Serdema niha bi zêdebûneke berbiçav a xwepêşandanên li dijî polîtîkayên aborî yên hikûmeta demkî ya li Şamê û xirabûna şert û mercên jiyan û kar ve derbas bûye. Rexne û nerazîbûna raya giştî li hember şert û mercên jiyan û aborî yên li Sûriyeyê bi awayekî berbiçav zêde dibe. Ev yek bi zêdebûneke mezin a bihayan re tê, di nav de ceyranê (kehrebe), sotemenî, xaz, nan û xwarinên bingehîn. Di heman demê de, fikarên kûr li ser xirabûna rewşa ewlehiyê li gelek deveran hene. Her ku hêrsa raya giştî belav dibe, nîqaşa li ser ka rayedar çawa vê krîzê çareser dikin jî belav dibe, ji ber ku heta niha hemû xwepêşandanên sivîl bi tepeserkirina xwînî hatine bersivandin.
KRÎZA JIYANÊ YA BI LEZ Û ZÊDEBÛNA BIHAYAN
Li gorî şahidiyên herêmî û çavdêriyên meydanî, xuya ye ku krîza aborî ya li Sûriyeyê ketiye qonaxek ji her demê girantir. Bihayên elektrîkê li gorî dahatê wekî “bi awayekî jinişka ve bilind” têne binavkirin. Fatûreya enerjiyê bûye barekî ku ji derfetên piraniya malbatan wêdetir e.
Zêdebûna bihayên elektrîkê (kehrebê) di dîroka nûjen a welêt de ya herî mezin bû. Tarîf kêm-zêde 10,000-50,000 lîreyên Sûriyeyê (nêzîkî 0.85-4 dolar) gihîştine 600,000 heta 2 mîlyon lîreyan (50-169 dolar). Fatûreyên hin malbatan gihîştine 5-6 mîlyon lîreyan (423-508 dolar).
Pirsgirêk ne tenê bi elektrîkê ve sînordar e. Welatî balê dikişînin ser zêdebûna mezin a bihayên sotemenî û xaza malan. Ev zêdebûn rasterast bandorê li her tiştî dike, ji jiyana rojane bigire heya veguhastin, germkirin û hilberînê. Pêla zêdebûna bihayan bandor li nan û xwarinên bingehîn jî kiriye; Heta pêdiviyên herî bingehîn jî bûne dijwariyek rojane ya xeter. Gelek kes, dema ku bi vê rastiyê re rû bi rû dimînin, bawer dikin ku cudahiya di navbera dahat û bihayan de êdî nehatiye çareserkirin û beşên mezin ên nifûsê ber bi astên kûrtir ên xizanî û bêhêvîtiyê ve dibe. Ji ber ku zêdetirî sedî 90 nifûsê di bin xeta xizaniyê de dijîn, bi qasî 17 mîlyon kes ji bo debara xwe hewceyê alîkariya lezgîn in û zêdetirî neh mîlyon kes bi bêewlehiya xwarinê ya giran re rû bi rû ne.
KAOSA EWLEHIYÊ Û ZÊDEBÛNA BÊ ÎSTIQRARIYÊ
Digel hilweşîna aborî, kaosa ewlehiyê li deverên ku di bin kontrola HTŞ û çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirkiyê ve tên piştgirîkirin de kûrtir dibe. Sûcên dizî û talankirinê zêde dibin; di gelek rewşan de, tê ragihandin ku destwerdana hêzên ewlehiyê yên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê qels e. Li gorî welatiyan û çavdêran, vê rewşê fikar û nearamiya giştî çêkiriye, jiyana rojane tevlihevtir kiriye. Hestê ewlehiyê yê di derbarê ewlehiya civakî û kesane de bi tevahî winda bûye.
GOTINÊN XIYANETÊ Û ZEXTÊ XETERIYAN BI XWE RE TÎNE
Yek ji mijarên herî nakok li Sûriyeyê, helwesta li hember her dengekî ku şert û mercên jiyan, aborî an ewlehiyê rexne dike ye. Li gorî agahiyên me, her kesê ku behsa zêdebûna bihayan, xirabûna xizmetguzariyan, an kaosa ewlehiyê dike, yekser wekî “mayîna rejîma kevin” an jî kesekî “serhildêr” tê binavkirin. Ji aliyekî din ve, mayînên rejîma kevin, “rejîma Baasê,” û hemî kesên dewlemend ên bi rejîma Îranê ve girêdayî di bin sîwana hikûmeta demkî ya Şamê de bi bertîleyên giran berdewam dikin.
Lêbelê, tewra vegotina rastiya rojane jî bûye sûcek siyasî. Ev ji rexneya teorîk wêdetir diçe û vediguhere rîskên rastîn ên ku jiyanê tehdît dikin. Gelek kes bi gefa girtinê, şopandina qanûnî, an tirsa domdar ji bo ewlehiya xwe ya kesane re rû bi rû ne. Ev pratîk wekî amûrek ji bo tirsandina raya giştî û bêdengkirina her dengê nerazî têne bikar anîn. Tewra behsa krîzên rojane jî bûye xeternak. Ev nêzîkatî armanc dike ku dengên nerazî bêdeng bike û raya giştî li dijî rexnegiran teşwîq bike, ne ku çareser bike an li çareseriyan bigere ji bo krîzan. Ev yek aliyekî ewlehiyê lê zêde dike ku azadiya derbirînê bêtir sînordar dike û jiyana kesane ya rexnegiran dixe xeterê.
Ji aliyekî din ve, rayedarên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê îdîa dikin ku armanca vê retorîkê parastina aramiyê û pêşîgirtina li her gotûbêjek ku dikare aloziyan zêde bike an jî aştiya civakî tehdît bike ye. Lêbelê, rastiya li ser erdê nîşan dide ku ew bûye perdeyek ji bo sînordarkirina dengên muxalefetê, civaka sivîl û çapemeniya herêmî yên ku şert û mercên jiyanê rexne dikin.
Her çend Colani îdîa dike ku di dema serokatiya xwe ya veguhêz de bersiva daxwazên gel dide jî, ew bi zext û gefên mezin serî li tepeserkirina dengê rexnegir ê herî piçûk dide. Ev kes hîn jî bi xetereyên qanûnî û kesane re rû bi rû ne.
CEZA HATIN RAKIRIN, MILYAR DOLAR HERIKIN, LÊ KRÎZ KÛR DIBE
Di çarçoveyek paralel de, piştî hilweşîna rejîma kevin û bilindbûna rêveberiya nû, di derbarê cezayên yasayî yên li Sûriyeyê de guhertinên girîng çêbûn. Piraniya cezayên berfireh hatin rakirin, lê hin sînorkirin man. Qanûna Sezar di 18ê Kanûna Pêşîn a 2025an de, wekî beşek ji budceya parastinê ya 2026an, bi fermî hate betalkirin. Ambargoya aborî ya giştî ya Dewletên Yekbûyî Amerîka jî di Hezîrana 2025an de hate rakirin; bi vî rengî, Sûriye êdî “dewletek qedexe” nebû û bû dewletek ku di bin kontrola bijartî de ye.
Ji aliyê din ve, Yekîtiya Ewropayê di 20ê Gulana 2025an de, bi armanca piştgiriya îstîqrar û ji nû ve avakirinê, hemî cezayên aborî û petrolê rakir. Tenê navnîşên reş ên bi sînor ên têkildarî binpêkirinên mafên mirovan an tundûtûjiya veguhêz mane. Tevî vê sivikkirina yasayî ya mezin, çavdêr dibêjin ku rastiya aborî û jiyanê baştir nebûye û gelek ji wan ji berî rakirina cezayan jî xirabtir in. Di heman demê de, bal tê kişandin ser mezinbûna milyaran dolar piştgiriya aborî û mirovî ya ku ji welatên Ereb û Rojava di serdema ku rêveberiya El-Colanî hat ser desthilatê de hat. Lêbelê, ev piştgirî neguherî başbûnên berbiçav di jiyana welatiyan de. Ev yek pirsên tûj li ser bandora alîkariyê û belavkirina wê derdixe holê.
Dîmenê Sûriyeyê tevlihev e û bi krîzên aborî yên bêhnteng û zextên zêde yên li ser jiyanê û retorîka tund ve girêdayî ye ku rexneyên giştî sînordar dike û her dengek nerazî an rexnegir wekî gefek siyasî kategorîze dike. Tevî guhertinên mezin ên qanûnî di cezayan de û vekirina derî ji bo piştgirî û veberhênana navneteweyî, ev gav di jiyana rojane ya welatiyan de nehatine nîşandan. Berevajî vê, gelek kes rewşê wekî ji her qonaxa berê xirabtir diyar dikin.
Hilweşîna aborî ya berdewam û kaosa ewlehiyê, sînordarkirina azadiya derbirînê, gefa girtinê û xetereyên kesane yên ku rexnegir pê re rû bi rû dimînin nîşan didin ku krîza Sûriyeyê piralî ye. Ev krîz tenê bi sivikkirina cezayan an pompekirina alîkariya darayî nayê çareser kirin. Reformên rastîn di rêveberiya çavkaniyan de, misogerkirina şefafiyetê û afirandina cîh ji bo nîqaşek bêtirs a li ser krîzan hewce ne. Di vê çarçoveyê de, pirsa herî girîng ev e: Hikûmeta demkî çawa dikare îstîqrara rastîn garantî bike û jiyan û mafên welatiyan biparêze di demekê de ku polîtîkayên xiyanet û sînordarkirinê berdewam dikin ku dubendiya di navbera welatiyan û hikûmeta demkî de kûrtir dikin û krîzê li şûna çareserkirina wê aloztir dikin?
Militan RÊHAT





