Hat zanîn ku dema sûcên şer ên çeteyên dewleta Tirk ên li Efrîn û gundên wê dewam dikin; bi rêya muxtarên ku rasterast ji aliyê MÎT’ê ve hatine wezîfedarkirin li ser malbatên ku vegeriyane Efrînê polîtîqaya zext û talanê dimeşîne.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên me yên li qadê dane, muxtarên navend û bejahiya Efrînê bi awayekî sîstematîk polîtîqayên xwe yên îstîsmarkirina gel û bi zorê tevlî kirina komên girêdayî HTŞê di çarçoveya talîmatên MÎT’ê de didomînin. Ev muxtarên ku ji aliyê MÎT’ê ve tên piştgirî kirin, bi taybetî bi nêzîkbûna xwe ya bi Birayên Misilman re tên naskirin û ji bo talankirina zeytûnên Efrînê komîteya aborî ji nû ve çalak kirine.
POLÎTÎKAYÊN ZEXT Û ZORÎ YÊN MUXTARAN
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, mûxtaran bi serdanên qadê yên malbatên ku vegeriyane Efrînê, malbat neçar kirine ku tevlî yekîneya “Ewlehiya Giştî” ya Heyet Tehrîr el-Şam bibin. Malbatên welatparêz bi taybetî tên hedef girtin; Hevjîn û zarokên van malbatan neçar dihêlin ku tevlî refên çeteyan û hêzên HTŞ’ê bibin.
Li gorî agahiyên ku me wek Lekolin.org bi dest xistî, muxtarên ku ji aliyê MÎT’ê ve hatine wezîfedarkirin, beşdarî pêvajoya lêpirsîna malbatên ku vegeriyane Efrînê bûne û zexteke mezin li ser gel dikin.
NASNAME Û ÇALAKIYÊN MÛXTARAN
Hat zanîn ku yek ji xebatkarên MÎT’ê yê herî çalak jî mûxtarê gundê Mosako yê navçeya Racoyê Ramêz Mihemed Zemçî Yûsêf e. Her wiha Ebdo Sofî ji gundê Xilalko yê navçeya Bilbilê wek muxtarê gundê xwe bi çeteyên Ehrar Şerqiye re hevkariyê dike û zexteke mezin li gundiyan dike. Hecî Hebeş ku li gundê Xilalko yê navçeya Bilbilê mûxtartî dike bi heman awayî di çarçoveya nêrîna MÎT’ê de zextê li malbatên vegeriyane dikin.
Dİ DEMSALA ZEYTÛNÊ DE PLANA TALANKİRİNÊ
Li gorî agahiyên ku me bi dest xistî, di nav mûxtaran de hevpeymanek ji bo çandiniya zeytûnan ku çavkaniya herî girîng a debara Efrînê ye, talan bikin heye. Bi vê armancê hat ragihandin ku ji navenda Ewlekariya Giştî ya girêdayî HTŞ’ê ji bo ji nû ve çalakkirina komîteya aborî daxwaznameyekî hatiye dayîn û komîte di demeke kin de ketiye meriyetê.
Tomara deng ya mûxtarên gûndê Bîbaka yê herêma Şera ku behsa talankirina berhêmên zeytûnan û komîteya aborî kiriye, me bidestxistî, îspat dike ku mûxtaran bi awayekî plankirî dest danîne ser berhemên xelkê. Hûn dikarin ji hesabên me yên li ser platformên Telegram û X bigihîjin tomarên deng.




