Li deverên Bakur-Rojavayê Sûriyê ku Tirkiye bandorek rasterast a leşkerî û îstîxbaratî lê dike, kuştinên gumanbar û dubare yên serçeteyên DAIŞ’ê pêk tên. Idlib, El Bab, Atme, Barîşa – li van deveran kuştinên rast hatine kirin ku serçeteyên payebilind ên rêxistinê hedef digirin, lê di van operasyonan de roleke girîng a Tirkiyê nehatiye ragihandin. Ji ber vê yekê, gelo Enqere bi rastî li dijî DAIŞ’ê şer dike, an jî hebûna xwe ji bo berjewendiyên xwe yên jeopolîtîk birêve dibe?
Ji kuştina Ebû Bekir El Baxdadî li Barîşa ya di sala 2019’an de bigire heta jiholêrakirina Ebû Hafs El Haşimî El Qureyşî li Atma di sala 2025an de, û kuştinên paşê yên Ebdilrehman El Helebî, Ziya El Hardanî, Selah El Cibûrî û Haşim Rislan li Idlib û El Babê, jiholêrakirina serçeteyên DAIŞ’ê li deverên ku rasterast di bin kontrola Tirkiyê de ne, bûye diyardeyek dubare. Ev operasyonên ku bi hevkariya Hevpeymaniya Navneteweyî û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têne kirin, qalibek nayê înkarkirin eşkere dikin: Serkirdeyên DAIŞ’ê deverên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin wekî deverên ewle bi kar tînin.
PENAGEHÊN EWLE AN STRATEJIYA TIRKIYÊ YE?
Raportên îstîxbaratê û çavkaniyên meydanî piştrast dikin ku deverên ku ji hêla Tirkiyê ve hatine dagirkirin wekî xalên transîtê ji bo milîsên ku ji Ewropa û Asyayê tên û wekî navendên ji nû ve rêxistinkirina DAIŞ’ê têne bikar anîn. Raportên navneteweyî belge kirine ku îstîxbarata Tirkiyê ji bo endamên DAIŞ’ê tesîsên bijîşkî û lojîstîkî peyda dike, heta li nexweşxaneyên Tirkiyê dermankirinê jî dibîne. Tevî vê yekê, Tirkiyê li dijî şaneyên DAIŞ’ê li van deveran ti operasyonên girîng nekiriye, ev yek jî pirsên li ser pêşîniyên wê yên ewlehiyê an jî dibe ku hevkariya wê ya bêdeng derdixe holê.
Li gorî analîstan, li şûna ku DAIŞ’ê ji hev veqetîne, Tirkiye wê wekî kaxezek danûstandinê di pevçûnên xwe yên herêmî de, nemaze li dijî Hêzên Demokratîk ên Sûriyê, bikar tîne. Enqere berjewendiyên xwe yên ewlehiyê bi armancên xwe yên jeopolîtîk re hevseng dike, rêxistinên tundrew wekî amûrên zext û bandorê bikar tîne. Ev ne tenê ewlehiya Sûriyê tehdît dike, lê di heman demê de hewldanên Koalîsyona Navneteweyî jî tevlihev dike û pevçûnê dirêj dike. Bi taybetî ji ber ku ji Kanûna 2024’an vir ve zêdetirî 158 êrîşên DAIŞ’ê li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine kirin…
TÛGAYA 86’EMÎN: MODELEK DI NAVHEV DE YA TIRKIYE-DAIŞ’Ê
Yek ji mînakên herî berbiçav ên vê hevgirtinê radestkirina fermandariya Tûgaya 86’emîn ji bo Ehmed el-Heys e, milîsek di navnîşên terorîzma cîhanî de ye û bi kuştina siyasetmedar Hevrîn Xelef tê tawanbarkirin. Heys li xwe mikur hatiye ku endamên berê yên DAIŞ’ê ji bo êrîşkirina Hêzên Demokratîk ên Sûriyê peyda kiriye û tûgaya wî li seranserê Çemê Firatê, ji derdora Reqayê heta Dêra Zorê, 150 kîlometre erd kontrol dike.
ARTÊŞA NÛ YA SÛRÎ: JI NÛ VE PAŞDEANÎNA TUNDREWIYÊ
Komên wekî Emşad, Hemzat, û Ehrar el-Şerqiye di nav “Artêşa Nû ya Sûriyeyê” de hatine entegrekirin. Ev kom bi sûc û binpêkirinên giran têne tawanbarkirin û hêmanên bi eslê xwe ji DAIŞ’ê dihewînin. Ev entegrekirin polîtîkaya Tirkiyê ya ji nû ve bikaranîna tundrewiyê di bin maskeyên nû de nîşan dide û gefê li ser ji nû ve derketina holê ya rêxistinên terorîst di bin maskeyên cuda de diafirîne.
DAWIYA DAIŞÊ GIRÊDAYÎ DAWIYA DAGIRKIRINÊ YE
Rastîyên li ser erdê, raporên navneteweyî û kuştinên dubare yên serçeteyên DAIŞ’ê li deverên bandorê yên Tirkiyeyê nîşan didin ku ji bo rêxistinê zemînek berhemdar heye. Çi encama hevkariya rasterast be, çi jî ji ber hevgirtina berjewendiyan be, Tirkiye berpirsiyariya siyasî û ewlehiyê ya belavbûna DAIŞ’ê li Bakurê Sûriyê hildigire ser xwe. Şerê li dijî terorê bêyî hilweşandina avahiya ku wê xwedî dike û hesabpirsîna kesên ku penagehek (xwe têde dihewînin) ewle peyda dikin, nikare temam bibe.
Ji ber vê yekê, bêyî bidawîkirina dagirkirina axa Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve û hesabpirsîna komên ku ji hêla Enqereyê ve têne piştgirî kirin û di bin dirûşmeyên nû de tundrewiyê ji nû ve hilberînin, tunekirina tevahî ya DAIŞ’ê ne mimkun e.
Ekrem BEREKAT





