Dewleta Tirk li Şirnex ji gelek aliyan ve xebatên leşkerî, veguhezandina civakî û şerê taybet dimeşîne. Her wiha di bin navê hin komeleyan de şêwazek rêxistinkirina dewletê ya nû pêk tîne. Di 10 salên dawîn de dewleta Tirk giranahiyek zêde dide herêma Botanê û bi taybetî jî ev giranahî li ser Şirnex û navçeyên wê ye. Di vê nivîsê de em ê hewl bidin xebatên dewleta Tirk yên civakî, rêxistinî û leşkerî ji xwînerên xwe re ragihînin. Ji ber ku mijarên cuda cuda hene em ê van xebatên dewleta Tirk beş bi beş dest bigirin.
DI BIN NAVÊ KOMELEYAN DE RÊXISTINKIRINA NÛ YA EŞÎRAN
Dewleta Tirk di salên 1990î de li hember berfirehbûna rêxistinkirina Tevgera Azadiyê xwe gihand eşîrên herêmê û hewl da hêza xwe bi rêya serokeşîran xurt bike û xebatên Tevgera Azadiyê yên rêxistinkirinê asteng bike. Her çiqas li herêma Botanê jiyana kolektîf ya babik, malbat û eşîran xurt be jî welatiyên ku dîtin serokeşîr ketin bin kontrola dewletê, xwe ji serokeşîran dûr xistin û gelek serokeşîr di nava civakê de bêhêz man. Di 10 salên dawî de dewletê dît ku êdî bi rêya serokeşîran nikare xwe rêxistin bike ango hêza xwe ya heyî xurt bike, bi nîşandana rê û aqilê hin derdoran dest bi komelebûyîna eşîran û gundan kir. Her çiqas ev komele xwe wekî komeleyên parastina çandê, parastina eşîr an jî gundan nîşan bidin jî tevgerên wan bi fikrên dewletê re yek in. Bi giştî kesên dikevin rêveberiyên van komeleyan an berê di saziyek dewletê de cih girtine an jî di partiyên siyasî yên dewletê de cih girtine. Yanê kurt û kurmancî silava van kesan tu wextî ji dewletê qût nebûye. Bi vekirina van komeleyan dewlet dixwaze gel, bi taybetî ciwanan li derdora van komeleyan kom bike û ji saziyên Tevgera Azadiyê dûr bike. Heya astekî di van xebatên xwe de gihiştiye armancekî jî. Dibe ku gel û ciwan pê ne agahdar bin ku tiliya dewletê di vekirina van komeleyan de heye lê di demên pêşde kirinên van komeleyan û sekna wan a nêzî dewletê dê aşkere bibin.
AVAKIRINA XANIYÊN TOKÎ’YÊ YÊN ZÊDE
Piştî êrîşên dewletê yên 2015-2016 li ser bajarên bakurê Kurdistanê bi hezaran avahiyên gel bi tank û topan hatin rûxandin. Her wiha piştî êrîşan dewletê bi makîneyên kar bi hezaran avahiyan saxlem jî hilweşandin. Bi vê yekê armanca dewletê ew bû ku çanda jiyana civakî ya van bajaran biguherîne. Piştî hilweşandina bi hezaran avahiyan dewletê dest bi çêkirina avahiyên TOKÎ’yan kir û gelê van bajaran hemû mehkûmî bînayan kir. Her wiha dewletê bi zanebûn ji pêwîstiyê zêdetir avahî çêkirin ku hêzên xwe ji bo bişaftina jiyana civakî bêxe nava van avahiyan. Bi taybetî li navenda Şirnexê avahiyên ku 10 qat, 15 qat in hatine çêkirin û bi dehan malbat di van avahiyan de jiyana ‘Biri bizi gözetliyor’ Jiyan dikin. Ji ber ku serê her kolanê, derdora her avahiyê qemere hatine danîn û kî kengê ji mal derdikeve, kengê tê mal tê zanîn. Her wiha di van avahiyan de kesên weke leşker, polîs, mamosteyên Tirk jî jiyan dikin û ev yek bandora xwe li ser jiyana gel dike. Ev kesên weke polîs, leşker û mamosteyên Tirk bi ciwanên Şirnex re dikevin têkiliyan û wan ji çanda kurdewar dûr têxin. Di 10 salên dawîn de ev weke polîtîkayek dewletê ya bişaftina çanda civakî tê meşandin. Li gel ku li Şirnex pêwîstî bi avahiyan tuneye jî dewletê bi rêya TOKÎ’yê sala borî dest bi çêkirina 1500 avahiyên nû kiriye. Her çiqas hewcehiya niştecihên Şirnex bi avahî tunebe jî dewletê serê li vê yekê daye. Tê gotin ku dewlet bi van avahiyên zêde him hesaba bicihkirina malbatên derve bîne dike ku pê bi temamî çanda jiyana bajêr biguhere, him jî hesaba hilbijartinan dike ku vîna Şirnex di destê xwe de bihêle. Ev yek talokeyek gelek mezin e li pêşiya saziyên Tevgera Azadiya. Ger li gor gavên dewletê, amadekariyên berovajî van polîtîkayan neyên kirin di 10 salên pêşiyana me de mirov nikare qala çandek bajarvaniyê ya Şirnex bike.
BALEFIRGEHA ŞIRNEX DIKIN BALEFIRGEHA LEŞKERÎ
Pêkanînên dewletê yên li ser Şirnex tenê ne polîtîkayên bişaftina civakî û rêxistinkirina li gor xwe ye. Li gel van dewlet di aliyê leşkerî û aborî de jî amadekariyên gelekî berfireh dike. Li gor agahiyên ji çavkaniyên pêbawer hatine wergirtin dewleta Tirk ê di demek nêz de Balefirgeha Şirnex veguhezîne balefirgeha leşkerî û ji bo sivîlan balefirgehek din çêbike. Her wiha rakirina dîsa di demek nêz de wê balefirên bê mirov ên şer û keşfê êdî ji Balefirgeha Şirnex werin rakirin. Dîsa li herêma ku dikeve sêgoşeya Cizîr, Silopya û Şirnex amadekariya tesîsek leşkerî tê kirin. Li gor agahiyên hatine bidestxistin ev tesîsa leşkerî dema hat avakirin wê bibe tesîsa herî mezin a herêmê. Ji ber vê yekê gelek gundên di vê herêmê de dê werin valekirin. Avakirina vê tesîsa leşkerî heya niha bi awayek vekirî nayê gotin lê di civînên ewlehiyê yên 2020’an de hatine lidarxistin ev mijar hatiye rojevê û projeya vê tesîsê hatiye amadekirin.
JI BO RAFÎNERIYA PETROLÊ 200 HEZAR DONIM ERDÊ GUNDIYAN TÊ DESTESERKIRIN
Dewleta Tirk ji bo ku qûrîşek pere feyde jêre were serî li her rêbazê dide. Bi çêkirina bendavan, derxistina komirê û petrolê re herêm ketiye destê talankeran û xwezaya Botanê tar û mar bûye. Niha li kêleka Cizîrê aliyê Çiyayê Gabarê bendav tê çêkirin û ev bendav dema xelas bû çiyayên Cûdî û Gabar ji hev tên veqetandin. Dîsa li herêma destpêka Çiyayê Bagokê ku dikeve navbera Hezex û Mîdyadê ji bo çêkirina rafîneriyê amadekarî tên kirin. Dewlet hewl dide 200 hezar donum erdê gelê herêmê desteser bike û rafîneriyê petrolê li ser çêbike. Bi desteserkirina erdê vê herêmê bi hezaran welatiyên li vir dijîn ê neçar bimînin ku koç bikin. Ji ber ku debara welatiyên vê herêmê li ser çandinî û sewalkariyê ye. Dema erdê welatiyan were destserkirin êdî derfetên ku bikaribin debara xwe pê bikin namînin.
Li gel ku di 27’ê Sibata 2025’an de bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatiye destpêkirin û di Kongreya 12’emîn de Partiya Karkerên Kurdistanê xwe fesîh kiriye jî, polîtîkayên dewleta Tirk ên şer ranawestin. Amadekariya veguhestina Balefirgeha Şirnex a ji bo balefirgeha leşkerî û projeya avakirina tesîsa leşkerî nakokiyan têxe serê mirov. Her wiha pêkanînên dewleta Tirk ên li hember bişaftina civakî û şerê taybet li dijî ruhê pêvajoyê ne. Ev mijarên ku dewleta Tirk geh vekirî geh veşartî dide meşandin muhtacê lêkolînek berfirehtir in. Li gor derfetên heyî me hewl da hin polîtîkayên dewleta Tirk ên li ser Şirnex bi xwînerên xwe re parve bikin. Em ê hewl bidin berfirehtir li ser van mijaran lêkolînê bikin û bi xwînerên xwe re parve bikin.
Tîgrîs BOTAN




