• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Lêkolîn

Stratejiya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê û Çalakiyên Perwerdeya Leşkerî – DOSYA TAYBET

NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta Tirk ji bo bandorkirina li ser dînamîkên siyasî û leşkerî yên li Sûriyeyê stratejiyeke berfireh dimeşîne. Ew efserên ku ji rejîma berê ya Esed reviyane û piştî hilweşîna rejîma Esed anîne Tirkiyeyê, wekî hêzek alternatîf an paralel ji bo hêzên leşkerî yên HTŞ û hikûmeta wê ya demkî, ku tevî hemû hewldanên xwe nekariye wan rewa bike, perwerde dike.

Yayınlayan Militan Rêhat
18 August 2025
Kategori: Lêkolîn
246 12
A A
Stratejiya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê û Çalakiyên Perwerdeya Leşkerî – DOSYA TAYBET
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Dewleta Tirkiyê, ji bo ku li ser dinamîkên siyasî û leşkerî yên li Sûriyeyê bandor bike, stratejiyek berfireh dişopîne. Ev stratejiya berfireh ku dewleta Tirkiyê li Sûriyeyê bi awayekî siyasî û leşkerî dimeşîne, ji gelek astengên wek, perwerdeya serleşkeran(efser) û leşkerên ku ji rejîma berê ya Sûriye yê veqetiyabûn û di nav baregehên leşkerî yên Tirkiyê de têne perwerde kirin, koordinasyon bi Koalîsyona Muxalefet a Sûriyeyê, planên ku li qeraxên Şamê tevlîhevî derxin û hewldanên ku îttîfaqa di Hezên Sûrî ya Demokratîk (QSD) hilweşînin ji gelek pêngavan pêktê. Herwiha, yek ji kevirên bingehîn ên vê stratejiyê armanca avakirina hikûmetek teknokratîk û hêzek leşkerî ya dilsozê dewleta Tirkiyê ye, paralel bi hikûmeta heyî ya bi serokatiya Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ), ku tevî hemî hewldanan jî nekariye rewa bike. Di Dosyaya me ya Taybet de, em ê hûrgulî, aktor û armancên vê planê lêkolîn bikin.

PERWERDEYA SERLEŞKERÊN REJÎMA KEVİN LI BAREGEHÊN TIRKIYÊ

SADAT ku hemû sûc û pratîkên qirkirina dewleta Tirkiyê bi ser wê tê kirin, li Hawar Kilîs 400 serleşkerên ji rejîma Sûriyeyê reviyane-veqetiyane perwerde kirine, ev bûyer wek di nûçeyek taybet a malpera me lekolin.org ya 1’ê Tîrmehê 2023 de bal hatibû kişandin. Bi amûrên şerê taybet derewên wek, QSD leşkerên rejîma kevin derbasî bajarên di bin qontrola xwe dike, belav dike; lê di paşperdeyê de, perwerdekirina Serleşkerên Rejîma Kevin a piştî şikestina rejîmê ji Sûriyeyê hatibû kom kirin, berdewamdike. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên bi ewle hatî bi destxistin, zêdetirî mehek e ku dewleta Tirkiyê, li baregehên Konya û İncirlikê ji bo serleşker û endamên ji rejîma kevn a Sûriyeyê veqetiyane, çalakiyên perwerdeyê dimeşîne.

Wek perwerdeya pisporbûyînê, endamê tam û perwerdeya polîs, perwerdeyên ku di bin van sê serenavan de tê meşandin, serleşkerên ku berê ji rejîma Sûriyeyê veqetiyabûn û piştî hilweşandina wê hatibûn Tirkiyê, tê perwerdekirin. Di dema ku armanc serleşkerên berê yên rejîmê bigihînin kapasîteya birêvebirina tugayan, serbazî û bidestxistina serkirdayetî, pêşxistina stratejî û jêhatîbûna rêveberiya operasyonê, kadroyên jêhatî ji bo nûavakirina artêşa Sûriyê têne damezrandin.

Bi heman awayî, wekî beşek ji perwerdehiya endamtiya tam, operasyonên meydanî, perwerdehiya taktîkî û karanîna çekan têne fêr kirin da ku amadekariyên operasyonî ji bo leşker û personelên ku bi pênc yekîneyên leşkerî yên girêdayî Artêşa Tirkiyeyê ji rejîma Esed veqetiyane temam bibin. Ew wekî hêz têne amadekirin ku di meydanê de rolên çalak bigirin.

Ji aliyekî din ve, tiştê ku jê re perwerdehiya polîs an ewlehiya navxweyî tê gotin, perwerdekirina hem endamên rejîma Esed û hem jî endamên komên çete yên li herêmên dagirkirî ye da ku kapasîteya pêkanîna operasyonên polîs li bajaran (parêzgehan) bi dest bixin. Ew di operasyonên ewlehiya navxweyî, kontrolkirina girseyê û jêhatîyên rêveberiya bajaran de têne perwerdekirin.

Hat zanîn ku ev perwerdeyan, bi rêveberiya komên çeteyan yên girêdayî dewleta Tirkiyê, bi avakirina koordinasyonê ya di nav Sûriyeyê de têne piştgirî kirin. Armanca dawî jî ev e ku, tevî hemû hewldanên  dewleta Tirkiyê û MÎT’ê, hukumeta heyî ya Sûriyeyê ku meşrûtiya navneteweyî û herêmî nekarî qezenç bike, bi vê re girêdayî, hêzek an çêkerek di bin kontrola Tirkiyeyê de ava bibe.

ARMANCÊN STRATEJÎK Û PLANA OPERASYONÎ

Stratejiya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê li ser şikestina hukumeta heyî û avakirina hukumeteke teknokratî ye. Bingehên sereke yên plana operasyonî ev in:

Demjimêr û Gavê Pêşîn

-Çavkaniyên me yên bi ewle dan zanîn ku dewleta Tirkiyê, bi rêya MÎT’ê, armanc dike ku operasyonên leşkerî di nîva Cotmeh a 2025 de bide destpêkirin.

-Di gavê destpêkê de, bi afirandina tevlîheviyan ên li qiraxên Şamê, hêz û otorîteya hukumeta heyî tê wê were lewazkirin.

-Di heman demê de, îtîfaqa QSD ê wê were şikandin; ev jî bi alîkariyên grûpên çeteyan yên girêdayî Tirkiyê û grûpên ku li dijî QSD şerdikin wê pêk were. Dîsa, li herêm ên ku gelê Ereb bi gelemperî lê jiyan dikin, yên wek Dêrazor, Reqa û Tebqa, bi navê Eşîran tê armanc kirin ku şer dest pê bike.

Mijûlkirina Raya Giştî;

–MÎT di nav vê stratejiyê de, li ser Bakur û Rojhilata Sûriyeyê û qiraxên Şamê, armanc dike ku bala raya giştî belav bike.

–Lê di heman demê de, ev hêzên ku di Tirkiyeyê de hatine perwerde kirin û amadekirin, dê derbasî Sûriyeyê bibin û herêmên ku berê hatine nasandin, bi taybetî xalên girîng yên li Şamê, wê bi lez bixin bin qontrolê de.

HTŞ û Lêgerîna Alternatîf;

-Hat zanîn ku dewleta Tirkiyê, bi grûpên çeteyan yên girêdayî xwe, li Îdlibê hin serleşkerên HTŞ û hukumeta demkî ya Sûriyeyê revandiye û girtiye.

-Kêm bûna bandora navneteweyî ya HTŞ, Tirkiyê kêşa tirsa windakirina qontrolê. Ji ber vê yekê, tenê kesên girêdayî Tirkiyê û xwedî tecrubeyên wê perwerde bikin û bi wê rengî çêkera alternatîf tê avakirin.

-Winda kirina bandora herêmî û navneteweyî ya HTŞ, tirsa winda kirina qontrolê yaa dewleta Tirk zêde kir û lêgerîna hukumetek nû leztir kir. Di vê çarçoveyê de, dewleta Tirkiyê armanc dike ku tenê bi kesên girêdayî wî, xwedî tecrûbe perwerde bike û HTŞ’ê derbas bike û rêveberiyek nû ava bike.

ENTEGRASYONA ENDAMÊN REJÎMA KEVÎN

Wek ku me li jor dabû diyarkirin, dewleta Tirk stratejiyek berfireh dimeşîne, li qada şer jî gûhertinan di nav HTŞ de dide kirin. Li gorî çavkaniyên ewlekariyê, Enes Hattap, Huseyîn Selame û Wezîrê Parastinê ya Sûriyê ya Demkî di otêl a Four Seasons de bi İstîxbarata Tirkiyeyê (MÎT) civînek kirine û di vê civînê de biryar hat dayîn ku artêş ji nû ve bê saz kirin.

Hûrguliyên planê wiha ye:

Di vê çarçoveyê de, ji bo ku rêveber, leşker û serleşkerên bi tecrube, li hemû qadên Wezîrê Parastinê were vexwendin, amadekarî têne kirin. Lê şert a ku li ser wan kesan lêkolînên ewlekariyê were kirin û divê ji mezheba Sûnî bin were lêgerîn. Wek ku tê zanîn, beşek ji endamên rejîma kevn niha di Urdînê de perwerdeya ewlekarî û leşkerî digirin.Ev plan ê piştî ku Wezîra Karê Hundirîn lêpirsîna li ser wan temam bike, rewşa wan bê başkirin û bi teşwîqên aborî ji bo salên xizmeta wan, wan motîve bikin û piştî qezençkirina girêdanên wan wê bikevin meriyetê. Herwiha, armanc ew e ku ji tecrubeyên wan yên di qada tomarên leşkerî û rêveberiya yekîneyan de feyde were girtin.

Rêveberên HTŞ ku wek kok û bingeh bi MÎT’ê re nav têkilîyê de ne, yanî zilamên MÎT ne, bi hevkariyê ya bi dewleta Tirkiyê re, armanc dikin ku leşkerên ji rejîma Baas hatine anîn, li milên leşkerî yên hukumeta nû ve were rêxistinkirin. Armanca wan ev e ku Artêş a Sûriye ya Nû bi awayekî nû were şêwaz kirin. Di heman demê de, dewleta Tirkiyê bi wan kesan re pêkanîna plana xwe dixwaze bi cîh bîne ku di navbera hukumeta heyî de alternatîf ava bike. Ev plan ji HTŞ hatiye veşartin û armanc dike ku ji bo guherandina hukumeta heyî, çêkerek paralel saz bike.

PLANÊN ŞERÊ TAYBET Û QAOSE

Di 16’ê Tîrmeh a 2025’an de, di civîna ku li mala rojnamevan Muhammed Ünalmış li Yenîbosnayê Stenbolê de hat birêvebirin, lingê medyayê ya stratejiya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê diyar dike. Di nav wan kesên ku beşdarî civînê bûn, ev nav hene, nûnerên Koalîsyona Sûriyeyê (Xalid Xoca, Enes Abde, Muhammed Vecîh Cuma), rojnamevanên Sûrî (Ehmed Zekeriya, Hadir El-Hasan, Tariq Sîlo, Ehmed Kamhiya, Ehmed Rehal) û endamek ji MÎT ku bi navê Taner tê zanîn cih girtine. Mijarên sereke yên civînê ev bûn:

-Guherandina pergalê ya heyî li Sûriyeyê û pêşdebirina hêza desthilatdariya nû ya teknokrat bi qontrola Tirkiyeyê.

-Planên avakirina qaosê li Sûriyeyê û Libnanê (bi taybetî li Trablusê).

-Hate diyar kirin ku qada finans û rêveberiya aborî ya medyayê bi awayekî veşartî ji hêla Qatarê ve dê bê piştgirî kirin.

-Bi serokatiya Lîda El-Halaynî, platformên nû yên medyayê bêne avakirin ku bi naveroka rast û derew raya giştî manîpûle bike. Ev platform dê li Libnan, Tirkiyê, BAE û li Sûriyeyê bêne damezrandin.

-Bi dîmenên rast û derew li ser medyaya civakî raya giştî manîpûle dikin, ser rejîma Şamê zordarî çêkirin, zextkirina hilbijartinan û guherandina desthilatdariya heyî.

-Platformên nû dê li herêmên Libnanê, Tirkiyê, BAE û Sûriyeyê bêne damezrandin. Di Libnanê de civînek rojnamevanan ya nû tê plan kirin.

Ev civînan, ku ji sê meh berê hatibûn plan kirin, bi rêya medyayê armanc dikin ku ser rejîma Şamê zext bê kirin, hilbijartin bê amade kirin û desthilatdariya heyî bê guherandin.

AKTORÊN SEREKE Û PROFÎLA WAN

 

Xalid Xoca (Alp Tekînoğlu): Li Şamê di sala 1965’an de hatî dinê, xwedî neteweyên Tirkiyê û Sûriyeyê ye. Ew doktor û siyasetmedarek ji Şamê ye. Serokê berê ya Koalîsyona Sûriyeyê û yek ji damezrênerên Partiya Pêşerojê ye. Di 2015’an de bû serokê Koalîsyona Sûriyeyê, di 2019’an de jî bû ji damezrênerê Partiya Pêşerojê. Niha wekî neteweya Tirk dijî.

 

 

Enes Abde: Li Şamê hatiye dinyayê, xwendina biyolojî û fîzîkî xelas kiriye, li Brîtanyayê di rêveberiya teknîkî de xebitîye. Bi nasnameya xwe ya li dijî rejîma Esed tê nasîn. Di 2016’an de Partiya Dad û Avakirinê damezrand û di heman salê de bû serokê Koalîsyona Sûriyeyê.

 

 

Ehmed Rehal: Ji gundê Mi’eleli ya li herêma Cebel Ez-Zawiye ya Îdlîbê hatiye dinê. Berê serleşkerê topê ya di artêşa rejîma kevn de bû. Di 2012’an de ji rejîmê veqetiya û tevlî mûxalefetê bû. Di Cepheya Sêhil û Rojava de kar kir û bû alîkarê wezîra parastinê. Di 2020’an de ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve hat girtin, piştî demekê bi şertên kontrolê hat azad kirin.

 

DÎNAMÎKÊN HERÊMÎ

Daxuyaniyên Wezîra Derve ya Tirkiyeyê, Hakan Fidan, ku li ser rêberiya Sûriyeyê xeletî hene û pêdiviya guherandinê heye, diyar dike ku dewleta Tirkiyeyê ji bo şikandina rejîma heyî û avakirina hukumeteke di bin kontrola xwe de, stratejiyek berfireh dimeşîne. Şerên li ser civaka Dûrzî yên herêma Swêda û hevpeymanên Îsraîlê ya bi hikumeta Colanî re, buye sedema ku herêm ji Sûriyeyê veqete. Ev rewş, Tirkiyê bi rêya MÎT’ê lewazbûna hikûmeta Şam’ê ji xwe re wek firsetek dît û  hewlên xwe yên ji bo avakirina hukumetek nû bi leztir kiriye.

Windakiran bandora HTŞ, Tirkiyeyê kêşa ser rêya lêgerîna hikumetek alternatîf. Ji ber vê yekê, plana entegrekirina endamên rejîma kevn di hukumeta nû de hat destpê kirin. Lê ev strateji, bi bandora aktorên herêmî (Îsraîl, QSD, civaka Dûrzî) û navneteweyî (Qatar, Dewletên Yekbûyî) gelek zehmet û tevlihev bû. Herçiqas ev plan diyar dike ku Tirkiye armanc dike ku bi temamî hikumeta Şamê qontrol bike, lê ev gavên ku ji HTŞ hatiye veşartin, dikarin hevsengiyên şikestî yên hundirê Sûriyeyê hilweşînin.

Hewldanên Tirkiyeyê ku bi bikaranîna rewşa qaosê di Sûriyeyê de Şamê bixe bin qontrola xwe, xwedî hêza guhertina hevsengiyên hêzên herêmî ye. Cotmeh a 2025 wekî demeke girîng û kritik, ku gava pêşî yê vê stratejiyê li qada şer wê were avêtin derdikeve pêş. Lê bi sedema tevliheviya dinamîkên Sûriyeyê, pêkanîna plana girêdayî bertekên aktorên herêmî û navneteweyî ne.

Militan RÊHAT

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

 

Etiketler: Enes HattaphtşKatarMITQSDROJAVASamSURIYETIRKIYEUrdin
Önceki yazı

Dewleta Tirk, Amadekariyên Êrîşan Zêde Dike- NÛÇE TAYBET

Sonraki Haber

Hesabên Şaş!

Benzer Haberler

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET
Lêkolîn

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

31 May 2026
Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ
Lêkolîn

Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

29 May 2026
HTŞ Cîhazên IMSI ku Ji MÎT’ê Girtiye Li Heremên Rojava Bi Cih Dike-NÛÇE TAYBET
Lêkolîn

HTŞ Cîhazên IMSI ku Ji MÎT’ê Girtiye Li Heremên Rojava Bi Cih Dike-NÛÇE TAYBET

14 May 2026
Sonraki Haber
Hesabên Şaş!

Hesabên Şaş!

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    524 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    747 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist