Di dema ku HTŞ û komên çete yên cîhadî yên di nava wê de, tevî komên çete yên girêdayî dewleta Tirk, komkujî, revandin û talankirina gelê Elewî û Durzî didomînin, em ê li ser hemû geşedanên ewlekarî, leşkerî û civakî yên li başûrê Sûriyeyê ku di sala dawî de veguherî qada avahiyeke nû. Em ê di dosya xwe ya taybet de yek bi yek bigrin dest.
TEVGERA HÊZÊN EWLEKARIYA GIŞTÎ YÊN GIRÊDAYÎ ŞAMÊ
Demeke kin piştî rûxandina rejîma Esed, hikûmeta Colanî dema ku hewl dida wêneyekî “pîvandar” nîşan bide, di hefteya yekem a Adarê de bi zivirîna arasteya xwe ber bi başûrê Sûriyê ve dest bi êrîşên komkujî kir û îdeolojiya xwe ya selefî-cîhadî xiste tevgerê.
Komên çete yên cîhadî ku di nav wan de çeteyên girêdayî MÎT’ê jî hene, di bi navê “em zêdehiyên alîkarên Esad ê paqij dikin” de dest bi qetlîamên Elewî kirin. Li Laziqiyê, Tartûs, Hemayê û Humsê nêzî 50 kuştinên komî hatin kirin.
Di 26’ê Tîrmeh’a 2025’an de, HTŞ’ê çek li civata Sunnî ya piştgirên xwe li bajarê Cebel, gundewarê Hemayê, gundê Bebellah û bajarê Laziqiyê (li taxên Filistînê, Sileybe û Şex Dahêr, cihên girêdayî devera peravê) belav kir. Kesên ku çek li wan hatine belavkirin bi xwe li wan deveran dimînin. Çawa ku dewleta Tirk a dagirker li Kurdistana Bakur cerdevanan çekdar kir û li dijî Tevgera Azadiyê şer kir, dewleta Colani jî şopa dewleta Tirk şopand û hewl da alîgirên xwe bi çek bike û gelê Elewî qetil bike. Wî dixwest di navbera Durziyan de bi rêya Leys El Belûsî li Suweyda şer bide destpêkirin, lê ew bi ser neket.
Her wiha hat hînbûn ku di heman dîrokê de (26.07.2025) HTŞ nêzî 200 mûşekên ji erd- ber bi erd ê din ve şandine herêma Birc Îslam a Laziqiyê. Hinek ji wan li başûrê Tartûsê belav kir û hinek jî bi çeteyên biyanî re bi keştiyan di ser Baniyas re bir Trablus û Libnanê.
YEKÎNE HAT AVAKİRİN
Di heman heyamê de di 14’ê Tebaxa 2025’an de hat ragihandin ku Wezîrê Karên Hundir Enes Xetab talîmat ji Yasir Ebas re şandiye. Yasir Ebas ji civaka elewî ye û endamê yekîneya “El Silm El Ehl” (Aştiya Herêmî) ye. Ev yekîne ji aliyê HTŞ ve, ji bo gelek endamê berê yên ku di dema rejîma berê de di Wezareta Karên Hundir de dixebitîn û bi sozên mezin (wek vegerandina ser erkê li herêmên xwe) bixapînin, hat damezrandin. Paşê, nêzîkî 250 navên Elewî li vê yekîneyê hatine tomarkirin; ev hem wek malbat û hem jî wek herêm bi Yasir Ebas ve girêdayî ne.
Piştre, di 4ê Îlona 2025an de, hêzên Ewlekariya Giştî ya HTŞê bi komên biyanî (wek Ensar el-Tewhîd, Ensar el-Sunna, Ensar El-Dîn) li devera peravê hatin guhertin. Ev komên biyanî gelê peravê tacîz dikin, bi qestî gel bi gotinên xerab û mezhebî tacîz dikin, gel tehrîk dikin û dihêlin ku bertek nîşan bidin û piştre bi hinceta komên girêdayî rejîma kevin êrîşî wan dikin û wan digirin. Di çarçoveya vê polîtîkaya qirêj de li herêma El Radar a Tartûsê komkujî hat kirin; Li herêma El Radar a Tartûsê 4 ciwan hatin kuştin, ciwanê bi navê Beşar Mehyob ê 20 salî serjê kirin û serê wî li ser wesayîtekê hate danîn. Her wiha ciwanekî din ê bi navê Semoil jî li bejahiya Kardaha’yê hat kuştin.
Di 16’ê Îlona 2025’an de ji bajarê Idlibê hêzên çeteyan şandin keleha Baniyas ê; Di nav de ev amûr hebûn: Mûşekên parastina hewayî, mûşekên bejahî, wesayitên ji aliyê Tirkiyeyê ve (wesayîtên zirxî – wesayîtên barhilgir) û herwiha ji keleha Baniyasê heta baxçeyên El Beyda jî tunelek hat vekirin.
Di heman rojê de hêzên Esaeb El Hemra ji aliyê hikûmeta Colanî ve talîmat hat dayîn. Di talîmatê de ji hemû hêzên Esaeb El Hemra û hêzên taybet re hat gotin ku ji navendên Heleb, Şam, Idlib û Selamiyê biçin herêma peravê. Îstîxbarata Tirk tevî hêzên ewlekariya giştî yên girêdayî HTŞ’ê li herêmê operasyoneke berfireh da destpêkirin. Ev operasyon ji bo destnîşankirina cih û malên efser û kesên ku bi rejîma berê re kar kirine (hêza asmanî, berevaniya esmanî, endezyarên leşkerî, cihên hesas, bijîşk û endezyarên tasfiyekirî) hat kirin.
HEVKARAN WEK LEHENG DAN NÎŞAKİRİN
Her wiha di 28’ê Îlona 2025’an de komên di nava hin Hêzên Ewlekariya Giştî û komên çekdar ên Bedewî de hatin şandin ji bo taxên giştî û navçeyên xizan ên Humsê û herêma peravê da ku tirsê di nav gel de çêkin, wan îşkence bikin û piştre kesekî bi navê Fadî. Saqir dê destwerdanê bike û wan berde; da ku Fadî Saqir di medyayê de wek kesekî bi hêz xuya bibe û piştgiriya xelkê li devera peravê werbigire û di nav civaka Elewî de dubendiyek çêbike. Birayê Fadî li Lubnanê rûdine û bi wî re nivîsgehek wî ya (sîmsartiya mal û milk) heye; piştî peymanê mal û milkên zabit û bazirganên dewlemend ên civaka elewî radest bikin.
Di dawiyê de, milîsên ku di 13’ê Cotmeh’a 2025’an de li peravê belav bûne bi eslê xwe Bedewî ne û bi wan re çek hene; ala HTŞ’ê bilind dikin, dikevin gundên elewiyan, taciz li jinan dikin, didizin, jeneratorên elektrîkê didizin û dibin Idlibê. Ji ber vê yekê hin gundên gundewarê Tartûsê bê ceyran man. Ev çete bi şev li dora xwe digerin, bêhemdî gulebaran dikin; welatî ji ber kiryarên wan ditirsin.
TEVGERA KOMÊN BIYANÎ
Weke ku tê bîra we, di meha Adarê de, komên çete yên cîhadî yên biyanî, ligel komên girêdayî hikûmeta Şamê, beşdarî komkujiyên li dijî gelê Elewî û Durzî li başûrê Sûriyê bûn û gelek hêz ji herêmê re peyda kirin.
Li gorî agahiyan, di 7’ê Tîrmeha 2025’an de serkirdeyekî çeteyên biyanî yên bi eslê xwe Belarûsî, bi nasnav Mîr Ebû Selman El-Bîlarûsî, tevî komeke taybet di êrîşa li ser Baregeha Esmanî ya Hmeymim a li gundewarê parêzgeha Laziqiyê de hate kuştin. Ev êrîş bi armanca tasfiyekirina hin kesên girêdayî rejîma Baasê pêk hat; Helwestên wan ên li baregehê bi agahiyên ku bi rêya nûnerên wan ên li baregehê hatine bidestxistin hatine diyarkirin. Ev rêberê payebilind, ku nasnavê wî Ebû Selman e, berê di koma Asaeb El Hemra de bû.
Di 12’ê Cotmeha 2025’an de ji aliyê çeteyên Ensar El Sunne ve li herêma peravê bi amadekirina wesayîtên mayinkirî û şandina wan bo herêmên ku civaka Elewî lê dijîn (Humus, Tartûs û Laziqiyê) komkujî pêk hatin.
Pêşketineke din a girîng di vê pêvajoyê de ew e ku berî mehekê, gelek çeteyên biyanî li bajarên Laziqiye û Cebelê, bi cil û bergên leşkerî yên rejîma kevin, li gorî perspektîfên dewleta Tirk a dagirker li çeteyên biyanî hatin belavkirin.
VEQETANDIN DEST PÊ KIR
Peyman û danûstandinên hikûmeta Colani bi Rûsya û DYE re û her wiha tawîzên ku ji Îsraîlê re hatin dayîn, nakokiyên navxweyî yên di nava HTŞ’ê de kûrtir kirin.
Di navbera 20-26 Cotmeh’a 2025’an de li taxa Milîha ya Şamê, El-Xizlaniye û Zebedanî di navbera serokên çeteyên Huras El-Dîn, Ensar El-Tewhîd, Cund Allah û Ensar El-Îslam de gelek hevdîtin hatin lidarxistin; Li Idlibê li herêmên Me’ret Misrîn û El-Fo`aa gelek civîn hatin lidarxistin; ev kesên ku berê bi DAIŞê re kar kiribûn û bi xwe di nav DAIŞê de cih girtibûn. Di nav wan de serkirdeyên çeteyan jî hebûn ku navên wan Ebû Cîlî, El-Wesmî û Ebû Hefas bûn.
Di hevdîtinan de biryar hat dayîn ku bi sûcdariya tekfîr û riddet (ji ol derketin) li dijî Colani were tehrîkkirin; Biryar hat dayîn ku sondxwarina DAIŞ’ê bê dayîn û bi wan re bixebitin. Her wiha di civînan de êrîşên li ser baregehên leşkerî yên Rûsyayê yên li herêma peravê hatin plankirin.
Berpirsiyarê giştî yê Şerîatê yê Saraya Ensar el-Sunna Ebû el-Feth el-Şamî, bi navê kod Xelîl, ku tê îdiakirin ku ji HTŞ derketiye. Koma çete berê ku alîgirê HTŞ bû piştî Colanî li Suriyê rejîm hilweşand wê tawanbar kirin ku “ji hînkirinên Îslamî qut bûne û li ser sozên ku ji kesên ku tevlî wê bûne vedigere”. Koma çete ya Saraya Ensar El Sunne ku axaftin û fetwayên ku hikûmeta HTŞ û alîgirên wê dikin hedef weşandine, heta niha êrîşek li dijî HTŞ’ê pêk neaniye. Di dema ku piraniya êrîşên vê dawiyê yên li dijî HTŞ û hêzên girêdayî hikûmeta Colani ji aliyê DAIŞê ve hatine girtin, çeteyên biyanî yên berê di HTŞ’ê de cih digirin jî beşdarî êrîşan bûne. Tevî ku berpirsên êrîşên li dijî HTŞ’ê ji aliyê MIT û îstîxbarata Şamê ve hatine veşartin jî, malpera me Lekolin.org gelek caran deşîfre kiriye.
Ensar El-Sunne di dema ku di helwestekê de bû ku zihniyeta qetlîamên DAIŞ’ê li qadê xiste pratîkê, hate zanîn ku ew planên êrîşa li ser gorên civaka Şîî û gorên civaka Elewî çêdike.
Ji gorên Şîî:
– Kanûna 2024’an, ango Tirba Seyyide Zeyneb, ku piştî hatina HTŞ’ê ya ser desthilatê, di demeke kin de hat rûxandin, yek ji hedefên êrîşê ye.
– Tirba Seyîd Rûqeye li taxa Hemîdiye ya Şamê.
– Tirba Seyid Sûkeyne li taxa Mi’damiye ya Şamê.
Ji gorên Elewî:
– Tirba bi navê Mekzon li Kefer Sûseyê.
– Tirba El-Xuseybî ya li pişt Sekena Heneno li Helebê jî yek ji wan cihan e ku Ensar El-Sunna plan dike ku êrîş bike.
Herêmên ku komên çete yên girêdayî HTŞ û Komên Çeteyên Biyanî li başûrê Sûriyê ne û alavên leşkerî yên hatine bicihkirin wiha ne:
1-Fakulteya Deryayî: 600 çeteyên girêdayî hikûmeta Şamê hene, 400 ji wan çeteyên biyanî yên bi eslê xwe Afganî, Ûygûrî, Ozbek û Tirkmen in. Cureyên çekên li kêleka wan (23 – 14 – wesayîtên BMP). Her wiha tank û roketavêj, çekên 120, 122 û 130.
2-Kampa Setemo: Di hindirê wê de çekên doçka yên 23, 14, çend tank, 4 guleyên zeviyê hene. Hejmara endamên wê 200 kes in ku di nav wan de çeteyên Fas û Tûnisî jî hene.
3-Kampa Seqobîn: Kampa ku çeteyên bi eslê xwe Sûriyeyî tê de cih digirin, çekên doçka yên 23, 14 û 3 tank hene.
4-Fermandariya Deryayî: Di hindirê wê de çekên doçka yên 23, 14. Zêdetirî 100 çeteyên bi eslê xwe Sûriyeyî hene.
5-Mîne El Beyda: Di hindirê wê de çekên 23, 14, tank, 5 BMP, top: 122, 130 û roketavêj hene. Di nava Kampa Mîne Beyda de komeke biyanî ya ji 700 kesan pêk tê heye ku ji Çeçen, Afgan, Ûygûr, Turkistan û Asaeb El Hemra ne.
6- Kampa El Sinober: 300 çeteyên bi eslê xwe Sûriyeyî hene.
7-Kampa Yahodiyê: Di hundir de 4 tank û 150 çete hene ku 100 ji wan biyanî ne.
8-Kampa El Semiyeya: Di hûndirê wê de çekên 23, 14, 3 roketavêjên Koreyî, 3 çekên 122 û 3 çekên mobîl ên 130 (li ser wesayîtan hatine danîn). 3 tank, 2 wesayîtên BMP hene.
9-Otela Kardaha: Di nav de wesayîtên Pickup ên bi çek yên 23,14 hene. Nêzîkî 70 çete bi çek û cebilxaneyên xwe amade ne.
10-Nedî Dubat li bajarê Laziqiyê: Bi piranî fermandarên biyanî tê de hene, wek Uygûr, Turkistan, Afganî, Tûnisî û HTŞ jî di nav de hin fermandarên Sûrî.
11- Dibistana Perestar (hemşîre) li Kardaha: Nêzîkî 200 çete tê de hene. Doçkayên 23, 14 li ser wesayîtên Pickup hatiye siwar kirin da ku bi hêsanî tevbigerin.
12- Li herêma peravê di navbera El-Emrît û El-Înebiyê bajarê Tartûsê de navendek girêdayî çeteyên (Uygûr – Ozbek – Turkistan) hene. Di nav de fuzeyên bejahî, çekên parastina hewayî, wesayîtên zirxî û wesayîtên leşkerî hene. Ev navend berê navenda rejîmê bû.
13- Li herêma Hûş El-Seyid (Ensar el-Sunah – Huras el-Dîn), navçeyek gundewarî ya El-Qisêr li bajarê Humsê, navendek heye, ku girêdayî komên çete ye. Di nava wê de çeteyên biyanî, çekên parastina hewayî, wesayîtên zirxî û wesayîtên leşkerî hene. Ev navend xala destpêkê ya dewriyeyan e.
14- Li bajarê Tartûsê li kêleka herêma El-Hemîdiye navendeke perwerdeyê ya çeteyên biyanî heye û mûşekên bejahî anîne vê navendê. Weke ku tê zanîn ev der berê girêdayî pêşengê Baasê yê li Tartûsê bû.
15-Stasyona Petrolê ya El-Wîşeh li Kardaha: Nêzîkî 200 çeteyên Sûrî hene, 3 Pickupên bi doçkayên 14 mm girêdayî hene.
16-Bêt Zentut: Di hûndir de nêzîkî 300 çeteyên biyanî bi çekên giran hene.
17-Klûba Karbidestan li Laziqiyê: Nêzîkî 150 çeteyên biyanî û 15 wesayitên Pickup, û rahênerên hevkar ên 14 û 23’ hene.
18 – Çekên sivik û çekên dij tank birin avahiyên derdora goristana Hafiz Esed. Bi giştî ev çete ji Şaxa Ewlekariya Giştî ya hikûmeta Şamê ne, ev çek ji Tirkiyeyê hatine veguhestin û hemû çekên Tirkiyeyê ne.
19-Li Laziqiyê gelek çete li ser hevbenda El-Ezherî, xala Harûn, Rêya Sewra û rêya peravê belav bûn û bi alîkariya çeteyên biyanî nuqteyên kontrolê yên demkî hatin avakirin.
Militan RÊHAT





