• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Analîz Siyasî

Li Başûr Nakokiya Pismaman: Darbeya Di Nav Darbeyê De

Hem dewletên cîran, hem jî hêzên dixwestin YNKê lawaz bikin ji bo nakokiya pismaman kurtir bikin çi ji destê wan hatin kirin.

Yayınlayan Lekolin
24 August 2025
Kategori: Analîz Siyasî
253 5
A A
Li Başûr Nakokiya Pismaman: Darbeya Di Nav Darbeyê De
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Li Silêmaniyê nakokiya desthilatdariyê di navbera pismaman de veguherî şerê çekdarî û di encamê de Lahor Şêx Cengî (Talabanî) birayên xwe û alîgirên wî di vî şerî de hatin girtin.

Nakokiya di navbera pismaman de piştî mirina Celal Talabanî di kongreya 4’an a YNK’ê 2019 de mezin bû, zêdetir derket pêş. Ji bo fraksiyonên cûda yên di nava YNK de belav nebin û YNK yekgirtî bimîne wek nûnerên herdu fraksîyonan Bafil Talabanî û Lahor Şêx Cengî di kongreyê de bûn hevserokên yekitiyê.

ŞERÊ DESTHILATDARIYÊ: DARBEYA DI NAV DARBEYÊ DE

Ji ber ku sîsteme hevserokatiyê ne li ser esasê demokrasiyê, nûnertiya wekhevî û azadiyê, li ser esasê parvekirina desthilatdariyê hatibû avakirin di demekî kurt de pirsgirêkên wek “kî serokê yekem e, kî desthilatdariyê çawa bi kar tîne” derketin holê.

Bi angaşta (îdîa) “Lahor Talabanî hemû saziyên rexistinî yên YNK bi dest xistiye û kontrol dike Bafil talabanî di 8’ê Tîrmeha 2021’de bi biryareke yek alî Lahor Talabanî ji erkê hevserokatiyê girt û ew ji partiyê durxist.

Lahor Talabanî biryara yek alî ya Bafil Talabanî wek “darbeya li dijî xwe” bi nav kir û li dijî biryarê derket. Ji wê rojê û şûn ve nakokiyên pismaman êdî ne bi şêwazekî veşartî, pir bi eşkere û vekirî berdewam kir.

Lahor Şêx Cengî (Talabanî) li hember biryara dûrxistina ji YNKê hewldan kir ji bo vegere nav YNKê lê nikaribû biryara Bafil Talabanî bişkîne. Li ser vê yekê Lahor Talabanî tevgereke sîyasî bi navê “Berey Gel” ava kir. Di serî de PDK, aliyên ku dixwestin YNKê lawaz bikin piştgiriya Lahor Şêx Cengî û tevgera wî ya sîyasî a bi navê Berey Gel kirin. Berey Gel li herema Silêmaniyê di hilbijartinan dengên baş wergirtin. Dengên ku di hilbijartinê de Berey gel digirt ji kîsê YNKê diçû.

Hem dewletên cîran, hem jî hêzên dixwestin YNKê lawaz bikin ji bo nakokiya pismaman kurtir bikin çi ji destê wan hatin kirin. Di heman demê de endamên YNK yên kevn, yên ku ji serokatiya Bafil û Lahor nerazî bûn dixwestin pismam bihev bikevin, şerê di navbera pismaman bibe ispata ku ew nikarin pêşengtiyê ji YNKê re bikin û ciyê xwe di nava YNKê de misoger bikin.

Bi hesabên cûrbecûr herkesî ji alîkî ve hewl dida nakokiyên di navbera YNKê kûrtir bibe û YNK belav bibe. Bi belavbûna YNKê re mîrasa YNKê di navbera wan de bihata parvekirin.

Ji vê rastiyê jî tê famkirin ku şerê di navbera pismaman de piraliye û gelek hesabên mezin li ser hatiye kirin.

Ji roja YNK û PDK hatiye avakirin heta roja îro li dijî hev di nava nakokî, pevçûn û şerê desthilatdariyê de ne. Şer û nakokiyên herdu partiyan gelek zerar da têkoşîna azadiyê li Başûrê Kurdistanê. Partiyên Başûr herema Kurdistanê di navbera xwe de kirin du parçe. Herema Silêmaniyê û herema Hewlêrê bûn ciyê du hikumetên cûda. Li herema PDK desthilate YNK, li herema YNK desthilate jî PDK nikare tedaxulê “karê îdarî bikin.

Başûrê Kurdistan di aliyê îdarî, siyasî, aborî, eskerî, asayiş, îstîxbarat, mahkeme û hwd. de du beş in. Bi kurtasî hemû sazî û dezgehên fermî yên hikumetê di navbera herdu aliyan de hatiye parvekirin.

Başûrê Kurdistanê ne ji aliyê îdareyeke sîyasî ya yekgirtî ve, ji aliyê du partiyên dijber ve tê rêvebirin. Partiyên ji bo şoreşa Kurdistanê hatin avakirin li şûna hişmendiyeke netewî niştimanî ava bikin, hişmendiya eşîrî û malbatî xurtir kirin. PDK bi navê malbata Barzaniyan, YNK jî bi navê malbata Talabaniyan tên naskirin. Sazî û dezgehên siyasî, aborî, ewlehî di navbera eşîran de hatine parvekirin. Parvekirin û parçekirina li ser esasê bêdengkirin û razîkirina malbatan wisa lê kiriye ku rê li ber despotên mafyawarî hatine vekirin. Despotên qanûn û yasayan nas nakin, xwe li ser hemû qanûn û yasayan dibînin derketin pêş.

Başûrê Kurdistanê di qanûn û yasayên Iraq û Herema Kurdistanê de di fermiyetê de wek heremeke Fedaral xuya dike, lê di rastiyê de bi pergala federaliyê nameşe. Her eşîr û partî yasayên wan ê taybet hene. Ev ne yasayên civakî ne. Yasayên desthilatdariyê yên li ser esasê berjewendiyên malbat û grûpan hatine avakirin. Ji ber vê yekê tu kes baweriya xwe bi yasa û mahkemeyên wan naynin. Mahkemeyên PDK û YNK tenê li dijî opozîsyonên wan kar dikin. Yasa û mahkeme pêlîstokên hesabên siyasî û aborî ne.  Hevsengiya ku hatiye avakirin ji derveyê hişmendiya netewî, niştimanperwerî û edaletê ye.

Rewşa parçebûyi û pergala belavbûyî rê dide destwerdanên hêzên derve. Welatên cîran Îran, Tirkiye, Iraq ji vê rewşa kambax sûd digrin û destwerdanê li nav karûbarên herema Kurdistanê dikin. Ji bo yekitiya Kurdan ava nebe her dewletekî ji aliyê xwe ve partî û fraksiyonên cûda yên Kurdistanê “destek dikin.”

Eşîr û partiyên heremê bi alîkariya hêzên derve dixwazin xwe li heremê bikin hêz, hêzên derve jî li ser wan partî û eşîran dixwazin xwe li heremê bi cîh bikin û siyaseta xwe bimeşînin. Sendroma Harpagos careke din wek toqa lanetê bi qirika azadiya Kurdistanê digire û xwe dubare dike.

Ne hêz û grûpên heremê dihêlin tevgerên nû yên şoreşger derkevin, ne jî hêzên derve dihêlin herem ji vê rewşê derkevin. Berjewendiyên teng yên binemalî û dewletên dagirker li vir digîhîjin hev.

Nakokiyên Di Navbera Bafil Talabanî Û Lahor Talabanî De Nokokiyên Desthilatdariyê Ne.

Şerê desthilatdariyê di navbera pismamên Talabanî de ji vê rastiya civakî a dîrokî qut nîne. Nakokiyên rêveberiyê dema bi rêbazên demokratîk neyên çareserkirin deriyê hemû xirabiyan vedike.

Gelek hêzên heremî û derve xwestin nakokiya di navbera pismaman de kurtir bikin, ji rewşa heyi sûd werbigirin û herema xwe ya desthilatdariyê firehtir bikin.

Herdû aliyên bi nakok hevdû bi darbekariyê tawanbar dikin. Bafil Talabanî dibêje: “Lahor û alîgirên xwe hazirtiyê darbeyê dikirin, me bi vî hamleyê pêşî li darbeya dijî herema YNKê girt.” Lahor Talabanî jî dibêje: “komplo li dijî me hatiye kirin, esas darbe li dijî me hatiye kirin.”

Herdu alî jî rast dibêjin! Ji ber ku nakokiya desthilatdariyê di navbera wan de veguherî şerê navxweyî, YNK parçe kir û herema di bin kontrola YNKê de ji destwerdanên derve re vekirî hiştin. Nakokiya desthilatdariyê deriyê herema YNKê ji hêzên ku dixwazin destwerdanê li siyasetê bikin vekir.

Bafil Talabanî ji bo di hilbijartina Iraqê de YNKê bike hêza yekem hewl dide hemû mûxalîfên xwe tune bike, teslîm bigire. Ew jî wekî PDKê dixwaze tu hêzekî mûxalîf li heremê nemîne. Gûman têde nîne ku Bafil Talabanî bi vê pêngavê destê xwe di nava YNKê de û li dijî mûxalîfên xwe xurt kir. Lê ewê çiqas bikaribe vê rewşê vegerîne serkeftina siyasî ne diyar e. Eger ev rêbazê tund û tûjî bibe elimandin û şêwazê siyasetê, dûr nîne ku qeyranên nû li herema di bin kontrola YNKê de rûbidin.

Hîwa AZAD

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: Bafil TalabaniBaşurê KurdistanBerey GelDARBELahor Şêx CengîPDKSüleymaniYNK
Önceki yazı

Piyonê MÎT’ê Yê Xeta Dêrazorê: Ebu Hatim El Şeqra- NÛÇE TAYBET

Sonraki Haber

Di Krîza Sûriyê De Rastiya Trajîk a Zarokan- DOSYA TAYBET

Benzer Haberler

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk
Analîz Siyasî

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

4 June 2026
Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe
Analîz Siyasî

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

1 June 2026
Guhertina Hevsengiya Hêzan de Cihê Tirkiyê û Pirsgirêka Kurd – 2
Analîz Siyasî

Guhertina Hevsengiya Hêzan de Cihê Tirkiyê û Pirsgirêka Kurd – 2

13 May 2026
Sonraki Haber
Di Krîza Sûriyê De Rastiya Trajîk a Zarokan- DOSYA TAYBET

Di Krîza Sûriyê De Rastiya Trajîk a Zarokan- DOSYA TAYBET

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    524 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    747 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist