Ev liv û tevgara me behsa wê kir armanc jê çi ye? Gelo armanc, amadekariya hilbijartinê ye, an sipîkirina rûyê qirêj yê bi xwîn a HTŞ û komên din yên cihadî ne?
Di nav hefteya borî de, Hikumeta Sûrî ya veguhêz, qaşo ji bo ji nû ve avakirina Sûrî hemleya “Sendiqa Geşepêdana Sûrî” destpêkirin. Helbete her hemleyeke ku were destpêkirin, yek divê armanca wê hebe ya duyemîn jî qonaxên ku ev hemle têda derbas dibe ye.
Weke pêvajo û qonaxa ku Sûrî têra derbas dibe, ne Sûrî û ne jî Hikumeta veguhêz ji vê re amedeye. Di cihekî ku meşrubûna hikumetê di rojevê de ye gelo dê çiqas ev hemle cihê xwe bigre. Her wiha di serî de Bankeya Navendî ya Sûrî û hemû navendê serafî û bankayên heyî di bin sizayên navnetewî de ne. Dîsa hîna qeyda sizabûna li ser Sûrî ya navnetewî bi navê “Sizayên Sezer” ne rabûye. Di rewşeke wiha çiqas rewaye ku hemleyek wiha were destpêkirin û çendî gerantiya wê heye ku ev pereyên ji vê hemlê were komkirin werin parastin û nekeve xizmeta civaka Sûrî.
Her wiha em di qonaxeke wiha di Sûrî de dijîn hîna “Beweriya Civakî” nehatiye çespandin. Ji bo Beweriya Civakî were qezenckirin divê di serî de rêvebiriya Şamê baweriya civakê qezenc bike û meşrubûna xwe ji civakê bigre. Cihê ev bawerî nebe, hemwelatî beşdarî tu hemleyên ji nûva avakirina Sûrî nabin.
Heyanî niha tê behskirin ku nêzî 6 milyon dolar hatiye berhevkirin. Gelo kesên ev pere dane kîne û çima dane. Kesên beşdarî vê hemleya geşepêdana Sûrî bûne ji sedî 70 rêvebir û fermdarên komên çete û cihadîstin. Armanc ji vê hemleyê “Sipîkirina Pere” û sermaya komên çekdar yên biyanî û sermaya HTŞ’ê ye. Bi riya vê qampaniya hatiye diyar kirin ku çiqas mal û milkê HTŞ’ê heye û komên cihadî yên biyanî hene hemû pereyên reş veguhestina zemîna zagonî ye. Bi heman mijarê ve girêdayî ji sedî 30 kesên beşdarî vê hemleyê bûne bermahiyên Rêjîma BAAS in. Colanî bi hemleyekê li dijî subay û sermeyedarên berê yên girêdayî Rêjîmê wek malbata Hemşo, Qatircî, Mexlof û gelek sermeyedarên din ku çawa wan entegreyî pergalê bikin. Riya herî rihet ya entegrasyonê jî bi riya Hemleya Geşepêdana Sûrî ye.
Ji aliyê din ve kesên beşdarî hemleyê bûne, bi riya vê hemleyê hem jiyana xwe û hem jî sermaya xwe dixin bin garatiya jiyanê. Hin kesên ku beşdarî hemleya “Sendoqa Geşepêdan Sûrî” bûne wihane; Ehmed Şerhi-Colanî qaşo Serokê Sûriyê ye 20 hezar dolar, Mehmed Hemşo yek ji kesê nêzî malbata Esma El Esed bi 25 hezar, Ehmed Emro Hemşo bi hezarek Dolar, Hevjîna Ehmed Şerhi Latîfe El Darbî bi 5 hezar dolar û Xalid Hesel El Mir karsazê Berê yê rêjîma Esed bi 500 hezar dolar.
Midûrê Giştî ya Sendoqa Geşepêdanên Sûriyê Safwat Raslan di daxuyaniyeke de diyar kir û got: “Armanc ji vê kampaniyê avakirina Sûrî yê ye û li hemû cografiya Sûrî belav bibe”. Lê wisa diyar e, Sefwat û rayedarên Colanî rewabûna sermaya xwe didin avakirin. Dê vê yekî çiqas bi ser bixin ew dê di rojên pêş de diyar bibe. Ji ber ne rewabûna Hikumeta veguhêz heye û ne jî di navnetewî de însiyatîfeke heye ku Cezayên Sezar li wer Sûrî bi temamî were rakirin heye. Wisa diyare Colanî dixwaze bi aqilê Tirkiyê meşrubûna xwe bide avakirin û weke pêşiyên me dibêjin “ Milêb di Çiwal hilnayê”. Hûn çibikin bikin, hûnê nikaribin dizî, talanî cinayetên xwe li dijî vê gelî veşêrin. Rewabûna hikumeta Veghuhêz bi qezenckirina baweriya gel e, ne bi hemleyên makyajkirî ku civak û raya giştî pê were xapandin e.
Dozdar XERÎB





