EMÎN SABÎT KÎ YE?
Emîn Sabît, bi navê kod Êlî Kohên tê naskirin, sîxurê navdar ê Îsraîlê ye. Di destpêka salên 90’î yên sedsala borî de li Sûriyê kar kiriye. Êlî Kohên di sala 1924’an de bi navê Eliyahu ben Şaûl Cohen li Îskenderiyê yek ji koçberên Sûrî yên ji Helebê ji dayîk bûye. Piştre çû Îsraîl û li wir tevlî dezgeha îstixbaratê ya Îsraîl a MOSSAD’ê bû.
Di sala 1962’an de, Êlî Kohên bi nasnameya karsazekî sûrî yê bi navê Kemal Emîn Sabît ket Sûriyê. Ev nav nasnameyek Sûrî bû û bi îdiayên ku li Arjantînê jiyankiriye, hatibû çêkirin. MOSSAD ji bo wî çîrokek paşxaneya sexte amade kiribû ku wî bi civaka Sûrî ya li Emerîkaya Başûr ve girê dide.
Êlî Kohên bi serkeftî ket nav elîtên siyasî û leşkerî yên li Şamê û di vê demê de agahiyên îstixbaratî yên pir hesas kom kir, bi taybetî amadekariyên beriya Şerê 1967’an. Piştî çend salan ji şandina agahiyan, îstixbarata Sûrî, piştî çavdêriya sînyalên radyoyê yên ji mala wî dihatin û bi gilîkirina balyozxaneya Hindistanê ya li ser têkçûna sînyalan, nasnameya wî hat eşkerekirin. Di sala 1965’an de jî hat girtin.
Kohen bi sîxuriyê hat tawanbarkirin û di 18’ê Gulan’a 1965’an de li Qada Merce ya Şamê bi darvekirinê hat cezakirin. Eli Kohen li Îsraîlê wekî sembolekî qehreman tê dîtin û navê wî li kolan û rêyên Îsraîlê hatiye danîn.
Di sala 2025’an de, Îsraîl ragihand ku nêzî 2 hezar 500 belge, wêne û dosya ji arşîvên Sûrî yên têkildarî Cohen hatine standin, ev jî di salvegera 60’emîn a îdamkirina wî de bû. Di nav van de wesiyetên wî yên tomarkirî, tiştên wî yên kesane û belgeyên sirî hebûn.
Di sala 1971’ê de, serokwezîra Îsraîlê Golda Meir gotibû: “Ereb wê şaş bimînin ku em ê zarok û neviyên Îsraîlê bi destên wan bigihînin desthilatdariya wan.” Ev daxuyanî ne fermî bû, lê ji aliyê şewirmendên wê ve di nava civakê de bi awayek zanebûn û bi berfirehî hate belavkirin.
NASNAMEYA NEDIYAR, COLANÎ KÎ YE?
Yûsif Şaûl Cohen, neviyê Eli Cohen (Êlî Kohên ), tê texmînkirin ku ew bixwe Ebu Mihemed el-Colanî ye. Dema lêkolîn li ser wî hat kirin, hat zanîn ku wî di 17 saliya xwe de li Zanîngeha Til Ebîb dest bi perwerdehiyê kiriye, ev yek jî projeyek sirî bû û ji aliyê xîtab û wazdarên ku bi rûyekî îslamî ji bo sîxurkirina civakên îslamî dihat perwerdekirin, lê di kûrahiyê de ew sîxûrên îstixbaratî ne. Perwerdekarên wî efser û serbazên îstixbarata Brîtanî û Îsraîlî bûn. Di sala 2003’an de, bi lihevkirinekê bi CIA’yê re, çû Iraqê û di nav rêxistina El-Qaîdeyê de wekî endamekî pê bawer hate bicîhkirin da ku çavdêriya vê rêxistinê bike. Dema ku di sala 2008’an de hat girtin, ji bo peywir û erkên nû, di qonaxekê perwerdehiyê de bû. Di sala 2011’an de, di nava 2 salan de ji bo peywira herî mezin a jiyana xwe amadebû, ango ji bo ragihandina damezrandina Cebhet el-Nusrayê.
Piştî çend salan, wî peywirek bi cih anî ku ji bo radestkirina bermahiyên Eli Cohen û tiştên wî yên kesane yên di destê Îsraîlê de.
Hatina neviyê Eli Cohen ser desthilata Sûrî bi taybetî tevlîbûna wî ya di warê îstixbaratê de li Sûriyê, planeke demdirêj a Îsraîlê ye ku ji dema îdamkirina Eli Cohen a li Şamê, ango wekî tolhildanek ji bo Eli Cohen.
Gelek lêkolîn li ser nasnameya nediyar a Colanî têne kirin. Ji ber vê yekê, gelek vekolerên siyasî nasnameya wî bi Cihûyan ve girêdidin. Piştî ku Colanî di nav 8 rojan de gihîşt desthilatdariya Sûriyeyê, hemû nîşane diyar dikin ku îstixbarata Brîtanî û Îsraîl di gihandina wî ya desthilatdariyê de piştgiriya wî kirine. Piştî lêkolîn û vekolînan a li ser vê mijarê, tê texmînkirin ku nasnameya Ebu Mihemed el-Colanî dibe ku Cihû be û ew di nav hawîrdorên eşîrî de hatiye perwerdekirin û bi dezgehên ewlehiyê yên Îsraîlî re hatiye xurtkirin û ji bo MOSSAD’ê kar dike. Bi taybetî piştî bûyerên li peravên Sûriyê û li Siwêdayê, ev yek hîn zêdetir zelal bûye.
Ev yek nîşan dide ku di rojên pêş de dibe ku li Sûriyê derbeyeke leşkerî çêbibe. Eger Colanî ji vê xeta cihûtiyê be, dibe ku şerek di navbera mezheba Sunnî de derkeve ji ber ku ew ê çalakiyên desthilatdariya niha qebûl nekin, ev jî dibe sedema şerên mezhebî. Ne dûre ku Rûsya li peravên Sûriyê û Îsraîl jî li Başûrê Sûriyê destwerdanê bike. Ji xwe bakurê Sûriyê jî di bin kontrola Hêzên Sûrî ya Demokratîk de ye. Li aliyê hundir de jî dibe ku Sûriye di navbera Artêşa Sûriyê û Tirkan de were parvekirin û bi vî awayî Sûriye dibe çar parçe. Tê texmîn kirin ku herêmên dibin dagirkeriya Tirkiyê yên wek Efrîn û Serêkaniyê wê wekî sîstema Herêma kurdistanê ango sîstema Yekîtiya Demokratîk a Kurdistanê (YNK) û li herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyê wek sîstema Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) bidin çêkirin. Ne dûre ku ev projeya navdewletî beriya hilweşîna rejîma Esed hatiye lihevkirin jî.
Ji ber vê yekê, pêwîste polîtîkaya ku tê meşandin li gor tevgera hêzên hegemon bê meşandin, ji ber ku her hêzêk ku netew dewletê ji xwe re esas digre li gor berjewendiyên xwe tevger dikin.
Gulîzar ZANA





