Bi nivîsa beşa yekemîn re girêdayî dema ku em vegerin mijara lihevhatina bi rêjîma Sûriyê re û vegerandina koçberan li Sûriyê, bê guman mijara koçberan bûye barek giran li ser Tirkiyê. Ji ber ku rikberiya Tirkiyê bi taybet CHP vê mijarê li dijî Erdogan bi kar tîne. Li ser vê mijarê CHP nameyek ji serokê Sûriyê re şand, tê de wiha got:” Bi Erdogan re li hev neyê, ji ber dema ku em di hilbijartina de bi ser kevin, em ê di cih de ji Sûriyê vekişin û em ê koçberan vegerînin Sûriyê”.
SENARYOYEK ÇEWA HATIYE ÇÊKIRIN?
Lewra Erdogan dixwaze mijara koçberan ji CHP’ê bistîne û ew bi xwe bi rejîma Sûriyê re têkeve têkiliyan. Ew jî ji bo gelê Tirkiyê qayil bike. Lê armanca sereke ya Tirkiyê ji vê lihevhatinê ew e ku Rêveberiya Xweser hilweşîne. Her wiha HSD’ê tune bike. Tirkiye dê rejîmê li dijî HSD’ê û heremên Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gûr bike. Di heman demî de Tirkiye nahêle ku mafên Kurdan di destûra Sûriyê de were çepsandin. Jixwe mijara lihevhatinê û vegera koçberan li Sûriyê bi darê zorê ne gengaz e. Ji ber ku mercên vegerê peyda nebûne. Dibe ku rejîmên Erdogan û Esed li hev werin. Lê gelê ku hatiye koçberkirin û qurbanî dane, nikare bi hêsanî bi rejîma Esed re lihev were. Her wiha Erdogan jî ji xaka Sûriyê bi hêsanî dernakeve. Ji ber ku armancên ku Erdogan danîne ber çavên xwe armancên stratejîk in. Her wiha Erdogan wek e Beşar El Esed e ku zû bi zû ji ser textê desthilatê nayê xwarê. Rejîma Erdogan a ku xwe amade kir 20 salan desthilata xwe ava bike, bê guman bi hêsanî dev ji desthilatê bernade yan jî xwîn birjîne û krîzekê dijwar li Tirkiyê çêbibe ku rewş bibe weke rewşa li Sûriyê û Îranê. Ji ber ku yên li pêşiya guherînên sedsalê yên ku dê li Rojhilata Navîn rû bidin û bibin kelem ew dewletên netewperest in.
Dema ku em ji aliyekî din lê binerin, em ê bibînin ku lihevhatina Erdogan û rikberiya Sûriyê bi rêjîma Sûriyê re, weke gelpirsîneke bi rastî li bakurê dagirkirî hatiye spandin, ew jî ji bo ku lingê xwe bêtir biçespîne, ji ber ku gel li van herêman ketiye nav du berbijêrkan, an bêje: Erê ji rêjîmê re an jî rewş weke berê bimîne û neyê guhertin (anku erê ji Erdogan re), jixwe ev jî piştgiriya rêjîma Erdogan (rikberiya Sûriyê jî pê re) bi xwe ye ku lingê xwe di xaka Sûriyê de biçespîne, êdî bi vî awayî dê asta daxwazên xwe ji rêjîma Sûriyê di hevdîtinên ku dê di pêşerojê de pê re bike; bilind bike, ji ber ku Erdogan xweş dizane ku gelê bakurê Sûriyê dê rêjîmê nepejirîne, êdî bi vê yekê dê Erdogan bigihêje mebest û armanca xwe.
Erdogan baş dizane ku dema jê were xwestin, dê piraniya gel li vê herêmê rêjîmê napejirîne, êdî bi vê gelpirsînê (referandumê) jixweber armanca wî pêk tê. Her wiha dibe ku bi vê teqtîkê Rûsya jî haş bike ku jê re bêje: “Em tev dixwazin ku rikberî û rêjîm li hev werin, lê em çi bikin rikberî naxwaze”.
BI HTŞ RE AVAKIRINA KEMEREKE SUNÎ
Piştî daxuyaniyên yekem ên Mihemed El-Colanî, bêtir rewş xweş hate xuyakirin, jixwe helwesta Colanî li hemberî hevdîtina sêalî yên wezîrên berevaniyê yên Tirkî, Sûrî û Rûsyayê pir hişk û tûj bû, êdî rol li hev dabeş kiribûn, jixwe ne ji xwe ve Tirkiyê Heyat Tahrîr El Şam (Tehrîûşam) û serokê wê Mihemed El-Colanî anî Efrîn û herêmên di bin serweriya wê de, xuyaye ku lihevkirinek di navbera dewleta Tirk a dagirker û Colanî de heye ku van herêman bi awayeke diyar bi rêve bibin, ew jî ku Tirkiyê li van herêman biryardar be. Ev jî tê wateya ku her tişt li gor hatiye pilankirin dibe. Ango li seranserê sînor herêmeke sunî an jî kemereke sunî were sazkirin e û bi vê yekî re jî ji bo ku pilana guherîna demografî tekûz bibe. Jixwe tekezkirin û Erdogan her demeke û demekê ji bo dagirkirina Kobanê, di çarçoveya ku herêman bi hev ve girê bide ye. Anga bakurê Sûriyê ji Ezaz, Cerablus, Bab, Efrînê û herêmên di bin dagirkeriya wê de dest pê bike heta herî rojavayê Sûriyê (Idlib), tev jixweber bi Tehrîrûşam û serokê wî Colanî ve werin girêdan. Yanî ev herêm dê di bin serweriya Tirkiyê de bin, lê dê ji hêla Colanî û Tirkiyê ve werin birêvebirin.
Êdî sê senaryoyên pêşerojê hene:
Senaryoya yekem: Dema ku rewş aram bibe û arîşeya Sûrî li gor biryara Encumena Ewlekariyê (xala 2254) were çareserkirin, divê Tirkiyê di cih de ji tevahiya xaka Sûriyê derkeve. Wê demê dê Tirkiyê bi hemû hêzên xwe yên leşkerî derkeve, lê Colanî weke berpirsekî li ser van herêman dê bimîne. Ew jî ji ber ku Colanî Sûriyeyî ye ku dê weke nûnerekî Tirkiyê ku herêmên Sûriyê yên ku desteser kiriye bi rêve bibe, jixwe em jibîr nekin ku dema Tirkiyê destûr da Tehrîrûşam (HTŞ) ku belavî van herêman bibe, ew jî dikeve bin vê çarçoveyê. Ango li heremên di bin serweriya Tehrîrûşam û herêma di bin dagirkeriya Tirkiyê de, dê pergaleke rêveberiyê ji sunên nerm ên netûndrew di bin serpereştiya Tirkiyê de were sazkirin. Jixwe ne Amerîka û ne jî dewletên Rojavayî li dij vê dernakevin. Êdî bi vî awayî dê sê herêmên serweriyê li Sûriyê peyda bibin: Herêmeke sunî li Idlibê û herêmên di bin serweriya Tirkiyê de, herêma duyem herêma elewî û suniyên ku bi Beşar Elesed re ne, herêma sêyem herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, ew jî ya ku Rêveberiya Xweser bi hemû pêkhateyên xwe ji Kurd, Ereb, Asûrî, Siryan û yên din bi rêve dibe.
Senaryoya duyem: Dema ku rewş asteng bibe û dijwartir bibe ku Sûrî ber bi dabeşkirinê ve biçe, dê Tirkiyê li cih û xalên xwe yên leşkerî li bakurê rojavayê Sûriyê bimîne û jê dernakeve. Êdî dê gelpirsîneke (referandumek) din çêke. Ew jî weke ya ku bi lihevkirina bi rêjîmê re çêkir, êdî dê van herêman weke herêma Lîwa Iskenderonê tevlî xwe bike, ew jî dema ku hêzên navneteweyî destwerdanê nekin û wê ranewestînin. Bi vê awayî dê Tirkiyê bigihêje stratejiya xwe ya ku her dem jê re xewnek bû; ew jî “Mîsaqa Milî” ye ya ku bi riya wê dê armancên xwe pêk bîne. Her wiha hin perçe ji Sûrî û Iraqê qut bike û tevlî Tirkiyê bike.
Senaryoya sêyem: Ew jî lihevhatina bi HSD û Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhelatê Sûriyê re; ne bi rêjîmê re, jixwe ev jî pêşniyareke Amerîkî bû. Êdî piştî daxuyaniyên Tirkiyê li ser lihevhatina bi rêjîmê re û berdevkên gel li bakurê rojavayê Sûriyê ku bi rêjîmê re li hev nayê, rewş ji her demê bêtir baştir bû, êdî rol dikeve ser milê MSD û Rêveberiya Xweser ku hinekî nerm û vekirî be ku dikaribe beşên rikberiyê (muxalif-opozisyon) yên nerm ber bi xwe ve bîne. Dema ku Amerîka û Ewrûpa destwerdanê bike û bala xwe dan vî warî, dê dikarin rikberiyê ji bin kirasê Tirkiyê derxînin, lê pirsgirêk ew e ku rikberî ne bi tena xwe ye û biryar ne di destê wê de ye. Êdî ji bo çareserkirinî divê Tirkiyê were hal kirin.
Ji ber vê yekê, di demên borî de hin caran Amerîka kete navbera Kurd û Tirkiyê de, ji bo wan nêzî hev bike, lê tişteke bi dest nexist, bê guman di van rewşan de mijara lihevhatina Tirkiyê bi kurdan re ne gengaz e, ji ber ku rêjîma Tirkiyê bi hişmendiya nepejirandinê bawer dike. Ji vê yekê pêwîst dike ku guherîneke bingehîn ji hişmandiya tirkayetî ya ku çand û neteweyan li herêmê napejirîne çêbibe. Dema ku guherîneke bingehîn di îdolojî û binyata dewleta kûr a Tirkiyê beranberî Kurdan û mafên wan bi awayekî fermî û destûrî li Bakurê Kurdistanê bipejirîne, wê demî em dikarin li ser yekbûna Bakur û Rojhilat û rojavayê Sûriyê biaxivin. Pê ve girêdayî dê ev bibe destpêka çareserkirina pirsgirêka Kurdî û pejirandina mafên kurdan li Bakurê Kurdistanê jî. Êdî ne dûr e ku Erdogan û rêjîma wî hevdîtinan bi Rêber Apo re bikin. Êdî pêşbîniya hevnêzîkbûna Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Tirkiyê ve girêdayî ku Tirkiyê dev ji siyaseta nepejirandinê berde û mafên Kurdan bi awayeke fermî li Rojava û Bakurê Kurdistanê bipejirîne. Her wiha lihevdîtinên eşkere bi Rêber APO re li Îmraliyê bike, ew jî ji bo ku aştiyeke herdemî û giştî li herêmê were sepandin.
Wek encam;
Di encamê de, lihevhatina di navbera rêjîmên dagirker Tirkiye û Sûriyê de di şev û rojekê de pêk nayê. Ji ber ku xalên nakok ji xalên lihevkirinê pirtir in ku mijara hevbeş a bi tenê ku di navbera her du rêjîma de ew e dijminatiya kurdan û bidawîkirina Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Jixwe dê civîn li ser asta wezîrên derve yên her du welatan li dar bikeve, ew jî ji bo sazkirina plan û armancan, êdî dibe ku hevdîtina libendemayî di navbera Erdogan û Beşar El Esed de pêk were. Lê gavên pratîkî dê piştî hilbijartinên Tirkiyê de bibin. Jixwe em senaryoya duyem dûr dibînin ku Sûrî di rewşa îro de were perçe kirin. Di dema niha de tu guherîn di nexşeya siyasî ya Rojhilata Navîn de çênabe, lê guherîn dê di awayê pergal û rêveberiya dewletan de pêk were.
Senaryoya sêyem ew e lihevhatina bi HSD re û yekkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bakurê rojavayê Sûriyê; dema ku Tirkiyê ji ya xwe danekeve û mafên kurdan nepejirîne, ev yek ne gengaz e, ji bilî ku Amerîka fişarê li Tirkiyê bike yan jî wê bixe baweriyê ku helwesta xwe ji Kurdan biguhere. Li gor senaryoya sêyem, Sûrî dibe sê herêm: Herêma yekem herêma sunî ye, herêma duyem herêma elewî û suniyên pê re û herêma sêyem herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ev senaryo pêşbîn û gengaz e, ew jî weke ku Amerîka li rêjîma Iraqê kir, êdî dibe ku li vir jî pêk were.
Jixwe xerakirina ewlehî, aramkirinê û kişîna herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ber bi giravê ve, dikeve bin berjewendiyên çeteyên DAIŞ’ê de. Ji bo ku ji nû ve were vejandin. Her wiha bi sînorkirina xebatên Hevpeymana Navneteweyî li dijî DAIŞ’ê jixwe tişta her çar alî; Rûsya, Tirkiye, Îran û Sûriyê dixwazin bi lihevhatinê re bikin ew e ku serweriya rejîma Sûriyê li ser hemû herêman weke beriya 2011’an belav bike. Ji lewra em dibînin ku Rêveberiya Xweser, hêzên Hevpeymana Navneteweyî û hêzên Amerîkî ji armancên wan in. Ji ber vê yekî jî pêwîst e ku hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin yek û piştgiriya hev bikin. Ji bo ku li dijî van planên armanckirî rawestin û xwe pispêrin xweparastinê ji bo destkeftiyên xwe heta bêhna dawiyê biparêzin. Her wiha berpirsartiya mezin dikeve ser milê Hevpeymana Navneteweyê ku pêkhateyên heremê yên ku rûmeta mirovahiyê parastin û ji devla tevahî cîhanê şerê DAIŞ’ê kirin, biparêz e. Di encamê de, beşdarên civîna sêalî (Tirkiye, Rûsya û Sûriyê); tevî Îranê jî, her yek ji wan krîzeke mezin jiyan dike. Her wiha her sê rejîm (Esed, Erdogan û Pûtîn) her yek ji wan jî ji civaka navneteweyî cûda bûye û bi tena serê xwe û di bin dorpêçkirinê de dijîn. Êdî çavên xwe li hev digerînin û xwe li hev digirin. Jixwe dewletên neteweperest li ser civak û yên ew çêkirine bûne bobelat. Piştî sedsaliya Lozanê, guherînên li Sûriyê, Îran û Tirkiyê pêwîst in. Dê Kurd cih û rolekê di Rojhilata Navîn de û di demokratkirina van welatan de hebe. Jixwe Kurd di hevkêşeya siyasî ya Rojhilata Navîn de bûne jimareke sereke.
DAWİ…
Yusûf MUSTAFA