• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Analîz Siyasî

Ziman, Gotin û Kirin

Zehniyeta ku Kurd înkar dike, ji kodên hişmendiya yekperest, netewperest, serdest û ezez û ji zimanê ku her roj vê hişmendiyê ji nû ve hildiberîne xilas nebe, guherîn û pêşketina demokratîk zehmet e.

Yayınlayan Lekolin
7 December 2025
Kategori: Analîz Siyasî
250 7
A A
Ziman, Gotin û Kirin
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Her hişmendiyek xwedî çavkanî û hîmên xwe ye ku lê xwe disipêre. Ji ber vê yekê, hişmendiyek ku di ziman de tê gotin, di ziman de dibe peyv û îfade, piştî îfadekirinê jî dibe kiryar, ev hemû bi hev ve girêdayî ne.

Fikir bi çi tê xwedîkirin, ziman wê dibêje. Ziman ne endamek e ku ji fikirê qut be. Gotina Heidegger “mirov ew heyîna ku di ziman de dijî” nîşan dide ku mirov ne tenê zimanê bi kar tîne, di ziman de tê teşekirin. Ji ber vê yekê ziman, ji amûrekê pênaseya kesane pir wêdetir, bingehekê çandî ye ku tê de şûra civakî ji nû ve tê hilberandin.

Komara Tirkiyê ya ku hebûna xwe li ser tunebûna gelê Kurd ava kiriye û zihniyeta CHP’ê ya ku xwe wekî hêmana damezrîner a wê dibîne, hê jî bi kodên damezrandina sed sal berê heman refrenê dibêje. Ne tenê CHP, gelek partiyên siyasî yên ku zimanê xwe kirine amûra texrîbatê, hê jî Kurdan wekî hêmana bingehîn û welatiyê wekhev ê komarê nabînin. Wekî tê zanîn, “takiye” di Îslamê de ew e ku misilman di rewşekê zehmet de ji bo xwe xelas bike, Îslamê înkar bike û xwe wekî ne misilman nîşan bide. Di sûreyê Nahlê de destûrê dide takiyê.

Di siyaseta Tirkiyê de takiye li ser çareseriya pirsgirêka Kurd bi lez û bez didome. Nêzikkatiyek xapînok tê pêşandan ku xuya dike hebûna gelê Kurd înkar nake, lê mafên welatiya wekhev a Kurdan nabîne. “Ronakbîr û siyasetmedarên Tirk” bi xuyangan hurmetê nîşanî hebûn û mafên Kurdan didin, lê di esas de qebûl nakin ku Kurd bi zimanê xwe yê zikmakî pêwendiyê deynin, perwerde bibin. “Gelê Kurd birayê me ye, em bi Kurdan re wekî goşt û neynûk in” stranên xwe ji devê xwe nakutin, lê zimanê Kurdî hê jî di berhema Meclîsê de wekî “zimanekî nayê fêmkirin” qeyd dikin û jê şerm nakin.

Ev hemû tişt nîşanî me didin ku li Tirkiyê gelek “ronakbîr û siyasetmedar” nikarin fikra azadbûna gelê Kurd hezim bikin. Ev avahiyên ku bi kodên damezrandina Komara Tirkiyê hatine şekilkirin û di hişmendiya xwe de “Tirkiyê wekî hebûnek, nijadek û neteweyek serdest” bi cih kirine, nikarin zimanê xwe ji gotinên nîjadperest û faşîst paqij bikin. Qebûl kirina Kurdan bi xuyangan û paşguh kirina maf û nirxên herî bingehîn ên Kurdan, derbirîna hişmendiya desthilatdariya serdest e.

Gelê Kurd ji sed salî zêdetir e li dijî vê hişmendiya faşîst û kolonyalîst têkoşîn dike. Di pêvajoya têkoşîna pêncî salên dawî de gelê Kurd hebûna xwe îspat kir, nirxên giranbuha afirand, destkeftiyên mezin bi dest xist. Bi têkoşîna bêrehm a gelê Kurd siyaseta înkar û tunekirinê parçe kir. Lê hê zû ye ku em bibêjin siyaseta înkar û tunekirinê bi temamî qediya. Ev rewş wê di pêvajoya têkoşîn û muzakereyê ya pêş de diyar bibe.

Piştî banga Rêber APO ya ji bo aştiyê û civaka demokratîk, pirsgirêka Kurd di siyaseta Tirkiyê de ji nû ve bi awayekî giran hate nîqaşkirin. Zehniyeta înkarcî ya ku hebûna Kurdan wekî metirsiyek li dijî hebûna Komara Tirkiyê dibîne, bi israr ji demokratîzekirina zimanê xwe dûr dikeve û jê ditirse. Hem di hikûmetê de hem jî di muxalefetê de hê jî siyaseta giştî ya li ser çareseriya pirsgirêka Kurd nehatiye diyarkirin. Zimanekî Ezopî yê bi takiyê, pir bi tirs, bê naverok û dilsozî tê bi kar anîn.

Pirsgirêkekê sed salî bi gotin û kiryarên rûkalî, bê naverok, bê dilsozî û dûrî prensîbên demokratîk çareser nabe. Hem hikûmet hem jî muxalefet ji cidiyetiya dîtina pirsgirêka Kurd wekî pirsgirêka mafên bingehîn dûr in. Dixwazin Kurdan di siyaseta navxweyî de di pozîsyona “bi ser bixin an winda bikin” de bihêlin. Tê fêmkirin ku AKP dixwaze bi saya Kurdan CHP’ê bixe, CHP jî dixwaze AKP’ê bixe. Her du zihniyet jî bi saya Kurdan siyaseta desthilatdariyê dikin. Di vê rewşê de hem siyaseta AKP’ê hem jî ya CHP’ê ji hesabên teng ên hilbijartinê wêdetir nikare bi gelê Kurd û nirxên wî ve biçe. Gava hesabên siyasî yên teng ên AKP’ê bi fobiya Kurd a dîrokî ya CHP’ê re têkel dibe, koroyekî demagogan ê bê demokrasî û bê nirxên demokratîk derdikeve holê. “Siyasetmedarên Rojhilat” yên ku azadî, wekhevî û demokrasiyê wekî sosê bêhna vala bi kar tînin, ji bilindarkirina pêşeroja hevbeş a gelan tiştekî din nakin.

Komîsyona TBMM ya Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê, gava biryara hevdîtinê bi Rêber APO yê ku avakarê banga Aştî û Civaka Demokratîk e da, CHP bi gotina “Em ê neçin Îmraliyê” helwesta xwe ya li hember Kurdan û çareseriya pirsgirêka Kurd bi awayekî eşkere nîşan da. Serokê serhildana Kurd a dawî wekî muhatab qebûl nekirin û neçûna hevdîtina wî, di hişmendiya kevn de israrkirin e.

Ev helwesta CHP’ê wekî manevrayeke sade ya siyasî ya li dijî îqtîdara AKP-MHP nirxandin, dê xeletiyeke mezin be. CHP refleksa xwe ya dîrokî ya li gor “kodên damezrandina T.C.” nîşan da. Partiya ku xwe wekî damezrînerê komarê dibîne, bi awayekî li gor kodên damezrandina xwe tevdigeriya. Komara Tirkiyeyê li ser înkar û tunekirina Kurdan hatiye avakirin. Bi dehsalan hebûna Kurdan hate înkarkirin, nebûn hate hesibandin. Bi teoriya “Kart-Kurt” siyaseteke înkar û tunekirina hişk hate pêkanîn. Înkara Kurdan ne tenê bû polîtîkaya bingehîn a CHP’ê, lê bû polîtîkaya bingehîn a hemû partiyên piştî wê hatin avakirin. Ziman, gotin û kiryar li ser vê tezê hatin çêkirin. Civaka Tirk li ser van tezan hate avakirin û sêwirandin. “Kurdîtî” bû wekî “Gul yabani” paranoyek tirsê. Li ser vê bingehê “ronakbîr û siyasetmedarên Tirk” ziman û siyaseta înkarê xwedî kirin.

Bi biryara CHP’ê ya neçûna Îmraliyê re, ew kes û derdorên ku xwe wekî “lîberal, çep, laîk, demokrat” bi nav dikin, mîna ku bişkojek lê hatiye xistin, bi zimanê heqaretan li Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê dest bi êrîşan kirin. Ev nêzîkatî ji kodên hişmendiya dîrokî cuda nayên nirxandin. Heta ku ji kodên hişmendiya înkarkirina Kurdan, ji hişmendiya yekperest, netewperest, serdest û xweperest û ji zimanê ku her roj vê hişmendiyê ji nû ve hildiberîne xilas nebin, guherîn û pêşketina demokratîk zehmet e.

Pêwîstiya çareseriya demokratîk, guherîn û veguherînê gihiştiye qonaxeke ku êdî nayê taloqkirin. Ji destûra “Yê ku neguhere û li hember guherînê bibe berxwedêr, tê derbaskirin” tê fêmkirin ku heke berpirsiyarî û erkên demê di wextê xwe de neyên cih, ne hewceye meriv pêxember be ku mirov bibîne dê bi felaketên mezintir re rû bi rû bimîne.

Hîwa AZAD

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: AKPBiratîCHPKOMİSYONKurdRêber APOTIRKIYE
Önceki yazı

HTŞ, DAIŞ’ê Dicivîne û Planên Qirkirinên Nû Dike! – NÛÇE TAYBET

Sonraki Haber

Ji Dîktatorê Bê Rih Berbi Dîktatorê Bi Rih Ve- DOSYA TAYBET

Benzer Haberler

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe
Analîz Siyasî

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

1 June 2026
Guhertina Hevsengiya Hêzan de Cihê Tirkiyê û Pirsgirêka Kurd – 2
Analîz Siyasî

Guhertina Hevsengiya Hêzan de Cihê Tirkiyê û Pirsgirêka Kurd – 2

13 May 2026
Veguherîna Hevsengiyên Hêzê li Cîhanê û Pozîsyona Stratejîk a Kurdan -1
Analîz Siyasî

Veguherîna Hevsengiyên Hêzê li Cîhanê û Pozîsyona Stratejîk a Kurdan -1

12 May 2026
Sonraki Haber
Ji Dîktatorê Bê Rih Berbi Dîktatorê Bi Rih Ve- DOSYA TAYBET

Ji Dîktatorê Bê Rih Berbi Dîktatorê Bi Rih Ve- DOSYA TAYBET

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    524 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    747 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist