Kapîtalîzm pergaleke ku ji netewe û dewletan derbas dibe. Ev pergal, hem nirxên maddî û hem jî yên manewî yên mirovan talan dike, di hundirê xwe de gelek dijberiyan dihewîne û gelek nirxên mirovahiyê ji holê radike. Hilberîn, sermaye û pergala faîzê ya sermayeya darayî, bi rêya avahiyeke navendî mirovahiya cîhanê talan dike. Îro her kesek, bi zanîn an jî bêyî zanîn, beşdariyê di vê çerxa faîzê de dike.
Pergala cîhanê ya îro, bi rekabetên piralî û yekdestiyan ve di nav kaosekê de ye. Di vê hawirdora rekabetê de mirovahî bi awayekî dijwar jan dike. Emperyalîzm gihîştiye qonaxeke ku civakan dişikîne, dewlet û kesan xirab dike û xwezayê bi rengekî hovane talan dike. Rekabeta di navbera yekdestiyan de her ku diçe kûr dibe, şêweyên kevneşopî yên kolonyalîzmê cihê xwe didin hevsengiyên nû yên hêzê. Êdî yê ku hêza teknîkî û zanistî di destê xwe de bigire, rêberiya sermayê jî dike.
Ew mekanîzmayên ku berê wekî “destê veşartî” dihatin binavkirin, îro bi eşkere dixebitin. Bi şer, çek û amûrên aborî her tiştî rasterast tê desteserkirin; exlaq, wijdan û nirx tên paşguhkirin. Bajar, welat, çand û ziman ji bo berjewendiyan tên wêrankirin.
Li Rojhilata Navîn jî, têgihiştineke nû ya kolonyalîzmê, bi taybetî bi eksena Çîn û DYE’yê ve girêdayî xwe nîşan dide. Ev rekabet li ser bingeha paşguhkirina gelan û rastiya civakî ye. Struktûrên elît ên heyî jî dewama vê pergalê peyda dikin. Bi avahiyên dewletên piçûk û perçekirî dixwazin pergalê bidomînin.
Êrîşên li ser Îranê jî encama vê îştaha kapîtalîst in. Lê bersivên nehêvîkirî van hêzan neçarî ji nû ve hesibandine kiriye. Ger van destwerdanan bi ser ketibana, gelên Rojhilata Navîn dê bêtir perçe bibûna û bi hêsanî bihatana kontrolkirin.
Li vê derê, pêşî gelê Kurd û hemû gelên herêmê divê helwesteke rast pêş bixin. Her destwerdaneke ku bêyî berçavgirtina avahiya dîrokî û civakî ya Rojhilata Navîn were kirin, dê ji bo hêzên destwerdanê jî xeletiyeke mezin be. Ev yek ne tenê ji bo DYE an Çînê, lê ji bo hemû hêzên yekdestî derbas dibe.
Pirsgrêka Kurd di vê çarçoveyê de girîngiyeke taybet digire. Nêzîkatiyên ku hebûna civakî ya Kurdan nas nakin û dixwazin wan tenê wekî amûrekê bi kar bînin, dijberiyên herêmê kûrtir dikin. Bi polîtîkaya “parçe bike, bi rêve bibe, perçe bike” gel tên kirin dijminên hev. Netewperestiya etnîkî, ol û zanist jî ji bo vê armancê tên bikaranîn.
Lê belê gelên herêmê qederekî hevpar hene. Tevî vê yekê, pêşiya vê yekitiyê tê girtin û civak tên qelskirin. Hêzên cîhanî carinan axaftinên aşitî û demokrasiyê bi kar tînin, lê ev axaftin bi piranî li gorî berjewendiyan in.
Ji ber vê yekê, pêwîst e gelên Rojhilata Navîn, hevkariyên ku struktûrên aborî û civakî yên xwe xurt bikin, ava bikin. Struktûrên elît ên heyî bi gelemperî ji gelan qut bûne û bi yekdestiyan re entegre bûne. Lê çavkaniyên wekî petrol, av û enerjiyê ji gelan re ne.
Îro tu gel ji pergala heyî razî nîne. Rewşa gelên Filistîn û Kurd vê yekê bi awayekî eşkere nîşan dide. Kapîtalîzm û emperyalîzm ne tenê pergaleke aborî ye; di heman demê de pergaleke siyasî û civakî ya serdestiyê ye. Di qonaxa ku sermayeya darayî gihîştiye, kesên hê nehatine dinyayê jî di bin barê deynên vê pergalê de dimînin.
Di van mercan de çareserî, avakirina hêzeke civakî ya rêxistinkirî û avakirina pergaleke alternatîf e. Paradîgmayeke demokratîk, ekolojîk û azadîxwaz dikare li ser bingeha aqilê kolektîf û hevgirtina gelan rêxistinkirina wan peyda bike. Bi vê têgihiştinê pergala konfederal a demokratîk dikare struktûrên yekdestî bê bandor bike.
Ji bo gelê Kurd jî di vê pêvajoyê de rêxistinkirina di asta navneteweyî de, meşandina dîplomasiyê û ragihandina nirxên xwe yên ji cîhanê re girîngiyeke mezin digire. Medya, akademî û têkiliyên navneteweyî amûrên girîng ên vê têkoşînê ne.
Di encamê de, krîzên ku pergala kapîtalîst û emperyalîst afirandiye, tenê bi têkoşîna hevpar a gelan dikarin bên derbaskirin. Wekî din ev pergal dê bi dûrxistina gelan ji hev, hebûna xwe bidomîne. Çareseriya rastîn; pergaleke civakî ya nû ya ku li ser bingeha wekhevî, azadî û hevgirtinê were avakirin e.
Şiyar ADIYAMAN





