05 Ağustos 2018 Pazar Saat 18:12
Di xwezaya Jin a Rojhilata Navîn de her tim têkoşîn, pêşengî û rihê azad heye.
Di xwezaya Jin a Rojhilata Navîn de
her tim têkoşîn, pêşengî û rihê azad heye. Li welatê Iraq’ê Li gorî amarên
jimartinê yên resmî ku di navbera salên 2013-2017’an de hatîn kirin, nufûsa vî
welatî ji sedî 49,47 jin pêk tê. Her çendî ku beşekî mezin ê civakê jin pêk
tîne jî, ji hemu mafên xwe yên jiyanî hatiye bêpar kirin. Bi hatina Îslamê a
Rojhilata Navîn re bi hinceta wecibeyên olî hindî derbaz bu Jin ji alîyê
zihnîyeta desthilatdar a zilam ve hat reş kirin, durxistin û perçiqandin. Ew di
nava çarşavekî reş de pêçan û xistin quncika malê. Li gorî yasaya heyî zilam
dikare bi du jinan re bi zewice, bi awayeki fiilî li hinek cihan zilamên ku bi
çar jin re zewicî tên dîtin. Jin ji qada siyaset, aborî, ekolojî û leşkerî
hatîye dor xistin.
Li İraqê li gelek deveran bi teybet
cihên ku Kurd lê dijîn weke Silêmanî, Hewlêr, Ranya, Qeladizê, Musil û Kerkukê kevneşopîya
suneta keçên ciwan hîn tê dîtin. Ev rewş dibe sedema gelek nexweşîyên cor be
cor ku nikarin werin derman kirin. Li tevahîya İraq û Başurê Kurdistanê Jin di
rêjeyekî ciddi de rasti destavêtê tên. Zilam bi hinceta temizkirina namusê
kuştina jinê ji xwere maf dibîne. Her roja ku derbaz dibe rêjeya kuştinê ji
alîyê bav, bira, mêr ve zêde dibe. Li gorî encamên lêkolînekê ku di derbarê
şideta li ser jinê de hatî kirin derketiye holê ku, tenê li bajarên Silêmanî û
Kerkukê zarokên keç ji sedî 44 û jin ji sedî 57 rasti şideta zilam tên. Li gorî
amarên ku hatine lêkolîn kirin di 5 mehan de tenê li Herêma Kurdistanê de
derketin 22 Jin hatine qetil kirin. Rewşa şer a ku heyî, kriza aborî û siyasî,
bê karî û derfetên zehmet yên jiyanê ev rewş hin xiraptir kiriye û bedela wê ya
herî mezin ji Jin didin. Keçên ciwan di temenekî pir biçuk de tên zewicandin û
ji qada xwedin û zanînê dor tên xistin. Di nava civakê de gotina, ‘ma keç bi
xwîne wê bikare çi bike? Bi kêrî tiştekî nayê desthilatdare. Di vî welatî de
çand û edetên ku ji xwere kirine tabo rê nade ku Jin tevlî nava qada zanistê
bibe.
Di heman deme de durxistana Jinê ji
perwerdê bandora xwe ya mezin li cihê jinê di qada siyasetê de ji dike. Cihê
jinê di siyasetê de xwedî rêjeyekî pir kême. Herî dawî isal hilbijartinek li
giştî welat pêk hat. Li giştî İraq 6 hezar û 905 kes xwe ji bo namzetîyê
nişandan. Divê jimarê de tenê nêzî hezar jin karîyan xwe namzet nişan bidin.
Her wiha tenê li Herêma Kurdistana Federal ji 503 namzetan tenê 146 jin karîyan
xwe weke namzet nişan bidin. Jinên namzet di demê xebatên hilbijartinê de ji
alîyê zihnîyeta zilam a desthilatdar ve rastî gelek nêzîkatîyên şaş hatin, heya
hinek namzetên Jin rastî êriş û lêdanê ji hatin. Di vê pêvajoyê de jinên ku xwe
ji namzetîyê paşde kişandin ji hebun. Ev jimar ji nişan dide ku tevlîbuna jinê
a qada siyasetê pir kême. Li İraqê cihê jinê di tevlîbuna qada aborî de ew qasî
kême ku mirov pir kêm rastî tê. Ji ber ku her demê tevlîbuna jinê a vê qadê ji
alîyê zilam ve hatîye asteng kirin. Ev rewş li tevahîya welat hema bêje hemane.
Vê rewşê jiyana jinê hem di nava civakê de hem ji di nava malbatê de seqet
kirîye, di vir de di şexsê jiyana jinê de, jiyana civakê hatîye tevizandin. Ji
ber wê ji civak nikare pêşde biçe, nubûnan ava bike. Li rexmê van hemu
perçiqandinan Jin bi rihê xwe yê tekoşer kêm be ji disa kariye hebuna xwe
berdewam bike û tekoşîna wê bide. Mirov dikare minaka vê di çalakîyên gel yên
van deman de ji bibîne. Çalakîyên ku tên kirin li seranserî İraq û Başurê
Kurdistanê Jin pêşengîya wê dike. Jin di qada civakê de şoreşa jiyanê dide
tevlî plan û projeyan dibe, ji bo debara malbata xwe bike li suk û kolanan
xwihdanê di rijîne. Pir kêmbe jî li hemberî perçiqandin û çewisandinê serî
hildide. Bê guman li vî welatî heya ku şoreşa gel bi pêşengtiya Jina berxwedêr
despêneke û serî hilnede gelek pirsgirêkên ku hene nikarin werin çareser kirin.
Li rexmê vê taboyên ku li ser Jinê hatine ferz kirin nayên şikandin. Di
civakekê de demê ku Jin azad nebe ew civak jî nikare azad bibe, pêş bikeve û
serbikeve. Ji ber ku di dîrokê de ji diyar bûye ku şoreşa bêy Jin ku hatî kirin
serneketîye û bingehekî azad ji bo civakê pêşnexistîye.
Çîçek Botan
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
Çîçek BotanNavenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê