Piştî damezrandina hikumeta veguhêz a nû ya bi serokatiya Colanî, êrişên qirkirinê didomin û li parêzgehên Deraa, Kuneytra û Sweîda veguherînên siyasî û leşkerî çêdibin. Li hemberî desthilata demkî ya Şamê, redkirineke mezin a gelê herêmê derdikeve pêş. Fermandarê berê yê Lîwaya 8emîn Ehmed El-Ude, bi piştgiriya herêmî û navneteweyî weke alternatîfeke muhtemel derdikeve pêş û ev yek meşrûbûna Colanî qels dike.
REDKIRINA ZÊDE YA LI DIJÎ DESTHILATA COLANÎ
Li gorî çavkaniyên pêbawer, gelê başûr ji hikumeta demkî ya Şamê re bêbaweriyeke mezin dijî. Piştî ku Colanî yê pêwendiya wî bi El-Qaîdeyê re heye bi lez hat ser hukim, gel ji ber bêdengiya Şamê ya li hemberî binpêkirinên Îsraîlê difikire ku başûr hatiye firotin Îsraîlê. Hêzên HTŞ yên di bin Wezareta Berevaniyê de, ji xetên têkiliyê yên bi artêşa Îsraîlê re reviyan; gilî û gazinên gelê herêmê bêbersiv man.
Xelkê başûr Colanî weke kesekî ku ji axê re ne dilsoz e, xayînê axê ye bi nav dike; dibêje polîtîkayên wî Tirkiye li bakur, Îsraîlê li başûr xurt dike û welat radestî du artêşan dike. Ji bilî qirkirinên ku komên cihadîst yên di bin kontrola desthilata Colanî de dike, nebûna xizmetan û kaosa ewlehiyê jî meşrûbûna wî dixe nava gumanê.
HEWILDANÊN QEZENÇKIRINA EHMED EL-UDE
Li gorî agahiyên ku me bi dest xistin, desthilata Colanî Ehmed El-Ude weke metirsiya herî mezin dibîne. Ude, bi populerbûna xwe ya li Busra eş-Şamê, bi têkiliyên xwe yên bi Rûsya û welatên Kendavê re (wekî kesayetekî nerm ku dûrî bandora Îran û Tirkiyê ye) derdikeve pêş. Xelk daxwaza avakirina encumena leşkerî ya bi piştgiriya Rûsî û dewriyên Rûsî li Kuneytra dike. Ude dibêje ew ê hewl bide û têkiliyên xwe bi kar bîne. Herwiha hatiye ragihandin ku El-Ude tu carî hikumeta demkî ya Şamê nas nake. Xelk û Ude, Colanî weke ajanakî Îsraîlê dibînin.Çavkaniyên me diyar dikin ku Ude niha li Busra eş-Şamê ye û serdana Tel Şihabê kiriye. Xelkê li hemberî sûcên hikumeta Colanî û hêzên HTŞ yên li herêmê, nerazîbûna xwe aniye ziman.Li hemberî vê berteka gel, desthilata Colanî hewl dide ku Ehmed El-Ude yê komutanê berê yê “Lîwaya 8emîn” û yek ji kesayetiyên leşkerî yên herî giring ên xwedî bandora civakî û qadê li Deraayê, bikişîne aliyê xwe.
Di vê çarçoveyê de, walîtiyê Deraayê yê girêdayî HTŞ çend roj berê pesnê “paşxaneya şoreşgerî” ya Ehmed El-Ude da.Ev daxuyanî, bi taybetî di nava derdorên nêzîkî HTŞ de, di medyayê de deng vedan. Çavdêr vê bangewaziyê weke “hewldana eşkere ya bidestxistina wî” dinirxînin, hin jî dibêjin ev yek nîşan dide ku El-Ude wê li başûr bibe aliyekî sereke.
EHMED EL-UDE KÎ YE?
Ude yê bi navê “Mêrê Rûsya yê li başûr” tê naskirin, li Busra eş-Şamê ji dayik bûye; mezûnê edebiyata Îngilîzî ye, li Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (BAE) jiyaye, di 2011an de vegeriyaye Sûriyeyê. Tevlî Artêşa Azad (ÖSO) bûye, Şebbab es-Sunne ava kiriye, li Cepheya Başûr mezin bûye. Li dijî DAIŞ û rejîmê şer kiriye.
Di 2018an de bi lihevkirina Rûsî çekên giran radest kir; şerkerên wî di bin çavdêriya Rûsî de man. Bû fermandarê Tugaya 8emîn a Lîwaya 5emîn, serbixwe ma. Di 2022an de li Deraayê hucreyên DAIŞ paqij kir (serokê DAIŞ Ebû El-Hesen El-Haşîmî El-Qureyşî hat kuştin).Her çendî berê têkiliyên wî bi Rûsyayê re hebûn jî, têkiliyên wî yên herêmî paşê derbasî derveyî Moskvayê bûn. Nûçeyên ku piştgiriyê ji karsazên Sûrî yên li Kendavê, bi taybetî Xalid El-Mehamîd distîne, wî weke hêzeke herêmî ya ku ji hemû aliyan nîsbeten serbixwe tevdigerin xurt kirine.
ÎHTÎMALÊN PEVÇÛN Û PARÇEKIRINÊ
Desthilata Colanî dizane ku ger di bidestxistina dilsoziya El-Ude de an di betalkirina wî de bi ser nekevin, wê li cepheya başûr parçekirineke rastîn çêbibe û dibe ku ger El-Ude bi piştgiriya hevbeş a Kendav û Rûsyayê biryara çalakiyeke siyasî an leşkerî bide, pevçûneke vekirî derkeve.
Li gorî agahiyên bi dest me ketine, ji bo qelskirin û dûrxistina hebûna HTŞ û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk, ji aliyê El-Ude û kesên di bin kontrola wî de û serokên eşîran ve, bi piştgiriya lojîstîk a Rûsan, amadehiyên avakirina “Encumena Leşkerî ya Başûr” didomin.
Başûrê Sûriyê îro ber bi qonaxeke nû ya polarîzebûna siyasî û leşkerî ve diçe di navbera ekseke bi pêşengiya Colanî û komên çete yên piştgiriya Tirkiyê û eksena din a muhtemel ya bi piştgiriya Rûsya û Kendavê ku li dora veguherînekê tê şekilkirin.
Arî TUFAN




