Komploya Navneteweyî ya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de bi operasyoneke navneteweyî û radestkirina Tirkiyeyê berdewam kir, îro dikeve sala xwe ya 27’an. Ev konsensûsa pirneteweyî ya ku di 26 salên borî de rêbazên xwe guhertine, lê ji armanca xwe ya bingehîn a “Kurdê bêstatû û bêîrade” veneqetiye, bi serê sala 2026’an re derbasî qonaxeke nû bû. Pêla êrişên cîhadîst ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dest pê kir û piştre xwestin li tevahiya Rojavayê belav bikin, bi gotina gelê Kurd, wekî “Komploya Duyemîn a 15’ê Sibatê” li ser dikê ye.
Mudaxeleya dîrokî ya Rêber Apo ya ji Îmraliyê û seferberiya berxwedana neteweyî ya ku gel di çar parçeyan de îlan kir, stratejiya komplogeran a “serî jê bike û laş belav bike” careke din li dîwar xist. Lê belê rastiya ku ji pêvajoya heyî derdikeve hole; metirsî ne tenê bi Rojavayê re sînordar e, ew e ku dixwazin derbasî qonaxa herî bi xwîn a “Şerê Cîhanê yê Sêyemîn” bibin ku şerê mezhebî û etnîkî li tevahiya herêmê belav bikin.
JEOPOLÎTÎKAYA KOMPLOYÊ: JI CHURCHİLL HETA FÎDAN POLÎTÎKAYA ‘KURDÊ BIRÎNDAR‘
Ji bo fêmkirina komployê, divê mirov li rûpelên tozgirtî yên dîrokê û stratejiyên Brîtaniyan binêre. Formulasyona Churchill a “bi birîndarkirina Kurd re dizaynkirina herêmê” ku di Konferansa Qahîreyê ya 1943’an de tê bîra mirov, koda genetîk a komployê pêk tîne. 27 sal berê bi derxistina Rêber Apo a ji Sûriyeyê ev kod ji nû ve hate aktîfkirin; xwestin zemîna şerekî ku wê sed salî di navbera Kurd-Tirkan û Kurd-Ereb de bikişîne, amade bikin.
Lê belê tabloya ku îro em pê re rû bi rû ne aloztir e. Nîşandana Şengal, Mexmûr, Qendîl û Garê ya bi awayekî aşkere ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fidan ve, îlanekirina konsepta “îmha û tasfiyeyê” ya rojane ya komployê ye. Hêzên navneteweyî li Sûriyeyê bi rêya HTŞ û pêkhateyên selefî “Kembera Îslama Sûnî” ava dikin, Tirkiye jî vê destwerdanê wekî pencereyeke fersendê bi kar tîne da ku destkeftiyên Kurdan bi temamî ji holê rake. Wekî ku berê jî ji aliyê Rêber Apo ve hatibû diyarkirin ku tespîta ku pirsgirêka Kurd bi şerekî cîhanê yê navneteweyî (Şerê Cîhanê yê 1’emîn) derketiye holê û çareseriya wê jî wê di nav Şerê Cîhanê yê 3’emîn de şikl bigire, nîşan dide ku pêvajoya li pêşiya me çiqas krîtîk e.
ROJAVA:MEYDANXWENDINA PARADÎGMAYÊ YA LI QADÊ
Çima Rojava di hedefê de ye? Bersiva vê pirsê di paradîgmaya “Neteweya Demokratîk” a Rêber Apo de veşartî ye. Qedera ku hêzên hegemon ji bo Rojhilata Navîn pêşbînî dikin; şerekî bêdawî yê di navbera gel, bawerî û mezheban de ye. Lê belê Rojava; bi pêkanîna modela civaka azadîxwaza jin, ekolojîk û demokratîk, alternatîfa herî radîkal a li dijî vê senaryoya “gola xwînê” pêşkêş kir.
Ji bo komplogeran tişta ku xetereyê çêdike, ne tenê hêzeke leşkerî ye; xetereya bingehîn ev “Manifestoya Azadiyê” ye ku nîşanî cîhanê dide ku gel û bawerî dikarin bi hev re bijîn. Avêtina HTŞ’ê wekî “enstrumanekî NATO’yê” bo qadê, di eslê xwe de operasyona xeniqandina vê paradîgmaya şoreşgerî ye. Êdî gelê Kurd di firqê de ye ku di bingeha van êrişan de, armanc ew e ku bandora ramanên Rêber Apo ya li ser gelên Rojhilata Navîn bişkînin û herêmê careke din bixin nav lepên netewe-dewlet û şerên mezhebî.
ÎRADEYA SIYASÎ YA ÎMRALIYÊ: BENDAVA KU LI PÊŞIYA FELAKETÊ YE
Rêber Apo ku 27 sal in di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin, di wan demên kêm de ku karibû bi derve re têkilî deyne, çawa mudaxeleyê li pêvajoyê kiriye, ev kilîta serneketina komployê ye. Ji kêliya ku êrişên cîhadîst ên li ser Heleb û Rojavayê dest pê kirin, helwesta zelal a Rêber Apo herêm ji felaketeke mezin a civakî û şerekî giştî yê Ereb-Kurd rizgar kir.
Tespîta Rêber Apo ya “Ev dubarekirina komploya 15’ê Sibatê ye” û înîsiyatîfa ku daye destpêkirin, ne tenê xeta parastinê xurt kir, di heman demê de dewleta Tirk û hêzên herêmî neçarî “guhertina helwestê” kir. Hewldanên diyalogê yên 30’ê çileyê yên di navbera Rêveberiya Xweser û rêveberiya Şamê de encama vê îradeyê ne. Wekî ku me berê jî anîbû ziman ku; Îmraliyê her tim xwestiye zemîna şerê Kurd-Tirk bikişîne ser zemîna çareserî û diyalogê, lê hişê dewletê ev fersend her tim ji bo berjewendiyên navendên komploger xerc kiriye. Di xala ku îro em gihîştine de, israra operasyonel a Hakan Fidan, xetereya teqandina pira aştiyê ya ku li Îmraliyê tê hûnandin, hildigire.
XETA IRAQ Û ÎRANÊ: ŞEREKÎ NÛ YÊ SÛNÎ-ŞÎE YE?
Yek ji hişyariyên herî balkêş ên geşedanên dawî de, der barê rawestgeha din a komployê de ye. Avakirina modela dewleteke selefî li Sûriyeyê, ne tenê Şamê, di heman demê de parçeyek ji bandora domîno ye ku Bexda û Tahranê jî dike hedef. Veguhastina çeteyên DAÎŞ’ê yên ji girtîgehan ber bi herêma Anbar a Iraqê ve, parçeyek ji plana pêxistina fîtila şerê Sûnî-Şîe ye.
Projeya serûbinkirina hevsengiya ku li Iraqê piştî Saddam hatiye avakirin û bi xeteke radîkal a selefî careke din birina kêmneteweya Sûnî ber bi îktîdarê ve, stratejiya bêhêzkirina gelên herêmê ye. Di vê senaryoyê de Kurd, dixwazin di navbera radîkalîzma Şîe û Sûnî de werin pelçiqandin. Lê belê wekî ku siyaseta Kurd diyar dike, gelê Kurd êdî ne ew hêza belav û bêrêxistin a di “Şerê Cîhanê yê Yekem û Duyemîn” de ye. Îro îradeyeke ku bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” gerdûnî bûye, garantiya herî mezin e ku Kurd wê di dizaynkirina Rojhilata Navîn de wekî “kirde” bimînin.
YEKÎTÎYA NETEWEYÎ Û HEQÎQETA LI KOLANÊ: GEL SIYASET RAKIR SER PIYAN
Destkeftiya herî girîng a berxwedana 27 salan a li dijî Komploya Navneteweyî, bê guman ruhê “Yekitiya Neteweyî” ye. Tabloya ku geşedanên heyî derxistiye holê, ji burokrasiya navbera partiyan pir wêdetir, şoreşeke ku gel di bingeh de pêk aniye. Gelê ku bi êrişên li ser Rojavayê re herîkîn kolanan; bêyî ku li benda daxuyaniyên partiyên siyasî bisekinin, di çar parçeyan û li Ewropayê bi şîara “Yek e yek e, gelê Kurd yek e” îradeya xwe nîşan dan.
Ev rewş peyameke pir zelal dide siyaseta Kurd jî: “Pirsgirêkên xwe yên siyasî deynin aliyekî û yekitiya xwe ya neteweyî ava bikin.” Ev seknê gel ê li kolanê, hêza herî mezin e ku hesabên Trump an jî dîktatorên herêmê xera dike. Hişmendiya “xweparastinê” ya her ferdî, ji zarokan heta kal û pîran, bersiva wê yekê ye ku çima hesabê komplogeran ê “parçekirina laş” ser neket.
ENCAM: EŞÎKA STRATEJÎK A 2026’AN Û BANGA AZADIYÊ
Di 27’emîn salvegera komployê de, meş û xwepêşandanên ji niha ve werin lidarxistin, ne tenê çalakiyeke protestoyî ye, di heman demê de destpêka “pêngava stratejîk” e ku wê qedera sala 2026’an diyar bike. Şîara “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Rojavayê re Statû”, îro ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tekane formulasyona rasteqîn e.
Bang û peyama gelê Kural zelal e: Sala 2026’an, ji bo têkoşîna azadiya Kurd saleke biryarê ye. Rêya rizgariya ji hilweşîna şer, parçekirina pergala tecrîda Îmraliyê û gihandina Rêber Apo a şert û mercên xebata azad e. Xwepêşandanên ji bo 15’ê sibatê jî qîrîna peyama “Kurd û dostên wan wê teslîm nebin” bi dengê herî bilind ji raya giştî ya cîhanê re ye.
Dîrokê careke din nîşan daye ku; gel qedera xwe ne bi fuzeyan an jî bi peymanên veşartî, lê bi îradeyeke nehej û hişmendiyeke rêxistinkirî dinivîsin. Dema ku Komploya Navneteweyî di sala xwe ya 27’an de dixwaze li Rojavayê were xeniqandin, gelê Kurd û muttefîkên enternasyonal bi biryar in ku li dijî tariya komployê, ronahiya Modernîteya Demokratîk mezin bikin.
JI EDÎTOR





