• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Analîz Siyasî

ME DERDÊ HER KES FÊMKİR LÊ YÊ KOMARA SÊDARÊ A ÎRANÊ FÊM NEKIR!

Yayınlayan Lekolin
11 October 2020
Kategori: Analîz Siyasî
266 2
A A
ME DERDÊ HER KES FÊMKİR LÊ YÊ KOMARA SÊDARÊ A ÎRANÊ FÊM NEKIR!
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Çend roj berî niha Wezareta Derve ya Îranê daxuyaniyek belavkir. Tê de hatibu gotin ku Komara Îranê bi tu awayî rêkê nade ku gerîlayên PKK û PJAK derbasî welatê Ermenistan û taybet navçeya Qefqazê bibin. Gotibu ku em rêke nadin PKK sînorê welatê me ji bo êrişkirina ser welatên cîran û taybet jî Azerbaycan bikar bînê.

Îran welatê ku di her aliyî de felç bûye. Aborî, siyasî, çandî û civakî niha jî angaşt dike ku PKK gerîlayên xwe derbasî Ermenistanê dike. Îran dibêjê, “em tu caran rê nadin PKK leşker bibe û bîne û li hember wan kiryara disekinin.”

Berovajî îdîayê Îranê, rêveberiyên PKK dabûn diyarkirin ku, tiştên ku Îran dibêjê ne rastin û îdîaya Îranê a bê esas red kiribûn, gotibûn ger ku PKK tiştek wisa kiribe yan jî bixwaze bike, ne tenê ji Îran hesap nade tu kesî. Li her dera ku êriş li ser Kurd yan jî azadîxwazan çêbibe û neheqî, zilm li wan were kirin, PKK li vê derê amade dibe û bi her awayî gelê xwe diparêzê. Her wiha dabûn diyarkirin ku xuyaye Îran ji bîr kiriye ku PKK ne buya DAİŞ her der tûne dikir. Taybet jî Îran û gelê Şia di bin qirkirinê re derbas dikir. PKK her welatek ji êrişê DAİŞ parast lê niha her wan welatan gefên vala li dijî PKK’ê dikin. Îran û Tirkiye li tevahî welatên Rojhilata Navîn bi tecavuz û diziyê, dest dirêjiyê li her derê dikin. Milîs û çeteyê xwe rê dikin her welatî û li her derê kesayetê siyasî û azadîxwaz suîqast dikin. Piştre jî ev dagirker ji her kesî din re dibêjin bila ew hêz yan jî welat wan kara nekin. Ger ku Îran dixwaze pêşî li PKK’ê yan jî li PJAK’ê bigire bila hinek li derdorê xwe binêre.

Îran jî wekî Recep Erdogan di bin navê ol û baweriyê de tecawîzê her derê dike. Damarên nijad perestî û olî tehrîk dike, alozî dixe navber gelan heya bikaribê desthilata xwe zindî bigre. Tecawîz û dest dirêjiya xwe rewa, parastina rewa ya gelan nerewa dibînin û gelê parêzvan terorîst binav dikin.

Gelo Îran dixwaze bi wan gef xwarina çi îsbat bike! Demek dirêje ku îran tenê bi gef xwarinên bê encam û bê piratîk tê naskirin. Ez bawerim kes ji bîr nekiriye dema ku Qasim Suleymanî hat kuştin rayedarên Îranê li her derek li hember her kesî gef dixwarin. Lê encamên ku derketin holê bi hedef girtina balefira medenî û qetl kirina 176 kesê medeniyên bê guneh bû. Yan jî di şîna Suleymanî de nêzî 73 kes di bin lingan de pelçiqîn û mirin. Qaşo Îran dixwast tola kesek rabike lê 249 kesên bê guneh bune qurbanî. Îran demek dirêje qaşo êrişê hêzên Emerîkayê dike û navber navber bi fuzeyan li kêleka navend û baregehên hêzên Emerîkayê dixe. Lê heya niha jî cesaret nekiriyê bi niyetê kuştin yan jî derbeyê giran êrişê baregehê Emerîkayê bike û hey aniha jî eskerek ji wan ne kuştiye. Hinek kesan dibêjin ku Îran dixwaze Emerîkiya bikujê lê teknîk û hêza hewalgiriya wê ne xurte ji ber wê yekê nikarê! Lê hinek kes jî debêjin ku ne wisaye. “Îran ger ku bixwaze pir baş dikare aliyên dijberê xwe ji holê rabike, lê newêrê hineka.” Îran dinêrê kîjan dijberê xwe ku bê hêz û bê bandorin tenê xwe li ser wan diceribîne. Mînak dema ku aliyek ji xwe zeîftir dike armanc tam li hedef dixe. 2017’an êriş bir ser baregehên HDK (hizbê dîmokratê kurdistan) û bi deha medenî û pêşmergeyan şehîd kiribu. Gelo Îran çima wisaye wê dikarê li Firensa Qasimlo (Ebdulrehman Qasimlo) li Almanê jî Şerefkendî û bi dehan kesên pêşeng û siyasî li cîh welatên cuda cuda suikast bike. Lê qaşo nikare eskerek Emerîkaye li iraqê bikuje? Pir baş dikare lê bi tu awaî xîret nake.

Em wê yêkê jî bêjîn ku wan salên bihorî partiyên nijadperest ên Tirkiye (AKP-MHP) dest avêtine hinek navçeyên Îranê ku Tirkên azerî li wan deran dijîn. Hinek ji wan azeriyan bi rêxistin kirin û dema kû bixwazibin demarê wan yê nijadperestî destkarî dikin û li gor xwe dixebitînin.

Îran jî wekî hertim razaiye û di xewna xwe de ji hêz û aliyên welatparêz gefa dixwe. Lê qet nikare bi wan…

Rizgar Sultan

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Önceki yazı

Halktan Alıp Çetelere Vermek!

Sonraki Haber

PDK Kurdistana Mezin Dixeniqîne!

Benzer Haberler

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk
Analîz Siyasî

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

4 June 2026
Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe
Analîz Siyasî

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

1 June 2026
Guhertina Hevsengiya Hêzan de Cihê Tirkiyê û Pirsgirêka Kurd – 2
Analîz Siyasî

Guhertina Hevsengiya Hêzan de Cihê Tirkiyê û Pirsgirêka Kurd – 2

13 May 2026
Sonraki Haber
PDK Kurdistana Mezin Dixeniqîne!

PDK Kurdistana Mezin Dixeniqîne!

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    525 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    747 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist