Civaknasî, zanisteke bingehîn e ku avahiya civakê, têkiliyên mirovî û pêşketina dîrokî ya van têkiliyan lêkolîn dike. Di heman demê de zanisteke ku hişmendiya azadiyê pêş dixe, ji bo pirsgirêkên civakî çareseriyan hilberîne û cihê mirov di nava civakê de watedar dike. Nasnameya civakî, çand, jiyana civakî, avahiya siyasî, ol, perwerde, avabûna gund û bajaran qadên bingehîn ên lêkolîna civaknasiyê ne. Ji vê aliyê ve civaknasî ne tenê diyar dike ka civak çawa dixebite, lê di heman demê de wateya azadiyên takekesî û kolektîf jî derdixe holê
Di serdema modernîteya kapîtalîst de ku civaknasiya pozîtîvîst civakê parçe dike û wekî rastiyeke objektîf dibîne, perspektîfa nû ya civaknasiya dîrokî bi awayê yekbûn û senteza zanista dîrokê û zanista civaknasiyê pêk tê. Gotina Rêber Apo ya “Dîrok di roja me de veşartî ye, em di destpêka dîrokê de veşartî ne” dikare wekî derbirîna civaknasiya dîrokî jî were nirxandin.
Yek ji qadên bingehîn ên lêkolîna civaknasiya dîrokî azadî ye. Azadî ne tenê têgeheke razber e, lê di nava têkiliyên civakî de wekî rastiyeke şênber tê jiyîn. Di civakekê de asta azadiyê çiqas hebe, ew rasterast bi avahiyên aborî, siyasî û çandî yên wê civakê ve girêdayî ye. Têkiliyên çînan, mekanîzmayên desthilatdarîê û pergala aborî qadên azadiya takekesan diyar dikin. Ji ber vê yekê civaknasî azadiyê ne tenê wekî rewşeke takekesî, lê wekî pêvajoyeke civakî dinirxîne.
Lê belê di dîrokê de avahiyên desthilatdarîê ji bo domandina kontrola xwe li ser civakê amûrên cuda bi kar anîne. Ev amûr ne tenê bi zor û zextê sînordar in. Ol, perwerde, medya û aborî jî bûne mekanîzmayên kontrola desthilatdariyê ye. Bi vî awayî mirov bêyî ku hay jê hebin ber bi qalibên fikirîna diyarkirî ve tên rêvebirin û civak di nav tora denetima nedîtî de tê girtin. Ev rewş pergaleke ku mirov û civakê di nav “qefesa hesinî” de dijî diafirîne.
Ev avahiya hegemonîk a desthilatdarîê ne tenê bi hêza kaba, lê bi amûrên fikirî yên nazik û sîstematîk jî tê domandina. Bi riya medyayê algiyên hatine afirandin, bi riya perwerdeyê îdeolojiyên hatine dayîn û normên civakî cîhana fikirîna mirovî şekil didin. Bi vî awayî mirov pir caran bi îradeya xwe dibin beşek ji vê pergalê. Lê ev avahî bi demê re meşruiyeta xwe winda dikin û di nava civakê de tên pirsiyarkirin.
Rojhilata Navîn di dîrokê de her tim ji bo destwerdanên hêzên mezin vekirî bûye erdnîgarîyek e. Ev herêm ne tenê qadek erdnîgarî ye, lê di heman demê de xala hevberdana çand, ol û şaristaniyetên cuda ye. Lê ev dewlemendî pir caran bûye unsûreke pevçûnê.
Nêzîkatiya oryantalîst a Rojava, Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe pênase kiriye û ji nû ve şekil daye. Di vê pêvajoyê de ne tenê sînor, lê hişmendiya civakan jî hatine bandor kirin. Tevîna civakên herêmê li ser xwe jî ji derve hatiye diyarkirin; civak ji rastiyên xwe dûr ketine.
Di bingeha pevçûnên li Rojhilata Navîn de pir caran berjewendiyên aborî hene. Petrol, av, ax û pîşesaziya çekan van faktoran bingehên sereke yên van pevçûnan in. Şer û krîz ne tesadufî ne; berevajî vê, ew berhemên polîtîkayên plankirî ne. Cudahiyên mezhebî, nasnameyên etnîkî û olî bûne amûrên van pevçûnan.
Peymanên dîrokî yên wekî Peymana Sykes-Picot bingeha pirsgirêkên îro yên Rojhilata Navîn ava kirine. Bi vê peymanê sînorên çêkirî hatine xêzkirin, gel ji hev qut kirine û civakên ku çanda yek e dane beramberî hev. Ev rewş li herêmê bêîstîqrariyeke mayînde afirandiye û avahiya civakî kûr bandor kiriye.
Dewletên li Rojhilata Navîn hatine damezrandin pir caran ji pêwîstiyên civakê qut bûne. Van dewletan ne li berjewendiyên gel, lê li domandina hebûna xwe û parastina berjewendiyên hêzên ku pê ve girêdayî ne, rawestiyane. Ji ber vê yekê di navbera dewlet û civakê de qutbûneke kûr çêbûye.
Avahiya zordar û desthilatdar a dewletê bûye astengeke mezin li pêşiya pêşketina civakî. Civak her tim di bin kontrolê de hatiye girtin û kapasîteya xwe-rêvebirinê lawaz bûye. Ev rewş bi taybetî li ser nifûsa ciwan bandoreke cidî çêkiriye.
Ciwan bi pirsgirêkên wekî bêkariyê, aloziya nasnameyê û biyanîbûna çandî re rû bi rû mane. Nebûna perwerdeyê û newekheviya fersendan potansiyela ciwanan zehmet kiriye. Lê tevî vê yekê ciwanî her tim dînamîka herî bi hêz a guhertinê ye. Ciwanên ku pergala heyî dipirsin û li alternatîfan digerin, dikarin pêşengên veguherîneke civakî ya nû bin.
Li Rojhilata Navîn ol, mezheb, nasnameya etnîkî û avahiyên eşîrî bi hev re ketine. Van cudahiyan diviya bû dewlemendiyekê biafiranda, lê ji ber destwerdanên derve û polîtîkayên desthilatdarîê bûne unsûrên pevçûnê.
Civak li hember hev hatine danîn, li şûna hevgirtinê dijminatî hatiye hilberandin. Ev rewş rê li ber dîtina pirsgirêkên rastî yên gelan girtiye û hawîrdoreke pevçûnê ya domdar afirandiye.
Kurd di vê pêvajoyê de yek ji wan gelan in ku bedelên herî giran dane. Gelê Kurd ku bûye çar parçe, her tim di bin polîtîkayên zext, înkar û asîmîlasyonê de maye. Nasname, ziman û çanda Kurdî bi salan ve hatine înkar kirin. Ev ne tenê pirsgirêka komeke etnîkî ye, lê di heman demê de encama avahiya civaknasiyekê a giştî ya Rojhilata Navîn e.
Bi heman awayî gelê Filistînê jî wêrankirineke civakî ya mezin jiyaye. Hawîrdora şer, dagirkerî û pevçûnê ya domdar her qada civakê bandor kiriye. Perwerde, tenduristî û avahiya civakî bi awayekî cidî ziyanmend bûne. Êşên van her du gelan jî parçeyek ji pêvajoyeke dîrokî ya hevpar in û çare tenê bi hevgirtinê gengaz e.
Modernîte, kapîtalîzm, dewleta netewe û endustriyalîzm li ser sêyemînê hatine avakirin. Ev pergal xwezayê wêran kiriye, jinan di bin zextê de hiştine û civakan parçe kirine. Gelek pirsgirêkên li Rojhilata Navîn jî encama vê pergalê ne.
Koma sermayeya mezin dema ku çavkaniyên xwezayî yên herêmê talan dike, gel xizan bûne. Ev rewş newekheviyên civakî kûr kirine û bêedaletiyê zêde kiriye. Di heman demê de nirxên çandî lawaz bûne, nasname parçe bûne û civak biyanî bûne.
Ji bo çareseriya mayînde li Rojhilata Navîn pêwîst e têgihiştina civaka demokratîk were pêşxistin. Ev têgihiştin wekheviyê, azadiyê, bratiyê û beşdariyê esas digire. Li şûna avahiyên dewletê yên navendî û zordar, pêşxistina rêveberiyên herêmî û meclîsên gelan tê pêşniyar kirin.
Modela civaka demokratîk avahiyeke ku nasnameyên cuda dikarin bi hev re û wekhev bijîn pêşbîn dike. Di vê modelê de hêz ne di destê desthilatdariya navendî de, lê di destê gel bi xwe de ye. Civak biryarên xwe bi xwe digire û paşeroja xwe bi xwe diyar dike.
Azadiya jinê yek ji unsûrên herî girîng ên vê veguherînê ye. Azadbûna jinê tê wateya azadbûna civakê. Bi heman awayî têgihiştina jiyanê ya ku hevsengiya ekolojîk digire ber çavan, lihevkirina mirov û xwezayê ji nû ve ava dike.
Encam: Pirsgirêkên li Rojhilata Navîn berhemên pêvajoyên dîrokî ne û xwediyê taybetmendiya guhertinê ne. Çareserkirina van pirsgirêkan di nav re derbas dibe ku civak rastiya xwe ya civaknasîk rast analîz bike. Li şûna tirs û zextê divê ewlehî û hevgirtin, li şûna pevçûnê bratiya bingeh were girtin.
Fêmkirina rast a dîrok, nasname û çanda xwe ya civakan gavên yekemîn ên azadbûnê ne. Civaknasî di vê pêvajoyê de hem wekî amûreke analîzê û hem jî wekî rêber roleke girîng dilîze.
Veguherîneke rastîn bi pejirandina nirxên demokratîk, xurtkirina hevgirtina civakî û pêşxistina hişmendiya azadiyê gengaz e. Tenê bi vî awayî civakeke adiltir, azadtir û aştîparêztir dikare were avakirin.
Şiyar ADIYAMAN





