• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Rêze Nivîs

Dîrok û Jiyana Rêwîtiya Nedîyar Yan Jî Ji Bakur Ber Bi Başurve-5

Yayınlayan Lekolin
15 March 2020
Kategori: Rêze Nivîs
262 3
A A
Dîrok û Jiyana Rêwîtiya Nedîyar Yan Jî Ji Bakur Ber Bi Başurve-5
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

26 Aralık 2010 Pazar Saat 13:58

Piştî zext û êrişan gruba dawi ya gel a li Etrûşê di 12/4/1997 an de hatin Ninowa bi cîh bûn.

Jiyanbûna Li Nînowa

Piştî zext û êrişan gruba dawi ya gel a  li Etrûşê di 12/4/1997 an de hatin Ninowa bi cîh bûn. Di zivistanekî dijwarde wek her wargehêdin tişta pêwist ewbû ku avakirina dibistanan bû. Vê carê hin bi coştir bû. ji ber ku li vê wargehê dibistana navin vebû.

Lê disa erişên PDK ê liser wargehê kêm nebûn, disa êrişê xwe berdewan dikirin. Piştî di 14/05/ 1997’de dewleta Tirkiye vexwendin başur û li di jî rizgariya gelê Kurd şer kirin. Lê PDK ê tişta xwest bi dest nexist. Li hember gerilayên azadiyê PDK û dewleta Tirkiye bi ser neketin û windahiyê zêde dan.  Piştî van wundahiya dewleta Tirkiye ji, xwe ji başurê Kurdistanê kişand .

Ji ber vê têkçuna dewleta Tirkiye û PDK’ê ya li hember gerilayên azadiyê berê xwedan gelê penaber û disa di xwestin ambargo deynin li ser gel…  Lê bi hemu hewldanên xwe ve sernekeftin, ji berk û wargeha me li ser sinorên Saddam bu. Vê carê dest avêtin hewldanên qirêj yên cuda .

PDK’ê di xwest em ji bîrdoziya xwe dur bikevin û me radesti dewleta Tirkiye bikin. Ji ber ku dewleta Tikiye li ser PDK ê zext dikirin û hem ji alîkariya madi dida wan.  Ji bo hem  li di jî PKK ê şer bikê û hem jî wargehê vala bikê. Li vê derê ji hêzên PDK’ê nerawestan  êdi ne dihêlan gel  ji wargehê derbikevê û  ne dihêlan nexweşên me herin tedawiyê . Em neçarman ku nexweşên xwe dibin Kontrola İstixbarata İraqê de li navçeya Musul ya bi navê  Yêsivnê tedawi bikin.

Lê bi wan êrişan ji ne sekinîn, heyani bi şev ji durve wargeh Suikast dikrin û şevekê kesek ji brindar bû. Derketina wargehê ji bo me pir zor bû.  Ji ber ku hêzên PDK ê li derdora wargehê bi cih bibûn. Ji bo kuştina mirovan û revandina sewalên penaberan xwe bi cih dikrin. Wek di 15/06/1997’de dema êrişî wargehê  kirin kesê bi navê Mehmud Ehmet jiyana xwe ji dest da û kesek ji birindar bû. Ya wan ew bû ku kesê birîndar miriye û hatin tiliya wi birîn, gustilka pevjintiya wî ji tiliya wi derxistin, du kes ji binçav kirin û serwinda kirin.

Lê her çiqas qaşo em dibin parastina NY’de bûn lê disa em ne di hatin parastin û herkesê ku dixwest êrişi vi gelê penaber, sivil û bê parastin dikir.

Di  dîroka 13/09/1997’an de dema nêzî wargehê şivanê bi navê Pîran Azav qetil kirin û sewalê wî jî birin. Van hêzên xêrnexwaz ku para xwe ji mirovahiyê ne girtî hovitiyê hîn dijwartir pêk di anîn.  Qaşo di gotin em Misilmanin lê di rastiyê de tu têkiliya wan bi Îslamyetê re tûne bû. Ji ber ku şivanek 70 salî  ji wargehê 100 mitroyan dur û li ber sewalên xwe bû, dema ferza yezdanê mezin pêk di anî û nimêj dikir ji aliyê hêzên PDK ê ve şivanê binavê Ferhan Qasim Pîranî di 14/11/1997’an de hat qetil kirin û sewalên wî revandin. Li pêş çavên her kesî u NY’ê ji ev tişt  di dîtin . Tû tişt jî ne kirin ango em dibin ewleya wan debûn.

Dema kesê bi navê Heval İbrahim ji Komîteya Têkildarên ji devre bû, dema diçu Êsivnê bi arlîkariya  îstixbarata dewleta Tirkiye û hêzên PDK’ê  di 15/11/1997’de hat revadin şehît kirin.

Lê van  kesana dîsan bi van êrişan ne sekinîn hovîtî û xêrnexwaziya xwe vê carê guhertin wehşeta herî dijwar… Ev zilma xwe li ser penaberan rewa di ditin.  Weku di 29/12/1997’de dema  konwoya PDKê di nav Wargehê re derbaz di bûn li ser gelê wargehê bi awayek hovane(wehşane) bi çekên giran çep û rast gulebaran kirin di encamê de du kesên binavê Welat Yusif û Osman Sadik jiyana xwe ji destdan û 4 kes ji birîndarbun. Dijminê barbar ji xwîn rijandinê têr nebuyî  vê carê dest avêtin fel û hovîtiyêk cuda…

Dema ji mere hate ragihandin hêza Dewleta Tirkiye û PDK’ê bûbûn yek û amedekarî dikin  bi tank û topên xwe wê dinava yek hefteyê de êrişî wargehê bikin û wê komkujiyekê pêk bînin.  Dema me ev tişt bihîst û me lêkolîn kir û ev rast derket , me dît tankên Dewletê nêzî Wargeha me bûne  û li dîji vê hovîtiyê gelê penaber di bin vê zor û zordariyê de  biryarek nû dabûn ji bo çuyina ketina nav sinorê aliyê dibin desthilatdariya Saddam’de…

Gelê penaber di şeva 13/02/1998 de ji bo çuyînê ketin ser rê… Herkesê zar u zêçên xwe ji mal derxistin û agir bi malên  xwe xistin.  Ji bo tevayê cihanê re bibe şermek mezin ya mirovahiyê. Di vê şevê de tû derfetên me yê din ji bo xwarin, vexwarin, cil û bergan pê birinê  tune bû. ji derveyî hinek sewalên weke bizin çêlekên gel tiştek din tûne bû. Hinek kesan  bi derfetên xwe bi alîkariya bîlyeyan hinek tişt lê kir û anîn yê ku bizin heyî betaniyek yan jî hinek tiştên hûrde yên çêl jî heyîn  hinek tiştên giran li çêla xwe dikirin, ji bo rihê zarên xwe ji sermaya zivistanê bi parêzin û ketin ser rê… Di vê şevê de pir tiştên biken û dilşewat hat jiyan kirin û em bi awayekî gihiştin wargeha Nehdaran…

Erdal Ürek

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info

Etiketler: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Önceki yazı

10 Kasım 2012 Basın Bültenleri

Sonraki Haber

Dîrok û Jiyana Rêwîtiya Nedîyar Yan Jî Ji Bakur Ber Bi Başurve-6

Benzer Haberler

Guhertina Hevsengiya Hêzan de Cihê Tirkiyê û Pirsgirêka Kurd – 2
Analîz Siyasî

Guhertina Hevsengiya Hêzan de Cihê Tirkiyê û Pirsgirêka Kurd – 2

13 May 2026
Veguherîna Hevsengiyên Hêzê li Cîhanê û Pozîsyona Stratejîk a Kurdan -1
Analîz Siyasî

Veguherîna Hevsengiyên Hêzê li Cîhanê û Pozîsyona Stratejîk a Kurdan -1

12 May 2026
Ji Nû Ve Şêwekirina Rojhilata Navîn, Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û Derfeta Dîrokî ya Kurdan – JI EDÎTOR 2
Analîz Siyasî

Ji Nû Ve Şêwekirina Rojhilata Navîn, Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û Derfeta Dîrokî ya Kurdan – JI EDÎTOR 2

4 March 2026
Sonraki Haber
Dîrok û Jiyana Rêwîtiya Nedîyar Yan Jî Ji Bakur Ber Bi Başurve-6

Dîrok û Jiyana Rêwîtiya Nedîyar Yan Jî Ji Bakur Ber Bi Başurve-6

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    525 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    748 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist