Analîzek li ser nûçeyên taybet ên ku di du rojên borî de ji hêla Lekolin.org ve hatine weşandin eşkere dike ku Tirkiye dixwaze xwe di nav eksena Amerîka-Îsraîlê, xeta Îran-Hizbullah, stratejiya Rojhilata Deryaya Spî ya Rûsyayê û lawaziyên navxweyî yên Sûriyeyê de bi cih bike. Lê wê vê çiqas karibe pêk bîne bi veguherînên hevsengiyên hêzên herêmî ve girêdayî ye.
Di dîrokê de, Rojhilata Navîn bûye xaçerêyek ji pêşbaziyê, şerên bi wekalet û têkoşîna ji bo bandorê di navbera hêzên mezin de. Lêbelê, veguherîna deh salên dawî herêmê ne tenê xistiye navenda pevçûnan, lê di heman demê de xistiye navenda ji nû ve avakirina jeopolîtîk jî. Şerê navxweyî yê Sûriyeyê, rageşiya Îran-Îsraîlê, ji nû ve bicihkirina stratejîk a DYA’yê li herêmê, vegera Rûsyayê bo Rojhilata Deryaya Spî û lêgerîna dewletên Kendavê ji bo mîmariya ewlehiyê ya nû herêmê kişandiye nav têkoşînek hêzê ya pir-alî. Dema ku li daxuyanî, tevger, civîn û rastiyên taktîkî û stratejîk ên li ser erdê tê nihêrtin, ew nîşan dide ku Enqere ne tenê vê krîzê temaşe dike, lê bi awayekî çalak hewl dide ku wê şekil bide. Ev ji ber ku ew eşkere dike ku dewleta Tirkiyeyê xwe di navenda hem derfetan û hem jî gefan de bi cih dike. Ji ber ku dewleta Tirk pir baş dizane ku eger ew nikaribe vê krîzê bi serkeftî birêve bibe an jî kartên ku destê wê li ser maseya danûstandinan xurt bikin bi dest bixe, wê demê di ser gengeşiyên di Sûriyê de dor were wê.
QADA LÛBNANÊ: ZEXTA AMERÎKAYÊ LI SER TIRKIYÊ Û BELAVKIRINEKE ROLÊN NÛ
Operasyona Îsraîlê ya hefteya borî li dijî hêzek leşkerî ku bi taybetî ji hêla El-Colanî ve li ser sînorê Sûriye-Lûbnanê hatiye bicihkirin, dikare wekî peyamek ji bo Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û bi rêya wê ji bo dewleta Tirkiyeyê hatiye şandin were şîrovekirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, DYA û Îsraîlê bicihkirina HTŞ li Şamê wekî şertek sereke ji bo karanîna wê wekî çekek li ser erdê li dijî Îran û girêdayî wê, bi taybetî Hizbullah li Lubnanê û hêzên Şîe li Iraqê, hesibandine. Lêbelê, di civînên dawî de, Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ji ber zexta Tirkiyeyê tevnegeriya û dizane ku dewleta Tirkiyeyê rasterast piştgiriyê dide Hizbullah.
Li gorî vê yekê, ew nîşan dide ku Washington Tirkiyeyê wekî aktorek dibîne ku dikare zextê li ser Hizbullah bike. Ev rewş beşek ji hewldana DYA ye ji bo ji nû ve organîzekirina şerên wekîl li herêmê. Daxwazên DYA’yê zelal in:
Divê Tirkiye ji bo kêmkirina êrîşên Hizbullahê mudaxele bike
Divê Hizbullah ji stratejiya herêmî ya Îranê dûr were xistin
Divê bingehek ji bo agirbestek mayînde bi Îsraîlê re were amadekirin.
Ev nêzîkatî nîşan dide ku DYA dixwaze Tirkiyeyê wekî faktorek hevsengiya herêmî bi cih bike ku dê bandora Îranê sînordar bike.
DEWLETA LUBNANÊ LI BER HILWEŞÎNÊ YE
Li gorî civînên ku ji aliyê MÎT û şandeyên Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ve li Lubnanê hatine lidarxistin, Hizbullah nikare kapasîteya xwe ya leşkerî kontrol bike, li ser maseya danûstandinan qels û sivik e, her wiha nikare hevsengiyên siyasî yên navxweyî birêve bibe. Ev rewş nîşan dide senaryoyek klasîk ku li welatên ku kapasîteya dewletê hilweşiyaye tê dîtin: aktorên ne-dewletî şûna dewletê digirin.
Pabendbûna Hizbullah bi bernameya stratejîk a Îranê Lubnanê ne tenê ji bo krîzên navxweyî, lê di heman demê de ji bo têkoşînên desthilatdariya herêmî jî vediguherîne qada şer.
GUHERÎNA STRATEJIYA ŞER A ÎSRAILÊ: DOKTRÎNA ŞERÊ KONTROLKIRÎ
Di hevdîtîn û civînên MÎT’ê û daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk ên derbarê guhertina stratejiya şer a Îsraîlê ya di derbarê pevçûnên li ser erdê de, ew vê yekê wekî dûrketina Îsraîlê ji operasyonên bejayî yên mezin û li şûna wê ber bi şerê westandinê ve şîrove dike. Ev nîşan dide ku ji doktrîna kevn a Îsraîlê ya armanckirina tunekirina tevahî ya Hizbullahê dûr dikeve. Îsraîl niha li ser bingeha lêçûn-bandorê tevdigere. Ev nîşan dide ku hêzên herêmî ne tenê kapasîteya leşkerî lê di heman demê de qada manewraya siyasî jî hesab dikin.
ŞÎRETA TIRKIYÊ JI BO HIZBULLAHÊ: QEBÛLKIRINA RASTIYA LI SER ERDÊ
Tîma dewleta Tirkiyê li Lubnanê şîretê dide Hizbullahê ku:
Êrîşên li ser axa Îsraîlê kêm bike, li ser hêzên Îsraîlê yên li hundirê Lubnanê bisekine, taktîkên parastina mobîl bikar bîne, erdnîgariyê ji bo berjewendiya xwe biguhezîne û stratejiyek jiholêrakirinê bi karanîna mayînan bicîh bîne.
Ev pêşniyar nîşan didin ku Tirkiye rastiya leşkerî ya li ser erdê qebûl dike û dixwaze ku pevçûn di asteke kontrolkirî de bimîne.
Ev jî nîşan dide ku Tirkiye bi tevahî li dijî Hizbullahê nîne, lê belê rêxistinê wekî beşek ji hevkêşeya herêmî dibîne.
PLANA JI NÛ VE DIZAYNKIRINA HERÊMÎ YA DYA-ÎSRAÎLÊ: KORÎDORA DURZÎYAN
Li gorî şandeya dewleta Tirk a li Şamê, DYA û Îsraîl:
Hewl didin ku di bin navê “Herêma Xweser a Durzî” de avahiyek nû ava bikin ku ji herêma Suweydayê ya Sûriyeyê heta Meryayûn û Hasba li Lubnanê dirêj dibe. Ev plan wekî hewldanek ji bo ji nû ve şekildana herêmê li ser xetên mezhebî tê şîrovekirin. Projeyên bi vî rengî beşek ji stratejiyekê ne ku herêmê parçe bikin perçeyên piçûktir ên birêvebirî.
QADA SÛRIYÊ: REQABETA DYA-RÛSYAYÊ Û FIKARÊN JEOPOLÎTÎK ÊN TIRKIYÊ
Plana DYA’yê ya Derxistina Rûsyayê ji Sûriyeyê: Di dema hevdîtinên DYA-Sûriyeyê yên li Şamê de, li gorî agahiyan Washingtonê ev daxwaz kiriye:
Vekişîna hêzên Rûsyayê ji peravên Sûriyeyê, valakirina baregehên Tartus û Hmeymimê û avakirina hejmareke sînorkirî ya baregehên DYAyê li şûna wan.
Ev yek dikare wekî hewldanek ji aliyê DYAyê ve ji bo dorpêçkirina stratejîk a Rûsyayê li Deryaya Rojhilat were şîrovekirin.
Lêbelê, dewleta Tirkiyeyê vê rewşê – vekişîna Rûsyayê – wekî xurtkirina DYA û Îsraîlê li peravên Sûriyeyê dibîne ku ew wekî gefek ji bo Tirkiyeyê dibîne. Ji ber vê yekê, dibe ku dewleta Tirkiyeyê hebûna xwe ya leşkerî li peravên Sûriyeyê zêde bike.
Ev nirxandin nîşan dide ku Tirkiye hebûna Rûsyayê li Deryaya Rojhilat wekî faktorek hevsengiyê dibîne.
HIŞYARIYA BI HINCETÎ YA DYA-ÎSRAÎLÊ JI BO ENQERE Û ŞAM’Ê
Li gorî van hemû agahî û nirxandinan, hat hînbûn ku şandeyeke Amerîkî, di hevdîtineke kurt de bi şandeya HTŞê re li Şam û Qibrisê, hişyariyeke zelal û tund ji Îsraîlê ji bo Enqere û Şamê ragihandiye. DYA îdia dike ku çekên wekî mûşekên Kornet, balafirên bêmirov ên pêşketî, tifingên sneaper ên germî û pergalên dîtina şevê bi rêya Sûriyeyê têne veguhastin.
Lêbelê, aliyê Sûrî qebûl dike ku:
Milîsên girêdayî Îranê bêkontrol tevdigerin, hêmanên rejîma berê li herêmên sînor çalak in û valahiya ewlehiyê qaçaxçîtiyê zêde dike.
Ev wêne nîşan dide ka windakirina desthilatdariya navendî li Sûriyeyê çawa têkoşînên desthilatdariya herêmî gur dike.
DOSYAYA QIBRISÊ: PARAMETRA EWLEHIYÊ YA NÛ YA TIRKIYÊ
Sedema ku şandeyên DYA û Şamê li Qibrisê civiyan, ji ber îdiayên ku ji hêla MÎT ve hatine kirin ku Îsraîl bandora xwe li Qibrisê zêde dike ye.
Li gorî îdiayên MÎTê: Hejmara Îsraîliyên ku li Qibrisê dijîn zêde dibe, DYA û Îsraîl pergalên parastinê yên nû li giravê bi cih dikin û Tirkiye vê yekê wekî gefek ewlehiya neteweyî şîrove dike.
MÎT hîneke din pêşdetir diçe û idîaya ku PKK bi îstîxbarata Qibrisê re hevrêziyê dike li ser zêde dike. Ji ber ku dewletek Tirkiyeyê heye ku her gav vê kartê di bêrîka xwe ya pêş de, li her derê û her dem hildigire.
ENCAM:
Dema ku hemî agahdariya wergirtî tê berhev kirin, wêneya jêrîn derdikeve holê:
Tirkiye di navenda pêşbaziya DYA-Îsraîl-Rûsya-Îranê de ye.
Enqere aktorek e ku hewl dide vê pêşbaziyê ji bo berjewendiya xwe veguherîne.
Krîzên herêmî hem gef in û hem jî derfetek ji bo Tirkiyeyê ne.
Tirkiye hêzek e ku bandorê li rêça şerên wekîl dike.
Sûriye, Lubnan û Qibris deverên sereke yên mîmariya ewlehiyê ya nû ya Tirkiyeyê ne.
Firat ALÎ





