Gava ku cihê nîzama herêmî ya 100 salî ya ku bi Sykes-Picot û Lozanê hatibû avakirin, “Peymanên Birahîmî” û rêyên bazirganiyê yên nû yên ku Îsraîl di merkezê de ye digirin, girîngiya jeo-stratejîk a Enqereyê kêm dibe.
Hewldanên rêveberiya Erdogan ji bo entegrebûna bi vê sîstema nû re, pêvajoya hesas a ku li ser eksena pirsgirêka Kurd tê meşandin û bandorên wê yên li ser siyaseta navxweyî, derbarê paşeroja Tirkiyeyê de pirsên krîtîk bi xwe re tîne.
TIRKIYEYA KU MERTALA ŞERÊ SAR BÛ: AWANTAJA JEO-STRATEJÎK ÇAWA HAT WINDAKIRIN?
Avabûna Komara Tirkiyeyê, berhemeke cîhana du-cemserî (duqutbî) ya piştî Şoreşa Cotmehê bû. Sîstema kapîtalîst, ji bo ku pêşî li daketina Yekîtiya Sovyetê ya li avên germ bigire û herêmeke tampon ava bike, roleke stratejîk da dewleta nû ya di bin serokatiya Mustafa Kemal de. Ev pozîsyona “dewleta qereqol”, bi salan derfet da Tirkiyeyê ku li hemberî Rojava pozîsyona xwe ya jeo-stratejîk wekî koz bi kar bîne û daxwazên xwe bide qebûlkirin. Lê belê, bi hilweşîna Yekîtiya Sovyetê re ev hevkêşe ji binî ve hejiya. Êdî rastiyeke Şerê Sar nemabû ku “nazdariya-zarokê nahs” Tirkiyeyê qebûl bike. Hêzên kurewî, bi pêvajoyeke nû ya ku wekî Şerê Cîhanê yê 3’yemîn tê binavkirin, dest bi dîzaynkirina Rojhilata Navîn kirin û di vê sêwirana nû de cih ji rola kevn a Tirkiyeyê re nîn e.
DERBASBÛNA JI SYKES-PÎCOT BER BI PEYMANÊN BIRAHÎMÎ VE
Aktorê herî bingehîn ê ku hevkêşeya herêmî diguherîne, Îsraîl e ku di sala 1948’an de hate avakirin û îro bûye hêza dînamîk a sereke ya herêmê. Di nîzama nû ya bi pêşengiya Rojava de, tê destnîşankirin ku mîada peymanên dîrokî yên wekî Sykes-Picot û Lozanê tije bûye û cihê wan “Peymanên Birahîmî” û korîdorên bazirganiyê yên nû yên bi navenda Îsraîlê (wekî IMEC) digirin. Di vê pêvajoya ku wekî “serdema Post-Îsraîl” tê binavkirin de, sermayeya kurewî êdî wekî berê girîngiyeke stratejîk nade Tirkiyeyê. Ji aliyekî ve lihevhatina Îsraîlê bi hin dewletên Ereb re û ji aliyê din ve şerê wê yê bi “eksena Şîe” ya bi pêşengiya Îranê (Xeze, Lubnan, Sûriye, Iraq), armanca avakirina vê hegemonyaya nû hildigire.
HEWILDANA JI BO ENTEGREBÛNÊ Û TAWÎZÊN KU TÊN DAYÎN
Tê diyarkirin ku rêveberiya Erdogan a ku di vê hevkêşeya nû de xetereya li derveyî lîstikê manê dibîne, ji bo ku bikaribe ji nû ve entegreyî sîstemê bibe, pêngavên krîtîk avêtine. Tê îdiakirin ku Erdogan, wekî bertek li hemberî li derve hiştina rêya bazirganiyê ya IMEC’ê, piştgirî daye êrîşa 7ê Cotmehê ya Hemasê û piştre ev rewşa ku zemîn ji operasyona Îsraîlê ya li ser Xezeyê re amade kir, veguherandiye qaxizê danûstandinê. Beşdarbûna wî ya di civîna li Misrê de, ya ku tasfiyekirina Hemasê di çarçoveya plana Trump de pêşbînî dikir, bi rola “nûnerê Hemasê” û pesnên ku ji Trump wergirt, wekî nîşana wê yekê tê şîrovekirin ku Tirkiye ji bo ku di nîzama nû de ji xwe re cihekî bibîne, dikare doza Filistînê jî feda bike. Berteka nerm a li hemberî hilbijartinên Qibrisê û hewldanên ji bo başkirina têkiliyên bi Rojava re jî wekî parçeyên vê lêgerîna lihevkirinê tên dîtin.
GAVÊN KU JI ALIYÊ KURD VE JI BO ÇARESERIYA SIYASÎ TÊN AVÊTIN Û HELWESTA DUDIL A ENQEREYÊ
Tam di nav vê tengasiya jeo-polîtîk de, pêvajoya ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve salek berê hat destpêkirin, girîngiyeke sereke werdigire. Li gorî gengeşiyên heyî, ev pêvajo pêngaveke pêşîlêgir e li hemberî bandorên muhtemel ên şerê herêmî yê li ser eksena Îsraîlê li ser Tirkiyeyê. Di vê çarçoveyê de, daxuyaniya PKK’ê ya di 26’ê Cotmehê de ji Qendîlê ya “vekişandina hêzên gerîla ji derveyî sînorên Tirkiyeyê”, wekî pêngaveke dîrokî tê binavkirin. Armanca vê pêngavê ew e ku hinceta “şer heye” ji holê rake û hikûmetê neçar bike ku li ser zemîna siyaseta demokratîk gavên yasayî û hiqûqî biavêje û nîşan bide ku sedema pirsgirêka Kurd ne çek, lê polîtîkayên înkarê ne.
LI SIYASETA NAVXWEYÎ TAKTÎKA ”MIJÛLKIRINÊ”: OPERASYONÊN LI SER CHP’Ê Û NEZALALÎ
Lê belê, bersiva Enqereyê ya ji bo vê gavê wekî helwesteke “mijûlker, demdirêjker û nezelal” tê nirxandin. Tê îddîakirin ku hikûmet, çawa ku di Lozanê de bi tawîzdayîna ji Mîsak-i Millî bi Rojava re li hev kiribû, îro jî hewl dide ku bi hin tawîzan di pirsgirêka Kurd de entegreyî sîstemê bibe. Komîsyona Meclisê ya ku ji bo pêvajoyê hatiye avakirin, heta niha gaveke şênber neavêtiye û wekî “aparateke mijûlkirinê” dixebite ku ev tez xurt dike. Ya ku hê zêdetir balê dikişîne, vekirina dozên “sîxuriyê” li dijî navên wekî Ekrem Îmamoglu û Merdan Yanardag di rojên ku gerîla biryara xwe ya vekişînê eşkere dikir de ye. Ev rewş wekî parçeyek ji stratejiya AKP’ê ya ku her gaveke ku li ser pirsgirêka Kurd diavêje, ji bo qelskirina hêzên muxalif ên wekî CHP’ê vediguherîne firsendekê, tê xwendin.
KÊREKE DUDEVÎ: LIHEVKIRIN AN PÊLEKE NÛ YA PÊVÇÛNÊ YE?
Tabloya li pêşiya me, ji bo Tirkiyeyê serdemeke pir krîtîk nîşan dide. Ji aliyekî ve, îhtîmala Tirkiyeyeke ku bi Rojava û Îsraîlê re zemîneke nû ya lihevkirinê bibîne, di sîstemê de roleke qismî bi dest bixe, lê li hemberî vê yekê pêleke nû ya êrîşê ya mîna sala 1925’an li dijî Kurdan bide destpêkirin heye. Ji aliyê din ve, bi gavên stratejîk ên hatine avêtin re, li ser zemîna siyaseta demokratîk a ku vebûye, ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd firsendeke dîrokî heye.
Tundbûna di gotinên Devlet Bahçelî de, helwesta medyayê ya ku pêvajoyê nabîne û polîtîkayên dudil ên hikûmetê nîşan didin ku rêya aştiyê tijî zehmetî ye. Hemû pêşketin û gengeşiyên heyî tekez dike ku çareserî nikare ji îradeya baş a hikûmetê re were hiştin; diyarker ew e ku jin, ciwan û hemû derdorên demokratîk bi têkoşîneke civakî ya birêxistinkirî xwedî li pêvajoyê derkevin. Tirkiye yan wê vê firsenda dîrokî bi kar bîne û aştiya xwe ya navxweyî pêk bîne, yan jî wê bi rîska ku bibe yek ji windakerên herî mezin ên nexşeyên ku li Rojhilata Navîn ji nû ve tên xêzkirin re rû bi rû bimîne.
JI EDÎTOR





