Piştî hilweşîna rejîma Esed, HTŞ bi awayekî sembolîk ket Efrînê, lê çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker cilên xwe guhertin û sûcên xwe yên dijmirovî li herêmê didomînin. Tê zanîn ku dewleta Tirk, ji bo ku li herêmê meşrûiyetê bidest bixe, bi rêya MİT û Parastinê, di şaredariyan de Kurdên hevkar wezîfedar dike. Ev Kurdên hevkar her çend wekî “nûnerên Kurd” bêne nîşandan jî, di mekanîzmaya biryargirtinê de ti desthilatiya wan tune ye.
Li navçeyên wekî Efrîn, Bilbilê, Raco, Şêran, Cindirês, Mabata û Bab Hedîd, meclîsên şaredariyê hatine avakirin û her çend xuya dike ku ew li ser beşdariya gel esas digirin jî, piraniya kesên hatine hilbijartin tenê rolek sembolîk dilîzin. Di mekanîzmayên biryargirtinê de ti desthilatiya wan a serbixwe tune ye. Ev avahî, ji sîstema koruculiyê ya kevneşopî îlhamê digire, lê bi modeleke nû ya nûnertiyê tê pêşkêşkirin. Ev avahî, ku nasnameya Kurdî tenê bi awayekî rûxarî tê temsîlkirin, lîstikek e ku ji bo xurtkirina berjewendiyên siyasî û ewlehiyê yên Enqereyê li herêmê hatiye sazkirin. Kesên hatine hilbijartin jî ji xeynî xeta stratejîk a Enqereyê ti biryara serbixwe nikarin bidin.
LÎSTEYA NAVÊN SEROKÊN ŞAREDARIYÊN SEMBOLÎK
Meclîsa Bajarê Helebê, ku girêdayî Wezareta Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ye, ji bo şaredariyên herêma Efrînê atamên nû yên îdarî ragihand. Ev biryar di 17ê Tîrmeha 2025an de ji aliyê Mihemed Elî el-Ezîz, ku berpirsê rêveberiya hemû yekîneyên îdarî li Helebê ye, hat îmzekirin. Li gorî metna biryarê, atam wiha ne:

Serokê Şaredariya Efrînê: Mihemed Şêx Reşîd
Serokê Şaredariya Bilbilê: Dilzar Cemîl Seydo
Serokê Şaredariya Raco: Xelîl Osman Bekir
Serokê Şaredariya Şeran: Rênas Ebdilrehman
Serokê Şaredariya Cindirês: Şemsedîn Xelîl Hoto
Serokê Şaredariya Mabata: Nazliye Şêx Hesen
Serokê Şaredariya Bab Hedîd: Ehmed Bekir Bekir
Hemû ev kesên hatine wezîfedarkirin, Kurdên hevkar in ku bi MİT û Parastinê re têkiliyên wan ên rasterast hene.
DESTWERDANA DEMOGRAFÎK Û SIYASÎ LI EFRÎNÊ
Modela rêveberiya herêmî ya ku li Efrînê tê pêşxistin, wekî avahiyek ku temsîliyeta Kurdî diparêze tê nîşandan. Her çend li ser rûyê erdê xuya dike ku bi rêya kesayetiyên Kurdî beşdariyeke herêmî tê peydakirin jî, ev avahî di rastiyê de yansîmaya planeke stratejîk a Enqereyê ye. Ji dema dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û SMO ve di sala 2018an de, kuştin, êşkence, revandin, tacîz û tecawiz û kiryarên din ên dijmirovî berdewam in. Bi piştgiriya hêzên derve, dewleta Tirk dest bi xebatên guhertina demografiya Efrînê kiriye. Piştî dagirkirina sala 2018an, bi hezaran Kurd bi zorê koçber kirin û li şûna wan, komên bi piştgiriya Tirkiyeyê û malbatên Ereb hatin bicîhkirin. Bi fînansekirina saziyên ji Kuweyt, Qatar û Filistînê, zeytûnî û daristan hatin wêrankirin û bi hezaran yekîneyên nû yên niştecihbûnê hatin avakirin. Avakirina van avahiyan, hem vegerandina Kurdan asteng kiriye û hem jî demografiya herêmê guhertiye. Ev pêvajo ne tenê leşkerî, lê di heman demê de ji aliyê sosyolojîk û îdeolojîk ve jî tê meşandin.
HEVKARIYA MİT-PARASTIN
Parastin, bi taybetî piştî Şoreşa Rojava, bi MÎT’ê re têkiliyeke pir nêzîk pêşxistiye. Bi rêya MÎT û Parastinê, bi sedan êriş li ser gelê Kurd hatine kirin. Di çarçoveya têkiliyên hevkar ên MÎT’ê bi Parastin û PDK-S re, stratejiyeke afirandina temsîliyeteke alternatîf û sembolîk bi rêya Kurdan hatiye pêşniyarkirin. Wezîfedarkirina van kesan, stratejiyeke algî ye ku ji bo lawazkirina rojeva Rêveberiya Xweser a li ser vegerandina koçberên Efrînê û şikandina girêdana gelê Kurd bi rêveberiya xwe re hatiye plan kirin. Lê belê ev kesayet her çend xuya bin jî, di pêvajoyên biryargirtinê de ti roleke wan tune ye. Mekanîzmaya rêveberiyê ji aliyê komên çete yên bi piştgiriya Tirkiyeyê ve tê diyarkirin. Modela rêveberiya herêmî ya ku li Efrînê tê pêşxistin, ji avahiyeke li ser îradeya gelê Kurdî ne, lê belê avahiyeke bi destwerdana derve hatiye şekilkirin û bi navendeke kontrolê û rêveberiya algî ve tê xebitandin. Ev strateji, hem di çarçoveya demografîk û hem jî di çarçoveya meşrûiyeta siyasî de destwerdanek e.
Botan AMED





