Di 20’ê Adara 2003’yan de bi qîrîna “azadî” şerê Iraqê dest pê kir, lê di demeke kurt de rûyê xwe yê rastîn nîşan da: kaos, xwîn û wêranî. Li Meydana Firdowsê hilweşandina peykerê Seddam Husên ne tenê dawiya rejîmeke dîktator bû, di heman demê de destpêka perçekirina sîstematîk a dewleta Iraqê bû jî: leşker hate betalkirin, alavên ewlehiyê hatin belavkirin, zindan hatin valakirin. Îro ev senaryo li Sûriyê dubare dibe; di 8’ê Kanûna 2024’an de li Şamê peykerê Esed hate hilweşandin, şûna hukmeta Baasê Hey’et Tehrîr eş-Şam girt û heman gav hatin avêtin: artêş hate betalkirin, ewlehî hate belavkirin, zindan hatin vekirin.
HILWEŞÎNA SAZIYAN Û TALANKIRINA BÎRÊ
Li Bexdayê wezaret yanîn, muzexane hatin talankirin, nexweşxane parçe parçe bûn. Li Şamê jî heman dîmen dubare bûn: ji Muzexaneya Neteweyî ya Sûriyê berhem hatin dizîn, binesaziya tenduristiyê hilweşiya û tu projeyeke neteweyî ya hemûpêkhebûnê tune bû. Wek li Iraqê, yên nû hatin ne bi avakirina nû ya Sûriyê, bi xurtkirina desthilatdariya xwe ve mijûl bûn.Di navbera 2004-2006’an de berxwedana Iraqê bi polîtîkayên dagirkeriyê û tasfiyeya Baasê ve xwedî bû û bû şerekî mezhebî. Teqandina Türbeya Îmameyn li Samerayê bû qîzqalya ku agirê mezhebperestiyê vêxist û welat xist nav çembera nêçira nasnameyê, koçberiya bi zorê û paqijiya etnîkî. Li Sûriyê jî trajedî dubare bû: êrişên sîstematîk li ser Elewî û Dûrzîyan, komkujiyên mezin, şewitandina cesedan û girtina jinan, bi hincetên siyasî û mezhebî, guhertoyekê felaketa Iraqê ya bi leztir û kujertir lîst.
JI XETÊN TÊKILIYÊ BER BI QADÊN HESABPIRSÎNÊ
Wek piştî 2006’an li Bexdayê tax bi nasnameya mezhebî hatin dabeşkirin û sînorên wan bi xwînê hatin xêzkirin, her roj bi dehan cesedên nasnamebê (hin bi kelepçe, hin şewitî, hin bi şopên îşkenceyên nemirî) dihatin dîtin û bûbû tora xetên têkiliya mezhebî, Şam û peravên Sûriyê jî bûne qadên hesabpirsînê. Li vir şer ne di navbera artêşan de, di navbera komên çekdar de tê birêvebirin ku nasnameyê dikin armanc û erdnîgariyê li gorî dilsozî û aidiyetê ji nû ve xêz dikin.Li Bexdayê taxên wek Dora, Gazaliye, Kerade, Şa’le, Amiriyye û Beyaa hêdî hêdî bûne herêmên girtî yên mezhebî ku mirov ji ber nav, zarava an jî cihê jidayikbûnê dikare were kuştin. Li Şamê jî ev dînamîk li taxên Eşrefiyê, Sehnaya, Cermana, Duvayla û Rukneddînê dubare bû; êdî aidiyeta mezhebî an olî ji bo girtin, kuştin an koçberkirina bi zorê bes bû.Peravên Sûriyê ku her tim bûbû penageha cihêrengiyê, bi hinceta “mayînde rejîmê” bû qada operasyonên paqijiya sîstematîk a li ser welatiyên Elewî; tam wek li Bexdayê herêmên Sunnî bi hinceta “tasfiyeya Baasê” hatin armanckirin. Di her du halan de jî operasyon ne leşkerî, tolhilanînê bûn, bi sarbûnê dihatin kirin û bi gotarekê siyasî ya ku yên din şeytan dike û ji derve dihêle dihatin meşrûkirin.
Koçberiya bi zorê di navbera 2006-2007’an de li Iraqê gihişte lûtkeyê; zêdetirî 1.2 mîlyon Iraqî neçar man mala xwe biterikînin. Dibistan û avahiyên dewletê bûne stargehên demkî, dewlet tune bû û civak xwîn direşand. Li Sûriyê jî heman dîmen dubare dibe: bi sedan hezaran Elewî, Dûrzî û Xiristiyan neçar man mala xwe biterikînin. Hinek di welêt de hatin koçberkirin, hinek jî sînor derbas kirin; ne garantiya vegerê hebû, ne jî projeyeke edaleta demê veguhêz an lihevkirinekê hebû.Avahiya demografîk a bajarên Sûriyê bi temamî guherî. Şama kevn, Lazqiyê, Sehnaya û herêmên din ên bi cihêrengiya xwe navdar, bûne yekreng; tenê ji aliyê komên ku tenê xwe nas dikin ve têne birêvebirin. Ev dubarebûnekê trajîk a tiştên li Bexdayê qewimîn e; paytext ne bi welat, bi nasnameyan ve bûbû mozaîkekê tirsê ya perçekirî.
ARMANCKIRINA NASNAMEYÊN XWESER
Di 14’ê Tebaxa 2007’an de, li nêzî navçeya Şingalê, li gundên Tel Ezir û Sêba Şêx Xidir bi çar otomobîlên bombebarkirî êrişekê mezin li civaka Êzidiyên aştiyane hate kirin; zêdetirî 400 kes, piraniya wan jin û zarok, hatin kuştin, zêdetirî 750 kes jî birîndar bûn. Ev êriş ne tenê kiryareke terorê bû, di heman demê de ragihandineke eşkere bû ku nasnameyên taybet ên li Iraqê êdî di ewlehiyê de nînin û şiddetên mezhebî/etnîkî derbasî sînorên Bexdayê bûye, gihiştiye nasnameyên nazik ên li derdorê û ew di şerê ku tu têkiliya wan pê re tune ye de kiriye armancên rewa.
Êzidiyên ku bi salan bi awayekî çandî û olî veqetiya jiyane, ji nişka ve xwe di navenda şerekî ku ne siyaset, lê amûrên tunekirinê birêve dibin de dîtin. Peyam zelal bû: Ji nasnameyên ku ne di nav kutubkirina mezhebî de ne, re cih tune; yên ku çek û alaya partiyê hilnade, xwedî parastinê nînin. Hebûna wan di gotara desthilatê de bûbû bar û ji bo valakirina kîna bertengkirî bûbû qurbana îdeal.
Li Sûriyê ev peyam di 22’ê Hezîrana 2025’an de, bi êrişa bombebarkirî ya li Dêra Mar Îlyas a li taxa Duvaylayê ya Şamê, ku 22 kes mirin û bi dehan birîndar bûn, bi awayekî zelaltir hate dubarekirin. Êriş ne tesadufî bû; hilbijartina sembolîk a cihê olî yê ku yek ji civakên Xiristiyan ên herî kevnare yên Rojhilatê temsîl dike, li taxekê bi cihêrengiya xwe ya mezhebî û çandî navdar, bû. Teqîn mîna ragihandineke bû ku şideta mezhebî êdî ne tenê bi pevçûna siyasî sînordar e, gihiştiye sembolên manewî û çandî jî û hebûna cihêreng a Sûriyê dixe metirsiyê.Tam wek li Şingalê, ne avahiya dêrê, lê bîra, dîrok û nasnameya ku ew temsîl dike bû armanc. Êriş hewldanek bû ji bo jêbirina pirdenîtiyê û dayina vê peyamê: Sûriya nû ya bi destê Hey’et Tehrîr eş-Şam tê xêzkirin, tenê dikare dengekî, nasnameyekê, alayekê bihewîne.
JI DAIŞ’Ê BER BI HTŞ’Ê: HERIKÎNA TUNDREWÎTIYÊ JI VALATIYÊ
Li Iraqê DAIŞ valahiya siyasî û mezhebî ji bo ragihandina “xilafetê” bi kar anî û qonaxekê tunekirin û wêrankirinê da destpêkirin. Li Sûriyê jî Hey’et Tehrîr eş-Şam ket paytextê, hukmeteke yekreng ragihand û hemû pêkhateyan marjînal kir; ev dîmenek bû ku ezmûna DAIŞ’ê di bin kincê cuda de ji nû ve hildiberîne.
DAIŞ têk çû jî, Iraq negihîşte aramiyê. Di 2019’an de gel ji bo daxwaza welat derket kolanan, lê bi guleyan hate bersivdan. Li Sûriyê jî dengên daxwaza dewleteke demokratîk bilind dibin, lê bersiv bêtir dûrxistin û bêtir xwîn e.Tiştê di duwanzdeh de li Iraqê qewimî, li Sûriyê di çend mehan de tê jiyîn. Nêçira nasnameyê, koçberiya bi zorê, perçekirina dewletê û armanckirina pêkhateyan, hemû bi leztirîn awayî û bi bêdengiya navneteweyî ya gumanbar dubare dibin. Sûriye îro wek guhertoyekê tundtir a Iraqê tê klonkirin; ev xwekujiya kolektîf a tevnê neteweyî ye.
Tenê di 8 mehan de tiştê Hey’et Tehrîr eş-Şam kiriye, Iraqê di deh salan de nedîtibû: Kuştina Elewiyan ji ber Elewîbûna wan, Dûrziyan ji ber Dûrzîbûna wan, Xiristiyanan ji ber Xiristiyanbûna wan. Hukmeteke yekreng hate ragihandin, belgeyeke destûrî ya ku hemûyan ji derve dihêle û di bin kincê nû de dîktatoriyê ji nû ve hildiberîne hate amadekirin.Ya ku tê jiyîn ne tenê dubarebûna dîrokê ye, di heman demê de xwekujiya bîrê û jiyana bi hev re ye. Ji bo rawestandina vê xwînrijandinê, dawîanîna polîtîkayên dûrxistinê û avakirina Sûriyeke demokratîk a ku hemû pêkhateyên xwe bê cudakarî û bê ôtekirinê hembêz bike, bi lez pêwîstî bi mudaxeleyeke siyasî û mirovî heye.Sûriyê ne hewceyê kopyaya Iraqê ye, lê hewceyê projeyeke neteweyî ya hemûpêkhebûnê ye ku rûmeta nasnameya Sûrî vegerîne û welatekî adil, azad û ewle ava bike.
HÊVIYA SÛRIYÊ LI ROJAVA YE
Di nava şerê hovane yê ku erdnîgariya Sûriyê perçe dike û tevna wê ya civakî dişewitîne de, li bakur û rojhilatê Sûriyê projeyeke demokratîk a saxlem derdikeve pêş; ne tenê wek ezmûnekê herêmî, lê di heman demê de wek îmkaneke neteweyî ya ku dikare bê belavkirin.
Ev proje ne li ser mantika serkeftin an dûrxistinê, lê li ser parvekirinê, naskirina hevdu û avakirina saziyên sivîl ên ku hemû pêkhateyên neteweyî, olî û mezhebî temsîl dikin, hatiye avêtin.
Ev proje di nava lehiyê de çêbûye, ne ji valatiyê derketiye; ji zika têgihîştineke kûr a ku dibêje çareserî nikare bi dubarekirina navendperestiyê an bi ferzkirina nasnameyeke takekesî çêbe, ji êş û janê derketiye. Çareserî avakirina pergaleke demokratîk, nemeclis û nenavendî ye ku pirengiyê nas dike, mantika dîktatoriyê diqede û ji her pêkhateyê re cih û mafên wê dide, bi peymana civakî ya nû.
Tiştê ku li bakur û rojhilatê welat di destê Sûriyan de heye, ne tenê rêveberiya xweser e, di heman demê de vîzyoneke siyasî ya yekgirtî ye ku îspat kiriye dikare bijî, pirengiyê birêve bibe, bi terorê re şer bike û saziyên perwerde, dadwerî û xizmetê ava bike; tam di wê demê de ku piraniya saziyên dewleta Sûriyê hilweşiyane.
Heke ev proje bêyî astengî bê hiştin, dikare bibe xala destpêkê ya rastîn a rizgarkirina Sûriyê ji pençên şer û danîna wê li ser riya edalet, lihevkirin û demokrasiyê.
Ekrem BEREKAT





