Di 5’ê Cotmeh’ê de, li herêmên di bin qontrola Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de hilbijartin hat kirin. Gotûbêjek berfireh li ser rewabûna wan, naverokên siyasî û li ser çawaniya nûnertiya vîna gelê Sûriyê hat kirin. Ew kesên hatî ‘erkdarkirin’ (hilbijartin) ku wek gavek demokratîk didin xûyakirin, di cewhera xwe de krîzeke kûr a nûnertiyê û bi taybetî jî zêdebûna bandora Tirkiyeyê bi awayek eşkere destwerdanên ji derve derxist holê.
SÎSTEMA HILBIJARTINÊ YA KU HÊZA DESTHILATDARIYÊ HILDIBERÎNE Û VÎNA GEL JI HOLÊ RADIKE
Sîstema hilbijartinê ya li herêmên di bin qontrola Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de nebûna nûneratiya gel bi awayek vekirî tê xûya kirin. Serokê demkî, ji 210 pêkhateyên meclîssê 70 endaman, ango ji sêyan yek raste rast erkdar dike. Yên mayî ji aliyê komîteyeke ku ji aliyê wî ve hatiye avakirin ve tên erkdarkirin. Ev vegûhestin, tu şêweyên hilbijartinên azad nîşan nade; berevajî vê, li dijî hêmanên demokratîk yên li ser cihêbûna hêzan, pirrengiya siyasî û pêşbaziya hilbijartinê derdikeve.
Pêvajoya hilbijartinê ya qaşo berdewam dike, ji bilî ‘erkdarkirina veşartî’ pêşdetir naçe. Ev pêvajoyek e ku, tê de saziyên zagonsaz bi mekanîzmayên ku ji zelalî û berpirsiyarî bê parin têne rêvebirin, zagon jî bi awayek ku rêvebirina desthilat a yekdestdariya qada siyasî mîsoger bike tê amadekirin. Gelê Sûriyê, ku divê bibe çavkaniya rewabûnê, hem bi rêya sînordarkirina azadiyên siyasî hem jî bi rêya sîstemeke hilbijartinê ya ku ji bo xizmeta berjewendiyên yek alî bike hatiye çêkirin, ji beşdarbûnê tên dûrxistin.
Ev modêl bingehê, pêvajoya bingeha veguherîna demokratîk navêje; Berevajî vê, nêzîkatiya serdestiyê ji nû ve dihilberîne û pêvajoya hilbijartinê ji wateya xwe ya nûnertiyê vala dike. Ev yek, rewabûna saziyên ku jê derdikevin tÎne rewşek bi gûman û krîza baweriyê ya di navbera rêveberî û civakê de kûrtir dike.
DÛRXISTINA SIYASÎ Û NÛNERTİYA KÊM
Hilbijartin ne bû derfetek ku pirdengîya siyasî xwe nîşan bide û vîna gel jî mafê derbirînê qezenç bike. Berevajî vê, pêkhateyên sereke yên gelê Sûriyê- di seerî de hêzên demokratîk, Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û Siwêda- ku hatî dûrxistin di çarçoveyek a ji hevdûrxistinê de pêk hat. Kêmbûna tevlîbûna van aliyan, aloziyeke di pêkhateya siyasî de nîşan dide û pirsgirêkên cidî di derbarê rewabûna encaman û pêbaweriya nûnertiyê de derdixe holê.
SEMBOLÎZMA ALA TIRKIYÊ: BANDORA DERBASBÛNA SÎNORAN
Bi daliqandina ala Tirkiyê li navendên dengdanê, ji ber sedema, ji piştgiriya lojîstîk wêdetir wateyên wê yên siyasî hebûn bû sedema bertekek berfireh. Hebûna sembolên serweriya dewleteke biyanî di çarçoveya hilbijartinên herêmî de, ronahî dide ser cewherê peywendiyên di navbera Hikûmeta Demkî û Enqereyê de û asta bandora Tirkiyê di têşekirina dîmena siyasî ku rasterast bandorê li biryarên siyasî û piştgiriya leşkerî ya di nava Sûriyê de eşkere dike,.
NEBÛNA STANDARTÊN NAVNETEWEYÎ
Ev hilbijartin, li gorî pîvanên navneteweyî yên hatî pejirandî bên berhev kirin; Nebûna zelalbûnê, piralîbûn û qanûnên birêkûpêk ên serbixwe eşkere xûya dike. Ji tomara dengdêran, kampanyayên azadiya hilbijartinê, heta çavdêriya serbixwe, ji bo yekparebûna pêvajoyê têra xwe temînat pêk ne hat. Ev hemû, van hilbijartinan derfeta gûhertinek rast a desthilatê yan jî nûnertiya dadmend a pêkhateyan re neda, di çarçoveyeke girtî de nêzîkî hilberandina ji nû ve ya deshilatdariyê dike.
DESTWERDANA TIRKIYÊ Û JI NÛ VE HILBERANDINA DESTHILATDARIYÊ
Pêvajoya hilbijartinê, bi awayek ku alîkariya xizmeta rojeva pêvajoya herêmê dike rêvedibe ji destwerdana rasterast a dewleta Tirk cûda nayê dîtin. Bandora Tirkiyê, tenê bi piştgiriya leşkerî û aborî ve sînordar nema; ji endezyariya qada siyasî, mafê kî yê namzediyê hebe, kî were dûrxistin û heya kî rewabûnê bi dest bixe, dirêj bû. Ev destwerdan, desthilatê li herêmê di bin qontrola Hikûmeta Rizgariya Sûriyê de (ku bi navê wî yê berê Hey’etu Tehrîr el-Şam) de, bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên Enqereyê bike, hêzên demokratîk dûrbixe û rê li ber gûftûgoyek neteweyî ya berfireh bigre, ji nû ve avadike.
ENCAM;
Hilbijartinên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê, di avakirina modêleke rawst a demokratîk de krîzeke kûr eşkere dike û bandora ji derve çawa dikare atmosfera siyasî ji bo berjewendiya xwe ji nû ve biguherîne, dûrî daxwazên gelê Sûriyê ya ji bo azadî, dadmendî û beşdariya bi bandor, nîşan dike. Nebûna nûnertiyê, dûrxistina hêzên niştimanî û berdewamiya destwerdanên derve, wek faktorên ku gef li pêşeroja gûhertina demokratîk a Sûriyê dikin, pêwîst dike ku rêgeha siyasî ya niha bi awayek bingehî were nirxandin.
Ekrem BEREKAT





