• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Giştî

Hespê Troya yê ku MÎT Ji Bo Ketina Suweydayê Bi Kar Anî: Mîxferên Spî -NÛÇE ANALÎZ

NAVENDA NÛÇEYAN - Dema ku planên qirêj ên MÎT û HTŞ'ê yên ji bo Suweydayê têk çûn, niha jî di bin navê alîkariyê de ji bo erka hespê troyayê Komeleya Alîkariyê Mîxferên Spî şandine heremê.

Yayınlayan Militan Rêhat
28 March 2025
Kategori: Giştî
246 12
A A
Hespê Troya yê ku MÎT Ji Bo Ketina Suweydayê Bi Kar Anî: Mîxferên Spî -NÛÇE ANALÎZ
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Piştî ku HTŞ’ê Şam bi dest xist, civaka Durzî li herêmên ku lê dijîn meclîseke leşkerî ava kir û daxwaza rêveberiya xweser kir. Îstîxbarata MÎT û HTŞ’ê li dijî civaka Durzî planên qirêj dan destpêkirin û hewil dan wan neçar bikin ku dev ji daxwazên xwe yên Meclîsa Leşkerî û rêveberiya xweser berdin. Malpera me Lekolin.org di nûçeya xwe ya taybet a 7’ê Adara 2025’an de diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê li bajarên peravê yên Sûriyeyê bi cih bûne da ku zemîna êrîşa li ser herêmên Suweyda û Cerema ku piraniya şêniyên Durzî lê dijîn amade bikin. Di vê çarçoveyê de malpera me nivîsandibû ku di bin navê peymaneke nû ya di navbera hikûmeta Şamê û Durzî de plana ‘Perçe bike-Birêve bibe’ hate kirin.

Tevî van planên qirêj, MÎT û HTŞ’ê ku nekarîn ti encamekê bi dest bixin, niha di bin navê alîkariyê de rêxistina bi navê Mîxferên Spî (El Xuez El Beydaa) ku weke hespekî troyayê bi kar tînin, derbasî herêmê dikin.

Li gor zanyariyên ku bi dest ketine, roja Çarşemê 26’ê Adarê di navbera Îstixbarata Tirkiyê (MÎT), Îstixbarata HTŞê û hin fermandarên HTŞê de civîneke veşartî pêk hatiye û armanca vê civînê cîbicîkirina plana derbasbûna li Suweydayê û kontrolkirina herêmê bûye, ku çendîn caran têkçûye. Hewldanên berê yên ji bo ketina herêmê bi rêya Yekîneya Ewlekariya Giştî û Wezareta Berevaniyê ku girêdayî hikûmeta Şamê ne, bi ser neketin.

Tirkiye xwedî dîrokeke dirêj e ku rêxistinên mirovî yên sexte ji bo armancên îstîxbaratî û ewlehiyê bikar tîne. MÎT’ê ku berê bi rêya Komeleya Şexef a girêdayî ÎHH’ê ya li Efrînê li herêmê xebatên xwe dimeşandin, gelek caran di çapemeniyê de cih girtibû ku li gelek herêmên Sûriyeyê bi karkirina şîrketên peyman û înşaetê yên li Sûriyeyê hewl daye bandora xwe ya li Sûriyeyê zêde bike.

ARMANC: KAÇAXÇITIYA ÇEK Û MIROVAN E!

Plana MÎT’ê vê carê di bin navê alîkariyên mirovî de ketina parêzgeha Suweydayê jî heye. Tê gotin armanca vê komeleyê ya bi navê Mîxferên Spî (El Xuez El Beydaa) ew e ku kaçaxiya çekan û mirovan bike û her wiha pêşengên grûban an jî civakê hedef bigirin e.

Hate hînbûn ku ev plan bi koordînasyon û hevkariya Waliyê Suweydayê Mustafa Bekur, Serokê Koma Rijal El Kerame Leys El Belûs û Rêberê Cebel El Ereb Silêman Ebid El Baqî hatiye amadekirin. Ev sêgoşeya xayîn a ku di bin navê alîkariyên mirovî de rê li ber hucreyên girêdayî MÎT û HTŞ’ê vekir ku derbasî Suweydayê bibin. Li gorî planê, Xûza Spî dê derbasî parêzgeha Siwêda bibe û li navçe û heremên wek e Selxed, El-Şehba û Qeriya bên avakirin.

Wekî din, piraniya Mîxferên Spî dê ji kesên ji yekîneyên Ewlekariya Giştî ya HTŞ ku berê di operasyonên alîkariyê de hatine perwerdekirin pêk werin. Ji bo nepenî û pêbaweriyeke mezintir, Leys El Belus ji Ebû Ebdela El Horanî re pêşniyar kir ku hin jin di nava xebatkarên rêxistinê de cih bigirin.

LI DIJÎ KESAYETÊN PÊŞENG ÊRÎŞÊN KUŞTINÊ DIKIN

Bi navê alîkariyên mirovî dê erzaq û ambûlans ji herêmê re bên şandin. Lê belê ev yek dê bibe spartek ji bo peydakirina çekan ji bo komên girêdayî Rîcal El Keramê û danîna teqemeniyan li ser wesayîtên Meclîsa Leşkerî ya Suweydayê. Di planê de her wiha şandina tîmên taybet ji HTŞ’ê yên di şerê bajaran de hatine perwerdekirin û amadekirina wan ji bo kuştina lîderên tevgera leşkerî û sivîl li Suweydayê heye.

Her wiha armanc ew e ku bi wesayîtên bombebarkirî û motorsîkletan li herêmê alozî çêbibe û berxwedana heyî lawaz bibe.

NAVÊN KU DI BIN MASKÊ ALÎKARIYÊ DE ŞANDIN SUWEYDA

Li gorî agahiyên ku ketine destê me, hin endamên Mîxferên Spî rastî koma bi navê “Tûgayên Sor” (El Esaib El Hemraa) tên. Ev kes weke pisporên sabotajê li herêmê hatine erkdarkirin û navên wan kesên ku me piştrast kirine ev in: Malik Ebû Şema, Mihemed Ewed El Nûrî, Fesel Ehmed Xenûm, Mistefa Hac Nasir, Xalid Xelîl El Tiweyir, Nûr El Dîn Elî Bakur, Cîhad Nasir Esaf, Mihemed Kokeş.

Nav û erkên komeke din a şandin herêmê wiha ne;

-Wedah Ehmed El Hatîb (Berpirsiyarê amadekirina teqemeniyan)

-Beraa Hikmet Sibêh (Berpirsiyarê çekdarkirina tîmên girêdayî HTŞê li Suweyda, ango hêzên girêdayî Leys El Belûs).

Hac Muhlis (berpirsiyarê veguhestina çekan bo bajarokê Qeriya)

-Selîm Taha El Dexim (berpirsiyarê embarkirina çekên veşartî li Şehba)

-Newres Enver Cedaan (berpirsiyarê bombebarankirina motorsîklêtan li Suweyda)

-Arif Muhammed El Hamid, Nasir Esaf El Dani û ekîbên rêxistina Şaabanê Şaban Ahmed El Eqraa jî (ji bo tasfiyekirina kesên di lîsteya werin suîqastkirin organîze bikin).

TUGAYÊN SOR KÎ NE?

Tûgayên Sor komeke ku pisporê pêkanîna operasyonên xeternak e; Di nav van operasyonan de çalakiyên wekî ketina li pişt xetê an jî çalakiyên “xwekujî” hene.

Di Tebaxa 2018-an de, HTŞ wêneyek bi sernavê “Em tenê ji Xwedê re serî ditewînin” derxist. Di vê weşanê de, endamên hêzên elît ên girêdayî HTŞ’ê cara yekem derketin holê. Van kesan dema ku di asta bilind de jîrektiyên şer perwerde dikirin band û kefiyên sor bi serê xwe ve girêda bûn. Di salên paşerojê de navê vê komê bi operasyonên metirsîdar bi taybetî li herêmên gundewarên Idlib, Heleb, Hama û Laziqiyê hate dîtin.

Di destpêka sala 2020’an de, serokê HTŞ Ebû Mihemed el-Colanî bi şervanan re xuya bû ku bandek (kefiyek) sor li serê wî ve girêdayî di dema merasîmek ku bi navê “Sonda Mirinê” tê zanîn. Di vê merasîmê de şervanan bi awayak sond li ber serokê koma çekdar xwarin. Şervanên “Tûgayên Sor” perwerdehiyeke giran dibînin û bi çekên taybet ji wan re amade dikin. Kom wekî “hêza herî xurt a lêdanê” ya li ser hiyerarşiya leşkerî ya HTŞ tê zanîn.

Koma “Melhame Taktikal” (Destana Taktîk) ku ji çeteyên Çeçen, Ozbek û Azerî yên girêdayî HTŞ’ê pêk tê, ji perwerdekirina “Tûgayên Sor” berpirsyar bû. Beşek ji mamosteyan leşker û efserên ku beriya ku piştî sala 2011’an werin Sûriyeyê di nava artêşa welatên xwe de wezîfe kirine. Tê fêmkirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên di nava HTŞ’ê de bi awayekî tam veşartî tevdigerin û bi kuştin û teqînên zincîrê bajar dişewitînin, bajar ji hundir hilweşînin û dagir bikin.

Lê pirs ev e: Gelo Suweyda dê radestî hêzên tarî bê kirin, yan dê zarokên wê li hember vê plana qirêj bisekinin? Ev ne tenê têkoşîna ewlehiyê ye, şerê hebûnê ye… An dê di destpêkê de ev komplo were pelçiqandin, an jî Suweyda dê bikişîne nav tofanek kaosê ku bi dehan salan wê nikaribe jê xilas bibe!

Militan RÊHAT

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: DurzîhtşLeys El BelûsMITMixferên SpîSuweydaTugayên Sor
Önceki yazı

Malpera Me Dê Nexşeya Baregehên Veşartî Yên Dewleta Tirk Ên Li Başûrê Kurdistanê Biweşîne

Sonraki Haber

MÎT Çeteyên DAIŞ ê Ji Antakya Derbasî Iraqê Dike- NÛÇE TAYBET

Benzer Haberler

Hêlîn Umît: Pêvajo Bi Ferzkirinên Yekalî Nameşe
Giştî

Hêlîn Umît: Pêvajo Bi Ferzkirinên Yekalî Nameşe

20 May 2026
Bikaranîna Ciwanên Kurd Bi Rêya Çeteyan: Mafya, Maddeyên Hişbir û Tora Behîsên Neqanûnî-DOSYA TAYBET 2
Giştî

Bikaranîna Ciwanên Kurd Bi Rêya Çeteyan: Mafya, Maddeyên Hişbir û Tora Behîsên Neqanûnî-DOSYA TAYBET 2

5 October 2025
Dewleta Tirk Welatên Erebî Tevlî Çalakiyên Perwerdehiya Leşkerî Kir – NÛÇEYA TAYBET
Giştî

Dewleta Tirk Welatên Erebî Tevlî Çalakiyên Perwerdehiya Leşkerî Kir – NÛÇEYA TAYBET

29 August 2025
Sonraki Haber
MÎT Çeteyên DAIŞ ê Ji Antakya Derbasî Iraqê Dike- NÛÇE TAYBET

MÎT Çeteyên DAIŞ ê Ji Antakya Derbasî Iraqê Dike- NÛÇE TAYBET

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    524 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    747 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist