Dema ku dewleta Tirk a dagirker derbasî qonaxeke nû ya stratejiya xwe ya kontrolê ya li herêmên dagirkirî yên Sûriye yê dibe, hat zanîn ku şandeya duyemîn a hikûmeta Şamê bi rêya MÎT’ê di meha Tîrmehê de şandiye Girê Spî û Serêkaniyê.
Li gorî agahiyên ku Lêkolîn.org bi dest xistine, di 9’ê Tîrmeha 2025’an de li gorî daxwaza MÎT’ê şandeyekê girêdayî Rêveberiya Şamê derbasî Girê Spî û Serêkaniyê bûye. Hat zanîn ku hemû belge û qeydên ku li deriyê kontrolê ya Girê Spî û Serêkaniyê hatiye bidestxistin, ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve radestî şandeya Şamê hat kirin.
ROLA ŞAM’Ê Û RÊVEBIRINA MÎT’Ê
Weke ku Lekolin.org di nûçeya xwe ya taybet ya berî niha de dabû diyarkirin, her çend derbasbûna Şamê ji bo van herêman bi awayekî wekî pêvajoyek “normalîzekirinê” hatibe nîşandan jî, ev tevger di bingeha xwe de bi rêvebiriya MÎT’ê pêk hatiye. Navendên ku li Girê Spî û Serêkaniyê avakirina wan tê plankirin; noqteyên sîvil û leşkerî, yekîneyên îstixbaratê yên li deriyên sînor û ji navenda meclîsên herêmî pêk tê. MÎT bi van navendan armanc dike ku komên çete yên li herêmê ji nû ve birêxistin bike, Şam’ê bike amûr û kontrola xwe bi sazî bike. Di qonaxa yekem de tê plankirin ku 700 kes derbasî Girê Spî û 600 kes jî derbasî Serêkaniyê bikin. Ev, hewildana niştecihbûnê ya stratejîk e ku armanca wê kûrkirina çavderiya rêveberî û leşkerî ye.
TALÎMATA MÎT A “HEYA KU XEBER JI ME NEYÊ GAV NEAVÊJIN”
Di şeva 10’ê Tîrmeh’ê de, Yekîneya Îstixbarata Şamê ji endamên meclîsên herêmî yên Girê Spî û Serêkaniyê re ragihand ku divê ew meclîsên xwe fesih bikin û girêdayî hikûmeta navendî bin û wek meclîsên serbixwe kar nekin. Lê, ev talîmat hîn nehatiye bi cih kirin. Hêmana balkêş a di vê xalê de, hişyariya ku ji nûnerên herêmî re ku ji aliyê MÎT’ê ve hatî kirin a “heya xeberek ji me neyê gav neavêjin” bû. Ev gotin, bi awayekî eşkere diyar dike ku planên stratejîk ên Enqere yên li herêmê hîn bi dawî nebûne û avahiyên li qadê bi dema MÎT’ê tên birêvebirin. Meclîsên herêmî, rasterast ne ji Şamê; divê di bin çavdêriya MÎT’ê de xebatên xwe bidomîne. Ev hişyarî ne tenê tedbîrek e, mekanîzmeyek kontrolê ye ku rewşa demkî ya avahiyên herêmî diyar dike.
STRATEJIYA HEREMÊ Û PLANÊN NE HATÎ BI DAWÎKIRIN
Çavkaniyên me yên pêbawer piştrast kirin ku şandeya Hikûmeta Demkî ya Şamê serdana herêmên Cerablûs, Ezaz û Minbicê jî kiriye. Di hevdîtinên hatî kirin de hat zanîn ku dema ku bi berpirsên pêkhateyên herêmî yên ku ji aliyê MÎT’ê ve hatine avakirin re nîqaş hat kirin, piraniya rêveberên navborî ragihand ku ew entegre bûyîna nav pêkhateyên sazî yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Şamê pejirandine.
Ev biryar nîşan didin ku MÎT, pêvajoya girêdana avahiyên li herêmên dagirkirî, bi Şamê re li ser bingehê herêmî digre dest. Bi taybetî jî pêkhateyên wê yên li Serêkaniyê û Girê Spî heya niha bi temamî entegrasyona wê ya li Şamê nepejirandiye, ev jî nîşan dide ku dewleta Tirk li van herêman li dijî Rêveberiya Xweser planên qirêj pêşdixe yan jî van planan hîn bi dawî nekiriye.
ENTEGRASYONA XÛYAYÎ, ÇAVDÊRÎYA RASTÎN
Bi rêya vegûhestina belgeyan û danûstandinên teknîkî yên li deriyên sînor, hat zanîn ku deriyên sînor yên di navbera Tirkiye û Şamê de wê bi awayekî koordînekirî wê ji nû ve bên sererastkirin. Ev dergeh ne tenê lojîstik û bazirganî; di warê sewqiyata leşkerî û îstixbaratê de jî xwedî girîngiyek stratejîk in. Her çend xuya ye ku pêvajoya entegrasyonê ya xûyayî wek ku Şamê derdixe pêş jî, stratejiyek kontrolê ya pir qatî heye ku MÎT tê de xwedî çavderiya rastîn e.
Pêşketinên li Girê Spî û Serêkaniyê wek pêkhateyên pêvajoyeke ku ne tenê rewşa rêveberiyên herêmî, stratejiyên herêmî, têkîliyên dîplomatîk û bertekên navneteweyî ji nû ve pênase dike, dinirxîne.




