Hakan Fîdan bi zimanekî bê perwa êrîşî Rojavayê Kurdistanê dike û dixwaze Kurd teslîmî rejîma faşîst a HTŞê bibin. Dibêje “em ne gêjin kurd nikarin me bixapînin.” Heger yên wek Hakan Fîdan ne gêj û bêaqilbana niha rewşa dewleta Tirk ne di vî halî de bû!
Divê were zanîn kes dewleta Sûriyê bi Tirkan û çeteyên wan nade xwarin. Û divê were zanîn Kurd çarenûsa xwe teslîmî celadên xwe nakin.
Kurd xwedî aqlekî stratejîk û xwedî bijardeya pêwendiyên piralîne. Gelê Kurd ne mahkûmê siyaseta tinebûnê ne.
Yan hebûna gelê Kurd wê bi hemû awayekî azad were pejirandin, yan jî siyaseta wan a li dijî gelê Kurd dê bibe sedemê tinebûna wan.
Çare nîne!
Bê gelê Kurd û azadiya gelên Sûriyê pergala nû nayê avakirin. Sûriye êdî wek berê bi şêwazê desthilatiya dîktatorî û yekperestiya faşîst nayê rêvebirin. Di serî de gelê Kurd û hemû gelên Sûriyê xwe ferzkirina dîktatoriya di bin navê olî de qebûl nakin. Gelê Sûriyê çi Kurd, çi Elewî, çi Durzî û çi jî civaka sekuler a Erebên sune ji bermayiyên çeteyên DAIŞ’ê re tehamûl nakin. Herroj li kolan û bajarên Sûriyê li dijî çeteyên dixwazin îradeya gel teslîm bigirin nerazîbûn bilind dibin.
Piştî qirkirina Elewiyan, hewldana qirkirinê li ser gelê Durziyan çêbû. Gelê Durzî li dijî çeteyên hov li berxwe da û gotin “em îradeya xwe teslîmî çeteyên Şam dagirkirine nakin.”
Wisa diyare ku berxwedana gelê Kurd li Rojava bûye hêz û îlhameke pir mezin ji bo gelên heremê.
Hemû hesabên faşîst ji deriyên berxwedanê vedigerin. Li hember êrîşên oldarên tundrew yên faşîst çanda berxwedana gelan pêşdikeve.
Çeteyên Şam dagirkirine bi alîkariya dewleta Tirk dixwazin hemû Sûriyê bigirin bin kontrola xwe. Lê gelên li Sûriyê naxwazin trajediyeke nû jiyan bikin. Desthilatdariya Baas a şeklê îslamî li ser xwe qebûl nake. Li dijî wî li berxwe dide.
Dewleta Tirk bi israr dixwaze siyaseta xwe ya qirkirinê bi destê çeteyên HTŞ’ê li ser gelê Kurd û gelên Sûriyê bimeşîne. Dixwaze Sûriya nû li gor berjewendiyên xwe dîzayn bike. Lê ev xwestek xeyalekî xav e. Dûrî rastiya azadî û xwestekên gelan e. Kes ji dewleta Tirk re qebûl nake.
Cihana siyasetê tenê ji xwestekên Tirkiyê û ji xwestekên çeteyên wî yên faşîst pêk nayên.
Li hember xwestekên kolekirin û qirkirinê, xwesteka berxwedan û biryara azad jiyankirinê heye.
Li heremê aktorên ji Tirkiyê û çeteyên Tirkiyê mezintir û aktîftir hene. Ne gelê Kurd, ne gelên li Sûriyê, ne jî hêzên dixwazin Sûriyê dizayn bikin, hîç aliyek Sûriya nû were avakirin bi Dewleta Tirk nadin xwarin.
Hakan Fîdan çima li dijî kurdan ewqas bi hêrse?
Ji destpêka şerê Suriyeyê ve dewleta Tirk ji bo çeteyên girêdayi xwe gelek hewildan kirin. Di aliyê eskerî, siyasî û aborî de pi eşkere piştgiriya çeteyên îslamî yên tundrew kirin. Di encama şerê 14 salan de rejîma Baasê hilweşiya û çeteyên HTŞ’ê bûn desthilatê Şamê. Ji destpêka şerê Suriyê ve xewna dewleta Tirk a dagirker ew bû; bi gotina wan “rojek biçin Şamê û li mizgefta Emewiyan nimêj bikin” xewna wan pêk hat!
Di rojên destpêkê yê ketina Şamê de hemû sazî û dezgeyên dewleta Tirkiyê propagandaya nimêja li Şamê kirin.
Serkeftina birayên îdeolojîk ya dewleta Tirk, DAIŞ û bermayiyên DAIŞê, HTŞ’ê Şam bi dest xistin, lê nikarîbûn aramî û aşitiyê li Şamê û derdora Şamê ava bikin.
Serkeftina ku ji aliyê hêzên biyanî ve ji HTŞê re wek hediye hat pêşkeşkirin bû dijminê aramî û aşitiyê li heremê.
Aramî û aşitiya dewleta Sûriyê 2011’an ji ber çi xirab bû?
Ji ber azadiya derbirîna raman, reng û dengên cûda, demokrasî û wekheviyê tunebû, pirrengî dihat înkarkirin rewş xirab bû.
Civakên dawa maf û azadiya xwe dikirin dihatin girtin, kuştin û sirgûnkiririn. Yekperestiya Faşîzma Baasê wisa lê kiribû ku gel li dijî rejîmê serî hilda û dawa azadiyê kirin.
Dewleta Tirk dema “bihara Ereban” (bihara gelan) de bi rêxistina Îxwani muslîmîn re li hev kir, îtîfaq çêkir û xwest şoreşa gelan ji wan bidizin.
Di encama serhildanên gelan de gelek desthilatdarên faşîst û dîktator hilweşiyan. Lê mixabin li şûna wan dîktator û desthilatên nû hatin ser kar. Vê rewşa kambax ya xwe dûbarekirina desthilatdariyên faşîst gel bêzar kirin û heviyên gelan hilweşand.
Bi pêşengiya fikrê neteweya demokratîk, Li Rojavayê Kurdistanê serhildana gelê kurd hêviyek nû ava kir, ji bo gelên heremê û ji bo hemû gelên cîhanê.
Yekem herem, serhildan û tevgera ku neket bin kontrola hêzên îstîsmarê herema Rojavayê Kurdistanê û têkoşîna bêhempa ya gelê Kurd bû.
Bi perspektîfa biratî û azadiya gelan Rojavayê Kurdistanê wekî mûcîzeyekî ji hêviyên gelên heremê re bû bersiv, gelên cîhanê li dora felsefeya hereketa azadiyê kom bûn.
Gelê Kurd, Ereb û hemû pêkhateyên li heremê îtîfaq û yekitiya xwe avakirin û hebûna xwe li dijî rejîma Baas û DAIŞ’ê parastin. Xwe bi rêxistinkirinê nehiştin dizên şoreşê dest bavêjin heremên wan. Hem şerê azadiyê meşandin, hem jî hewl dan pergala azadiyê ji bo gelan ava bikin. Tenê ji bo xwe şernekirin, ji bo parastina rûmeta mirovahiyê şer kirin.
Ji destpêka kaosa li Sûriyê destpêkir heta roja îro dewketa Tirk her tim hewl da tevgera azadiya gelan tune bike û têkoşîna azadiyê bin bixîne, îradeya gelan bişkîne.
Bi dehan caran hewldanên dagirkirin û qirkirinê dan.
Hemû rexistinên çeteyan li dijî kurdan bikar anîn. Ew xwedî kirin, bi rêxistin kirin, derfet ji bo wan ava kirin, lê nikarîbûn pêşî li xwesteka azadiya gelê Kurd û pêkhateyên heremê bigirin. DAIŞ, El Nûsra, El Qaîde, çeteyên bipere, Artêşa Azad û herî dawî HTŞ xistin tevgerê lê encam negirtin.
Tam dema ku gotin me Suriye xist destê xwe careke din ketin valatiyê!
Çeteyên dewleta Tirk heqê çetebûyina xwe didin. Dewleta Tirk çiqas hewl bidin çeteyan bi krawat û boyaxên modernîteyê bixemlînin jî nikarin rastiya wan a zihniyetê veşêrin. Zihniyeta çeteyên tundrew xwe bi qirkirina gelan didin dest. Tawanên li hember gelan û mirovahiyê kirin û dikin nayê veşartin.
Çeteyên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dikin, ne ji aliyê gelên Sûriyê ve ne jî ji aliyê hêzên pêwendidar ve nayên pejirandin. Wisa xuya dike ku projeya dewleta Tirk û hevalbendên wî destê wan de biteqe.
Nûnerê siyaseta qirkirinê Hakan Fîdan ji vê rewş û rastiya derketiye holê pir aciz e. Ew dibêje “eger Kurd nebûyana wê projeya me ya dizaynkirina Sûriyê bê pirsgirêk bi ser biketa, lêbelê Kurdan îşê me xera kir.”
Gelê Kurd xwe wek alternatîf birêxistin kir û pergalekî alternatîf, dewlemend û serkeftî avakirine.
Li Sûriyê Hebûna heremên azad ya di pêşengtiya QSDê dihêle ku kiryarên hov yên çeteyên Tirkiyê deşîfre bibin. Hakan Fîdan ji ber vê yekê aciz e. Siyaseta wan a neheq a ku dixwaze gelan ji xwe re bike kole û azadiya wan ji holê rake êdî îflas kiriye.
Êdî gelê Kurd aktorin û xwedî hêza stratejîkin. Kurd tune nebûn, berovajî wê bûn îlhama hebûn û berxwedana gelên Durzî, Elewî û civakên li Suriyê.
Zîhniyeta faşît a Hakan Fîdan nûnertiya wî dike, şûna ku kumê xwe deyne ber xwe û bibêje “me li ku şaşitî kir” Kurdan tawanbar dikin. Sedemê binketina siyaseta xwe bi berxwedana Kurdan îzah dikin.
Heger hinek biaqil bin, “gêj nebin,”demokrat û azadîxwazbin, ewê bibînin ku hebûna gelê Kurd û heremên azad ne gefin ji bo wan, berovajî, awantajeke mezine ji bo aşitiya heremê. Lê dijminatiya li dijî azadiya gelê kurd çavê wan ewqas kor kiriye ku nikarin rastiya wek rojê şewq dide bibînin. Kurd êdî hene û wê azad hebin. Dewrana “bila Kurd dayika xwe nebîne” derbas bû. Gelê Kurd hebûna xwe misoger kir, ewê azadiya xwe jî misoger bike. Têkoşîna gelê Kurd agirê azadiyê dilê her kesekî de pêxistiye.
Ji bo hesabên şaş ên dewleta Tirk bi zimanê Tirkî em bersiv bidin. “Yanliş hesab Bağdat’tan döner.” hesabên şaş ji Baxdadê vedigere”
” Ji kudera zerarê vegerin ji bo we başe.”
Hîwa AZAD





