Heremên ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne, hem sûcên şer berdewam dike di heman demê de jî berdêla herî mezin ya van dagirkeriyan jî jin didin. Li herêma Şehbayê êrîşên dagirker ên çeteyên Cêş El-Wetanî ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker, ne tenê êrîşên leşkerî ne, di heman demê de bûye stratejiyek zordariyê ya sîstematîk ku li ser laş û nasnameya jinên heremê tê kirin.
ARŞÎVÊN SAZIYAN HAT DESTESERKIRIN
Berê dema çeteyan di qadên şer de bi çekan êrîş dikirin niha jî tenê cil û bergên xwe gûhertine û êrîşê dibistan û saziyên rêxistinî yên sivîl dikin. Li gorî agahiyên ku me bidestxistî, piştî ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker herêma Şehbayê dagir kirin, arşîvên rêxistinên civakî û siyasî yê wek TEV-DEM desteserkirin. Arşîva ku ji aliyê çeteyên Cêş El-Wetanî ve hatî desteserkirin, hewil didin ku li ser bingehê ku nirx û agahiyên gel tûne bikin bikar bînin. Ev ji bo gelê Kurd destpêka qonaxekî nû ya êrîşê ye. Nêzîkatiya dewleta Tirk a dagirker yê li hember jinan, sînorên şer ê ne tenê bi cepheyan sînordar dike, bi heman awayî êrîşekî pir rengî li ser laş û keda jinan û bi dizî dikevin nava jiyana sivîlan jî.
POLÎTÎKAYA GEF Û TACÎZÊ
Li gorî agahiyên me bi dest xistî, çeteyên Cêş El-Wetanî li Şehba ji arşîvên Yekîneya Mamosteyan nav û jimarên telefonên mamosteyên jin bi destxistin û li ser vê daneyê polîtîkaya gef û tacîzê yên şexsî dimeşînin. Ev hem rasterast êrîşek taybet e, di heman demê de jî stratejiyeke ku statûya civakî ya jinên herêmê bi xirakirinê armanc dike. Jinên ku di warê şer û civakî de bi her awayî zextan dibînin, di roja me de hîna jî rastî van êrîşan mayîna wan, di bingeh de girîngiya jin ya di civakê de dide xuyakirin.

Îro tiştên ku li Şehba tê jiyankirin, ne tenê herêmek ya erdnîgariyê ye, kêliyeke ku wîcdana mirovahiyê tê ceribandin e. Çeteyên Cêş El-Wetanî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, bi dagirkirina qadên civakî ne tenê bîra civakî dişkênin, di heman demê de, rûmet, ked û azadiya jinên li heremê jî dikin hedef.
HEDEFGIRTINA JINAN
Rêxistinên saziyên jin bi salane diyar dikin ku polîtîkayên bi vê awayî ne tenê tacîzek şexsî ye, her wiha komkujiya jinê ya bi piştgiriya dewletê ye jî. Hedefgirtina jinên bi perwerde, bi rêxistin û ji raya giştî re vekirî; armanc dike ku têkoşîna Kurdan, bi taybetî jî pêşengiya jinê di bin zextê de bihêle. Ji ber ku bêdengkirina mamosteyek, tê wateya pêşeroja gel tê hedef girtin. Bi taybetî jî dema em cihê mamosteyên jin yê di civakê de berçavan bigrin, ne şaşmayî ye ku ew dibin hedefên êrîşên bi vê awayî, ji xwe bi taybet dema dibin qûrbanê êrîşên ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve tê meşandin ev ne mijarek nû ye. Di heman demê de êrîşên li dijî saziyên sivîl yên li Şehbayê jî dide xuyakirin ku stratejiyek qirkirinê ya ku armanca wê jî jêbirina bîra civakê û zextkirina pêşengiya jinê ye. Li vê derê yê ku dixwazin bêdeng bikin ne tenê jina Kurd e di heman demê de nûnera modêla Jinên Azadîxwaz yê civakî ye.
Botan AMED




