Hilweşîna rejîma Baasê li Sûriyeyê bû sedem ku aktorên herêmî û cîhanî pozîsyonên xwe ji nû ve binirxînin. Gelek derdoran îdia kirin ku bi vê hilweşînê re Rûsya ji hevkêşeya Sûriyeyê hatiye derxistin, lê tiştên li qadê qewimîn nîşan dan ku ev nirxandin zû hatine kirin. Heta demeke nêzîk unsûrên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) ku Rûsya wekî “piştgirê terorê” û “kujer” îlan dikirin, îro li pêşiya pergalên parastina hewayî yên S-300 ên Rûsî poz didin; ev yek wekî delîla herî şênber a guherîna radîkal a li pişt perdeyê ket qeydan. Gelo çawa hatin vê astê?
ESADÊ KU DEMA WÎ QEDIYA Û ‘ŞANOYA DÎPLOMATÎK’ A RÛSYAYÊ
Rûsyayê heta 7’ê Kanûnê di gotara fermî de diyar dikir ku li cem rêveberiya Şamê ye û ji bo çareseriyê pêvajoya Astanayê nîşan dida. Lê belê di vê astê de hat fêmkirin ku ev gotin tenê ji taktîkeke mijûlkirina dîplomatîk pêk dihat. Moskowê dizanibû ku êdî Esad xwedî wesfa lîdertiyek domdar nîne, berteka gel a li dijî Esad û Îranê gihîştiye asteke venegere û hilweşîna aborî dawî li rejîmê aniye.
Ji bo Kremlînê meseleya esasî ne ew bû ku kî li Şamê rûniştiye, mesele ew bû ku kî wê berjewendiyên stratejîk ên Rûsyayê biparêze. Di vê çarçoveyê de Moskowê di destpêkê de xwest bi derxistina pêş a kesayetên wekî malbata Cabir û Suheyl Hesen, di nava rejîmê de alternatîfekê biafirîne. Lê tirs û fikarên Esad ên desthilatdariyê, ev pêngav pûç kirin. Birayên Eymen û Mûhammed Cabir û Fermandarê Hêzên Kaplan Suheyl Hesen, ji ber tirsa Esad a “lîderê alternatîf” ketin pêvajoya tesfiyeyê û neçar man xwe spartin parastina Rûsyayê.
ŞERÊ UKRAYNAYÊ Û PÊŞENGIYÊN KU DIGUHERIN
Stratejiya Rûsyayê ya ku li ser hevsengiya bi Îranê re dimeşiya, li Sûriyeyê ji kontrolê derketibû. Li gel vê yekê, westandina ji ber şerê Ukraynayê, hêza projeksiyona leşkerî ya kevn a Rûsyayê sînordar kir. Ev rewş bû sedem ku Moskow, bi Îsraîlê re ku di pîşesaziya parastinê de hevkariyên veşartî dimeşîne û di projeyên teknolojîk ên pêşketî de hevkarî dike re têkiliyek neyekser, bi HTŞ’a di bin lîderiya Ebû Mûhammed el-Colanî de jî li zemîneke nû ya yekser bigere.
Rûsya hay jê hebû ku îstîxbarata Rojava (CIA û îstîxbarata Îngilîz) bi ser Tirkiyeyê re bi HTS’ê re di têkiliyê de ne, lê ji bo pêşketina ewqas bilez a pêvajoyê amade nebû. Moskowê ku şoka destpêkê derbas kir, li hemberî pêşveçûna Îsraîlê û polîtîkaya ‘bisekine-bibîne’ ya Tirkiyeyê, tercîh kir ku bi Colanî re têkiliyeke pragmatîk pêş bixe. Her çend îdiayên hevdîtina rasterast a di navbera Pûtîn û Colanî de bikevin rojevê jî, eşkere ye ku bingehên vê têkiliyê dispêrin rabirdûyeke kûrtir û neçariyan.
BINESAZÎ LI CEM RÛSYAYÊ, RETORÎK LI CEM TIRKIYEYÊ YE
Her çend di navbera Tirkiye û rêveberiya Colanî de têkiliyên xurt hebin jî, di dawiyê de ne pêkan e ku HTŞ rasterast Rûsyayê bide pêşiya xwe. Li hemberî piştevaniya retorîk a Enqereyê, kontrola torên krîtîk ên ji binesaziya pîşesaziyê ya Sûriyeyê heta pergalên enerjiyê bi rêjeyeke mezin di destê Rûsan de ye. Ev rastî nîşan dide ku senaryoyeke ku li qadê Rûsyayê tune bihesibîne, hem ji bo HTS’ê hem jî ji bo Tirkiyeyê ne pêkan e.
Colanî ku ji welatên Kendavê sînyalên piştevaniya madî werdigire û li cem DYA’yê meşrûiyeteke diyar bi dest xistiye, ji bo Moskowê profîla hevkarekî “tê birêvebirin” xêz dike. Lê hêza yekane ya ku bikare Colanî li hemberî gefa Îsraîlê biparêze, ji derveyî sozên Tirkiyeyê, giraniya dîplomatîk û leşkerî ya Rûsyayê ye. Moskow xwedî wê kapasîteyê ye ku bi ser fîgurên wekî Mûnaf Atlas û Kadrî Cemîl re baskê mixalîf araste bike û dema pêwîst be Colanî sînordar bike.
HILWEŞÎNA ISRARA NETEWE-DEWLETÊ Û RASTIYA ‘NETEWEYA DEMOKRATÎK’
Hemû ev dînamîk nîşan didin ku Rûsya vegeriyaye pragmatîzma xwe ya 2015’an. Rûsyaya ku di demên borî de di êrîşên li ser Efrînê de qada hewayî vekiribû, îro jî di pêşveçûna HTŞ’ê ya li Îdlib û derdora wê de heman rolê dilîze.
Hilweşîna Esad encama helwesta wî ya navendîparêz a hişk a ku digot “ji her tiştî re na” bû. Esad li gel arastekirinên Rûsyayê jî maseya bi Tirkiyeyê re red kir, lê şaşitiya wî ya herî mezin ew bû ku bi Kurdan re têkilî daneni. Heger rêveberiya Şamê modela Rêveberiya Xweser nas bikira û ji refleksa netewe-dewleta klasîk dev berda û bi perspektîfa neteweya demokratîk bi Kurdan re hevkarî bikira, îro li Şamê ne Colanî, lê Esad wê xwedî gotin bûya. Wekî hişyariyeke dîrokî; heger Colanî jî wekî pêşiyên xwe di feraseta netewe-dewleta yekparêz de israr bike, eşkere ye ku aqûbeta wî wê ji ya Esad ne cudatir be.
BERXWEDANA GEL: BERSIVA DÎROKÎ YA LI DIJÎ FERZKIRINA TESLÎMIYETÊ
Yên ku difikirin bi zexta li ser taxên diyar ên Helebê dikarin gel û pergalê teslîm bigirin, di xwendina sosyolojiya herêmê de şaşitiyê dikin. Gelê ku li wir dijî, bi salan e bi perspektîfa şerê gel ê şoreşgerî, li gel koçberî û êrîşan jî berxwedaneke bi rûmet nîşan dide. Peyama Pûtîn a “hêz di destê te de ye lê sînorên xwe bizanibe” ya ji bo Colanî li aliyekî, ya ku esas diyarker e hêza cewherî ya gel e. Wekî duh îro jî şansê serketinê yê planên ku vê rastiya civakî tune dihesibînin, nîne.
Devrim GEWDA





