Di êrîşên qirkirinê yên ku di 6ê Adara 2025an de ji aliyê HTŞ û MÎTê ve bi koordînasyonê, bi destê çeteyên cîhadîst li herêmên Lazkiye, Tartus, Hama û Humusê yên Sûriyê hatin destpêkirin, bi awayekî veşartî û bêdeng berdewam dikin. Em wekî Lekolin.org dê navendên êşkenceyê yên ku sivîlên Elewî ji meha Adarê ve hatine revandin û lê hatine birin, aşkere dikin.
Operasyona ku hêzên HTŞ di 4ê Adarê de li taxa Datur a Lazkiyê kir û pişt re di 6ê Adarê de operasyonên li dijî Cebleyê, bûn şerên çekdarî. Çeteyên cîhadîst ên ku ji bo piştgiriyê hatin herêmê, bi navê “paqijkirina bermahiyên alîgirên Esed” dest bi qirkirina Elewiyan kirin.
Malpera me Lekolin.org di Nûçeya Taybet a 7ê Adarê de aşkere kiribû ku plana van êrîşên qirkirinê di hefteya dawî ya Sibatê de li Balyozxaneya Tirkiyê ya li Şamê, di civînekê de di navbera rayedarên MÎTê û fermandarên HTŞê de hatibû çêkirin.
Di dema ku qirkirin bi awayekî eşkere zêde bûn, malpera me Lekolin.org di analîza nûçeyê ya 12ê Adarê de eşkere kiribû ka qirkirina Elewiyan çawa hat plankirin û ji aliyê kîjan grubê çeteyan ve hat kirin.
Li gorî daneyên fermî, di meha Adarê de li gundewarên Lazkiye û Tartusê, li zêdetirî 40 cihan nêzî 1,500 sivîlên Elewî hatin kuştin, lê çavkaniyên herêmî diyar kirin ku hejmara Elewiyên kuştî ji 3,000î derbas bûye. Li gorî daneyan girêdayî Wezareta Parastinê ya Sûriyê ya demkî, zêdetirî 12 komên cuda beşdarî van qirkirinan bûn û nîvê van koman di lîsteyên cezayên navneteweyî de ne. Her wiha, di raporên mafên mirovan de hat diyarkirin ku di qirkirina sivîlên Elewî de komên wekî Lîwaya 400, Saraya Ensar El Sunne, Sultan Suleyman Şah, Artêşa Îslamê, Ehrar El Şam, El Hamzat û Partiya Îslamî ya Turkistana Rojhilat rolekî wan heye.
REVANDIN Û ÎNFAZ BERDEWAM DIKIN
Di dema ku qirkirinên komî bi awayekî bêdeng û veşartî berdewam dikin, li gorî daneyên fermî yên Neteweyên Yekbûyî, ji Adara 2025an ve li herêmên peravê yên Sûriyê, di nav de parêzgehên Lazkiye, Tartus, Hama, Humus, Şam û Helebê, herî kêm 38 jin û keçên Elewî ji aliyê çeteyan ve hatine revandin. Tê zanîn ku bi mêran re ev hejmar ji 100î derbas bûye. Ji sedî 20ê kesên revandî bi êşkenceyê hatine înfazkirin û wisa hatine dîtin.
Qirkirinên komî yên ku MÎT û HTŞê li herêmên peravê yên Sûriyê (bi taybetî Lazkiye, Tartus, Humus û Hama) kirin, bi revandin û înfazan berdewam kirin. Tê zanîn ku bi dehan Elewî hatine revandin û birine navendên êşkenceyê yên li du herêmên bingehîn.
NOKTEYÊN KU BÛNE NAVENDÊN ÊŞKENCEYÊ
Wekî Lekolin.org, piştî şopandin û lêkolîna bi baldarî ya cihên ku sivîlên Elewî yên ji aliyê hêzên MÎT û HTŞê ve hatine revandin, hat tesbîtkirin ku ew birine hin navendên li Humusê.
Yek ji van cihan Kampa Îbnü’l Heysem e, ku li Kolana Oras a Humusê, 1 km bakurê Zindana El Balion e. Ev kamp di dema rejîma kevn de ji bo perwerdeya leşkerî ya xwendekarên zanîngehê dihat bikaranîn. Di dawiya sala 2023an de ji aliyê Îranê ve hatibû girtin û wekî depoya çek û mûşekan dihat bikaranîn. Piştî dagirkirina van herêman ji aliyê HTŞê ve di Mijdara 2025an de, ev der bû navendeke kombûna hêzên leşkerî. Niha tê zanîn ku zêdetirî 750 çete yên girêdayî hikûmeta HTŞê, ligel wesayîtên leşkerî û çekdar li vir in.
Herêma duyem jî taxa Karm El Loaz a ku 3 klînîkên giştî lê ne, her wiha avahiya Qereqola Polîsan a taxa Bab El Sebaa û avahiya Şaxa Partiya Baas a kevn e. Avahiya Şaxa Partiya Baas wekî navendek veşartî tê bikaranîn, ji ber ku gelek deriyên wê hene û qatekî binerdê heye ku bi nexweşxaneyê ve girêdayî ye.
Li gorî rapora “Komîsyona Lêkolîna Bûyerên Peravê” ya ku ji aliyê HTŞê ve di Tîrmeha 2025an de hat pêşkêşkirin, hat diyarkirin ku di qirkirinan de 1,406 sivîl hatine kuştin. Di raporê de hat îdiakirin ku nêzî 300 kes sûcdar in, lê tê îdiakirin ku HTŞ di van bûyeran de rasterast rola wê tune. Berevajî vê raporê, bi dehan belge û dîmen eşkere dikin ku di nav Wezareta Parastinê ya HTŞê de, bi serokatiya Hasan Abdul Ghanî, rêveberên rasterast beşdarî van qirkirinan bûne û çeteyên girêdayî MÎTê jî qetlîam kirine. Digel van hemû rastiyan, tê zanîn ku sûcên revandin û îdamê rojane berdewam dikin.





