• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Nûçe

“Kurd dê Xebatên Destûrê de Cih Bigrin”

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehemd derbarê naveroka civîna ku li Şamê bi Colani re pêk anîbûn û xebatên entegrasyonê de axivî.

Yayınlayan Lekolin
20 April 2026
Kategori: Nûçe
253 3
A A
“Kurd dê Xebatên Destûrê de Cih Bigrin”
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Têkildarî civîna ku 15’ê Nîsanê li Şamê di navbera Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Serokê Hikumeta Demkî ya Suriyeyê Colani de pêk hatibû, dîsa derbarê asta xebatên entegrasyonê, astengî û zehmetiyên heyî de, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed ji ajansa ANHA`yê re axivî.

JI PERWERDEYÊ WÊ BIRYAR WERE GIRTIN

Îlham Ehmed destnîşan kir ku di civîna li Şamê de li ser astengiyên di pêkanîna pêvajoya entegrasyonê de rawestîne. Ji bo rakirina astengiyan herdu alî (Rêveberiya Xweser û Şam) di nava hewldanan de ne.

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve da zanîn ku yek ji mijarên civînê sîstema perwerdeyê ku heya naha bawernamên xwedekaran nehatine erêkin û got:“gelek dem ser lihevkirina 29 heyva 1 derbasbu, lê hîn ev mijar nehatiye çareserkirin. Me li hev kir ku di demek nêzîkde herdu wezîrên perwerdeyê û wezîrê xwendina bilind ji bo danîna mekanîzmeyekê, sardana parûzgeha hesekê bikin û vê mijarê bi dawî bikin. Her waha derbarî system û zimanê xwendinê  Di dema pêş de wê li ser mijarê hevdîtin werin kirin û biryar werin girtin.”

Îlham Ehmed da zanîn ku heta niha di aliyê pergala îdarî de tenê li ser mijarên tenduristî û perwerdeyê erkdarkirina midûriyetan hatiye çêkirin, mudîriyetên ku hîn nehatine diyarkirin jî, bi lezgînî wê bên diyarkirin. Ji bo vê mijarêjî wê mekanîzmek nu were danîn da ku erkdankirina di saziyan de jî bidawî bibe.

RÊVEÇÛNA ENTEGRASYONÊ

Îlham Ehmed bi bîr xist ku di çarçoveya entegrasyonê de hinek gav hatine avêtin, lê pêvajo giran dimeşe.

Îlham Ehmed anî ziman ku di warê erkdarkirina temsîliyeta herêman de gavên erênî hatine avêtin, lê hîn gavên ku divê têkildarî erkdarkirinên wezaret û mudîriyetan bên avêtin jî hene.

DERIYÊN SÎNOR

Li ser pergala deriyên sînor ku mijarek bingehîn a entegersayonê ye, Îlham Ehmed bilêv kir ku mekanizmaya rêvebirina deriyê Sêmalka û deriyên sînorî yên din hatiya avakirin, di çarçoveya tekamulan de kesên karmend ên ku bi navê Rêveberiya Xweser kar dikirin, li ser esasê entegrasyonê xebat didomînin.

PIRSGIRÊKÊN DERDIKEVİN

Îlham Ehemd da zanîn ku di milê pêkanîna mekanîzmeyê de gelek pirsgirêk derketine û ev pirsgirêk wiha rêz kirin: “Berpirsên hinek mûdiriyetan yên li parêzgehê beriya niha ji aliyê hikumeta demkî ve piştî ku rejîma Esed rûxiya hatibûn diyarkirin. Evjî bi xwere pirsgrêka derdixe. A rast ewe ku lihev kirin hebe derbar wan berpisyarande.  Gelek karmendên Rêveberiya Xweser hene, divê ev karmend li derveyî kar nemînin. Divê ji bo erkdarkirina kesên ku Rêveberiya Xweser pêşkêş dike û yên hikumeta demkî diyar dike de lihevkirinek hebe. Rêveberiya Xweser demeke dirêje kar dimeşîne û bûye xwedî tecrubeyek, divê ev li ber çavan bê girtin. Hem tesiliyet û hem tecrube û ezmun girîngin di diyarkirina berpisyaran de.. Guhertin wê li ser esasê pisporiyê pêk were, A girîng xizmeta civakê û temsîliyet e. Li vê deverê Kurd, Suryan û Ereb bi hev re dijîn.”

MIJARA JIN Û ASTENGÎ

Îlham Ehmed diyar kir ku mijara temsiliyet û îradeya jinan hîn jî pirsgirêk e û got: “Di Rêveberiya Xweser de hejmareke zêde ya jinan kar dimeşand. Di aliyê heykelî de şêwazên saziyên Rêveberiya Xweser û yên hikumetê ne wekî hev in, heta radeyekê dişibin hev lê di asta rêvebirina miduriyetan de ne weke hev in. Di çarçoveya entegrasyonê de ji bo erkdarkirinê navên jin û mêran jî tê pêşkêşkirin. Heta niha midûrên perwerde û tenduristiyê hatine erkdarkirin, lê herdu jî mêr in. Lewma dive tevlîkirina jinan weke xisûsiyetekê were berçakirin, roleke girîng were dayîn. Di vê mijarê de zehmetî û astengiyên cidî hene.”

‘YPJ DI ROJEVÊ DE YE’

Îlham Ehemd bal kişand ku yek ji mijarên li pêşiya wê asteng hene jî, mijara YPJ`ê ye û wiha dom kir: “Her çiqasî di nîqaşan de encamek nû ji bo YPJ’ê derneketibe jî, lê ew hîn di rojevê de ye. Nîqaşa li ser fermîkirina YPJ`ê di rojeva hikûmeta demkî de ye jî. Ev dê heta pêkanîna lihevkirinekê dewam bike.”

Yek ji mijarên entegrasyonê jî hilbijartina nûnerên parêzgehên Hesekê û Kobanî yên ji bo parlamentoyê (Meclisa Gel a Suriyeyê) ye. Têkildarî mijarê Îlham Ehmed da zanîn ku amadekariya vê xebatê bi rêya komîteyeke navendî û komîteya amadekar a Parêzgeha Hesekê tê meşandin û got ku komîteya amadekar xwedî înîsiyatîf e.

ŞAREDARÎ WÊ BÊN BIRÊXISTINKIRIN

Di axaftina xwe de Îlham Ehmed behsa pergala Şaredariyên Gel ên li Rojava jî kir û diyar kir ku şaredarî di çarçoveya sîstema nû de çiqasî ji bo civakê xizmetê bikin, wê parêzgeha Hesekê jî ew qas jî zûtir karibe xwe nû bike. Demokrasî li ser temsîliyet û xizmeta civakê pêş dikeve, lewma divê ew xwe ji bo pêvajoya nû amade bikin.

XEBATÊN DESTÛRA BINGEHÎN

Girêdayî mijara amadekirina destûra bingehîn a nû ya Sûriyeyê jî Îlham Ehmed da zanîn ku piştî mijara diyarkirina nûnerên Rojava yên ji bo parlamentoyê, dê meseleya destûrê jî cidî têkeve rojevê û got: “Dê Kurd jî cihê xwe di komîteya nivîsandina destûra nû ya Sûriyeyê de bigirin. Pêwîstiya Suriyeyê bi destureke bigehîn a nû heye û ji bo wê pêwîstî bi komîteyeke ku temsîla hemû neteweyan bike heye. Kurd jî şirîkên esasî yê avakirina vî welatî ne. lewma dive rolek esasî ya wan hebe. Ev jî di dema pêş de wê pêk were.”

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed di dawiya nirxandinên xwe de diyar kir ku mijara dilgirtiyan hîn di rojevê de ye û wan di hevdîtinan de bal kişandiye ku di zutirîn demê tevahî girtî werin berdan.

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: Destûra bingehînHesekeKurdROJAVASamŞaredarî
Önceki yazı

Krîza Veguhêz li Sûriyeyê Kûrtir Dibe

Sonraki Haber

Plana Bêdeng a Tirkiyeyê: Nexşeya Sûriyeyê Bi Mulkiyetê Ji Nû Ve Tê Xêzkirin

Benzer Haberler

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET
Nûçe

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

3 June 2026
Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be
Nûçe

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

2 June 2026
HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin
Nûçe

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

1 June 2026
Sonraki Haber
Plana Bêdeng a Tirkiyeyê: Nexşeya Sûriyeyê Bi Mulkiyetê Ji Nû Ve Tê Xêzkirin

Plana Bêdeng a Tirkiyeyê: Nexşeya Sûriyeyê Bi Mulkiyetê Ji Nû Ve Tê Xêzkirin

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    524 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    747 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist