Êrîşên Îsraîlê yên ji Xezayê dest pê kirin û heta Lubnan û Îranê dirêj bûn, nîşan da ku tirsên ewlehiyê yên dewletên statukoparêz wek e Tirkiyê derdikevin holê di cih de ye. Di heman demê de axaftina Bahçelî ya ku bang li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got ku ew dikare bê Meclîsê axaftinê bike û ji “mafê hêviyê” sûdê werbigire, wekî encama vê tirsên ewlehiyê tê zanîn. Rêber Apo jî di bersiva xwe ya 27’ê Sibata 2025’an de biryara fesihkirina PKK’ê ragihand. Di daxuyaniya xwe ya din de jî bang kir ku PKK çekên xwe deyne û cih ji siyaseta demokratîk re veke. PKKê jî di kongreya xwe de biryar da ku xebatên xwe bi dawî bike û di 11ê Tîrmehê de li Silêmaniyê, bi pêşengiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat, merasîmek hate lidarxistin ku tê de 30 gerîla çekên xwe bi awayekî sembolîk imha kirin.
Tevî van hemû pêşveçûnan û daxuyaniyên ku di nav raya giştî de tê gotin ku “top niha di destê dewleta Tirk û hevkarên wê yên desthilatdariyê de ye”, dewleta Tirk li Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji zext û lîstikên li dijî Tevgera Azadiya Kurdan dest jê bernade.
Tevgera nû ya MÎT a dewleta Tirk û Parastina PDK’ê li herêma Behdînanê ya Başûrê Kurdistanê dikare hevsengiyên siyasî yên herêmê biguherîne. Li gorî agahiyên ku gihîştine Lekolin.org, MÎT di 6 û 7ê Îlona 2025’an de bi ekîbên Parastinê yên PDK’ê û îstîxbarata Iraqê re civînên veşartî lidar xistine. Tê gotin ku di navenda van civînan de stratejiya “dorpêçeke nedîtbar” heye ku armanc dike zextê li ser pêvajoya bêçekkirina hêzên gerîla bike, lê her wiha tê îdiakirin ku dibe ev yek ji bo provokasyonê be bi riya hêzên leşkerî û îstîxbarata Iraqê.
BI AGIR TÊ LÎSTIN!
Li gorî çavkaniyan, tîmeke ji MÎT’ê ku ji Muhammed Emre, Aral Akçatepe û Fikret Kasabalı pêk tê, di 7ê Îlonê de li Hewlêrê, li Mesîfê, bi berpirsiyarên herêmê yên Parastinê Şirwan Rezazî, Cotyar Zebarî, Omid Zirgzawî û Macid Hizir re civiyane. Di civînê de biryar hatiye standin ku hêzên Zêrewanî bi awayekî gav bi gav li navçeyên Şikefta Brindara, Zap, Metîna û Heftanînê, ango li deverên ku tûnel û xalên gerîla lê zêde ne, werin belavkirin. Di civînê de hatiye plankirin ku eger gelê herêmê bertek nîşan bide, divê were îkna kirin ku belavkirina hêzên Zêrewanî ne ji bo operasyon an çalakiyeke leşkerî ye, lê ji bo zextekê li ser PKKê bikin da ku zû bi zû bêçek bibe û di rewşeke têkçûna “pêvajoya aştiyê” de amade bin û tedbîran bigirin.
MAXMÛR CEPHEYA DUYEM, ARMANCA YEKEM
Tê gotin ku heman ekîba MÎT’ê di 6’ê Îlonê de bi berpirsiyarên îstîxbarata Iraqê yên herêmê, Emîr Muhammed Haşimî û Zedan Hamze, re civiyaye. Armanc, bicihkirina hêzên navendî yên Iraqê li derdora Kampa Ş. Rûstem Cudî ya Maxmûrê ye ku salên dirêj e tê zextekirin, û plankirina zexteke îstîxbaratî ya sêalî hatiye wergirtin.
Lingê duyem yê planê rasterast leşkerî ye: Eger diyalog têk biçe, êrîşeke mezin bi balafirên şer, ÎHA û hêzên bejahî li ser herêma Zapê were destpêkirin. Piştre jî dê berê xwe bidin Maxmûrê.
NE SEMBOLÎK E!
Gava yekem her çend biçûk xuya bike jî, ne sembolîk e: Tîmeke ji 52 kesan ku ji bo keşfê û hevrêzkirinê ye, dê berê her tiştî bişînin herêmê. Ev tîm dê hem nirxandina eraziyê bike û hem jî entegrasyona bi hêzên herêmî re pêk bîne.
Ev rewş dîsa pirsan tîne hişê mirovan: Gelo ev provokasyonek e, an jî stratejiyeke ‘amadebûnê’ ye ji bo ku agirbest û pêvajo têk biçe?
Firat ALÎ




