Peyman, Şamê dike “parêzvanê sînor” ê Îsraîlê û di heman demê de projeya dewleta Tirk a navend-Îxwan û stratejiya “Heyva Şîe” ya Îranê bi temamî tasfiye dike. Ev peymana ku îradeya gelan tune dihesibîne, ji bo Rêveberiya Xweser jî nîşana serdemeke nû û aloztir a tehdîdan e.
Di korîdorên tarî yên dîplomasiyê de, careke din îradeya gelên Sûriyê hat piştguhkirin û derket holê ku peymaneke dîrokî ya ku çarenûsa herêmê ji nû ve xêz dike, hatiye îmzekirin. Metna 9 xalî ya ku di navbera Waşington û hikûmeta Colanî de li ser bingeha “ewlekariya Îsraîlê” hatiye îmzekirin, Sûriyê fiîlen dixe bin mandaya DYA û Îsraîlê û di heman demê de xwedî wesfê “konsepteke tasfiyeyê” ye ku dewleta Tirk, Îran û Rûsyaya ku bi salan e li qadê şer dikin, ji lîstikê derdixe. Ev peyman ne “aştî” ye; ew belgeyeke “çokdanînê” ye ku serweriya Sûriyê li ser kaxezê dihêle, lê di pratîkê de wê bi ewlekariya Tel Avîvê ve girê dide.
RUHÊ PEYMANÊ: NE ‘NORMALÎZASYON’, LÊ ‘TESLÎMIYET’
Xala yekem a peymanê, beşdarbûna Şamê di mekanîzmaya normalîzasyonê ya herêmî ya ku wekî “Peymanên Îbrahîm” tê zanîn, pêşbînî dike. Ev ne pêngaveke dîplomatîk a ji rêzê ye; ev tê wateya ku Şam dev ji söylema xwe ya “berxwedanê” ya dehsalan berde û bi awayekî fermî hebûna Îsraîlê ya li herêmê û parêzvaniya DYA’yê qebûl bike. Di xala 5’emîn de “fiîlen” naskirina kontrola Îsraîlê ya li ser Girên Golanê û di xala 6’emîn de soza tasfiyekirina rêxistinên wekî Hizbullah, Hamas û bandora Îranê, delîlên herî şênber ên vê teslîmiyetê ne. Şam, bi vê peymanê, wezîfeya xwe ya sereke wekî rakirina tehdîda li ser Îsraîlê ji axa Sûriyê û misogerkirina ewlekariya Tel Avîvê qebûl dike.
ÎFLASA STRATEJÎK A TIRKIYEYÊ: ‘PROJEYA ÎXWANÊ’ Û ‘MÎSAK-I MÎLLÎ’ HILWEŞIYAN
Ev peyman, tescîl dike ku siyaseta Sûriyê ya Enqereyê ya ku bi salan bi xerckirina bi milyaran dolaran û xwedîkirina bi hezaran çeteyan meşandiye, bi têkçûneke tam bi encam bûye.
Xeyala ‘Herêma Ewle’ Bi Dawî Bû: Peyman, dema ku aramiyê li başûr û navenda Sûriyê dike hedef, bi awayekî nepenî komên çete yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de hedef digire. Bernameya “Bêçekkirin, Terhîskirin û Ji Nû ve Yekbûnê (DDR)” a ku di xala 8’emîn de tê diyarkirin, rasterast tê wateya tasfiyekirina çeteyên “Artêşa Niştimanî” yên ku Enqere xwedî dike. Enqere, bi hezaran cîhadiyên ku nizane çi bi wan bike, bi tenê maye.
Siyaseta Navend-Îxwan Îflas Kir: Xeyala dewleta Tirk a şekildayîna paşeroja Sûriyê bi rêveberiyeke li ser xeta Îxwan (Birayên Misilman) bi temamî hilweşiya. Peyman, rêveberiyeke navendî ya laîk, netewe-dewletî, lê di bin gerstêrka DYA-Îsraîlê de, xurt dike. Ev tê wateya ku hemû veberhênana îdeolojîk a Enqereyê pûç bûye.
Tenêmayîna li Qadê: Avabûnên “dewleta paralel” ên ku MÎT’ê li Helebê û herêmên din ava kirine, di vê hevkêşeya nû de ne rewa mane. Tirkiye êdî ne aktorek e ku di paşeroja Sûriyeyê de xwedî gotin be; ew ketiye pozîsyona parêzvanê çeteyên ku divê bên tasfiyekirin. Ev ji bo Enqereyê senaryoyeke kabûsê ya tam e.
JI BO ÎRAN Û RÛSYAYÊ PEYAMA ‘LÎSTIK BI DAWÎ BÛ’
Peyman, herî kêm bi qasî Tirkiyeyê, ji bo du aktorên din ên kilîdî yên li Sûriyê, Îran û Rûsyayê, jî belgeyeke tasfiyeyê ye.
Îran: Korîdora stratejîk a “Heyva Şîe” ya Tehranê ya ku ji Iraqê heta Libnanê bi ser Sûriyê re dirêj dibe, bi vê peymanê ji dilê xwe ve hat kêrkirin. Soza Şamê ya ji bo astengkirina çalakiyên Hizbullah û Pasdarên Şoreşa Îranê, tê wateya tunekirina veberhênana stratejîk a herî mezin a Îranê ya li herêmê.
Rûsya: Moskow, her çend ji aliyê leşkerî ve xuya dike ku di şer de bi ser ketiye, lê masêya siyasî bi temamî ji Waşingtonê re winda kiriye. Di dawiya piştgiriya leşkerî û aborî ya salan de, kontrola Sûriyê ya ku hevalbendê wê bû, derbasî destê hevrikê wê yê herî mezin, DYA’yê bû. Hebûna leşkerî ya Rûsyayê ya li Tertûs û Hmeymîmê, di nav vê rastiya siyasî ya nû de wateya xwe winda kiriye û hema bêje li ser însafa DYA’yê hatiye hiştin.
JI BO RÊVEBERIYA XWESER TEHDÎDÊN NÛ Û BÊPAŞEROJÎ
Ev hevkêşeya nû, her çend tehdîda Tirkiyeyê û çeteyên wê yên destekkirî qismî ji holê radike jî, ji bo Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê deriyê serdemeke hîn aloztir û xeternaktir vedike.
Piştguhkirin: Di metna peymanê de hebûn û îradeya siyasî ya gelê Kurd, Suryaniyan, Ermeniyan û gelên din bi temamî hatiye piştguhkirin. Behs ji federalîzmê an jî xweseriya demokratîk nayê kirin; berevajî, avabûna navendîparêz a “Komara Erebî ya Sûriyê” tê tekezkirin.
Tehdîda Siyasî ya Nû: Soza Şamê ya ji bo pêkanîna “biryarên navneteweyî yên derbarê çareseriya siyasî de” ya di xala 9’emîn de, wekî xaleke xeternak a ku dikare li dijî Rêveberiya Xweser were bikaranîn derdikeve pêş. Rêveberiya nû ya Şamê ya di bin garantoriya DYA’yê de, dikare di pêşerojê de di bin navê “yekparçeyiya axa welêt” de tasfiyekirina Rêveberiya Xweser bixe rojeva xwe.
Pêşeroja Têkiliyên DYA-QSD: Ev peyman, derbarê pêşeroja hevparîtiya taktîkî ya DYA’yê bi QSD’ê re pirsên cidî diafirîne. Gelo Waşington, ji bo vê bazara mezin a stratejîk a ku ewlekariya Îsraîlê dixe pêş, dê hevalbendê xwe yê ku li dijî DAIŞ’ê pê re têkoşiyaye, feda bike? Ev, pirsa herî krîtîk a serdema pêş me ye.
ENCAM: ÎRADEYA GELAN CAREKE DIN HATE PIŞTGÛHKIRIN
Di encamê de, peymana Şam-Waşington, ne çareseriyeke ku aştî û demokrasiyê ji gelên Sûriyeyê re tîne, lê projeyeke emperyal e ku herêmê li gorî berjewendiyên xwe dîzayn dike. Ev Sykes-Picota sedsala 21’ê ye. Peyman, dema ku dîktatoriyekê hildiweşîne û li şûna wê rejîmeke din a wesayetê datîne, mafê çarenûsiya gelên ku xwediyên eslî yên Sûriyê ne, desteser dike. Ev pergala nû, ne aştiyeke mayînde, lê tenê ferzkirineke ku şikl û aktorên pevçûnê diguherîne û ji krîzên nû û mezintir ên paşerojê re ducanî ye.
Xalên Peymana Ewlehiyê ya di navbera Şam û Washingtonê de ya derbarê Îsraîlê de
Xala 1 – Çarçoveya Siyasî:
Komara Erebî ya Sûriyê soz dide ku tevlîbûna mekanîzmaya normalîzekirina herêmî (Peymanên Îbrahîm) wekî gaveke yekem ber bi vekirina kanalên hevkariya aborî, ewlehî û dîplomatîk ve bi awayekî ku serweriya wê û berjewendiyên neteweyî biparêze, binirxîne.
Xala 2 – Misogerkirina ewlehiya herêma bêçek a başûr û Siwêdayê:
Herêmeke bêçek dê li Quneytra, Deraa û hin deverên gundewarê Şamê (heta Kaswah) were damezrandin ku çekên giran û komên çekdar ên serbixwe qedexe dike. Hêzên ewlehiyê yên herêmî yên bi alavên sînorkirî dê destûr bê dayîn ku di vê herêmê de di bin çavdêriya mîsyonek çavdêriya navneteweyî de bixebitin.
Şam mecbûr e ku ewlehiya parêzgeha Siwêdayê û ewlehiya civaka Durzî misoger bike, rêzê li taybetmendiyên wan ên civakî û îdarî bigire û pêşî li her êrîş an aloziyên navxweyî bigire ku dikarin ewlehî an aramiya herêmê xera bikin.
Xala 3 – Rêkeftinên ewlehiyê û hebûna Îsraîlê:
Rêkeftinên çavdêriya hevbeş dê li deverên çiyayî yên stratejîk, di nav de Cebel Şêx û rêzeçiyayê Qelemûn, werin damezrandin. Ev rêkeftin devjêberdana fermî ya serweriya Sûriyê pêk naynin. Hejmareke sînorkirî ya tîmên çavdêrên Îsraîlê dikarin di bin garantiya DYA de werin parastin.
Xala 4 – Azadiya firînê (hewayî) û hevrêziya ewlehiyê:
Destûr tê dayîn ku Îsraîl firînên taybetî li qada hewayî ya Sûriyê li dijî hedefên ku gefên rasterast ên ewlehiyê çêdikin pêk bîne. Ev firîn dê pêşwext bi garantorê DYA re werin hevrêz kirin û ji hêla komîteyek çavdêriyê ya sêalî ve werin çavdêrî kirin.
Xala 5 – Golan û rêkeftinên meydanî:
Şam rastiya kontrola Îsraîlê ya li ser Girên Golanê qebûl dike heta ku peyman di meriyetê de bimîne û soz dide ku tevlî ti çalakiyek leşkerî an siyasî nebe ku dikare rewşa heyî binpê bike. Biryara yasayî ya di derbarê statuya dawî ya Golanê de ji bo danûstandinên navneteweyî yên pêşerojê tê hiştin.
Her çend ev rêkeftin bi fermî wekî çareseriyek neyê ragihandin jî, ew qebûlkirina têgihîştinek sînor a defacto di bin çavdêriya Dewletên Yekbûyî de pêk tîne.
Xala 6 – Erkên Şamê di derbarê rêxistinên herêmî de:
Sûriye soz dide ku rê li ber rêxistinên wekî Hizbullah, Hamas û komên çekdar ên Filistînî bigire ku li ser axa wê bixebitin an bicîh bibin; ew her weha soz dide ku bi hevrêziya garantorê DYA‘yê, gavan bavêje da ku bandora leşkerî ya Îranê sînordar bike.
Xala 7 – Ji nû ve avakirina saziyan û vegera karmendan:
Berpirsiyarên leşkerî û saziyan dê hêdî hêdî ji nû ve werin ji nû ve avakirin. Karbidest û efserên ku îspat nebûne ku binpêkirinên cidî kirine, dê destûr bê dayîn ku vegerin ser karên xwe, li gorî pîvanên zelal û di bin çavdêriya neteweyî û navneteweyî de.
Xala 8 – Dij-terorîzm û Ji Nû Ve Entegrasyon:
Şam û Washington dê di şopandina hêmanên DAIŞ’ê û komên tundrew de hevkariyê bikin. Bernameya bêçekkirin, çekdanînê û ji nû ve entegrekirinê (DDR) dê di bin çavdêriya NY de were bicîhanîn.
Xala 9 – Pabendbûna bi Ewlekariya Herêmî û Biryarên Navneteweyî:
Komara Erebî ya Sûriyê soz dide ku ti kiryarên ku ewlehiya herêmî li Şam û Rojhilatê Deryaya Spî tehdît dikin, neke û piştgirî nede kom an çalakiyên ku welatên cîran bêîstîqrar dikin an jî nehewîne.
Wekî din, Şam qebûl dike ku biryarên navneteweyî yên di derbarê çareseriyek siyasî de bicîh bîne û di bin çavdêriya NY de hawîrdorek navxweyî ya ewledar a guncaw ji bo ji nû ve avakirin û vegera penaberan misoger bike.
Aras ŞAHO




