Li Bakur-Rojavayê Sûriye’yê, HTŞ’ê ku dixwaze rewabûnê bi dest bixe, di vê dawiyê de ji ber têkiliyên xwe yên bi kesên ku di demên borî de têkiliyên wan ên nêzîk bi rejîma Esad re hebû, di nav raya giştî ya navxweyî û derveyî de bûye hedef. Em wekî lekolin.org, van têkiliyan bi hemû hûrgilîyên wan dêşîfre dikin.
HEVALBENDIYÊN NÛ YÊN HTŞ’Ê Û ŞERÊ NAVXWEYÎ
Li gorî agahiyên me girtî, hin rêveberên HTŞ’ê kesên ku bi rejîmê re xebitîne wekî “dijmin” binav dikin û van têkiliyan red dikin, lê Colanî û tîma wî li ser dewamkirina vê vekirina stratejîk bibiryarin. Hat diyarkirin ku ev nêzîkatî li gorî daxwazên herêmî yên Rûsyayê û zextên Tirkiyeyê hatiye şêwe girtin. Li gel ku ev têkilî di nav HTŞ’ê de cudahiyên hizrî çêdikin, tê dîtin ku li gorî hesabên stratejîk ên aktorên herêmî hevalbendiyên nû şêwe tê girtin.
ENDAMÊN REJÎMA ESAD ÊN NIHA DI NAVA HTŞ Û DESHILADARIYA ŞAMÊ DE CIH DIGIRIN
Li gorî agahiya ku me wek lekolin.org girtî di nav kesên ku têkîliya HTŞ’ê bi wan re hene, di demên borî de di pêkateyên siyasî, leşkerî û aborî yên rejîma Esad de cih girtine. Hinek ji van navên ku me piştrast kiriye ev in:
1.Rima El-Hekim: Wergêrvanê Colanî. Di demên borî de kesê herî nêzîkê ofîsên lîwayên Hasan Bilal û El-Şibil bû.

2.Xalid Tevfik Hibubeti: Serokê berê yê Heyva Sor a Sûriyê bû. Têkiliyên wî yên nêzîk bi Esma Esed re hebû. Niha Xalid, di navbera hikûmeta Şam (Şara) û dewleta Qeterê de karên bazirganiyê birêvedibe.

3.Xalid El-Itarî: Xizmê Esma Esed e û hin karên wê dimeşand. Niha jî ji mal û alavên ku ji dewleta Urdunê tên Sûriyê berpirs e.

4.Emir Nebil El-Kizberî: Berê li gorî fermanên lîwaya El-Şibil dixebitî û projeyên lîwaya Besam El-Hasan birêve dibir. Endamê odeya bazirganiyê ya wîlayeta Şam’ê bû. Niha di hikûmeta demkî ya Şam’ê de wekî endamek beşa veberhênanên aborî dixebite.

5.Muhammed Hemam Misotî: Karsazek mezin bû. Di demên borî de di beşa çavdêriya qesra taybet ê Esma Esed de dixebitî. Niha ji bo Colanî di Qeterê de kara veberhênanê dimeşîne.

6.Nezir Kiveydir: Yek ji ew kesên nêzîk ê Mahir Esed bû. Bi agahiya Enes Hatab, di Bakurê Sûriyê de şîrketên wî yên veguhestina pereyan hebûn. Niha di şîrketa veguhestina pereyan ya bi navê “Şexeşiro” ya wîlayeta Şam’ê de rêvebertî dike.

7.Fuad Asî: Xwediyê şîrketa El-Heram ya Sûriyê bû. Berê piştgirê aborî yê Esma Esed bû. Niha di şîrketa El-Heram ya navxweyî û derveyî Sûriyê de hevkarê kesên nêzîkê Enes Hatab e.

8.Muhammed Xiyas El-Hebal: Di nav rejîma Esad de kesê herî zêde veberhênan dikir û piştgiriya aborî ji hesabê xwe dida operasyonên leşkerî. Ji bo firqeya çaremîn û qesra berê ya komarê wesayît peyda dikir. Niha di qesra komarê ya Colanî de veberhênanên aborî dewam dike. Têkiliyên wî yên rasterast û nêzîk bi Colanî re hene. Herwiha hevkarê şîrketên Hazim El-Şer’î yên wîlayeta Humus’ê ye.

9.Muhammed Tarîq Kireşetî: Berê parêzvanê wîlayeta Hema bû, paşê bû parêzvanê wîlayeta Şam’ê. Niha endamê komîteya hûndirîn a xizmetên îdarî ye. Bi Enes Hatab re têkiliyên wî yên nêzîk hene.

10.Lîwa Ekram El-Siltî: Berê serokê şaxa keşfê ya hewayê ya Artêşa Rizgariya Filistînê bû. Fermandarek ku bi rejîma Esad re komek parêzvanê ava kiribû. Herwiha di wîlayeta Şam’ê de komên Filistînî ên wek komên Hamas û Qesem birêve dibir. Niha nêzîkê Enes Hatab û wezîrê parastinê Murhaf Ebu Kasra ye. Kampên Filistînî birêve dibe û ji bo berxwedana Filistînê ji rêxistinann kesan peyda dike.

11.Mirar El-Himsî: Di nav rejîma Esad de leşkerek nêzîkê Mahêr Esed û Xesan Bilal bû. Niha serbazek e ku wekî şêwirmendê leşkerî yê Parêzvanên El-Cumhuriye yên girêdayî hikûmeta Şam’ê ye.
12.Îmad El-Neccar: Têkiliyên wî yên nêzîk bi lîwaya Hasan Bîlal re hebû. Leşkerekî kevin ê berpirsê yekîneya leşkerî ya girêdayî firqeya çaremîn û berpirsê qaçaxçiya narkotîkê bû. Niha jî di hikûmeta Şam’ê de, wekî berpirsek leşkerî yê firqeya 62’emîn de erk dike.
13.Muhened Debak: Kurê wezîrê karên navxweyî yê rejîma Esad bû. Berê berpirsê karta Zekiyê (karta mazotê) bû û di vê mijarê de alîkarê Esma Esed dikir. Herwiha kesê herî nêzîkê Beşar Esad bû. Niha di komîteya aborî ya qesra serokkomariya demkî ya Sûriyê de şêwirmendê aborî ye û nêzîkê Hazim El-Şara ye.
Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê




