• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Nûçe

MÎT Hêzek Taybet Di Nav Firqeya 66’emîn û 86’emîn De Ava Dike – NÛÇE TAYBET

NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta Tirk a dagirker bi rêya çeteyên girêdayî xwe, ji bo ku hebûna xwe ya li Sûriyeyê bi rêya MÎT’ê mayînde bike, di nav Firqeya 66’emîn û 86’emîn de hêzek taybet ava dike.

Yayınlayan Lekolin
3 June 2025
Kategori: Nûçe, Rastiyên MIT
256 5
A A
MÎT Hêzek Taybet Di Nav Firqeya 66’emîn û 86’emîn De Ava Dike – NÛÇE TAYBET
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Hat hînbûn ku MÎT, piştî hilweşîna rejîma Esed, di hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de ku ji hêla HTŞ’ê ve hatiye damezrandin, xwe bi cih kiriye, niha di nav Firqeya 66’emîn û 86’emîn de hêzek taybet ava kiriye ku dê çalakiyên leşkerî û îstîxbaratî bimeşîne. Li gorî agahiyên ku me wek Lekolin.org bi dest xistine, MÎT’ê serokên çeteyan ji Firqeya 66 û 86’an ji bo avakirina hêzek taybet erkdar kiriye. Ji bo hêza taybet a ku dê were avakirin, bi berdêla 400 dolarî ji bo her kesî, dest bi çêkirina lîsteyek navan kiriye. Hat ragihandin ku kesên ku dê tevlî hêza taybet bibin, bi rêya perwerdehiya leşkerî û ewlehiyê ya dijwar di bin çavdêriya efserên Tirk de, ji bo mîsyonên îstîxbaratê yên kûr ên Sûriyeyê têne amadekirin.

LI EFRÎNÊ, FERMANDARÊ FIRQEYA 66’EMÎN Ê DIZ: EBU ÎSKENDER

Fermandarê Firqeya 66’em ê ku ji aliyê MÎT’ê ve hatiye tayînkirin, Ebu Îskender, serkêşiya çeteyên diziyê dikir ku mal û milkên xelkê li Efrîn didizîn.

Muhammed Cuma el-Cedan ku wekî “Ebu Iskender” tê nasîn û ji eşîra Begara ya gundewarê Dêra Zorê ye, di sala 2011’an de tevlî refên “Artêşa Azad a Sûriyeyê” bû. Dema ku di nav çeteyên OSO de bû, li Hesekê beşdarî şerên li dijî QSDê bû. Piştre çû gundewarê Helebê û tevlî koma çete ya “El-Emşat” bû ku ew jî di bin kontrola MÎT’ê de bû û di sala 2018’an de beşdarî dagirkirina Efrîn bû.

Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, di wê demê de ji aliyê MÎT’ê ve hatiye perwerdekirin û serkêşiya komeke çete ya herêmî kiriye ku li Efrîn êrîşên talan û diziyê pêk dianîn. Bi berfirehbûna dagirkeriya Tirkiyê li bakurê Sûriyê, ji aliyê Wezareta Parastinê ve, ku rasterast bi hikûmeta demkî ya Şamê ve girêdayî ye, wekî fermandarê Firqeya 66’emîn hate tayînkirin. Îro, ew li dora Ebû Kemalê, nêzîkî sînorê Sûriye-Iraqê, bi cih bûye.

XWÎNXWAR: EBU HATIM ŞEQRA

Fîrqeya 86’an ji aliyê “Ebû Hatim Şeqra” yê destxwîn-xwînxwar ve tê birêvebirin ku bi eslê xwe ji gundê Şuqeyra yê Dêra Zorê ye. Berî ku were tayînkirin bo Fîrqeya 86’emîn, Şewra beşek ji koma çete ya “Ehrar el-Şerqiye” ya di bin kontrola MÎT’ê de bû. Piştre, wekî efserê-berpirsiyarê qadê yê MÎT’ê, ew tevlî Şaxê Duyemîn a Artêşê (Kolorduya Yekem) a girêdayê bi navê Artêşa Niştîmanî Suriyê (ÖSO) bû.

Wekî ku tê zanîn, Ebû Hatim Şeqra bi xwe di gelek komkujî û sûcên li dijî mirovahiyê de cih girtiye, di nav de kuştina siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef di 12’ê Tîrmeha 2019’an de heye. Her çend kuştina siyasetmedarê Kurd bertekek mezin a navneteweyî kişand jî, sûcên şer ên nemirovane yên Şeqra û koma çete ya wî li Efrîn û Serêkaniyê bênavber berdewam kirin. Piştî bertekên tund, Wezareta Xezîneyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di Tîrmeha 2021’an de çeteya Ehrar el-Şerqiye û serokê wê Ebû Hatim Şekra ji ber binpêkirinên mafên mirovan ên cidî, bi taybetî kuştina siyasetmedara Kurd a Sûriyeyê Hevrîn Xelef, darvekirina sivîlan, revandin, îşkence û desteserkirina milkê taybet, li lîsteya mueyîdeyan zêde kir.

Tawanên şer ên ku ji hêla çeteya Ehrar el-Şerqiye û serokê wê Ebû Hatim Şeqra ve ku li ser navê DAIŞ û El-Nusrayê hatine damezrandin, hatine kirin, ji hêla rêxistinên wekî Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ve jî hatine belgekirin.

Malpera me Lekolin.org di Dosyaya Taybet a 4ê Sibatê de tomarên qirêj ên Ebû Hatim Şekra û gelek serçeteyên din eşkere kiribû.

Hêza taybet a ku ji aliyê MÎT’ê ve di nav Firqeyên 66’emîn û 86’emîn de hatiye damezrandin, ji dubarekirina sûc û binpêkirinên li Efrîn û Serêkaniyê hatine kirin wêdetir tiştek nîne; lê vê carê bi formateke ewlehiyê ya nû û ji aliyê çeteyên ku rasterast ji aliyê MÎT’ê ve têne birêvebirin ve tê bicîhanîn. Serokên çeteyên ku bi kuştin, talan û sûîqestan ve tên naskirin, îro bi erkên fermî û di bin navê “Artêşa Neteweyî” de derdikevin ser dikê. Tiştê ku diqewime ne ji nû ve avakirin e, lê belê yekkirina amûrekê ye ku xizmetê ji berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker re dike. Di vê navberê de, her çend giliyên sivîlan ên li ser binpêkirinên berdewam zêde dibin jî, tu pirsek li ser berpirsiyariya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê nayê kirin.

Di dawiyê de, careke din eşkere dibe ku êrîşên DAIŞ’ê yên li ser hêzên QSD’ê li gundewarên Dêra Zorê yên zêde dibin, ji hêla çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve têne piştgirî kirin û ji hêla MÎT’ê ve têne fînanse kirin.

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: DAISDêrazorEhrar El ŞerqiyehtşMITQSDSam
Önceki yazı

Planên Qirêj ên MÎT û Çeteyan Ji bo Nevegera Efrîniyan Berdewam Dike – NÛÇE TAYBET

Sonraki Haber

Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin – 1

Benzer Haberler

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET
Nûçe

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

3 June 2026
Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be
Nûçe

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

2 June 2026
HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin
Nûçe

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

1 June 2026
Sonraki Haber
Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin – 1

Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin - 1

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    524 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    747 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist