• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Lêkolîn

Di Krîza Sûriyê De Rastiya Trajîk a Zarokan- DOSYA TAYBET

NAVENDA NÛÇEYAN - Şerê li Sûriyê, zarok rasterast kiriye hedefa tundiyê. Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên mafên mirovan, zarok ji ber bombardiman, êrîşên hewayî û pevçûnan mirine, birîndar bûne an jî malbatên xwe winda kirine.

Yayınlayan Militan Rêhat
27 August 2025
Kategori: Lêkolîn
245 12
A A
Di Krîza Sûriyê De Rastiya Trajîk a Zarokan- DOSYA TAYBET
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Krîza li Sûriyê, bi şerê navxweyî yê di sala 2011’an de destpêkir, ligel karesatên wek ji cih û warkirin, hilweşîna aborî û erdhêja 2023’an pêk hat, nûnertiya karesateke mirovî ya kûr dike. Ev krîz yek ji trajediyên mirovahî yên herî giran ên serdema nûjen tê pejirandin, ku zarok berdêla herî mezin didin. Bi milyonan zarokên Sûriyê ji ber bandorên wêranker ên şer, xizanî û ji cîh û warkirinê ji mafên xwe yên ewlekarî, perwerde, tenduristî û ji mafên zarokatiya bingehîn bêpar hatin hiştin.

Krîz, bi nifşan birînên kûr li ser zarokan hişt û ev birîn îro jî berdewam dikin. Şer ne tenê bandor li ewlekarî û aramiya zarokan kir, di her alî de bandorî li jiyana wan a derûnî, fîzîkî, perwerdeyî û civakî kir. Em ê di dosyaya xwe ya taybet de trajediya zarokan ku li Sûriyeyê jiyankirî, bandorên krîzê yên di dema şer û piştî şer de, rewş û pêşniyarên çareseriyê ya zarokên li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Rojava de ji we re pêşkêş bikin.

BANDORÊN WÊRANKER ÊN KRÎZÊ LI SER ZAROKAN

1.Ewlehî û Travmayên Psîkolojîk

Şerê li Sûriyê, zarokan rasterast kir hedefa tundiyê. Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên mafên mirovan, zarok ji ber bombardiman, êrîşên hewayî û pevçûnan mirine, birîndar bûne an jî malbatên xwe winda kirine. Zarokên ku dibin şahidê dîmenên tundiyê bi pirsgirêkên derûnî yên cidî yên wek nexweşiya stresa piştî trawmayê (PTSD), nexweşiyên metirsî, depresyon, kabûs û bê hemdî xwe bi xwe ve kirinê re têkoşîn dikin.  Wek nimûne, keçek li Idlibê windabûna xwe bi gotina “Ez bêriya dibistana xwe dikim, ev xeyala min bû, lê niha ew tenê xeyalek wêran e” îfade dike. Kêmbûna navendên piştevaniya derûnî û kêmbûna hişyariyê, dermankirina van pirsgirêkan zehmet dike.

2.Hilweşîna Sîstema Perwerdehiyê

Şer, sîstema perwerdeyê ya Sûriyê têk bir. Bi hezaran dibistan hatin wêrankirin û veguherandin stargeh an baregehên leşkerî. Li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî, zêdetirî 2 mîlyon zarok bi rêkûpêk perwerdehiyê nabînin. Nebûna mamosteyan, nebûna fînansê û hilweşandina binesaziyê çawaniya perwerdeyê kêm kir. Rewş ji bo zarokên penaber hîn xerabtir e; wek nimûne, zarokên Sûriyê yên li herêmên dagirkirî yên Tirkiyê û yên ku koçî Tirkiyê kirine, li van kampan rastî polîtîkayên asîmîlasyonê tên, piraniya wan ji ber cudakariyê nikarin perwerdehiyê bibînin. Ev valahiya di perwerdehiyê de pêşeroja akademîk û pîşeyî ya nifşekî tehdîd dike, xeteriya “nifşê windayî” zêde dike.

3.Karmendê Zarokan û Zewaca Temenê biçûk

Rejîma Esed û paşê xizaniya tund a bi hikûmeta Colanî re zarokan neçar dike ku di temenekî biçûk de bixebitin an bizewicin. Karkirina zarokan bi taybetî li kampên penaberan û li Sûriyê belav e; Zarok bi saetên dirêj di karên xeternak ên wekî avahîsazî û çandiniyê de dixebitin. Nemaze ji bo keçan zewaca di temenê biçûk de wekî mekanîzmayek “parastinê” tê dîtin, lê ev yek wan dixe ber îstîsmar û tûndiyê. Wek nimûne, li hin kampên penaberan a li Urdunê, zêdetirî 30% ji keçan berî 18 saliya xwe hatine zewicandin. Ev pêkanîn, tendurustiya laşî û derûnî ya zarokan dixe xeterê. Her wiha li kampên penaberan ên di bin kontrola Tirkiye’yê de keç ne tenê tên zewicandin, ji çeteyên DAIŞ’ê re jî tên firotin.

4.Krîza Tenduristî û Xwarinê

Şer, pergala tenduristiyê ya Sûriyê’yê hilweşand. Wêrankirina nexweşxaneyan û nebûna derman û bijîşkan bûye sedem ku zarok ji lênihêrîna bingehîn a tenduristiyê bêpar bimînin. Kêm xwarinî bi taybet di nav pitik û zarokên biçûk de berbelav e; Kêmbûna ava paqij û xwarinê nexweşiyan zêde dike. Mînak, xirabûna şert û mercên paqijiyê piştî erdhêja 2023’an bû sedema belavbûna nexweşiyên wekî kolera.

5.Mexdûriyeta Ducarî ya Zarokên Penaber

Bi milyonan zarokên ku xwe spartin welatên wek Tirkiye, Libnan, Urdun û Iraqê di nava şert û mercên giran de li kampên penaberan dijîn. Ev zarok bi pirsgirêkên cudakarî, îstîsmar û entegrasyonê re rû bi rû dimînin. Wek mînak, %40 ji zarokên Sûriyê li Tirkiyê bi rêkûpêk perwerdehiyê nabînin û gelek jî di beşên wek atolyeyên tekstîlê de dixebitin. Nebûna binesaziyê ya li kampan dibe sedemê ku zarok ji şert û mercên jiyanî a mirovî bêpar bimînin.

6.Bi darê zorê û normalîzekirina şîdetê

Komên çete yên çekdar, ku di serî de bi dewleta Tirk ve girêdayî ne û DAIŞ’ê bi darê zorê zarok ji bo rolên şerker an jî piştgiriyê bi çek kirine. Van zarokan hem di warê fizîkî û hem jî derûnî de travmayek giran jiyan kirin. Ji bo hin zarokên ku di hawîrdora şer de mezin dibin, şîdet bûye “şêweyek a jiyanê”, ku dibe sedema hilweşîna nirxên civakî û pirsgirêkên civakî yên demdirêj.

DI SERDEMA PIŞTÎ ŞER Û HTŞ DE ZEHMETİYÊN DOMDAR

Hilweşîna rejîma Beşar Esed û desteserkirina kontrolê ji aliyê HTŞ’ê ve li hin deveran, tempoya tundûtûjiyê ber bi asteke din ve bir û barê zarokan girantir kir. Mîrateya şer di van pirsgirêkên jêrîn de xwe nîşan dide:

-Windabûna Perwerde û Pêşerojê: Astengiyên dirêj ên perwerdehiyê nifşek ku nizane bixwîne an jî binvîse afirandine. Xizanî, nebûna mamosteyan û dibistanên wêrankirî ji nû ve entegrasyona perwerdehiyê zehmet dike.

– Hilweşîna Aborî û Karmendên Zarok: Krîza aborî zarokan dixe nav kar û parsekiya xeternak. Zewaca di temenê biçûk de di şerê li dijî xizaniyê de wekî “çareserî” tê dîtin. Dîsa li welatên wekî Tirkiyeyê di karên herî qirêj û xeternak de wek keda erzan tên bikaranîn.

-Krîzên Derûnî û Civakî: Piraniya zarokan ji nexweşiya stresê ya piştî trawmayê dikişînin û nebûna piştgiriya psîkolojîk başbûnê asteng dike. Zarokên penaber li welatên ku serdana wan dikin rastî cudakarî û dûrxistina civakî tên.

-Hilweşîna Civakî: Tundî, hêrs û tirs ên salên dirêj domkirî, nirxên civakî û hesta baweriyê ya zarokan xera kirine. Hin zarokan şîdeta ku şer normal kiriye, navxweyî kirine.

ZAROKÊN LI HERÊMÊN DI BIN KONTROLA RÊVEBERIYA XWESER A DEMOKRATÎK A ROJAVA DE

Rewşa Giştî ya Zarokan:

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Rojava de, zarok bi giranî ji bandorên wêranker ên şer (ji cîh û warkirin, xizanî, travmayên derûnî) bandor dibin. Lê Rêveberiya Xweser ji bo ewlekarî, perwerde û entegrasyona civakî ya zarokan hewl dide. Tevî ku pirsgirêkên weke karkirina zarokan, zewaca di temenê biçûk de û parastina ji bandora komên weke DAIŞ’ê berdewam dikin jî, ji bo parastina mafên zarokan xwedî sîstemeke pirzimanî û pirçandî li herêmê gav tên avêtin. Her wiha bangên ji bo piştgiriya navneteweyî tên kirin, wek avakirina navendên perwerde û rehabîlîtasyonê ji bo zarokên endamên DAIŞê.

Rewşa Perwerdehiyê:

Perwerdeya li Rojava, bi sîstemeke pirzimanî û pirçandî li ser bingeha felsefeya Neteweya Demokratîk tê birêxistinkirin. Kurdî, Erebî û Suryanî zimanên fermî ne; perwerde bi zimanên Ermenî, Çerkez û Tirkmenî jî tê dîtin. Di sala xwendinê ya 2024-2025’an de li 4 hezar û 100 dibistanan nêzî 900 hezar xwendekar dixwînin, 41 hezar mamoste dixebitin. Ji sala 2012’an vir ve 6 hezar dibistan hatine avakirin û zêdetirî 20 hezar mamoste hatine perwerdekirin. Bernameya perwerdehiyê fêrbûna ziman û çandên gelên cihê teşwîq dike; Zimanên biyanî yên wekî Îngilîzî jî têne hîn kirin. Lê belê êrîşên Tirkiye’yê, ambargoyên aborî û kêmasiyên binesaziyê perwerdeyê zehmet dike; hin dibistan hatine bombekirin an jî girtin. Peymanên bi hikûmeta Şamê re armanc dikin ku mekanîzmayên hevbeş ji bo îmtîhanên amadeyî û dibistana navîn çêbikin.

Zehmetî û Hêvî:

Tevî pêşketinên di perwerdeyê de jî, mîrateya şer, xizanî û êrîşên derve pêşketina derûnî û civakî ya zarokan dixe xeterê. Ji aliyê din ve perwerdehiya bi zimanê zikmakî û mafên ku bi peymana civakî tên dayîn, dibe alîkar ku zarok çalaktir û hêvîtir bibin. Avahiyên wekî Meclîsên Malbatên Zarokan bi xurtkirina hevkariya dê û bav-mamoste piştgirî didin perwerdehiyê. Modela perwerdehiya pirçandî ya Rojava ji bo zarokên li herêmê wekî gavek hêvîdar derdikeve pêş, lê piştgiriya navneteweyî ji bo domdariyê girîngiyek krîtîk e.

Li welatên din, zarokên sûrî berxwedaneke bêhempa nîşan didin. Gotinên zarokekî li kampa penaberan “Ez dixwazim bibim doktor da ku ez alîkariya zarokên birîndar ên mîna min” bikim mînaka vê berxwedanê ye. Lêbelê, rastiyên aborî, siyasî û civakî rê li ber başbûnek tam digirin. Zarokên ku li welatên din wek penaber dijîn bêyî ku jiyana bê şer bizanibin mezin dibin û ev yek pêşeroja Sûriyê nediyar dike.

Pêşniyarên Çareseriyê

Ji bo rizgarkirina pêşeroja zarokan li Sûriyê çareseriyên berfireh û domdar hewce ne:

1.Ji Nû Ve Entegrasyona Perwerdehiyê:

– Divê dibistanên demkî û bernameyên perwerdehiya online bên berfirehkirin.

– Divê ji bo zarokên penaber bernameyên perwerdehiya ziman û entegrasyonê bên pêşxistin.

– Divê avakirina dibistanan û perwerdekirina mamosteyan bi bexşên navneteweyî were piştgirî kirin.

2.Piştgiriya Derûnî û Civakî:

– Divê navendên piştevaniya derûnî yên li ser zarokan bên avakirin; Divê ji bo zarokên mexdûrên trawma, îşkence an tûndiya zayendî bernameyên taybet bên çêkirin.

– Divê pirsgirêkên tenduristiya derûnî bi kampanyayên hişyariya civakî bê xirakirin.

3.Pêşîlêgirtina Karmendên Zarokan û Zewaca Di Temenê Biçûk De:

– Divê zarok bi rêya projeyên mîkrofînansê û dahatê bi piştgirîkirina malbatan ji karkirinê bên astengkirin.

– Divê li dijî zewaca pêşwext qanûnên hişk bên derxistin û perwerdeya wekheviya zayendî jî weke Rêveberiya Xweser a Rojava bê birêxistinkirin.

4.Entegrasyona Zarokên Penaber:

– Divê xizmetên perwerdehî û tenduristiyê yên wekhev ji zarokên penaber ên li welatên mêvandar re bêne dayîn.

– Ji bo pêşîgirtina li cihêkariyê divê kampanyayên qebûlkirina civakî bên destpêkirin.

5.Edalet û Tezmîn:

– Ji bo sûcên şer ên li dijî zarokan divê komîsyonên lêkolînê yên navneteweyî bên avakirin.

– Divê ji bo zarokên mexdûr bernameyên tazmînê yên neteweyî bên avakirin.

6.Perwerdehiya Li Hevhatina Civakî û Aştiyê:

– Ji bo ku hêrs derbasî nifşên nû nebe, divê mufredatên perwerdehiyê yên li ser aştî û toleransê bên pêşxistin.

– Divê bi rêya kampanyayên medyayê wêneyekî erênî bi mijara zaroktî û hêviyê bê çêkirin.

7.Piştgiriya Navneteweyî û Ji Nû Ve Avakirin:

– Divê zagona nû ya bingehîn ji bo parastina mafên zarokan bê amadekirin.

– Divê fonên navneteweyî ji bo ji nû ve avakirina binesaziya perwerde û tenduristiyê werin seferber kirin.

-Qanûnên ku pêşî li leşkerkirina zarokan û zewaca pêşwext digirin divê bên xurtkirin.

PÊŞEROJA NIFŞEKÎ DI XETEREYÊ DE YE

Krîza zarokan li Sûriyê, ne tenê karesateke mirovî ye, herwiha karesateke mirovî ye ku pêşeroja herêmê dixe metirsiyê. Wêranbûna ku ji şer derketiye, windakirina perwerdehiyê, travmayên derûnî û perçebûna civakî dibe sedem ku nifşek di nav xizanî û tûndiyê de mezin bibe. Lê ev zarok kevirê bingehîn ê ji nû ve avakirina Sûriyê ne. Piştgiriya wan kirin, vejandina wan û garantîkirina mafên wan, ne tenê yê Suriyeyiyan, berpirsiyariya hemû civaka navdewletî ye. Ji bo aştiya mayînde û Sûriyeya ku zarok dikarin bi silametî û bi rûmet bijîn, divê çareseriyên lezgîn, tevayî û domdar bên bicihanîn.

Militan RÊHAT

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: DAIShtşLIBNANPenaberîPerwerdeRejima EsadTIRKIYEUrdunXizanîZarokên SurîZewac
Önceki yazı

Li Başûr Nakokiya Pismaman: Darbeya Di Nav Darbeyê De

Sonraki Haber

Dibe ku Colanî Projeyek Be Lê Dikarin Dev Jê Berdin!

Benzer Haberler

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET
Lêkolîn

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

31 May 2026
Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ
Lêkolîn

Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

29 May 2026
HTŞ Cîhazên IMSI ku Ji MÎT’ê Girtiye Li Heremên Rojava Bi Cih Dike-NÛÇE TAYBET
Lêkolîn

HTŞ Cîhazên IMSI ku Ji MÎT’ê Girtiye Li Heremên Rojava Bi Cih Dike-NÛÇE TAYBET

14 May 2026
Sonraki Haber
Dibe ku Colanî Projeyek Be Lê Dikarin Dev Jê Berdin!

Dibe ku Colanî Projeyek Be Lê Dikarin Dev Jê Berdin!

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    524 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    747 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist