Qada pevçûnê ya li Bakurê Sûriyê veguherî dikek ku tê de ne tenê komên çekdar, torên îstixbaratê yên ji nû ve tên guhertin. Di navenda vê veguhertinê de, Mihemed Kerîm Ebû Bekir ku li gorî agahiyên ku me girtine, berê di nav DAİŞ’ê de lojîstîk û ewlehiyê koordînasyonê pêkaniye, cih digre. Hate zanîn ku Mihemed ku niha di rêveberiya îstîxbarata HTŞ’ê de cih digire, ji aliyê MÎT’ê ve tê birêvebirin û gelek erkên operasyonan jî pêk tîne.
BI TALÎMATA MÎT’Ê DERBASBÛNA JI DAIŞ’Ê BERBİ HTŞ’Ê

Mihemed Kerîm Ebûbekir yek ji kesayetiyên sereke ku derbasbûna DAIŞ’ê di navbera Bakûr Sûriyê û çola Sûriyê de birêxistin kir. Mihemed ku di nav endamên DAIŞê de bû, ji aliyê MÎT’ê ve ji çola Sûriyê re hatibû veguhestin, hat ragihandin ku yek ji wan kesan e ku di vê pêvajoyê de binesaziya lojîstîk û ewlehiyê ya rêxistinê ava kiriye.
Veguheztina Mihemed ku îro bi awayekî çalak di îstîxbarata HTŞ’ê de cih digire, di nûçeya me ya taybet a bi navê MÎT û HTŞ di ser DAİŞ’ê de planek mezin pêk tînin ya Lekolin, planên ku ji aliyê MÎT’ê ve, bi hevkariya HTŞ’ê bi rêya DAİŞ’ê li seranserê Sûriyeyê planên xwe ji bo mayîndekirina hebuna dewleta Tirk a dagirker li Sûriyeyê xistine meriyetê, hatibû dest girtin. Li gorî agahiyên ku me wek Lekolin bi dest xistine, hat zanîn ku di navbera rayedarên MÎT, Rêveberiya Giştî ya Îstîxbarata Şamê û Rêxistina Ewlekariya Neteweyî de çend hevdîtinên veşartî hatine kirin. Di civînan de rasterast talîmat ji îstixbarata Tirkiyê hatiye dayîn ku tevgerên serkirdeyên çeteyên DAIŞ’ê di nav axa Sûriyê de hêsan bikin
OPERASYONÊN REŞKİRİNA QSD’Ê Û DRONÊ
Li gorî agahiyên ku me wek Lekolin wergirtine, erkên Mihemed ên ku ji aliyê MÎTê ve hatine girtin, çêkirina teqemeniyan li Efrîn û gundên derdorê, cih digre. Hat diyarkirin ku armanc ew e ku van êrîşan bixin ser rêveberên QSD’ê û li ber çavê şandeya Amerîkî ya li Şamê wan reş bikin. Herwiha Mihemed di nav wan agahiyan de ye ku ew ji bo ji bo hedef girtina xalên QSD yên li derdora Helebê bi amadekariyên dronan hatiye erkdarkirin.
OPERASYONÊN Bİ AGAHİYA WEZARETÊ
Hat ragihandin ku Mihemed bi awayekî çalak di navbera Bakurê Sûriyê û gundên derdora Helebê de tevgeriyaye û ev çalakî bi agahiya Wezîrê Parastinê Mîrhef Ebû Qesra û Wezîrê Karên Hundirîn Enes Xetap hatine kirin. Di malpera me Dosyaya Taybet a Lekolin de, bi ser sîcîlên berê yên serkirdeyên çeteyan ên ku li Şamê hatine bicih kirin, çawa ev avahî hatine çêkirin, bi hûrgulî hatibû lêkolîn kirin. Di dosyayê de tê destnîşankirin ku serokên komên ku ji aliyê MÎT û HTŞ’ê ve hatine bi rêxistin kirin berê bi DAİŞ, El Nusra û pêkhateyên din re têkildar bûn, lê niha bi rêya têkiliyên dîplomatîk û mîsyonên îstîxbaratê ji nû ve li qadê hatine bicihkirin. Di dema ku ev serkirdeyên çeteyan di asta fermî de li Şamê tên bicihkirin, ew jî ji bo pêkanîna çalakiyên provokatîf li qadê hatine erkdarkirin.
LÎWAYA ELÎ BIN EBÛ TALÎB Û EBÛ ZEHRA
Mihemed berê di bin rêveberiya Lîwa’ya Elî Bîn Ebû Talib de bû û hat ragihandin ku wê demê kesekî bi navê Ebû Zehra re kar kiriye. Niha jî bi agahiya MÎT’ê li ser tevgera rêveberiyên DAİŞ’ê dixebite. Em weke Lekolin ku di nûçe analîza me ya berê de dabû diyar kirin, MÎT û HTŞ endamên DAIŞê ji nû ve bi cih dikin da ku kêmasiyên leşkerî û siyasî li Sûriyê binirxînin. Navên wek Mihemed hem erkên îstixbaratî û hem jî yên lojîstîkê wek pêkanîkerên van planan digirin ser milê xwe. Bi taybet li herêmên sînorî û derbasbûnên çolî de, ew rêyên nû yên tevgerê ji bo DAİŞ’ê xêz dike.




