TUNEKIRINA PROJEYÊN HEREMÎ
Di qada Rojhilata Navîn de du hêzên sereke ku xwediyên projeyên hegemonîk hene. Yek ji wan Îran e û ya din jî Tirkiye ye. Yek bi nave Hîlala Şîa, ya din jî di çarçoveya Mîsaqî Mîllî de hewil didin projeyan pêş bixin. Ev her du proje û rejîm jî di bingeha xwe de li ser esasê dagirkirina welatan û firehkirina hegemoniya hatî rêxistinkirin e. Lewma hemû gavên ku hatine avêtin bûne sedemên şer û pêvçûn ên siyasî û leşkerî. Di heman demî de jî welatên wek e Iraq, Sûriye, Yemen û Libnanê lawaz kirine, nakokiyên nijadî û olî pir derxistine pêş. Ev yek jî dikeve xizmeta Projeya Rojhilata Navîn a Mezin (PRAM) de. Piştî her du projeyan ber bi mezinbûnê ve diçû û dor dihat pêwîstiyên gavên dîtir ên di projeyê de, dawî an jî pêşiya van her du projeyan hatin girtin. Ji ber ku dê her du proje hegemoniya wan mezin bibûya û li ser projeya esasî ya PRAM’ê xeteriyekê ava dikir. Lewma hat dîtin ku ji her aliyê ve şer li ser Îranê ragihandin. Wê di hûndirê Îranê de sînordar kirin. Ev yek di heman demî de peyamek bû ji bo Tirkiyê jî. Vê yekî di hêla leşkerî de bi destê Îsraîl hatkirin an jî tê kirin.
PRAM Û REWŞA WELATAN
Sûriye;
Di çarçoveya vê plana ku hatiye destnîşankirin yek ji waletên herî zêde çarenûsa wê nediyare Sûriye ye. Lewra hatina hêzên radîkal û cîhadîst a ser desthiladariyê ji her aliyê ve mijarek balkeş e. Di heman demî de dikare bê gotin ku li gor diyardeyên ku heya niha derketine pêş, ev yeyk jî planekî ji bo projeyê bû. Yek ji wan armancan, Îranê bi temamî ji heremê derbixe û jixwe ev yek pêk hat. Ya din jî ceribandina ji bo hêzên radîkal ên cîhadîst di nava desthiladariya HTŞ’ê de bihelînin. Vê plana ku li Afxanîstanê hate meşandin, heman li Sûriyê jî tê pêkanîn. Ji ber ku çawa di sîstema BAAS de hatibû ceribandin ku li gor pêkhate, erdnigarî û civaka Sûriyê sîstemeke navendî çênabe, niha di ser HTŞ’ê de jî ferz dikin. Lê jixwe armanc ji vê yekî ew e ku Sûriyê bi riya vê sîstemî (navendî) her tim di nava nakokî, alozî û pirsgirêkên navxweyî de bihêle ye. Lewma ev jî diyar dike ku ji bo parastina Îsraîl û meşandina polîtîkaya dagirkeriyê (vegerandina xaka Mîsakî Millî), divê Sûriye her tim lawaz-zeyîf bimîne. Bi awayek pratîkî Îsraîl gelek axa Sûrî xist bin kontrola xwe. Ev yek jî bi hinceta parastina welatê xwe û parastina xeta bazirganî ya enerjî IMEC e û ev jî di asta navdewletî de destê wê xûrtir dike.
Li ser vê esasî dibe ku li aliyê Sahil hin geşedanên heyî berfirehtir bibe. Ji ber ku riya IMEC di ser Derya Spî de jî derbas dibe. Dewleta Tirk ku her li ser Sûriyê planên dagirkeriyê meşandiye, dê hewil bide parçeyekî ji xwe re bigire. Ev rewş jî dişibe nêzîkatiya Îranê ya li hember Iraqê ya piştî hilweşîna Baas a Sadam. Lê li aliyekê din pêkhateyên Sûriyê dikarin pêşiya van planan bigirin û nehêlin rewşa Iraqê li Sûriyê dubare bibe. Riya vê jî di Yekîtiya Neteweya Demokratîk de pêkane, ango yekîtiya zihîn û cudahiya çandî.
Tirkiye;
Aloziya Tirkiyê bi taybet piştî lêdan û lawazbûna Îranê her ku diçe kurtir dibe. Lewra gelek rayedarên dewleta Tirk, anîn ziman ku piştî Îranê wê dor were Tirkiyê. Piştî Tirkiye vê planî fêmkir, bi dudilî be jî nexwest Rejîma Esed birûxe, lê ji îş derbas bibû. Lewma di wê xirecirê de xwesteka Erdogan a hevdîtina bi Beşar Esed re vala vala nînbû. Mezinbûna serdestiya Îsraîl a di heremê de ji bo Tirkiye nebaş e, Tirkiye vê yekî dît. Lê rûxmê wê jî her çiqas li ser ragihandinê zimaneke tund li hemberê Îsraîlê bikar tanî jî lê di bin de di hêla her cure bazirganiyê û danûstandinê pê re dikir. Di mijara Sûwêda de di çerçoveya Hevpeymana Abraham de hikumeta Şamê bi Îsraîlê re lihev bikin. Ango beramberê Sûwêda, Quneytra û Girên Colanî, Şam û Enqere tevlî projeya Korîdora Dawud a ku dê riya IMEC veke, bibe. Rûxmê wê hêzên navdewletî dê Tirkiye qebul bike an na hêj ne diyar e.
Dîsa Tirkiye dixwaze di bajarên berava Sûriyê de hebûna hêzên girêdayî xwe ava bike da ku wê bikar bîne û xeteriyê li ser riya vê projeyê çêbike. Li aliyekê din jî bi riya Rûsya û çeksazkirina têkiliyên wê ya bi hikumeta demkî re ku şande Moskowayê hevdîtin da kirin, heman armanc e. Di bin de jî hewil dide ku bi Kurdan re lihevkirinekê bike. Di pêvajoya Aştî û Demokrasiyê de jî taybet hin planên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kurdan heye. Ew jî ew e ku wan ji geşedanên heremî dûr bixe û garantiya ku têkiliyên kurdan bi Îsraîlê re pêşnekevin, bigre. Tirkiye ditirse ku eger têkiliyên Rojavayê Kurdistanê bi Îsraîlê re pêş bikeve wê xeteriyek pir mezin li ser hebûna wê ya di Sûriyê de çêbibe. Lewma niha dixwaze bi riya diyalogan pirsgirêka xwe ya bi Kurdan re çareser bike.
Îsraîl;
Lîstkvanê herî sereke di vê projê de Îsraîl e. Rola hêza lêdanê girtiye. Stratejiya sereke ya Îsraîl di Rojhilata Navîn de li ser netewên cuda ye. Bi Itîfaqa Abraham bi welatên ereban re û koalisyona bi netewên din re dixwazê hegemoniya di Rojhilata Navîn de çêbike. Ji ber ku ew hêza hegemonîk ya nû di Rojhilata Navîn de ye. Rola sînordarkirina hêzên din weke Îran û Tirkiye girtiye ser mile xwe. Di beşa Sûrî û Tirkiye de me rewşa wê anî bû ziman. Di rêbazê wê de wê her tim berbijêra leşkerî wê berbijêrkek sereke be. Lewma di vê derbarê de lêdana Îran û Husiyan dewam bike û heya dibê ku riya Qibrisê re jî li dewleta Tirk bi xwe jî bixe.
Erebîstana Siudî û Welatên Kendavê;
Şertê sereke ye ku dane pêşiya wan ku ew jî bibin hêzek hegemonîk ku rûye Îslamê di heremê de biguherin. Zêdetir ber bi Sistema kapîtal de herin. Lewma ew jî û bi riya Projeya Saudi Vision 2030 wê hewildana vê yekê bikin. Ev yek jî wê bi alîkariya welatên Kendavê û Misrê wê pêk were. Valatiya ku lewazbûna Şîa di heremê de çêkiriye wê hewil bidin bi rengekî Sûnî nerm dagrin. Lewma em dibînin di dosya Sûrî de jî rolek bi vî rengî dilîzê. Herî dawî bi miqdara 6 Milyar Dolar hevpeymanî bi Sûrî re îmze kir.
Encam;
Rewşa ku mirovahî di serdema Modernîta Kapîtal de jiyan dike di rewşa xwe ya herî xirab e. Civakbûn ya ku sedem sereke ya pêşketin û hebûna mirovan dibû, di dîrokê de rewşa herî zehmet û bi aloz jiyan dike. Ev sîstem di bingiha xwe de, li ser esasê krîza hebûna xwe mayinde dike. Yanî çiqas kirîz hebin ewqasî ev sistem bi hêz dibê. Rojhilata Navîn her tim qadek ya şer bû. Tu carî jî şer li vê qadê neqediya ye. Ev şer, şerên îdîolojî û dîrokî ne. Şerê dagirkerî û demokrasiyê ye. Di roja meya îro de jî ev şer dewam dike. Dîsa jî hate diyar kirin ku ev sistem bi riya hevkar vî karî dike. Her alî jî berjewendiyên xwe li ser ye civak û nirxên mirovahiye digre. Lewma gelek dostên wan ye diho bûne dijminê wan ya îro. Cih, rû û alî têne guhertin lê rastî naye guhertin. Ku ev planeke ji bo dagirkirina Rojhilata Navîne. Lewma divê hemû çand ên di vê heremî de vê rastiye bibînin û pirsgirêkên xwe ye çêkirî derbas bikin. Di çarçoveya Netewa Demokratîk de, hemû ol, Netew û çandên wê dikarin bi rengekî azad jiyan bikin. Ev rastî jî bi rengekî berfireh ku xwe dispêrê rastiyên dîrokî û bi rengekî analîzkirî, serokê Kurdan Rêber Apo anîbû ziman. Eger bi vî rengî nebê wê dawî li şerê di Rojhilata Navîn de newe û her tim rastî van planên qirêj were. Lewma li gorî tiştê ku me li jor jî aniye ziman, berbijêrkek din ya hêzên Rojhilata Navîn heye. Gereke wê jî bibînin. Eger bikin wê ev plan û proje dijminatiye wê têk biçin.
Asîman SOZDAR





