09 Mart 2016 Çarşamba Saat 11:24
Erebistana Siudî wekî ku tê zanîn yek ji dewletên welatên
Ereban e, li gel muslimana cihekî olî ye û xwedî giringiyek xwe heye. Bi taybet
bajarê Medîne el Munewera, Meke El Mukereme hw. Hejmara niştecihê wê 31 miliyon
e ji 94% niştecihê wê sunîne û di milê erazî de eraziya wê 2,149,690 km2.
Li Erebistana Siudî
21 partiyên siyasî yên islamî hene, lê ev partî li dervî welat karên xwe dikin
ji ber ku dewlet zextê li wan dike û nahêle ku ti partiyên siyasî di hundirê
welat de kar bike.
Avakirina Kowalisiyona İslamî:
Piştî şoreş li Yemenê destpêkir Erebistana Siudî destwerdana
şerê Yemen ê kir û bi navê kowalisiyona Erebî li hember Husiyîn şer kir.
Erebistana Siudî ji bo bikaribe destwerdana şerê li Suriyê û İraqê bibe Di
15/12/2015 Kowalisiyona İslamî li hember terorê avakir, ev kowalisiyon ji 34
dewleta pêk tê û navenda wê Riyaz e, li gorî rêgezên komaleyên alîkariyê yên
islamî hate avakirin, armanca kowalisiyon ewe ku li hember hemu rengê terorê
şer bike, erkên kowalisiyon perwerdekirina leşkeran, destekdayîna cebxane û
êrîşên Hewayî, parvekirina agahiyên istixbaratî. Ev kowalisiyon armanca wê ya
yekem ewe ku di bin navê yekbuna ereban
şerekî mezhebi di navbera hemu pêkhateyan de cêbike û li gorî berjewendi
yê xwe destwerdana şoreşên yên li welatên ereban destpêkiriye, ji ber vê xwest
ku alîkariya şerê Lîbya bike li hember rêxistina Daişê lê hukumeta Lîbya
qebulnekir û wekî destwerdan di welatê xwe de dît.
Dewletên ku tevlî
kowalisiyonê ne:
Kowalisiyon Ji 34
dewleta tevlîne hem ji dewletên Ereban û hem ji dewletên ne Ereb lê muslimanin
ji Asya û Efrîqa ne(Siudiye, Behrên, Kuwêt, Yemen, İmarat el Mutehîde, Qeter,
Mesir, Lubnan, Urdun, Filistîn, Tunis, Somal, Sudan, Turkiye, Mexrib,
Morîtaniya, Xîniya, El xabon, Bingiladêş,Tuxu, Sîraliyon, Lîbiya, Malî, Singal,
Pakistan, Nîcîriya, Nîcir, Malîziya, Maldîv, Tişad, Benîn, Cizir el qemer,
Cîbotî, Sahil el ac) nêzî 10 dewletên din jî piştgirî dan kowalisiyonê wekî
İndinosiya.
Têkiliyên welatên
kendavê bi dewleta Turkiyê re:
Têkiliyên di navbera dewleta Turk û Erebistana Siudî û Qeter
di asteke jor de ye ji ber yekbuna armanc, serokê Cumhuriyeta Turkiyê Receb
Teyib Erdoxan gelek hevdîtin bi emîrê Qeterê Şêx Temîm hemed el Senî û emîrê
Siudiyê Selman bin Ebid el Ezîz kir, di
sala 2015 de bi Taybet dan û standin di navber wan de pêşket ji ber vê
Alîkariya çeteyên Daişê di her milî de kirin.
Hevpeymana Erebistana
Siudî û Turkiyê ji bo destwerdana Suriyê:
Berdevkê fermî yê
parastinê ê Siudiyê Ehmed El esîrî di 13 Şubat a 2016 ragihand ku Erebistana
Siudî wê destwerdana Suriyê bikin bi hêzên bejahî leşkerî bi hejmarek nêzî 1500
leşker ji dewletên ku tevlî kowalisiyon islamî bune wê derbas bibin, dewleta
Turkî dixwaze rejîma Esed li ser hukum rake di riya Erebistana Siudî li ser
bingehê parastina ereban,ji ber ku dewleta Turkiyê tu mafê wê tuneye ku
destwerdana Suriyê bike, Erebistana Siudî gelek balafirên şer şand belafirgeha Încirlîk ya leşkerî, belafirgeha
Încirlîk li Başur Turkiyê dikeve û bi rêveberiya hêzên taybet yên Emrîkî tê bi
rêvebirin, Ev destwerdan bi pêşengtiya ABD ê di riya kowalisiyona navdewletî ya
ku li hember Daişê hatiya avakirin.
Armanca Turkiyê û
Erebistana Siudî:
Li gorî ku Erebistana Siudî dide xwuyakirin ku ermanca wan
feqet ji bo li hemberî teröre şerbikin û welatên Ereba ji destwerdana dewletên
derve derxe di bin navê biratiya Ereban û muslimantiyê, ji bo çareserkirina
pirsgirêka li Suriyê xwe mafdar dibîne
ku destwerdana şerê li Surî bike. Lê di bingehê de gelek armancên veşartî
hene, Tukiyê û Erebistana Siudî dixwazin
li hember rejîma Esed û hevalbendê wê wekî Îran û Huzbilaha Lubnanê şerbikin ji
ber ku tiştê ku hişt rejîma Esed li ser hukumê xwe bimîne ev hevkariya di nava
rejîm Esed û İran û Huzbulaha Lubinanê bu.
Li hemberî vê hevkariyê Erebistana Siudî û Turkiyê û Qeterê
di destpêka şoreşê û heyanî anha hevkarî bi çeteyên wekî (Daiş, Cebhet el
Nusra, Ehrar El şam)dikin, dewleta Turkî êrîşê xwe li ser Rojava zêde kir, hem
êrîşî xeta sînor ji Cerablos heyanî Efrînê kir û hem nêzî 2000 çete di herêma
Cerablos û Ezaz bi cih kir piraniya wan ji Turkî û Siudiyê ne.
li gorî li hevkirina
bi Erebistana Siudî re Dewleta Turk dixwaze milê bakurê Rojava desteser bike û
herêmeke bi ewleh di navbera Koban ê û Efrîn ê avabike bi hinceta ku piraniyê
sivîlên wê herêmê Turkmenin.
Erebistana Siudî
dixwaze şerekî mezhebî di navbera şîa û suna de çêbike û di riya sînorê
Urdunê re derbasî başurê Suriyê bibe û dewleteke sunî avabike.
Bi giştî suriya di Rojhilata navîn xwedî giringiyek xwe ya
stratîjîk heye ji ber vê her ku diçe destwerdana dewletên derve ji bo
pirsgirêka Suriyê bêhtir dibe, herî dawî de Cinêva 3 nagihaşt ti encamî ji ber
ku her kes li gorî daxwazên xwe yên desthilatdarî nêzî şoreşa Suriyê dibin.
Sema Şiyar
Kürdistan Stratejik
Araştırmalar Merkezi
www.lekolin.com –
www.lekolin.org – www.lekolin.net – www.lekolin.info – www.navendalekolin.com