05 Temmuz 2011 Salı Saat 08:31
0
21
TR
:” ”
:””
” “,” ”
” ”
Endamê HPG’ê Mazlum Erencî (Yilmaz Piling) ku di 29’ê
hezîranê de li navçeya Çemişgezeka Dêrsimê di operasyonê de jiyana xwe ji dest
da, di temenê xwe yê biçûk de li pey xwe çîrokek dûdirêj hişt. Mexdûrê TMK’ê
Erencî, hêj di 16 saliya xwe de bû li Amedê hate binçavkirin û rastî îşkenceyê
hat. Erencî hate girtin û piştî 9 meh û nîvan serbest hate berdan. Erencî ku ku
neçar ma lîseyê terk bike, bi boneya li dijî zext û zordariyan derkeve berê xwe
da çiya.
Li Tirkiyeyê her çend bê gotin ku zarok xwedî mafin û
Tirkiye îmzeya parastina mafan avêtiye bin peymanên navneteweyî û ewropayê jî
dîsa li aliyekî zarok tên binçavkirin û girtin, li aliyê din zarok tên kuştin.
Zarokên ku li dijî vê yekê derdikevin û berê xwe didin çiya jî hin jê rastî
operasyonan tên û di operasyonan de jiyana xwe ji dest didin.
Bi hezaran kes ji ber fikrên xwe an tên girtin, an jî piştî
îşkenceya zêde neçar dimînin ku berê xwe bidin Ewropa û çiya. Ji van çîrokan
yek jê ya mexdûrê TMK’ê Mazlum Erencî yê 19 salî ku di 29’ê Hezîranêde li
navçeya Çemîşgezekê jiyana xwe ji dest da ye.
‘Di bin çavan de rastî îşkenceyê hat û rastî 7 sal û 6 meh
ceza hat’
Erencî di 14’ê tîrmehê 2008’an de bi hinceta beşdarî
çalakişa şermezarkirina radestkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bûye ji aliyê
polîsan ve hate binçavkirin û rastî îşkenceyê hat. Mazlum Erencî, piştî 3 rojan
rastî îşkenceyê hat ji aliyê dadgehê ve hate girtin. Erencî piştî 9 meh û nîvan
li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ma, li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate
darizandin û serbest hate berdan. Lê heyeta dadgehê bi îdîaya Erencî
“Emdamê rêxistinê ye” 4 sal û 2 meh û bi îdîaya “propagnada
rêxistinê kiriye” jî 6 sal û 20 roj ceza birî. Her wiha der barê Erencî de
bi îdîaya li dijî xala 2911’an derketiye 2 sal û 9 cezayê girtîgehê birî.
Heyetê bi tevahî 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Erencî birî. Darizandina
Erencî li dadgeha zarokan didome.
Çîroka îşkenceya li dijî Erencî
Erencî piştî sererastkirina TMK’ê ya di 22’yê Nîsana 2009’an
hate berdan, piştî ku hate berdan jî serî li ÎHD’ê dabû û hem îşekneceya di bin
çavan de hem jî dema ku hate binçavkirin wiha anîbû ziman: “Em parka
Koşuyoluyê bûn li wir polîsan bi hinceta ku em beşdarî daxuyaniya çapemeniyê
bûn em bin çav kirin. Me li wesayîtê siwar kirin û birin TEM’ê. Lê hêj beriya
ku bibin TEM’ê di rê de îşkence û heqeret li me kirin. Gotinên pir xirab gotin.
Ev pêkanîn li TEM’ê jî zêdetir berdewam kir. Gelek polîsan li me xistin û
heqeret li me kirin. Ji me gotin ‘heke hûn careke din bên vê denê em ê lingên
we bişikênin.’ Ji ber ku em ji 18 salî biçûktir bûn li wir tiştekî fermî
nekirin û vê carê jî em şandin Şûbeya Zarokan. Lê pêkanînên vê derê jî ji TEM’ê
cudatir nîn bû. Li vir jî heqeret li me kirin û li me xistin. Li wir polîsekî
bi gotina ‘ez li dibistaneke me heke hûn mêr bin hevalên xwe jî bigirin û
werin’ em tehdît kirin. Li vîr dîsa hîn dîmen nîşanî me dan û bi gotina
‘binêrin heke em bixwazin em ê van dîmenan nîşanî dozger bidin û kê al daxist
ji me re bibêjin em we berdin’ teklîfek anî. Piştî 4 rojan jî careke den em
birin nexweşxaneyê. Li vir şopên îşkenceyê hatin tespîtkirin û bijîşkan xwestin
rapora darbê bidin min. Lê polîsan destûr nedan. Dîsa min di nexweşxaneyê de
got ez xebatkarê Azadiya Welat im. Li ser vê gotinê dijûn û heqeret zêde bûn.
Tehdît kirin û gotin vî baş nîşan bidin. Pişte em birin dadgehê û dadgehê
biryara girtinê da. Piştî 9 meh û nîvan 7 sal û 8 meh ceza dan me û em hatin
berdan. Em dibêjin ku ev pêkanîn û cezaya ku danê me neheqî ye.”
Bi zimanê zarokan daxwaza azadiyê
Erencî dema serlêdana xwe ya ÎHD’ê de ew rojên ku jiyabû
care din jiya. Di wan rojan de li ser navê wî û 12 hevalên wî yên din nameyek
hatibû nivîsandin û ketibû rojeva tevahî Tirkiyeyê. Hevalê wî Hebûn, xwîşka xwe
Neclayê re wiha nivîsandibû: “Ji ber ku tu kulîlkan hez dikî min jî ev
kaxiz hilbijart (di destê min de qet kaxiz nemabû). Xwîşka min a hêja şensê min
zêde nîn e lê we her tim şansê min afirand, ji ber vê yekê jî hûn kîvroşka min
a şansê ne. Ji bîr neke kartê ji min re bîşîne. Ez ê hêrs bim. Vê carê ez hîs
dikim ku ez ê bêm berdan. Yek jî di hevdîtinan de derewan nekin. Ji ber ku ez
samîmiyetê hez dikim û hûn jî rastiyan ji min re bibêjin. Xwîşka min piştî ku
ez derketim em ê meheke bi hevre bêhna xwe vedin. Heke ez derketim… ji ber ku
hêj 23 sal hene.” Hebûn di nameya xwe de wiha gotibû bi vî rengî bal
kişandibû ser daraza Komara Tirkiyeyê ya nexweş a ku daxwazên zarokan fêm nake.
Dîsa di nameya ku li ser navê zarokan hatibû nivîsandin de
wiha dihat gotin: “Me xwe weke zarokan nedît. Em derkevin jî gelo
pirsgirêk dê bê çareserkirin. Em ê bikaribin bi zimanê dayîkê perwerdehiyê
bibînin. Me sûcek nekiriye. Baweriya me ew e ku em ê rojeke bi hevre bin.”
‘Me weke terorîst dibînin’
Mazlum Erencî piştî ku ji girtîgehê derket beşdarî bernameya
bi navê Dengvedana Peyvê ya ku di Roj TV’ê de hate weşandin bû. Erencî di vê
bernameye de bal kişandibû ser nêzîkatiya Çapemeniya Tirkiyeyê û gotibû
çapemenî hemû kurdan û zerokên kurdan “terorîst” dibîne û ev tişt
anîbû ziman: “Mînak di ajanseke neteweyî de der barê zarokên ku kevir
avêtibûn polîsan nûçe hatibû weşandin. Lê ev nûçe ne rast bû. Zarokên kurd weke
terorîst nîşan didin û ev yek jî kesên ku şer dixwazin kêfxweş dike.”
Erencî bal kişandibû van mijaran: “Dewlet ji bo ciwanên
ku tirkî diaxivin astengiyeke dernaxe lê dema ku mijar dibe kurdî wê demê
astengiyan derdixe. Ev yek jî nahêle kurdî pêş bike. Heke ev pirsgirek bê
çareserkirin kurdi di dibistanan de bê dayîn wê demê pirsgirêk dê bê
çareserkirin. Wê demê zerokên kurd dê biçin marketê û şekirê xwe bi kurdî
bixwaze. Zarokên kurd dê bikaribin bi kurdî bifikirin, nîqaş bikin û xwe îfade
bikin. Ez bawer dikim ku zimanê me dê di demeke nêz de bibe zimanê perwerdehiyê
û li her derê em ê zimanê xwe bikaribin bi kar bînin. Hemû kurd dixwazin zimanê
xwe bi awayeke azad bi kar bînin.”-DÎHA
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net –
www.lekolin.info