• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Giştî

Gelê Kurd Îxaneta PDK’ê Ji Bîr Nake!

“Hewlêr...namînî wek caran Wê bibe gora xayînan Bi xwîna Hêlîn û Salihan Geş dibin çîçek û sorgulan…”

Yayınlayan Lekolin
18 October 2024
Kategori: Giştî
256 3
A A
Gelê Kurd Îxaneta PDK’ê Ji Bîr Nake!
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Carna biryarek, kiryarek, gotinek, stranek an jî şiîrek mohra xwe li dîrokê dide û rewşa hatiye jiyankirin pir baştir bi mirovan dide naskirin û famkirin. Ji bo naskirina hinek bûyeran pêwîst nake bi sedan rûpel kitab bên xwendin an jî nivisandin! Dîrok dema em bi bîr tînin zindî dibe, dema em ji bîr bikin dimire! Ji ber vê yekê şoreşgerên Kurdistanê dibêjin “jibîrkirin îxanete.”

PDK’ê li Hewlêrê di 16’ê Gulana 1997an de êrîşî navendên hereketa azadiyê û nexweşxaneya birîndarên PKK’ê lê dimîne kiribû û di encamê de ji 70’yî zêdetir şoreşgerên Kurdistanê hatibûn qetilkirin. Hozan Serhat bi çêkirin û gotina strana “Hewlêrê” îxaneta PDK’ê raxist ber çavan, guh, dil û mêjiyê kurdan bi kîna li dijî îxanetê tijî kir. Heta “strana Hewlêrê” were gotin îxaneta ku PDK’ê li gelê Kurd kiriye nayê jibîrkirin.

Hewlêra ku bi alîkariya kujerê kurdan Saddam Husên û rejîma Baasê hatibû dagirkirin bê gûman nedibû bajarekî şoreşger û nedibû hêlîna kurdên welatparêz. Bajarê ku bi îxaneta PDK’ê ji destê kurdên niştimanperwer hatibû girtin tenê dikarîbû bibûya hêlîna xiyanetê. Hewlêra ku bi îxanetê hatibû dagirkirin ancax bi berdewamkirina îxanetê dikarîbû di destê PDK’de bimîne…

Mixabin wisa jî lê hat. PDK’ê bi salane Hewlêr kiriye paytexta îxanetê li dijî kurdan. Dagirkerên Kurdistanê bi alîkariya malbata Barzaniyan û hukumeta PDK’ê Hewlêr kirine Navenda têkbirina şoreşên Kurdistanê. Deşt û çiyayên Başûr di bin postalên dagirkeriyê de hatine hiştin.

Li Başurê Kurdistanê amedekariyên hilbijartinên parlamentoyê ya ku di 20’ê Cotmehê werin kirin temam bûne. Dema ji bo propagandaya hilbijartinê hatibû diyarkirin qediya. Di propagandayên hilbijartinê de PDK’ê ji gel dixwest, ji bo “yek hukumet, yek parlamen, yek herem, yek hêzên pêşmerge,” deng bidin PDK’ê. Bi rastî ev dirûşmeyeke sexte û xapandineke mezine.  Dirûşma PDK’ê dişibe dirûşmeya Erdoxan a “yek al, yek milet, yek dewlet, yek ziman.” Ji ber ku zihniyet û aqlê wan wek hev e, zimanê propaganda û dirûşmê wan jî dişibin hev. “Mirov dişibe hevalê xwe.”

Herkes dizane bi salane parlamentoya Başûrê Kurdistanê di bin xizmeta malbata Barzaniyan de ye. Hemû hêza siyasî, eskerî, emnî, îstîxbarî, aborî û hwd di deste PDK’ê de ye. Belayên ku PDK’ê bi serê gelê Kurdistanê de anîn, ne ji ber kêmbûna desthilatdariyê, berovajî, ji ber avakirina sîstema yekdestî, malbatî, dizîna pereyan, hukumeta îstîxbarî-polîsî, û pêwendî çekirina bi dagirkerên Kurdistanê re bûn.

 

PDK’ê petrola Kurdistanê xist bin xizmeta dewleta dagirker a Tirkiye yê. Ev bi belgeyan hatine ispatkirin. Dewleta Iraqê bi biryarên mahkemeya federal şandina petrolê ji Tirkiyê re da rawestandin. PDK’ê bi pereyên ji petrolê dihat alîkariya dewleta dagirker a tirk dikir da ku bi pereyên petrola kurdan hereketa azadiya Kurdistanê bifetisîne.

Propagandaya PDK’ê li ser derewan, xapandina gel û manîpulasyonê hatibû avakirin. Manîpulasyonekî wisa dikirin ku wekî ku yên îxanet li Kurdistanê kiriye ne ew bin!

Wekî ku yê dagirker anîbin ser axa Kurdistanê ne ew bin!

Wekî ku her roj şoreşgerên kurdan qetil dikin ne ew bin!

Wekî ku yên kempa Mexmûrê dorpêçkirine û bi rêya sîxuran gele kampê dide bombebarankirin ne ew bin!

Wekî ku yên Kerkuk firotin ne ew bin!

Wekî ku yên ji ber Daîşê reviyan û gelê Şengalê bi qirkirineke mezin re rûbirû hişt ne ew bin!

Wekî ku yên niha li Başûrê Kurdistanê desthilat ne ew bin!

Hûn kê dixapînin?

Diyare PDK di dema şîrîkatiya xwe ya bi AKP-MHP û Erdoxan re gelek tiştan fêr bûye! Hem desthilatdariyeke dîktatoranê dimeşînin, nahêlîn gel, bîr û rayên cûda nefes bigirin, hem jî di dema hilbijartinan de wek opozîsyon tevdigerin. Ji ber kiryarên xwe yên faşil, derdora xwe tawanbar dikin. Di pendekî kurdî de ji vê rewşê re dibêjin “Kino navê te limino.”

Diyare vê carê rewşa PDK’ê ne başe. Êdî bi derewan nikarin gelê kurd bixapînin. Bi guhertina yasayên hilbijartinê re kontrolkirina dengan ji ber ku ji destê PDK’ê derketiye. Ev PDK’ê ditirsîne. Dibe ku vê carê li Hewlêrê wenda bikin. YNK yekem care qalibê xwe dişkîne û li Hewlêr û Dihokê dengê xwe bilind dike.

Nerazîbûna gelê Başûr li dijî hukumranî û îxaneta PDK’ê pir zede bûye. Eger vîna gel bi rastî bikeve nav sindoqên hibijartinê, vê carê wê demokrasi, azadî û welatparêzî bi serbikeve.

Em bi strana Şehît Serhat nivîsê bi dawî bikin.

“Hewlêr Hewlêr

Agirê serhildane

Qelayê berxwedanê

Hêlîna şehîdane

Hêlîna egîdane Hewlêr”

Hîwa AZAD

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: AKP-MHPbasurhevkarîhewlerhilbijartinixanetkurdistanMexmurPDKsengalYNK
Önceki yazı

Li Behdînanê Planeke Xapînok a Tirkiye Û PDK’ê Ya Ji Bo Hilbijartinan- NÛÇEYA TAYBET

Sonraki Haber

Navenda Siyaset û Şerê Hevsengiyê Ya Hêzan: Idlib-DOSYA 1

Benzer Haberler

Hêlîn Umît: Pêvajo Bi Ferzkirinên Yekalî Nameşe
Giştî

Hêlîn Umît: Pêvajo Bi Ferzkirinên Yekalî Nameşe

20 May 2026
Bikaranîna Ciwanên Kurd Bi Rêya Çeteyan: Mafya, Maddeyên Hişbir û Tora Behîsên Neqanûnî-DOSYA TAYBET 2
Giştî

Bikaranîna Ciwanên Kurd Bi Rêya Çeteyan: Mafya, Maddeyên Hişbir û Tora Behîsên Neqanûnî-DOSYA TAYBET 2

5 October 2025
Dewleta Tirk Welatên Erebî Tevlî Çalakiyên Perwerdehiya Leşkerî Kir – NÛÇEYA TAYBET
Giştî

Dewleta Tirk Welatên Erebî Tevlî Çalakiyên Perwerdehiya Leşkerî Kir – NÛÇEYA TAYBET

29 August 2025
Sonraki Haber
Navenda Siyaset û Şerê Hevsengiyê Ya Hêzan: Idlib-DOSYA 1

Navenda Siyaset û Şerê Hevsengiyê Ya Hêzan: Idlib-DOSYA 1

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    524 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    747 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist