HTŞ û komên wê yên çete yên cîhadî tevî komên çete yên girêdayî dewleta Tirk êrîşên xwe yên komkujî, revandin û talanê yên li dijî gelê Elewî û Durzî didomînin, em ê di beşa duyemîn a dosya xwe de tevgera Rûsya û dewleta Tirk a li başûrê Sûriyeyê ku di sala dawîn de bûye qada avabûneke nû, însiyatîfa gelê Elewî û Xrîstiyan û rewşa heremê ya niha bigrin dest.
RUXMÊ RÛSYA Û ÎSRAÎLÊ HEBUNA TIRKÎ
Dewleta Tirk; ji bo ku di qada Sûriyê de li başûrê welêt, li deverên herî stratejîk û hesas, hebûna xwe ya demdirêj misoger bike, tevî Rûsya û Îsraîlê jî planên ku hebûna xwe bidomîne pêş dixîne.
Di dosyaya taybet a me ya 13’ê Mijdara 2025’an de li ser malpera me Lekolin.org, me faaliyetên îstîxbaratî yên dewleta Tirk li Başûrê Sûriyê bi awayekî berfireh nirxandibû. Di wê dosyayê de me bal kişandibû ser vê yekê ku yekem tevgerên li qadê, di 25’ê Cotmeha 2025’an de, bi veguhestina Yasin Tekîn ê ku karûbarên qadê li Şamê di bin kontrola xwe de digirt, bi fermana rasterast a MÎT’ê ji Şamê derbasî Otêla Rotana ya li Lazqiyê hatibû kirin, dest pê kiriye. Tekîn ji bo ku koma çekdarên girêdayî Enqereyê bi dizî bixe herêma peravê hatibû erkdarkirin.
Ev pêşketin, bi heman demê re hatibû ku Nûh Yilmaz ê efserê îstîxbaratê yê Tirk jî ji aliyê rêveberiya Balyozxaneya Tirkiyê ya li Şamê ve hatibû erkdarkirin. Ev yek, beşek ji plana dewleta Tirk a nûjenkirina avahiya îstîxbaratê li qadê û guhertina demografiyê ye; planeke ku ji Lazqiyê heta sînorê Lubnanê xeta peravê di bin kontrola xurt de bigire.
Dewleta Tirk ne tenê bi çalakiyên îstîxbaratê sînordar maye; di heman demê de li herêmên peravê yên Sûriyê komên çete yên girêdayî xwe bi cih kiriye.
Cihên ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk li xeta peravê bi cih bûne ev in:
1.Kampa El Telaê`i ya li Misyaf’ê: Nêzî 200 çete yên biyanî lê ne; wesayîtên ku tank, top û mûşek lê hatiye danîn jî hene.
2.Bargeha El Eseliye: Li herêma Ceble ye. Di hundir de amûrên di bin avê de dixebitin hene. Ev amûr berê ji Tirkiyê hatine veguhestin wir. Ji aliyê leşker û endezyarên Tirk ve têne rêvebirin. Girêdayî noka Îstamo ye; li wir wesayîtên ewlehiyê hene. Herwiha girêdayî noka El Bêda ya li ser avê ye; li wir jî amûrên di bin avê de hene û ji aliyê leşker û endezyarên Tirk ve têne rêvebirin.
3.Bargeha li kêleka Koleja Deryayî ya li Ceble: Leşker û pisporên Tirk lê bi cih bûne.
TEVGERÊN RÛSYA Û KOMÊN GIRÊDAYÎ RÊJÎMA BERÊ
Berî hilweşîna rêjîma Esad, hêzên Rûsî li herêmê bi awayekî pir zêde hatibûn bi cihkirin. Hejmara nuqte û baregehên leşkerî yê Rûsî heta 114’an gihabû. Hilweşîna rêjîma Esed, bû sedema guhertineke kûr di stratejîya Rûsyayê ya li Sûriyê de. Piştî ku şokê derbas kir, Rûsya bi nêzîkatiyeke pragmatîk biryar da ku bi hikûmeta veguhêztinê ya nû ya Sûriyê re têkiliyê deyne. Di vê pêvajoyê de hebûna leşkerî ya Rûsyayê li Sûriyê, stratejiya wê ya dîplomatîk û têkiliyên wê yên tevlihev bi aktorên herêmî re, me di dosyaya taybet a 12’ê Cotmeha 2025’an de nirxandibûn.
Li xala ku hatîye gihîştin de, Rûsya bi hikûmeta Şamê re têkiliyên nû yên li ser berjewendiyên xwe ava dike, di heman demê de têkiliyên xwe yên bi bermahiyên rejîma Esed re jî bi dizî didomîne. Li gorî qonaxên pêşkeftina tora têkiliyan û tevgera li herêmê;
Li gorî agahiyên ku em bi dest xistine, di bin kontrola Rûsya de di 14’ê Hezîrana 2025’an de, Lîwa ya Rizgarkirina Herêma Deryayî hate avakirin. Ev lîwa di bin çavdêriya hin subayên rejîma Baasê yên herêma deryayî de ji gelek tabûran pêk tê.
Hin ji wan subayên ku me navê wan piştrast kirine û vê tabûrê birêve dibin ev in:
Tûggeneral Ramêz Tewfîq Omran, Tûggeneral Hisên Mirêşê, Albay Fehid Necûm, Albay Elî Mihele, Albay Modar Maxlûf (berê di yekîneya ewlekariya leşkerî de dixebitî, piştre bi zorê hat gazîkirin bo Artêşa Gel), Albay Hazêm Deyûb (ji beşa beşdarbûnê berpirsiyar), Albay Besêm Mihemed (ji beşa cephaneyê berpirsiyar, berê di 25’emîn Tûmena Süheyl El Hesen de berpirsiyarê cephaneyê bû) û Fermandarê Tabûrê Elî Yûnês (berpirsiyarê leşkerî).
Di 25’ê Tîrmeha 2025’an de 2 balafirên Ilyushin ên Rûsî li baregeha Hmeymimê daketin. Li gorî agahiyan di hundirê wan de çek, alavên leşkerî û personel hebûn.
Di 6’ê Tebaxa 2025’an de, komek ji yekîneyên El Mexawîr ên girêdayî hêzên Rûsî, ji nava baregeha Hmeymimê ji saet 20:00’an heta nîvê şevê derbasî cihê El Kiliyê El Behriyê (Koleja Deryayî) ya li bajarê Cebelê bûn. Sibehê jî çend saetan çûn û hatin Koleja Leşkerî ya Bejahî (El Kiliyê El Herbiyê); her wiha ketin Kampa Sinober û gundê Siqûbîn ê Cebelê.
Di 16’ê Îlona 2025’an de, li herêma deryayî dest bi xebatan kirin da ku kesên ku ji rejîma Esed man û piştgirên wê ne, ji aliyê subayên xwe ve bên perwerdekirin. Ev hêz li baregeha Hmeymimê ji aliyê subayên Rûsî yên di gelek warên leşkerî de pispor ve têne perwerdekirin. Hejmara van hêzan, tevî leşkerên ku berê bi Wagnerê re xebitîne, ji hezarî zêdetir e. Hêzên Rûsî ji van hêzan xwestine ku baregeha Hmeymimê biparêzin û dema hêzên Rûsî ji baregeh û kolejên leşkerî derkevin, ew jî parastina wan bikin.
Her wiha di heman rojê de (16.09.2025), generalê Rûsî yê bi navê Îvan Cirof li baregeha Hmeymimê bi hin subayên rejîma Baasê re civîneke veşartî kir. Di civînê de ji wan re hat gotin ku bi dizî subayên rejîma Baasê bigerin û bi dilxwazî wan bînin baregeha Hmeymimê. Armanc ew bû ku di bin navê Meclisa Leşkerî ya Sûriya Navîn û Sûriya Rojava de avahiyeke leşkerî ya nû were avakirin. Ev plan ji mehekê ve bi dizî dihat meşandin.
Piştî wê, di 20’ê Îlona 2025’an de, li herêma deryayî di bin rêveberiya Süheyl El Hesen û piştgiriya Rûsya de tûmeneke leşkerî bi navê “Izraîl El Cebel” (Ezraîlê Çiyê) hate avakirin. Ev tûmen di bin rêveberiya kesê bi navê Heyder Semêr Îsmaîl de ye; bavê wî Semêr Îsmaîl berê rêveberê tûmena El Heyderat a girêdayî Süheyl El Hesen bû. Hemû koordînasyon û agahiyên ku ji aliyê vê komê, tûmen û ekîban ve li herêma deryayî têne berhevkirin, têne şandin oda operasyonê ya li baregeha Hmeymimê. Endamên ku bi Süheyl El Hesen re xebitîne, bi rêyên qaçax têne wir derbaskirin.
Ji 12’ê Cotmeha 2025’an û pê ve, li herêma deryayî (bi taybetî li gundewarê Cebelê) hêzên Rûsî dest bi belavkirina çekan li ser leşkerên rejîma berê kirin. Gelek cephane li bendera Tartûs û baregeha Hmeymimê hatin komkirin û anîn herêmê. Di nav çekên hatine belavkirin de çekên sivik, RPG, cephane, doçka, mîsîlên termal ên li dijî wesayîtên zirehî, doçkayên 14 û 23 (li ser kamyon û pîkapê têne danîn) hene. Niha ev kom hem li hundirê baregehê û hem jî li derve têne amadekirin.
Tûggeneral Maris û Rîbal, ku berê di rejîma kevn de fermandarên Muhafizên Komarê bûn, niha bi hêzên Rûsî re dixebitin. Ew bi fermandarên kevn re têkiliyê datînin, navên fermandarên ku dixwazin li herêma deryayî bi Rûsya re bixebitin berhev dikin. Taybetî kesên ku perwerdehiya çekên nû yên Rûsî dîtine, ji aliyê Rûsya ve hatine erkdarkirin ku ji bo balafirên şer ên Rûsî hedef bên destnîşankirin, agahiyên li ser cihên çeteyên biyanî yên li Idlib, Emrît û gundewarê Cebelê berhev bikin.
29’ê Cotmeha 2025’an hêzên leşkerî û keşfê yên Rûsya ji baregeha Hmeymimê derketin û devriyeyan çêkirin. Di heman demê de li herêma deryayî li hin xalên taybet devriyeyên xwe danîn: li ser rêya Kadmûs a girêdayî Misyafê, li Hêlîn, Dêr Şimeyêl û Dêr Mama.
Di heman rojê de li baregeha Hmeymimê ya li parêzgeha Lazkiyê civîneke di navbera fermandarên Rûsî û fermandarên rejîma berê de pêk hat. Fermandarên rejîma berê yên beşdarî civînê bûn ev in:
– Tûggeneral Mûfîd Berekat (berê ji ewlekariya fakulteyê)
– Tûmgeneral Elî Dobe (hevkarê rêveberê berê yê Akademiya Leşkerî ya Helebê)
– Tûggeneral Hesan Silêman (berê rêveberê karên subayan ê akademiyan)
– Albay Yûsêf Şahîn (berê berpirsiyarê Muhafizên Komarê – Tabûra Topçû ya 106’an)
– Albay Qûsay Xetîb (berê bi komîteya ewlekariya Helebê re)
– Albay Ramî Mihemed (berê berpirsiyarê Tabûra Tank a 105’an – Muhafizên Komarê)
Mijarên nîqaş û peymanan ev bûn:
1.Vekirina navendên perwerdeyê û cihên wan
2.Di hundirê baregeha Hmeymimê de avakirina navendên ewlekariyê
3.Berhevkirina agahiyan li ser HTŞ û komên çete
4.Pêşxistin û perwerdekirina endaman
5.Vekirina xalên tenduristiyê li hundirê baregehê
Piştî çend hevdîtinên siyasî di navbera hikûmeta Şamê ya demkî û Rûsya de, gelek peyman hatin îmzekirin: mijarên konsolosxaneyê, yekîtiya gumrukê û belgeyên konsolosxaneyê.
Di heman demê de di navbera wezîrê parastinê yê hikûmeta demkî Murhef Ebû Qesra û wezîrê parastinê yê Rûsya de peymanek hate kirin: hemû subay û endamên artêşa rejîma Baasê ya berê (ji tûmgeneral heta teğmen) vegerin ser kar, her wiha yên dilxwaz û yên di bin efûya giştî de. Rûsya jî soz da ku artêşê bi pêdiviyên wê xurt bike û li dijî çete û komên biyanî yên derveyî kontrola dewletê şer bike.
Li gorî agahiyên ku em bi dest xistine, ger ev peyman neyên pêkanîn, Rûsya dê li dijî hikûmeta demkî tevbiger e.
TEVGERA ŞÊXÊN CIVAKA ELEWÎ
Şêx ZûlFeqar El Xezal, Xezal Xezal, Şêx Salêh Mansor û Şêx Besêl Xatîb; şêxên ji civaka elewî ya herêma deryayî ne û hewl didin meclisên sivîl ava bikin. Armanca wan ew e ku gelê elewî organize bikin, alîkariyan peyda bikin û li dijî êrişên li herêmê yekîneyên tenduristiyê ava bikin.
TEVGERA KOMÊN XIRISTIYAN LI HERÊMA DERYAYÎ
Hin komên şopandinê yên girêdayî civaka xiristiyan a herêmên Miherdê, Siqêlbiyê û Safîta, ber bi bakur û rojhilatê Lazkiyê ve (Silinfê, Keseb, Birc İslam, Silaybê El Türkman, Bedrosiyê û hwd.) hatin şandin. Armanca şandina van komên ev e ku agahiyên li ser çeteyên cîhadî yên di hundirê HTŞ de û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk berhev bikin. Ev agahî têne piştrastkirin, têne berhevkirin û piştre têne şandin baregeha Hmeymimê û oda operasyonê. Van komên di tevgerê de berê girêdayî hêzên Rûsya bûn.
AVAKIRINA BENDERÊN YATAN
Di 14’ê Hezîrana 2025’an de, bi talîmatên MÎT û îstîxbarata HTŞ, di nav civaka Elewî de kesên hevkariyê dikin hatin aktîfkirin ji bo kirîna erd û malên li herêma deryayî. Bi taybetî li herêma Cebelê kirîna erdê zêde bû. Ev kirîn bi hevkarî û li gel fermandarên komên çete yên girêdayî HTŞ û dewleta Tirk têne kirin. Li gorî agahiyên me, ev danûstandinên kirînê ji aliyê parêzerek bi navê Cozêf Ismender ve têne meşandin; ew li bajarê Ceblê dijî û di dema rejîma berê de serdest bû. Cozêf Ismender kesên ji civaka elewî dibirine Lubnan û welatên din; ev jî bi koordînasyona bi fermandarên komên çete re pêk tê.
Tê zanîn ku sûcên revandina xort û keçên elewî yên di bin 20 salî de ji aliyê çete ve bê navber didomin. Li gorî agahiyên me, hin ji wan ciwanên li deryaya Sûriyê hatine revandin, organên wan hatine derxistin û bi helîkopteran ji herêma bi navê Yehodiyê ve hatine şandin Tirkiyê.
PÊŞÎ ŞEWITANDIN, NIHA JÎ BENDERÊN YAT AVA DIKIN
Polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk ên ku em baş nas dikin, niha li bajarên deryaya Sûriyê jî têne sepandin. Li gorî agahiyên me, MÎT bazirganên sûrî yên girêdayî xwe û desthilatdariya HTŞ erkdar kiriye ku erdên şewitandî yên elewî û xiristiyan bi bihayeke kêm bikirin.
Di 29’ê Tîrmeha 2025’an de, li herêmên şewitandî dest bi xebatên avakirina benderên yat kirin. Ev gav di bin şemsiyeke qanûnî de û bi navbeynkariya şîrketên girêdayî welatên Ereb ên Kendavê û şîrketên herêmî têne kirin; mînak: (El Xeber ji Erebistana Siûdî, Emwac El Xelîc ji Îmaratên Yekbûyî yên Erebî, Dar El Behir ji Qeter). Ev gav bi hevkarîya Mehêr El Qeysî (şêwirmendê aborî yê Colani), Ebd El Kerîm Ebdellah (berpirsiyarê koordînasyonê) û kesê bi navê Ismender têne meşandin; di çarçoveya kirîn û veguhestina erdên elewiyan de.
Di heman demê de nûnerên hin şîrketên welatên Ereb ên Kendavê jî hene: (nûnerê El Xeber Xalid El Berxeş, nûnerê Emwac El Xelîc Besêl Derawî û nûnerê Dar El Behir Fehid El Ni’êmî). Hin berpirsiyarên ewlekariyê jî hene; ew heyeta welatên Ereb ên Kendavê diparêzin. Yek ji wan Ebû Enes El Tûnisî ye; ew ji dosyaya şewatên li herêma deryayî berpirsiyar e.
ENCAM
Deryaya Sûriyê, bi taybetî li parêzgehên Lazkiyê û Tartûsê, hê jî bi komkujiyeke mezhebî re rû bi rû ye ku di encamê de bi hezaran sivîlên elewî hatine kuştin. Ev rewş ji bo qumaşa civakî ya herêmê metirsiyeke mezin e. Ger pirsgirêkên ewlekariyê û civakî bi awayekî bandor neyên çareserkirin, zêdebûna tengezarîyên mezhebî bê guman e.
Ji aliyê aborî ve, ji ber şewat û şerên li herêmê zirareke mezin li çandinî, daristan û binesaziyê hatiye kirin. Ev rewş derfetên pêşkeftina aborî ya domdar kêm dike. Hikûmeta demkî ya Şamê çavkaniyên herêmê ji komên çete yên girêdayî xwe û hêzên derve re radike, dema ku gelê herêmê di krîzeke aborî ya giran de tê hiştin.
Di asta siyasî û navneteweyî de, hikûmeta Sûriyê bi rêya civînên fermî yên di asta wezîrên derve û komîteya hevbeş a nirxandina peymanên berê hewl dide têkiliyên xwe yên stratejîk bi Rûsya re xurt bike; li ser hevkarîya di warê enerjiyê, nûavakirin û binesaziyê de disekine. Hatîye gotin ku dê rêz li peymanên di dema rejîma berê de hatine îmzekirin bê girtin; projeyên stratejîk ên di warê petrol, elektrîk û veguhastinê de jî tê de, berjewendiyên aborî û siyasî yên Moskowê li Sûriyê hatin garantîkirin. Bandora Rûsya li deryaya Sûriyê hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê stratejîk ve didome; Moskow hêza xwe ya bandorkirina hevsengiya hêzên herêmî û kapasîteya xwe ya karanîna hebûna leşkerî wekî amûreke zextê ya navneteweyî diparêze.
Dema ku serdestî û bandora Îsraîl û Rûsya li herêmê zêde dibe, dewleta Tirk bi peymanên veşartî (bi rêya fermandarên HTŞ yên girêdayî MÎT) û eşkere hewl dide ku ji hikûmeta Şamê re cihê xwe veke. Li gorî bûyer û rastiyên ku di dosyaya me de hatine diyarkirin, bê guman e ku di rojên pêş de herêma başûrê Sûriyê ya stratejîk dê bi geşedanên pir aloztir re rû bi rû bimîne.
Militan RÊHAT





