10 Şubat 2016 Çarşamba Saat 11:06
Têkiliyên di navbera Sûrya û Rûsya de pir kûrin û dîrokîne.
Yekemîn dewlet îtraf bi Sûrya kir dema serxwebûna xwe ragihand Rûsya bû. Di
sala 1971 Misir berageha leşkrî ya Rûsî ji welatê xwe derxist Rûsya li heval
bedekî nû geriye te ku hebûna xwe li Rojhilata navîn bi parêze û mewziyekî di
ava gerim de li hembrî Emerîka ava bike. Ji ber ku Rojhilata navîn jî para xwe
ji şerê sar girt, Rûsya wekî heval bendekî stratîjîk li Sûrya dimeyzanid
navendeke leşkerî li tertûsê ava kir. Gelek peymanên aborî, leşkerî, siyasî,
çandî bihevre îmze kirin di gelek waran de jî piştgirîya Sûrya kir bi taybetî
di şerê tişrînê de. Di dema desthiladariya Esed de Rûsya gelek pisporên leşkerî
û istixbaratî rêkirin Sûrya artêşa wê perwerde kirin nêzî 13 milyar dolar çek
firotin Sûrya, piştî hilweşandina sovyêt tu guhertin di têkiliyên di navber wan
çêne bû tersî her di çû kûr tir dibû.
Giringiya Sûrya:
Sûrya dikeve Rojavayê Parzmîna Asya deriyê Rojhilata navîne li ser
Derya spî ye dilê Rojhilata navîne. Europa bi Asya ve girê di de ji ber vê yekê
Sûrya wekî girêkekî ye Rojhilat bi Roj ava ve girê dide û gelek rêyên
bazirganiya cîhan di erdê wê de derbas dibe. Bakurê wê Turkya ew endama NATO ye
başûr rojavayê wê İsraîle hevalbenda Emerîka, gelekî nêzî kendava Erebî ye. Di
aliyê ciyo siysî de Şam navenda nijadiya Erebî di hat dîtin hêza aborî û
leşkerî ya Sûrya ne pir mezine. Lêbelê ji siyasî ve bandorek li herêmê di kir,
bi Îsrayîl re di nav şerekî de bû gelek tevgir û partiyên yên Erberebî bi wê ve
girêdayî bûn. Ji ber giringiya Sûrya Rûsya wê wekî keleheke di herêmê de dibîne
û heya ji destê wê tê wê diparêzê û dîwarê bilind dike.
Hilweşandina Sovyêt Û Deswerdana
Emerîka:
Di sala 1990 û piştî vekişana ji Efganistan biloka sovyêt
hilweşiya, ew dewletên ku bi Rûsya ve girêdayî bûn jê veqetiyan partî û
rêxistnên yên seran serî cîhanê ku bi wê ve girêdayî bûn lawaz û bê hêz bûn.
Lewra Rûsya bitena xwe ma, li hemberî vê yekê NATO û di serî Emerîka ev valehî
dagirt sîstemên welatên ku ji Rûsya veqtan bi xwe ve girêdan gele beregehên
leşkerî ava kirin. Di sala 1991 Emerîka di bin hênceta ku Sedam Husyn Kuweyt
dagir kirya deswerdan Rojhilata navîn kir herêmê kete nav şerekî mezin de, di
encamê de hevalbendê Rûsya Sedam binket û welatên kendava Erebî bi giştî ket
bin kontrola Emerîka de û gelek navendên leşkerî ava kirirn. Tenê di herêmê de
Sûrya bi Rûsya ve girêdayî ma bû ma.
Mudaxele Kirina Rewşa Sûrya:
Dema ku Şoreşên gelan di Rojhilata navîn de despê kir Rûsya xwest
rola xwe di herêmê de mezin tir bike ji ber ku hebûna wê di herêmê de hema bêje
ne ma bû, bi hilweşandina rêjîmên kevin rewşeke nû hat avrandin di heman demê
de guhartina ku çê bû ne li gorî daxwezê Rûsya bû tevgerên islamî bi alîkariya
Emerîka û hin dewletên herêmî desthiladarî bi dest xist lêbelê dema ku qirîza
Sûrya despêkir li Rûsya xweş nehat ji ber ku Beşar Esed berjewendiyên wî di
herêmê de di parêze û bi rêya Sûrya di kare deswerdana qirîzên herêmê bike di
vê navberê de Emerîka xwest rola rûsya qels bike di rê ya Okranya de ta ku
nikaribe destwerdana Rojhilata navîn bike li hemberî vê yekê Rûsya mudaxela
tevlîheviya Okranya kir û ew par çe kir Qurim û rojhilatê Okranya kir bin dest
xwe de û bi hêzekî mezin jê derket û bi helwesteke xurt li heber Emerîka sekinî
ji ber ku Rûsya dixwaza destkeftiyên stratîjîk û qzencnan ji tevlîheviyan bi
dest bixe, ji ber vê yekê bi hemû derfetan destek da Esed despêkê di aliyê siyasî û doplomasî piştgirtî kir lê dema ku
Esed lewazbû piştgirya leşkerî ket di dewrê de ji ber destwerdana dweletên
herêmî qirîza Sûrya dirêj bû û veguherî şerekî mezhebî di navber biloka sunî ya
ku Turkya û Erebistana Siûdî serkêşiya wê dike û emerîka deteka wê dike û
biloka Şia ya ku Esed û Îran serkêşiya wê dikin, Rûsya kete nav vî şerî û
piştgiriya biloka Şia kir.
Bi derketina çetyên DAİŞ ê rewşa herêmê kete qûnaxeke nû de
nexşeyên ku ev sed salin hatbûn xîz kirin ji holê rabûn qadeke pir mezin kir
bin kontrola xwe de glek hêzêne nû derketin li ser qada siyasî û leşkerî weke
Elnusra Artêşa İslam… hwd Emerîka û gelek dewletên herêmî yên kiwalisyoneke
li dijî DAİŞ ava kirin û êrîşî ezmanî li dijî DAİŞ li Sûrya û İraqê pêk anîn Rûsya ji bo ji berjewendiyên xwe bi parêze ew
jî tevlî vê kiwalisyonê bû
Sedemê Tevlîbûna Nav Kiwalisyonê:
Yekemîn: di pêvajoya pênc salên ji qirîza Sûrya gelek pajar û
herêm ji dest artêşa Esed derketin û hêza wî pir lewaz bû hêzên muxalifên Sunî
nêzî derya sipî bûn
( baregeha leşkerî ya li Tertûsê), Rûsya rêneda ku pelika wî ya di
herêmê de bi şewite û desthiladarî bi keve destê suniya. Ji ber ku ew li dijî
hebûna Rûsya di Sûrya de ne ji ber vê yekê deswerdana qirîza Sûrya bi rengekî
leşkerî kir gelek gemiyên şer li tersûsê bi cih kirin. Destê xwe danî li ser
balefirgeha Himêmîm ya Laziqiyê navendeke leşkerî li Humsê ava dike. Bi artêşa
Esed re gete nav şer gelek pajrok û navend ji komê Sunî rizgar kirin û her di
çe bi pêşve diçin bi vî awayî Eesd bi hêz bû û Rûsya hebûna xwe ya leşkerî
mezintir kir.
Duwemîn: Sîstemên li Rojhilata navîn yek bi yek di hilweşind
dewletên mîna İraq, Sûrya, Lîbya, Yemen… hwd parçe dibin weke kêk tên qet
kirin, ji ber vê yekê Rûsya dixwaza para wê jî di ve kêkê de hebe. Li gorî
çavdêran Sûrya ber bi parçebûnê ve diçe di be çar parçe Rûsya di xwaze herêma
Elewiyan bike bin kontrola xwe de û ji xwe re bike herêmeke leşkerî
Sêyemîn: şerê cîhana sêyamîn li holê bi rengê şerê mezhebî ye
Rûsya xwe tevlî şer kir û piştgiriya biloka ŞİA dike. Ji ber ku emerîka desteka
Suniya dike, di heman demê de di xwaze rê li pêşiya hegemoniya Emerîka bigre û
herêmê di nav bera xwe û Emerîka de par ve bike.
Çaremîn: bi destwerdana Rûsya rê li pêşya daxwazên Erebistan Siudî
û Turkiya hat girt ji bo ava kirina herêmeke bi ewle di Sûrya de ji ber ku
heger herêma bi ewle ava bi be wê Esed têk biçe û wê komên girêdayî Turkiya û
Erebistan Siudî dethildarî bidest bixin
Pêncemîn: di alıyê siyasî de helwesta Esed lewaz di bû ji ber ku
di aliyê leşkerî de paş diket herwiha ku wisa berdewam kirba Cinêv3 wê
muxalefet di aliyê siyasî de bi serketiba lêbelê bi destwerdana Rûsya helwesta
Esed xurtir bû û muxalefet lewaz bû.
Ciwan
Mirkan
Kürdistan Stratejik Araştırmalar
Merkezi
www.lekolin.com – www.lekolin.org –
www.lekolin.net – www.lekolin.info – www.navendalekolin.com
Giringiya Sûrya:Hilweşandina Sovyêt Û Deswerdana
Emerîka:Mudaxele Kirina Rewşa Sûrya:Sedemê Tevlîbûna Nav Kiwalisyonê:Ciwan
Mirkan Kürdistan Stratejik Araştırmalar
Merkeziwww.lekolin.com – www.lekolin.org –
www.lekolin.net – www.lekolin.info – www.navendalekolin.com