• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Analîz Siyasî

Doktrîna Tom Barrack

Eksena NYE-İsraîlê li Rojhilata Navîn di bin navê aramî de netew-dewletan ji hindûr hildiweşînê û dewletên, lewaz, perçebûyî û yên ku nikarin xwe bi xwe biryarê bigrin afirand.

Yayınlayan Lekolin
15 July 2025
Kategori: Analîz Siyasî
250 10
A A
Doktrîna Tom Barrack
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Stratejiya ku di nav 5 salan de li Rojhilata Navîn tê pêkanîn, êdî ne tenê pêvajoyek demkî ya bê aramîyê ye, pergaleke qontrolê ye ku dixwazin mayînde bikin. Ev pergala ku bi navenda NYE, İsraîl û Brîtanya yê ve hatî pêşxistin, ji pevçûnên klasîk ên navdewletî û sînorên sabît zêdetir, li ser bingeha erkdarî û pozîsyonan pergalek rejîma desthilatdarîya herêmî ya nû îfade dike. Taybetiya bingehîn ya vê rejîmê, êdî ne sînorên wê ye, rolan bingeh digre. Avahiyek li ser bingeha şûna nexşeyê erk, şûna desethilatdariyê amûr, şûna gel hêzên wekîl hatî damezrandin, ava bikin. Dewlet jî gel jî êdî ne tenê li gor rastiyên xwe, li gor pêdîviyên vê plana têşeyî ya gerdûnî dikarin hebûna xwe bidomînin.

Pergala nû ya Rojhilata Navîn, dewletên bi hêz, navend û yên ku dikarin xwe bi xwe biryarê bigrin, wan ji xwe re wek gefekê dibîne. Ji ber vê yekê ne raste rast hilweşandina dewletên weke Tirkiye, Îran, Sûrî û Libnan, tê armanckirin ku wan ji hûndir ve bêhal bikin û bivê awayî bê kar û girêdayî derve bikin. Dewlet, bi aloziyên hundirîn, zehmetiyên aborî, bi pevçûnên mezhebî û etnîkî ji hûndir ve tê lewazkirin, bi vê awayî her yek ji wan rolên ku ji wan re hatî danîn bi cih tînin, tên rewşa ku ji aliyê aktoran ve werin bikaranîn û nikaribin xwe bi xwe biryarê bigrin. Nexşeyek stratejîk ku tu dewlet nikare ajandaya xwe diyarbike lê her yek ji wan jî di bazarî yên herêmî de wek qertek tê bikaranîn, hatiye avakirin.

Li vir divê mirov kevanek mezin veke. Şîrovekirina wateya vê stratejiyê ji bo dewlet û gelan, ji bo fêmkirina aloziya bi qontrolkirî wê girîng be.

EZMÛNGEHA ROJHİLATA NAVÎN: SÛRÎ

Di vê demên dawiyê de, Tom Barrack ku balyozê DYE’yê ya li Tirkiyê û nûnerê taybet ê Sûrîyê ye bi gotinên wek “yek dewlet, yek netewe, yek artêş” û li dijî federalîzmê, bi polîtîkayên dewleta navendî re ne li dijberî hevin. Berê bi gotin û pratîkên ku lewazkirin û perçekirina netew-dewletan, niha jî hewildana bi hêzkirina netew-dewletan, ne dûbendiyek e, dibe ku dû pêvajoyên cûda ya senaryoyek stratejîk a bi qontrolkirî be. Eksena NYE-İsraîl’ê li Rojhilata Navîn di bin navê aramî de netew-dewletan ji hindûr hildiweşînê û dewletên, lewaz, perçebûyî û yên ku nikarin xwe bi xwe biryarê bigrin afirand. Bi vê awayî gelek netew-dewlet lewaz ket, perçebûn û bûn girêdayî hêzên derve û ket rewşa ku rolên hatî dayî bipejirînin. Bi vê ve girêdayî ji bo ku gel nebin kirde, rêveberiyên alternatîf neyên avakirin çêkerên herêmî bi çekbûn, hatin bikaranîn, bi sozên derewîn pêşiya wan hat girtin û xistin bin qontrola xwe de. Teoriya aloziya bi qontrolkirî jî li vir diyarbû. Ne çareseriyek tam ne jî hilweşandinek tam û ne jî şoreşek tam, stratejiyek ku her tim dikare were qontrol kirin hate pêkanîn.

Li gor stratejiyê derbasî pêngava dûyemîn bûne, divê daxûyaniya Tom Barrak wekî eşkereyek zû were destgirtin. Ji ber Sûrî tê wateya ezmûngeha Rojhilata Navîn. Li ser vê dewleta hilbijartî dikeve pêvajoya ji nû ve kombûnê.  Lê ev ne bi xwesteka wan e. Armanca vê derê êdî ne alozî ye, armanca wan avakirina herêmên bi ewle û dewletên qontrolkirî yên ku hevsengiyê bi parêzin e. Ji bo vê taybetmendiyên ku dewletên bi qontrolkirî yên wê werin avakirin ev in; rolê hatî dayîn wê bipejirîne, ne desthilatdariyek tam, wê bibe hevalkarê ewlehîyê, wê ewlehiya Îsraîlê û qada Bazarê biparêze, wê tevlî hevkêşeya li dijî Îranê bibe û wê li dijî şoreşên ku wê hûndir pêk werin bi hev re wê destkariyê bikin. Li vir wê stratejiya xistina bindest ya mafên gelê Kurd an jî pejirandina wan ya rewşek gûncaw de wê were pêkanîn.

DYE-Îsraîl û Brîtanya di pêvajoya dîzayna Rojhilata Navîn de, di asta dewletan de amadekariyên ji bo derbasbûna gava dûyem yên ‘dewletên bi ewle, qadên bi qontrolkirî’, yek ji lingê têgihiştina vê stratejiyê ye.

Di asta dewletan de ku ev pêvajo di gava despêkirinê de ye, berfirehîya vê dîzaynê ya dûyemîn û ya kûrtir a girêdayî gelan e. Gel divê nebin kirde, tenê divê bibin erkdar. Cûdahiyên olî, etnîk an jî nasnameyî ne wek dewlemendiyek, wek amûrek yê perçekirin û beralî kirinê tê bikaranîn. Hemû xetên fay yên wek Sûnnî-Şîî, Ereb-Kurd, Tirk-Kurd- Dûrzî-Sûnnî, Xirîstiyan-Misilman,  ji bo gelên herêmê bên kişandina şêrên navxweyî û ji destkariyên derve re vekirîbin hatine bikaranîn. Naveroka vê planê ev e, divê Dewlet nebin navendî, di xala dawî de divê rol û erka xwe bi pejirîne, divê gel vîna xwe ya xweser qezenç neke. Hemû kes, divê li gorî vê pergala qonrolê were pênasekirin.

Rola ku ji gelê Kurd re hatî diyarkirin jî di navenda vê pergalê de ye. Kurd wek gelê ku di çar parçeyan de hatiye perçekirin, bê nasname mane, bê statû mane  demek dirêje berxwedan nîşandikin. Gef a ku ev berxwedan afirandî, ne tenê herêmî, di aliyê gerdûnî de jî bal tê kişandin. Ji ber ku gelê Kurd ku vîna xwe ya xweser avakirî, rêxistinbûna xwe pêşxistî û di xeta azadiyê de tevger dike, ne tenê çêkera zordarî ya netew-dewletan, heman demê de potansiyela vala derxistina dîzayna stratejîk ya navenda NYE-Îsraîl’ê jî radike. Ji ber vê sedemê gelê Kurd, ne kirdeyeke ku statû qezenç dike, dixwazin wek qertek ku dema pêwîst be bikarbînin, amûrek kiryarî û wek amûrek yê hevsengiya demî bikarbînin.

Ev pozîsyon bi awayek vekirî vê bi zorê dide ferzkirin, Kurd divê bê dewlet, perçekirî, berdest û ji bo beralî kirinê divê bimîne. Ji wan re ne maf û ne azadî, tenê rolek tê dayîn. Ku mafek were dayîn jî ew jî ji ber rol wê were dayîn. Ev rol, ji bo carna zextê li ser Îran’ê bikin, carna li dijî Tirkiyê hevsengbikin, carna ji bo peyam bidin Şam’ê, carna jî ji bo ewlehiya derdor ya Îsraîl’ê pêkbînin, derdixin pêş. Di tu yek ji van de jî vîna gelê Kûrd ne diyarde ye. Di her rewşê de ew li ser navê yêkê din tên kişandina holê û piştre jî tê avêtina alîyekê. Ev pozîsyon êdî ne veşartî ye, bûye stratejîyek sîstematîk.

 DI DÎZAYNA NÛ YA ROJHILATA NAVÎN DE TAWÎZÊN TIRKIYE Û SÛRÎ

Dîzayna nû ya Rojhilata Navîn ku navenda wê DYE-Îsraîl’e êdî ne tenê texmîneke, rejîma stratejiyek pratîkî ye ku tê pêkanîn. Ev pergal,  ji nû ve xêzkirina sînoran zêdetir, xwe distpêre sererastkirinek nû ya belavkirina rolan. Dilsozî, amûr, qontrolkirin û erkdarî, ji bo dewlet û gelan hatiye rewşa pîvanên diyarker. Di vê çarçoveyê de rolên Tirkiye û Sûrî, tawîzên wan û pirsa, di vê tabloyê de Kurd çawa bûne amûr hatiye rewşek xeter.

Tirkiyê ji bo lihevhatina vê stratejiyê tawîzên piralî û kûr daye. Di polîtîkayên ji derve de bi Îsraîlê re nêzîkbûye, di mijarên Rojhilatê Derya Spî û Filîstînê de bêdeng maye, li dijî alî yên Îranê de rol girtiye û li Sûriyê ji plana dagirkirina domdar re razî bûye. Li hûndir jî danûstandinên bi Kurdan re dirêj kiriye û bi leşker û hêzên wekîl li bakûrê Sûrîyê bi cih bûye, bi vê re bi pratîkî tevlî stratejiya DYE-Îsraîlê bûye. Pozîsyona Tirkiye ya bi vê awayî, hem qadên desthilatdariya Sûrî lewaz kiriye hem jî însîyatîfa siyasî ya gelê Kurd bi sînor kir. Bi vê awayî beşdarî plana “qarta Kurdên dikare were qontrolkirin” ya DYE’yê bûye, li hember wê ketiye bendewariya rola herêmî û parastinê.

Sûriyê êdî bi wateyek klasîk wesfê xwe dewletbûyînê winda kiriye. Qontrol ketiye destê hêzên cûda û welat bûye çêkerek perçebûyî. Çêkera navendî ya Sûriyê hilweşiya, çêkera mayî ya sembolîk jî rola hatî dayîn dilîze û hewil dide di pergalê de cihê xwe bigre. Di vê wateyê de tawîza herî mezin ya ku hatî dayîn, ji Îran û Libnanê re sînor anîn û bi awayek fermî pejirandina Îranê ya di mijara Girên Golanê de. Di heman demê de Sûriye, di pêvajoya normalîzekirina Ereb-Îsraîlê de gav bi gav nêzîkî dîzayna Hevpeymana Abraham tê kirin. Ev rewş, ji bo heyîna rejîmê were domdarkirin, ji desthilatdariyê derketina rejîmê dide xuyakirin.

Her dû dewlet jî ji bo tevlî pergala eksena DYE-Îsraîlê bibin, qarta Kurd wek amûrek yê bazariyê bikaraniye, zexta li ser vîna xweser ya gelê Kurd anîne rewşa berjewendiyên xwe yên hevpar. Ev tablo, di daxuyaniyên Tom Barrack de bi awayek vekirî piştrastkiriye. Gotina “Yek netew, yek artêş, yek hikûmet”, ne pejirandina têgînên wek federalîzm û xwesertiyê, derbirîna hevpeymanên pir alî yên ku hatî çêkirin û ragihandina plana tasfiyê ya li dijî gelê Kurd e. Zimanê Tom Barrack ne tenê wek ya Erdogan e, bi Erdoxan û aktorên nû yên herêmî re li ser dikê bi heman senaryoyê dilîzin.

Rola Tom Barrack wekî nûnerê taybet ji bo hem Enqere û hem jî ji bo Sûriyeyê nîşan dide ku ew di heman demê de wekî koordînator, ne wekî hevseng, di navbera du hêzên dijber de kar dike. Eslê wî yê Lubnanî û bilindbûna wî ya girîng di cîhana erebî de wî dike kesayetek ku dikare ne tenê bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re, lê di heman demê de bi neteweperestiya erebî re jî têkiliyên nêzîk çêbike. Ev yek nîşan dide ku ew xwedî potansiyela yekkirina herdu aliyên ereb û tirkî di nav bloka dijî-kurd de ye. Ev ne tenê pêwendiyek kesane ye; rola wî wekî nûnerê taybet ê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Trump divê girîng were hesibandin, ji ber ku ew çarçoveya projeyê fireh dike. Ger stratejiya pêşkêşkirî serketî be, dîrok dê bi îhtîmalek mezin vê pêvajoya sêwirandinê wekî “peymana Tom Barrack” bi nav bike.

Doktrîna Tom Barrack çi ye? Ew formulasyona dîplomatîk-pragmatîk a stratejiya Dewletên Yekbûyî ye ku binê netew dewletên li Rojhilata Navîn vala dike, wan bi hêzên biyanî ve girêdide û civakan tenê dixe rolên fonksiyonel bêyî ku di bin wan de bin. Ev doktrîn piştî serdema klasîk a destwerdana leşkerî û guhertina rejîmê wekî modelek endezyariya jeopolîtîk a sofîstîketir derket holê. Xeta ku Berrak temsîl dike armanc dike ku bi çêkirina peymanan li ser bingeha berjewendî û fonksiyonan, nemaze bi dewletên wekî dewletên Kendavê, Tirkiye û Suriyeyê û bi bicihkirina gelan, nasnameyên etnîkî, avahiyên mezhebî û komên kêmneteweyan wekî hêzên wekîl li ser erdê, aramiya herêmî û fonksiyoneliya kontrolkirî biafirîne. Ji bo vê armancê, ew ne armanc dike ku mijara demokratîk a gelan pêş bixe, lê hebûna wan di nav yek dewlet, yek artêş, yek netewe û yek pergala hikûmetê de pêş bixe, polîtîkayek ewlehiyê-navendî ya hilweşandinê bişopîne ku ji hêla avahiyên ewlehiyê-navendî û dewletên hevkar ve tê kontrol kirin. Ew armanc dike ku torên amûrên wekîl pêş bixe, ne pergalên demokratîk, li şûna rejîmên hilweşîner. Esasê vê doktrînê ev e ku dê tu carî destûr neyê dayîn ku gelên Rojhilata Navîn bikevin qada bi îradeya xwe; Hebûna wan tenê heta ku ew fonksiyon, rol û dilsoziyên kontrolkirî nîşan bidin, dê were tehemûlkirin.

Daxuyaniya di vê çarçoveyê de tê kirin, nîşana stratejiyekê ye ku dihêle Kurd tenê wekî amûrên kontrolkirî hebin, di heman demê de bi eşkereyî gefê li daxwazên wan ên ji bo azadî û bindestkirinê dixwe. Gelê Kurd di navenda vê lîstikê de ye, lê ew ji mijarekê bêtir veqetandî ne û dibin kartek stratejîk, amûrek û hêmanek hevsengiyê. Tawîzên ku hatine dayîn ne tenê jiholêrakirina Kurdan, lê di heman demê de tepeserkirina mafê diyarkirina xweseriya gel jî dihewîne.

KARTA KURD û STRATEJIYA AMÛRÎKIRINÊ

Yek ji amûrên herî berbiçav ên stratejiya Rojhilata Navîn a navendî ya Amerîka-Îsraîlê karta Kurd e. Di vê stratejiyê de, gelê Kurd wekî “kartek fonksiyonel” tê hesibandin ku ji bo têkbirin an avakirina hevsengiyê tê girtin, ne wekî gel û xweseriya wan, mafên wan ên dîrokî û daxwazên wan ên demokratîk têne paşguh kirin. Li Iraq, Sûriye, Îran û Tirkiyeyê, Kurd ne wekî hêzek çareseriyê, lê wekî amûrek ji bo rêvebirina krîzan û anîna dewletan ser riya xwe, têne hesibandin.

Eşkere ye ku di vê pergalê de, daxwazên Kurdan ji bo dewletek, statûyek an hemwelatîbûna wekhev nayên qebûlkirin, lê belê helwestek dilsozî û lîstina rolê tê dayîn. Ew li dijî statûyên ku dê li ser bingehek azad û wekhev pêş bikevin derdikevin ji ber ku dewletek bihêz û navendî ku ji hêla îradeya subjektîf a gel ve hatî organîzekirin û kaosa kontrolkirî rastiyên ku di stratejiyê de cîh nagirin in. Di encamê de, daxwazên Kurdan ji bo pergalek konfederal a demokratîk têne red kirin û li şûna wê, “hêzên wekîl” têne afirandin da ku wan di bin kontrolê de bihêlin. Lêbelê, têgehên mîna otonomî an federalîzm tenê bi awayekî taktîkî têne bikar anîn, di demên krîzê de didin pêş û dû re têne paştguhkirin. Daxuyaniya balyozê Amerîkî ya “yek netewe, yek artêş, yek Sûriye” di vî warî de pir balkêş e. Em niha ketine serdema înkar û tasfiyeyê ya eşkere, ne sozên derewîn.

Ev stratejî ne tenê tevgerên Kurd ên xweser, lê di heman demê de gef li tevahiya gelê Kurd dike. Heta li Iraqê jî, hewl tê dayîn ku avahiya federal ji holê were rakirin û pergalek li ser asta parêzgehê were pêşxistin. Armanc û xetên gelê Kurd ji bo statuyek azad di sedsala nû de ku ji hêla îradeya rêxistinkirî ya gel ve tê ajotin, rasterast vê pergala amûrkirinê dixe ber pirsê. Stratejiyek li ser xwerêxistinkirina gel, ne hêzên derve, lê rêxistina navxweyî, li dijî berjewendiyên hem dewletên statuko û hem jî hegemonya gerdûnî ye.

Bi taybetî xeta neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk, bi redkirina mantiqa hêza wekîl û dayîna hêzê ji gel re ji bo xwerêxistinkirinê, qadeke bêkontrol diafirînin. Ji ber vê yekê, hem hêzên derve û hem jî amûrên wan ên navxweyî ji holê rakirina vê xetê kirine armancek stratejîk. Hin kes hewl didin ku wê bi îdiaya ku “dewletê asteng dike” reş bikin, hinên din jî wê wekî “girêdayî û bindest” bi nav dikin. Lêbelê, her du xetên propagandayê jî berhema heman navendê ne, ku ji bo amûrkirina gel xizmet dike.

Îro, siyaseta xeta sêyemîn – rêyeke berxwedanê ku ne li ser teslîmbûna li hember dewletê û ne jî li ser amûra hêza derve hatiye avakirin – paradîgmaya herî rastîn û tehdîdkar li Rojhilata Navîn e. Ji ber ku ew ne zeviyên petrolê dike kaxezek danûstandinê û ne jî hêza berxwedanê ya gel dixe bin bandora hêzên derve. Ew pergalek xwe-avaker pêşniyar dike ku xwe dispêre civakê, ne hêzên derve.

Ji ber vê yekê, li ser nexşeya nû ya Rojhilata Navîn a ku ji hêla DYE û Îsraîlê ve hatiye xêzkirin, xeta neteweya demokratîk û statuya konfederalîzma demokratîk ne zêdebarî ye, lê gefek eşkere ye. Tiştê ku tê ji holê rakirin ne tenê arasteyek îdeolojîk e, lê di heman demê de kapasîteya berxwedana kolektîf a gelan jî ye. Ji ber vê yekê, ne tenê Kurd, lê di heman demê de Ereb, Tirkmen, Asûrî, Durzî û hemî gelên bindest jî di bin vê gefê de ne. Ji ber vê yekê, hembêzkirina vê xetê ne tenê ji bo Kurdan lê ji bo tevahiya herêmê meseleya azadiyê ye.

ZIVIRANOYEK STRATEJÎK

Nûnerê DYE’yê ku hem Tirkiye û hem jî Sûriyeyê temsîl dike, hewl dide herêmek li dora Enqerê sêwirîne, bi karanîna peyvên Erdogan da ku “yek netewe, yek artêş, yek Sûriye” ragihîne, ne tenê şaşiyeke dîplomatîk e; ew guhertinek stratejîk a nîşandana rêbazê ye. Ev daxuyanî daxuyaniya fermî ya pergala nû ya Rojhilata Navîn e ku demek dirêj e hêdî hêdî tê avakirin. Niha rol hatine destnîşankirin, aktorên li ser erdê bi xetên gewr hatine veqetandin. Kî amûr e, kî dixwaze bibe kirde û ji ber vê yekê, xistine hedefa xwe.

Dem û wextê vê daxuyaniyê jî girîng e. Êrîşeke Îsraîlê li ser Îranê pêk hatiye û PJAK di vê pevçûnê de helwesteke serbixwe girtiye, ragihandiye, “Em ne alî ne”, “Em xeta sêyemîn in”, di heman demê de Rojava hewl daye ku xeta xwe biparêze. Di heman demê de, Tirkiye, dema ku bandora pêvajoyek danûstandinê li ser xeta Rêber Apo dimeşîne, hemî çavkaniyên xwe yên li ser erdê seferber kiriye da ku vê xetê ji holê rake. Ev ji bo DYA û Îsraîlê pêşveçûnek xeternak e. Ji ber ku plana wan ew e ku gelê Kurd bikin amûr lê nehêlin ew bibin mijara gotinê. Lê Tirkiye di cureyekî “lîstikek du alî” de cih digire, hem vê xetê xera dike û hem jî bi tevlêkirina wê di vê nexşeyê de pozîsyona xwe diparêze. Di vê gavê de, daxuyaniya balyoz ji bo Tirkiyeyê wekî xelatek e.

Bi heman awayî, xuya ye ku rejîma Sûriyeyê teslîmî sêwirana DYA-Îsraîlê bûye. Tê gotin ku Girên Golanê radestî Îsraîlê bikin, tevlîbûna Peymana Îbrahîm bibin, gelek dever ji aliyê dagirkeriya Tirkiyeyê ve werin dagirkirin û serweriya neteweyî ya Sûriyeyê bi bandor were şikandin, di heman demê de vegotina “yek Sûriye” vediguhere şanoyekê. Hem nivîskar û hem jî derhênerê vê şanoyê eşkere ne.

Tirkiyeyê karta Kurdan wekî amûrek zexta navxweyî û navneteweyî bi kar aniye, pozîsyona xwe li ser eksena DYA-Îsraîlê sabît kiriye. Di berdêla wê de, ji bo tasfiyekirina Kurdan pejirandineke zelal wergirtiye.

Sûriye niha serweriya xwe winda kiriye û bi rêya rêxistinên pejirandî yên DYA yên wekî HTŞ û Colanî tê birêvebirin, di heman demê de Îran û Rûsya ji qadê vedikişin an jî têne tecrîdkirin.

Kurd, nemaze yên ku bi Rêber Apo re ne, rasterast hatine hedefgirtin ji ber ku ew red dikin ku teslîmî pergala amûrkirinê bibin. Daxwazên wekî xweserî, konfederalîzm û yekîtiya demokratîk a gelan di bin dirûşmeya “yek artêş-yek dewlet” de têne pelçiqandin.

Wêneya stratejîk a ku di van şert û mercan de derdikeve holê ev e: gelên Rojhilata Navîn an dê bibin amûr li ser vê nexşeya nû, an jî, wekî di xeta Rêber Apo de, îradeya xwe ava bikin. Amûrkirin dibe ku di berdêla dilsozî û teslîmbûnê de soza statuyek demkî bide. Lê ev tê wateya radestkirina bêveger a pêşeroj, dîrok û rûmeta gel, kêmkirina nakokiya bi gel re tenê bo çopê di dest de. Ev tam cihê şikestina stratejîk e.

Li Rojhilata Navîn, gelan bi berdewamî li ber xwe dane û van stratejiyan têk birine, bi berxwedana çandî ve hatine ajotin. Di stratejiya dawî de, têgehên şekildana gel û sêwirandina çandan bi planên ser maseyê dê bêbandor bin. Berevajî vê, van stratejiyan gel ber bi hilweşînek mezin ve kişandine û bingehên madî û civakî ji bo hilweşandina van stratejiyan afirandine. Ji ber vê yekê, pêvajo nezelal dimîne û şer berdewam dike. Di vê pêvajoyê de tiştê herî girîng siyaseta rast, tifaqa rast, rêxistina gel a bihêz û îradeya xweparastinê ye. Kesên ku van taybetmendiyan diparêzin dê şopa xwe li ser pêvajoyê bihêlin.

Ji ber vê yekê, îro erk ne eşkerekirina vê daxuyaniyê ye, lê şîrovekirina wê û nîşandana hilbijartina rastîn ji gel re ye. Gotinên balyoz rola ku ne tenê ji hêla Amerîkayê ve, lê ji hêla tevahiya pergalê ve ji gelê Kurd re hatiye dayîn eşkere kiriye. Niha dem dema rûbirûbûna bi vê rastiyê ye. Ne dem ji bo sozên derewîn an jî rawestana ku dibêje, “Em ê we nas bikin,” lê ji bo rêxistinkirina civakî, tifaqek gelan û xetek stratejîk a ku bûye subjektîf e.

Hakki TEKÎN

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: AmerikaİsrailKurdQSDROJAVASamTom Barrack
Önceki yazı

Li Helebê Bi Rêya Torên Ragihandinê Dorpeçî- NÛÇE TAYBET

Sonraki Haber

Efsaneya Sîmûrg Û Sî Gerîla

Benzer Haberler

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk
Analîz Siyasî

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

4 June 2026
Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe
Analîz Siyasî

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

1 June 2026
Guhertina Hevsengiya Hêzan de Cihê Tirkiyê û Pirsgirêka Kurd – 2
Analîz Siyasî

Guhertina Hevsengiya Hêzan de Cihê Tirkiyê û Pirsgirêka Kurd – 2

13 May 2026
Sonraki Haber
Efsaneya Sîmûrg Û Sî Gerîla

Efsaneya Sîmûrg Û Sî Gerîla

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    526 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 132
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    503 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    748 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist