi rêveberên MSD’ê re pêk hat de çêbûye û tenê
rojekî berdewam kiriye. Heman çavkanî
ragihandiye ku di civînê de her du alî jî negihiştine tu encamekê, lê hikumeta
Sûrî soz daye ku ew dê vê mijarî di navbêra xwe de nîqaş bikin.
Di 26’ê tîrmehê de li
ser daxwaza hikumeta Sûriyê bi armanca diyalogên berfireh ji bo çareserkirina
hemû pirsgirêkên Sûriyê yên di hemû astan de, di navbêra şandeyek ji MSD û
QSD’ê pêk dihat civîn hatibû lidarxistin û di civînê de biryara ku wê hevdîtinên
li dora maseyê berdewam bikin.
0
21
TR
:” ”
:””
” “,” ”
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
0
21
TR
KO
:” ”
:””
” “,” ”
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanêwww.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html