26 Ağustos 2018 Pazar Saat 06:34
Rêberê
Gelê Kurd di parêznameya pêncemîn de, di derbarê hêzên desthiladar de wiha
dibêje: “Hêzên hegemonîk ji sala 1900’an û şûnde, bi taybet Îngîltere, Başurê
Kurdistanê weke amûrê kontrolê bi kar aniye. Ji bo tevgera şoreşgerî yê kurd
bikaribe asteng bike hêzên başûr li ser piyan dihêle.
Demo
mirov vê rastiya hevokê şîrove dike di roja me ya îro de, hîn zelalî rewşa
Tirkiye tê naskirin. Hêzên serdest ên navneteweyî, di serî de Amerîka, Rûsiya,
Îngîltere û Fransa ji bo karibin berjewendiyên xwe li Rojhilata Navîn
biparêzin, rejîma Tirkiyê her gav weke amûreke kontrolê di navbêra xwe de
bikaranîne. Bi taybet Amerîka ya Tirkiyê di mesela Îranê de, weke amûra balansê
(eyar) bi kar aniye. Kengê zimanê Amerîka li hember Îranê dijwar bûye û
ambargoya li dijî Îran ketiye dewrê, polîtîkaya balansê ya Tirkiye ketiye dewrê
û têkiliyên di navbêra Tirkiye û Îranê de baş bûne.
Hevkariya
Amerîka ya Kurdan Realîteyek bû hate ferzkirin
Di
heman demê de, di pirsgirêka kurd de jî nêzîkatiyên Amerîka ji Tirkiyê de şêwe
û teşedayîneke nû derxistiye holê. Amerîka di Rojhilata Navîn de tu carî ne
bûye alîgirê çareserkirina pirsgirêka kurd. Bi qasî ne bi çareseriya pirsgirêkê
re ye, di polîtîkaya xwe rojane de destnîşan dike ku ew li rex kurdan e, tenê
di diyarkirina mafê rewa ya Amerîka de kurd weke siparteyekê bi kar aniye, vê
jî ji bo berjewendiyên xwe yên di Iraqê de. Di heman çerçoveyê de piştgiriya
Amerîka ji QSD’ê re li Rojavayê Kurdistanê. Amerîka bi qasî jêra pêwîst
hevkariya xwe bi QSD’ê re kir û dike. Weke di daxuyaniyên rayedarên Amerîka de
jî diyar dibe ku hebûna Amerîka ya li Sûriyê û piştgiriya wê ya ji kurdan re di
çerçoveya şerê dijî DAIŞ’ê de ye.
Li
hember siyaseta Amerîka ya ji kurdan re, kete nava lîv û tevgereke mezin.
Tirkiye baş dizane ku piştgiriya Amerîka ji kurdan re ne tiştekî ji rêzê ye.
Ger li başûr gelê kurd di serhildanên 1991’an de mafê çareseriya xwe bi dest
nanîbûna, ne gengaz bû ku Amerîka xwe nêzî kurdan kiribûya û ji bo wan xeta
paralel 36’a parastinê bida avakirin. Her wiha ji bo Rojavayê Kurdistanê jî
derbasdare. Gelê kurd di 19’ê tîrmehê de, li dijî rejîma Baas serî hilnedida û
pergala xwe ya xwerêvebirinê ava nekiribûya, ne dikarî heremên xwe li dijî
êrîşên terora DAIŞ û rejîmê biparêze. Berxwedaniya Kobanî û rizgarkirina
Minbic, Tebqa û Reqqayê mînakên herî berbiçav yê vê yekî ne. Ji ber vê yekê jî
Amerîka dest bi hevkariya kurdan li Rojava kir.
Tirkiye
her gav weke maşe hatiye bikaranîn
Di
rastiya ku derketiye holê de, hem li ser Amerîka ferzkir ku hevkariya kurdan
bike, hem jî Amerîka mecbûr kir ku siyaseta xwe ya bi tirkiyê re hevsengiyê
bike. Bi taybet tirkiye, di Rojhilata Navîn de piştî Îsraîl hevkarê sereke yê
Amerîka ye û hevalbendê yekemîn yên NATO de ye. Di rewşeke wiha de dûrketina ji
Tirkiyê, zirarê dide polîtîkaya Amerîka ya li hemberê Îran, Rûsiya û welatên
Kendava Erebî. Ji ber dema mirov hinekî paşve temaşe bike, Amerîka ji bo van
polîtîkayên xwe ya Tirkiyeyê her tim weke “MAŞE bi kar aniye. Nexasim di
rewşeke dizayinkirina nexşeya Rojhilata Navîn a Amerîka, her çiqas pêwîstiya
Amerîka bi kurdan hebe jî, lê bi gelemperî Tirkiye jî lingê sereke yê pêkanîna
vê polîtîkaya Amerîka ye.
Dualîteya
siyaseta Amerîka ya li hember kurdan
Weke
di demên cuda de, Amerîka pêwîstî bi hevkariya kurdan dît, wisa diyar e, Amerîka
piştî ambargoya aboriyê ya li ser Tirkiyê û qeyrana aboriyê ya Tirkiyê, wê
Tirkiye mecbûr bike û Amerîka hevkar bibe. Ji ber li pêşiya Tirkiyê pirsgirêkên
gelekî bi girêk û mezin ên ku li benda çareseriyê hene.
Di
serî de divê Tirkiye tercîha xwe zelal bike di navbêra Rusiya û Amerîka de.
Didu, divê Tirkiye li hember Îranê bibe xwedî helwesteke zelal, bi taybet jî di
mijara çekên nukleerî de. Sêyemîn, divê Tirkiye hevkariya xwe bi rêxistinên
terorîst yên girêdayên El Qaîde, weke DAIŞ, El Nûsra, Tehrîr El Şam, Feylaq El
Şam, Cund el Aksa û Feyleq Rahman re bibire. Lê wisa diyare ku bi qasî Tirkiyê
Amerîka jî di van mijaran de di qeyranekê de ye. Ji ber di serê pirsgirêka
Rojhilata Nav3in de, pirsgirêka kurd tê. Dema Amerîka di vî alî de ne xwediyê
projeyeke zelal be, çewa kurd bi qasî Tirkiye, Îran û Suriyê ku ji bo xwe xeter
dibînin wê ya Amerîka jî xeter bibînin. Ji ber ku mînaka wê zindî hate
jiyankirin. Di referanduma 25’ê îlona 2017’an de kurdên başur herî zêde pişta
xwe dabûn hêza Amerîka. Dîsa di mijara êrîşa hêzên Îraqê û Heşdî Şabî ya li ser
Kerkûk û heremên derdora Misûlê, bêdengiya Amerîka xeyalê kurdên başur ser û
bin kir.
Ev
nêzîkatiya Amerîka di dagirkirina Efrînê de jî xwe da der. Amerîka bi qasî li
Rojhilatê Firatê alîkariya QSD’ê kir, berovajê vê yekê jî dijminatiya gelê kurd
di Efrînê de kir. Ev yek jî ji bo xatirê çavê Tirkiyê kir. Dualiteya siyaseta
Amerîka ya li hember kurdan bi qasî zirarê daye kurdan, ewqas jî daye Amerîka
bi xwe.
Divê
bê zanîn ku yekane berjewendiyên Amerîka ya di çareserkirina pirsgirêkên heremî
de, bi hîmê demokratîk heye. Di vê çerçoveyê de çareserkirina pirsgirêkên kurd
de temaşekirin û alî dewetkirina çareseriyê mimkûne. Berovajê vê yekê, wê ne
tenê qrîza Kurdistan bibe girêka kor, her wiha wê Amerîka gelek hevkarên xwe
yên heremî jî winda bike.
Ji
bo vê yekê di serî de Amerîka û welatên xwedî berjewendî ne li ser Kurdistanê,
divê baş zanibin ku riya pêkanîna berjewendiyê netewan û gelan li Rojhilata
Nav3in, di Kurdistanê de derbas dibe û di çareserkirina pirsgirêkan bi
demokratîkbûnê pêkan dibe.
Adnan
Mustafa
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
Adnan
MustafaNavenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê