13 Mayıs 2011 Cuma Saat 18:03
Bi hezaran xwendekare Zaningehea Teknîkê ya Rojhelata Navîn (ODTU), Meşa Şoreşgerî ya Kevneşopî pêk anî û bi findan Şoreş nivîsandin
Bi hezaran xwendekarên Welatparêz û Demokratîk ên Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU), di çarçoveya şahiya bihare ya Alternatif de Meşa Şoreşger a Kevneşopî pêk anîn. Nêzî 3 hezar xwendekar li ber Fakulteya Fîzîkê kom bûn û bi pankartên “Têkoşîna me wekî aşûtê mezin dibe, Dengê me li meclîsê bilind dibe”, “Çareseriya pirsgirêka kurd Xweseriya Demokratîk e” heta Stadyûma Şoreşê meşiyan. Xwendekaran di meşe de navên pêşeng û şoreşgerên kurd û tirk xwendin. Dema nav hatin xwendin jî ji bo her yekî gotina “Dijî” hate qerîn. Her wiha xwendekaran dirûşmeyên “Disa disa serhildan azadiya Kurdistan , “Ciwan fedaiyên Apo ne” û “Şehidê Şoreşê nemir in” berz kirin. Dîsa bi kurdî, tirki, çerkezî û Osetçeyi dirûşme hatin berzkirin. Xwendekaran li stadyûmê bi findan Şoreş nivîsandin. Pişt ke Grup Yorum stran gotin û girse belav bû.-DÎHA
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info