Rêber Ocalan: “Heke Şert û Merc Çêbibin Ez Dikarin Pêvajoyê Bikişînim Zemîna Hiqûqî”
Di beşa sêyemîn û dawî ya dosyeya me de; em konsepta şer a ku di navbera salên 2020-2025’an de kûr bûye, berxwedana li dijî tecrîda Îmraliyê, pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku di 1’ê Cotmeha 2024’an de dest pê kir û biryara dîrokî ya fesih û vekişîna PKK’ê ya di sala 2025’an de digirin dest.
2020-2022: DI CENDERA BÊÇARESERIYÊ DE ŞER Û BERXWEDAN
Sala 2020’an, ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hatibû rawestandin, bû qonaxek ku li qadê zexta leşkerî derket asta herî bilind û li Îmraliyê jî tecrîd bû mutleq. Bi Tevgera Pence-Kaplan a ku di Hezîrana 2020’an de hat destpêkirin re, dema qadên stratejîk ên mîna Heftanîn, Zap û Metîna dihatin hedefgirtin, PKK’ê bi doktrîna parastina çolterê (Şerên tunelan, tîmên bi liv û tevger) hewl da van operasyonan pûç bike.
Di vê serdemê de Girava Îmraliyê, veguherî “ne-mekan”ekê ku hiqûq û mafên mirovan lê hatine rawestandin. Dema ku hemû serlêdanên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi hinceta “cezayên dîsîplînê” dihatin redkirin, raporên CPT’yê jî nekarîn pîvana tecrîdê veşêrin. Operasyona ku di Sibata 2021’ê de li Gareyê pêk hat û bi jiyana xwe ji dest dayîna dîlan encam bû, mesrefa însanî ya şer û trajediya ku bêçareseriyê afirandiye careke din raxist ber çavan.
Sala 2022’yan jî di taktîka gerîla de îşaret bi guherînekê kir. Dema ku li qada çolterê li dijî operasyonên Pence-Kîlîtê berxwedana bi navenda Zapê didomiya, li bajaran (mîna çalakiya Mersîn Mezitliyê) bi çalakiyên sembolîk û tîrbûna kêm, peyama “berxwedan li her derê ye” hat dayîn. Lêbelê bersiva dewletê ew bû ku, hem li nav sînor hem li derveyî sînor bi sûîqestên bi desteka SÎHA’yan û operasyonên nuqteyî, siyaseta “îmhajirinê” bidomîne.
2023: JI BO ÇARESERIYÊ FÎŞEKA ÎŞARETÊ YA PÊŞÎN
Sala 2023’yan, di bin siya pevçûnên li qadê de, bû saleke derbasbûnê ku lêgerînên çareseriyê jinûve hatin ziman. Daxuyaniya ku di meha Adarê de ji PKK’ê hat û digot “Li ser bingehê azadiya Rêbertî û destûra bingehîn a demokratîk çareserî pêkan e”, beyaneke îradeyê ya stratejîk bû ku têkoşîna çekdarî dikare cihê xwe ji zemîna siyasî re bihêle. Lêbelê desthilatdariyê, ev bangawazî nedîtin û tercîh kir ku tevgerên hewayî zêde bike.
2024: PÊNGAVA 1’Ê COTMEHÊ Û ‘QONAXA DUYEMÎN’
Sala 2024’an, di siyaseta Tirkiyeyê de wekî saleke ku kart jinûve hatin belavkirin derbasî dîrokê bû. Di serdemeke ku çalakîbûnên li qadê vekişiyan pozîsyona parastinê de, li ser dika siyasetê pêşketineke surprîz pêk hat. Di 1’ê Cotmeha 2024’an de destdayîna (tokalaşma) lîderê MHP’ê Devlet Bahçeli ya bi Partiya DEM’ê re û derketina wî ya “Divê li welatê me aştî hebe”, ilana vegera mecbûrî ya aqilê dewletê ya ji stratejiya “çokdanînê” ber bi stratejiya “entegrasyonê” ve bû.
Vê pêngavê, hevdîtina dîrokî ya di 28’ê Kanûna 2024’an de li Îmraliyê pêk hat şopand. Rêber Ocalan ê ku bi heyeta Partiya DEM’ê (Pervîn Bûldan, Sirri Sureyya Onder) re hevdîtin kir, ew bangawaziya krîtîk a ku li cem dewlet û civakê dihat çaverêkirin kir: “Divê PKK xwe fesih bike, serdema têkoşîna çekdarî biqede, serdema siyaseta demokratîk dest pê bike.”
Piştî bangewaziyên Bahçelî û nîqaşên ku di raya giştî de dest pê kirin, çav li Girava Îmraliyê zîvirîn ku 44 meh in di bin tecrîdeke mutleq de ye. Di 23’yê Cotmeha 2024’an de, di navbera Rêber Ocalan û biraziyê wî û Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan de hevdîtinek pêk hat. Rêber Ocalan ku piştî salan peyama xwe ya yekem da derve, helwesta xwe ya dîrokî parast û ev îfadeya zelal bi kar anî: “Tecrîd didome. Heke şert û merc çêbibin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku vê pêvajoyê ji zemîna pevçûn û şîdetê bikişînim ser zemîna hiqûqî û siyasî.”
Vê peyamê destnîşan dikir ku îradeya aştiyê ya di pêvajoyên 1999 û 2013’an de, tevî şert û mercên tecrîdê jî hatiye parastin, lê belê vê carê pêvajo divê ne bi “sozên devkî”, bi “garantiyên hiqûqî û siyasî” bimeşe.
QONAXA DUYEMÎN A PÊVAJOYÊ: FESIH, BÊDENGBÛNA ÇEKAN Û ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK
Di nava saleke ku ji 1’ê Cotmehê ve derbas bûye de (Projeksyona rojane), di ronahiya “Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Ocalan de, nîqaş derbasî qonaxeke nû bûn. Pîvana herî krîtîk û ya herî zêde tê nîqaşkirin a pêvajoyê jî sernavên ku wekî “Qonaxa Duyemîn” tên binavkirin bûn; fesihkirina PKK’ê, bidawîanîna têkoşîna çekdarî û derxistina hêzên gerîla ya ji sînorên Bakurê Kurdistanê.
Nexşerêya ku di vê qonaxê de tê pêşbînîkirin bi van sernavan şênber bû:
Komîsyona ku Îradeya Çareseriyê Hildigire: Komîsyoneke ku statuya wê ya zagonî hebe û di bin banê TBMM’yê de yan jî ji mirovên aqilmend pêk were, li Îmraliyê guh bide Rêber Ocalan.
Paşvekişîn û Bêdengbûna Çekan: Li gel bangewaziya Rêber Ocalan û pêngavên “garantiya qanûnî” yên ku dewlet dê biavêje; hêzên gerîla berevajî pratîkên 1999 û 2013’an, vê carê di berdêla “garantiya destûra bingehîn a çareseriya demokratîk” de derkevin derveyî sînor û têkoşîna çekdarî cihê xwe ji siyaset demokratîk re bihêle.
Entegrasyona Demokratîk û Sererastkirina Hiqûqî: Ji bo beşdariya civakî ya kesên ji çiyê dadikevin û yên li sirgûnê ne, ji bo entegrasyona siyaseta demokratîk divê sererastkirinên zagonî (Mafê Hêviyê jî di nav de) bikevin meriyetê.
DERSÊN 1999 û 2013’an: “BÊYÎ GARANTIYA ZAGONÎ TI CARÎ NABE”
Di pêvajoyên paşvekişînê yên ku me di beşên berê (1999 û 2013) de dest girtibûn de şikestina herî mezin ew bû ku; dewletê vekişîna gerîla wekî “fersendekê” dît, operasyon domandin û li qadên vala qereqol/bendav ava kirin. Her çiqas hêzên gerîla bi girêdana bi Rêberê xwe ve ev vekişîn pêk anîbin jî, dewletê li şûna “çareseriyê” esasê “tasfiyeyê” girtibû.
Di vê qonaxa îroyîn de, ji bo ku “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” bi awayekî saxlem bimeşe, xeta sor a herî bingehîn a aliyê Kurd ew e ku li hemberî taktîkên “xapandinê” yên rabirdûyê pêngavên şênber werin avêtin. Tekîda Rêber Ocalan a li ser “zemîna hiqûqî û siyasî” nîşan dide ku pêngavên stratejîk ên wekî paşvekişîn an jî çekdanînê; tenê bi naskirina nasnameya Kurd, bihêzkirina demokrasiya herêmî û bi rakirina tecrîdê re pêkan e.
ENCAM: EZMÛNA MEZİN A LI BER DERIYÊ DÎROKÊ
Piştî çerxa pevçûn, înkar û serhildanê ya 40 salan, qonaxa ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de gihiştiyê, durêyana “an aştiyeke bi rûmet an jî kaoseke hîn mezintir” e. Aqilê dewletê, dît ku ji ber şert û mercên herêmî (Metirsiya şer a li Rojhilata Navîn, aloziya Îsraîl-Îranê) neçar e aştiya navxweyî pêk bîne.
Rêber Ocalan, teza “Komara Demokratîk” a ku ji sala 1993’yan ve diparêze, îro bi projeya “Aştî û Civaka Demokratîk” nûjen kir. Niha dor hatiye wê yekê ku; gelo ew destê di 1’ê Cotmehê de hat dirêjkirin, dê bi pêngavên zagonî û destûra bingehîn veguhere “peymaneke aştiyê ya dîrokî” an na. Derketina gerîla ya ji derveyî sînor an jî bidawîbûna têkoşîna çekdarî, wekî “encamekê” li ser maseyê ye; lê belê diyarkerê vê encamê, dê dilsoziya dewletê be û dê ew be ku deriyên Îmraliyê çiqasî ji aştiyê re vekirî ne.
DAWÎ
Özgür AVZEM





