• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Nûçe

Piştgiriya Çekan a Veşartî ya MÎTê ji bo Şamê û Tevgera Wê li ser Xeta Rojava – NÛÇE TAYBET

NAVENDA NÛÇEYAN - Tevî êrîşên Îsraîlê, dewleta Tirk bi destê MİT’ê bi dizî çekên pêşketî dişîne herêmên di bin kontrola HTŞ’ê de û her wiha sewkiyata leşkerî li ser xeta Heleb û Minbicê jî dike. Em wekî Lekolin.org careke din sevkiyata çekên MİT’ê bi dizî dike û amadekariyên êrîşê yên li dijî Rojava eşkere dikin.

Yayınlayan Lekolin
21 September 2025
Kategori: Nûçe
250 13
A A
Piştgiriya Çekan a Veşartî ya MÎTê ji bo Şamê û Tevgera Wê li ser Xeta Rojava – NÛÇE TAYBET
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Malpera me Lekolin.org berê jî cihên ku dewleta Tirk dê lê bicîh bibe bi hemû hûrguliyên wan û armanca van herêman bi awayekî berfireh eşkere kiribû. Gelek cihên ku hatibûn eşkerekirin ji aliyê Îsraîlê ve hatin hedefgirtin, lê dewleta Tirk stratejiyeke nû dişopîne û bi destê MÍT’ê bi awayekî veşartî çekên pêşketî dişîne herêmên di bin kontrola HTŞ’ê de û di heman demê de sewkiyata leşkerî li ser xeta Heleb û Minbicê jî dike.

SEWKIYATA BI LOGOYA XWARINÊ

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên pêbawer hatine bidestxistin, di 10’ê Îlona 2025’an de dewleta Tirk bi rêya MÍT’ê sewkiyata çekên pêşketî ber bi herêmên Hema û Humusê yên di bin kontrola HTŞ’ê de kiriye. Di nav van çekan de mûşekên parastina hewayî yên ku li Tirkiyê nayên çêkirin, mûşekên zirhê yên çêkirî yên Rûsî û pergalên JAMMER ên li dijî balafir û dronan tên bikaranîn hene.

Hat zanîn ku ev çek bi wesayîtên bi logoyên xwarinê hatine veşartin û ber bi herêma Yekemîn Tugayê ya li gundewarên Şamê ve hatine şandin.Hat zanîn ku tîmeke 5 kesî ya girêdayî MÍT’ê û di nav TSK’ê de cih digire, hatiye şandin vê baregehê û dê ji çeteyên HTŞ’ê re perwerdehiyê li ser karanîna van çekan û pergalên parastina hewayî bide.Di vê çarçoveyê de, serdana Fermandarê Hêzên Hewayî yên Sûriyê bo Tirkiyê, ji bo hevrêzkirin û temamkirina van veguhestinên çekan pêk hat.

Hat teqezkirin ku çek ji deriyê sînorî yê Bab El-Hawa yê di navbera Tirkiye û Sûriyê de hatine derbaskirin.Cihên ku MÎT bi dizî çekên pêşketî bi cih kirine û di serdema Rejîma Esed de wekî balafirgehên leşkerî hatine bikaranîn, li rojhilatê Humusê û bi taybetî li navendên li herêma çolê wiha ne:

Koordînata Yêkem;

Koordînata Duyem:

Ciheke din li bakur-rojhilatê Hema yê ye ku berê wekî navendên leşkerî yên girêdayî rejîma Esed bûn. Ev cih bi qasî 35 kîlometreyan dûrî navenda bajarê Hema ye. Cihên wan wiha ne:

Ciheke din jî li bakur û rojavayê herêma Hema ye, bi qasî 11 kîlometreyan dûrî qesabeya Biredicê ye. Hat zanîn ku di serdema Esed de ev cih ji bo daketin û rabûna helîkopteran hatiye bikaranîn.

SEWKIYATA MEZIN LI SER XETA CEPHEYÊ

Her wiha hat zanîn ku Artêşa Tirk sewkiyateke leşkerî ya giran ber bi gundewarên Helebê û herêma Girê Spî kiriye. Ev piştgirî di nav xwe de pergalên topan ên 157 mm, roketavêj, mûşekên Girad, wesayîtên bi çekên dijî-balafiran ên 23 mm, cîhazên JAMMER û wesayîtên paqijkirina mayînan dihewîne.

Li gorî agahiyên ku me wekî Lekolin.org bidest xistine, sewkiyata leşkerî bi taybetî ji gundewarên Helebê ber bi qesabeya El-Erime ya girêdayî Minbicê ya xwedî girîngiya stratejîk hatiye bicihkirin û li ser xeta cepheyê ya ku çeteyên girêdayî MÍT’ê lê ne, hatiye belavkirin.

Hat zanîn ku beşek ji sewkiyata ku bi tîrên girtî hatine veguhestin jî ber bi baregehên Tirk ên li Girê Spî ve hatine şandin.

GIRÎNGIYA STRATEJÎK A EL-ERIME

El-Erime bi qasî 25 kîlometreyan li rojavayê Minbicê ye û li ser riya sereke ya di navbera Minbic û Babê de cih digire. Cihê wê yê erdnîgarî, vê heremê dike navendekî stratejîk: li bakur 50 km dûrî sînorê Tirkiyê, li rojhilat 25 km dûrî Minbicê, li başûr 25 km dûrî Deyr Hafirê û li rojava 17 km dûrî Babê ye. Beriya hilweşîna rejîma Esed, El-Erime wekî xaleke girêdanê di navbera hêzên Rûsî û hevalbendên wan de dihat bikaranîn. Hat tesbîtkirin ku Artêşa Tirk plan dike vê qesabeyê bike baregeheke stratejîk û ji bo hevrêzkirina şer bi kar bîne.

STRATEJIYA MÍT’Ê YA DU-ALÎ LI SÛRIYÊ

Hamleyên dewleta Tirk bi rêya MÍT’ê li Sûriyê, hem bi piştgiriya çekan ji rêveberiya Şamê re û hem jî bi sewkiyata leşkerî ya rasterast ber bi Minbic û Girê Spî ve, stratejiyeke du-alî diyar dike. Çekên pêşketî yên ku ji Şamê re têne şandin, armanc dikin ku kapasîteya parastina hewayî ya Artêşa Sûriyê xurt bikin û hegemonyaya Îsraîlê li herêmê qels bikin, lê belê livûtevgerên leşkerî li ser xeta Minbic û Girê Spî, hewldana dewleta Tirk a ji bo firehkirina herêmên kontrolê li bakurê Sûriyê û desteserkirina xalên stratejîk nîşan dide. Armanc e ku qesabeya El-Erime di vê stratejiyê de roleke sereke bilîze û bibe baregeheke ji bo hevrêzkirina operasyonên Artêşa Tirk li herêmê.

ÊRÎŞ DEST PÊ KIRIN

Di du heftiyên dawî de, çeteyên di bin fermana MÍT’ê de (El-Hemzat, Suleyman Şah û El-Emşat) ku HTŞ’ê bi awayekî fermî tevlî Artêşa Sûriyê kirine û li ser xeta Minbic-Deyr Hafirê bicih kirine, bi dehan caran agirbest binpê kirine û êrîş pêk anîne.

QSD’ê ragihand ku hêzên girêdayî HTŞ û SMO’yê doh bi dronan êrîşî xeta Deyr Hafirê kirine, piştî wê gundê Um El-Tina yê sivîlan bombe kirine û di encamê de 7 sivîlên ku di nav wan de zarok û kal hene hatine kuştin, 4 sivîl jî birîndar bûne.

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: Dewleta TirkDeyr HafirHamaHumusMinbicMITQSDROJAVASam
Önceki yazı

Di Lêgerîna Çareseriyê De; Şirovekirina Têgehî û Pirsgirêka Metodolojiyê Li Ser Zanistên Civakî-2

Sonraki Haber

Dafika Suweydayê: Di Ser Durziyan De Şerê Herêmî yê Tirkiyeyê – NÛÇE ANALÎZ

Benzer Haberler

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET
Nûçe

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

3 June 2026
Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be
Nûçe

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

2 June 2026
HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin
Nûçe

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

1 June 2026
Sonraki Haber
Dafika Suweydayê: Di Ser Durziyan De Şerê Herêmî yê Tirkiyeyê – NÛÇE ANALÎZ

Dafika Suweydayê: Di Ser Durziyan De Şerê Herêmî yê Tirkiyeyê - NÛÇE ANALÎZ

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    524 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    747 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist