• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Analîz Siyasî

MÎT Piştî Serêkaniyê Sîstema Cerdevantiyê Tîne Efrîn’ê- NÛÇE ANALÎZ

NAVENDA NÛÇEYAN- Dewleta Tirk ku bi salane li Bakûrê Kurdistanê heman siyasetên xwe yên qirêj dimeşîne, piştî Serêkaniyê niha jî bi destê HTŞ û ENKS sîstem cerdevantiyê tîne Efrîn'ê.

Yayınlayan Militan Rêhat
22 July 2025
Kategori: Analîz Siyasî, Nûçe
255 6
A A
MÎT Piştî Serêkaniyê Sîstema Cerdevantiyê Tîne Efrîn’ê- NÛÇE ANALÎZ
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Hewildanên dewleta Tirk ku li herêmên dagirkirî yên wek Efrîn û Serêkaniyê sîstema cerdevantiyê avabike, di nûçeya me ya Lêkolîn.org ku bi sernavê “MÎT, Sîstema Cerdevaniyê Tîne Serêkaniyê” de bi awayek vekirî hatiye ravekirin. Di vê nuçeyê de, dewleta Tirk gelên li herêmên dagirkirî, bi taybetî jî Kurdan, li gor berjewendiyê xwe bi çek dike û hêzek ya wekîl avadike, hatibû eşkerekirin. Li gor agahiyên nû yên hatî bidestxistin tê fêmkirin ku, ev hewildan li Efrîn’ê xûrtir bûye û di bin serokatiya navên wek Mesûd Betal de bi awayekî sîstematîk pêş dikeve.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên pêbawer hatî bidestxistin, Mesud Betal, ku di nav HTŞ de berpirsyarek e, li gorî rêbernameyên MÎT’ê dest bi çalakiyên avakirina tabûreke Kurd li Efrîn’ê kiriye. Betal, bi serokên malbat û kesayetiyên gûndên Efrînê re hevdîtina çêkir û bi teşwîqên aborî hewildide ku çêkerên herêmî yên wek eşîra Dîdan bigre aliyê xwe. Milên vê eşîretê di serî de li herêmên Efrîn, Ezaz, Til Eran û Til Hasil belav bûye. Armanca vê tabûrê, avakirina hêzeke Kurdî ya çekdar e ku li gorî perspektîfên MÎT’ê bixebite û paralelê komên çeteyên heyî (wek Ebû Emşa, Hamzat û hwd) tevger bike.

Çalakiyên qirêj ên bi ENKS re hevpeymaniyê tên meşandin, her çend bahaneya wan “koçberan vegerînin” be jî, armanca wan a rastîn, rê li ber ketina partî û hêzên Kurd ên dijber li Efrînê girtin û demografîya herêmê li gorî dagirkeriya Tirk guhertin e.

Navên sereke yên ku di avakirina sîstema cerdevaniyê ya li Efrînê de cih digirin ev in:

-Mesud Betal: Di nav HTŞ’ê de berpirsyarek e û ji eslê xwe Kurd e. Bi fermanên MÎT’ê, li Efrînê tabûreke Kurdî ava dike û bi serokên herêmî re hevdîtinan çêdike.

-Ebu Ducane El-Kurdî, navê wî yê rast Şadî Mîşo ye. Ji gundê Tiwîs yê navçeya Exterîn a bajarê Ezazê ye. Berê di nav çeteyê DAİŞ, El-Hamzat, Lîwa Siqûr El-Ekrad û Ehrar El-Şam de çalak bûye. Di nav çeteyên Ehrar El-Şam de berpirsê xalên qontrolê ya di navbera bajarên Bab û Cerablûs’ê de bû. Niha li Efrîn’ê ye.

-Azad Mîr’î El-Şabû, Alîkarê Ebû Dûcane El-Kurdî ye û di avakirina tabûra Kurdî de cih digire. Ji bajarokê Til Eranê ye û berpirsê tabûra Azadî Kurdî ye ku girêdayî çeteyên Efrîn’ê ye.

-Ela Mustafa: Bijîşkek ji Kobanê ye û di navbera Azad û MÎT’ê de koordînasyonê dike. Niha di navbera Efrîn, Minbic, Ezaz, Til Eran û Dîlok’ê tevger dike.

-Muhammed Abdo Elî: Sala 1961’an de ji dayîk bûye û ji eşîra Dîdan a Efrînê ye.

-Nebîh Musa El-Tah nasnav Ebû Saleh; ji gûndê El-Baroz yê navçeya exterîn a bajarê Ezaz’ê ye û şêxê eşîra Dîdan a li Ezaz û Efrînê ye. Her wiha di bazirganiya maddeyên hişbir de jî çalak e. Ew kesê ku çeteya Siqûr El-Ekrad a El-Hamzat’ê li Efrîn’ê avakiriye. Bi birayê xwe Welîd re, ji bo tabûra nû ya Ketîbeya Azadî, Ketîbeya Selah El-Dîn û Lîwa Siqûr El-Kurd endaman kom dike. Her wiha ji gelê Êzîdî yê Qestel Cindo û tabûra Zilfan a li Til Eran û Efrînê jî endaman kom kiriye.

STRATEJİYA MÎT’Ê Û ROLA ENKS’Ê

Wekî ku di gelek nûçe û analîzên me yên berê de jî me dabû diyarkirin, MÎT bi navgîniya ENKS’ê xebatên sîxurtiyê berdewam dike. Li gorî agahiyên ku me li jor behs kir, ev hevkariya di navbera MÎT û ENKS’ê de li Efrîn’ê zêdetir kûr bûye. Mînak, tê zanîn ku endamê ENKS’ê Mihemed Îbîş, nêzîkî nexweşxaneya kevn a Dêrsim a li navenda Efrîn’ê, bi alîkariya MÎT’ê 50 kesan perwerde dike. Di van perwerdeyan de dersên îstîxbarat û zimanê laş tê dayîn, bi taybetî ciwanên di navbera 14-20 salî de bi teşwîqên aborî tên kişandina torên MÎT’ê.

Di vê çarçoveyê de, armanca sîstema cerdevaniyê ya MÎT’ê li Efrîn û Serêkaniyê, bi perçekirina gelê Kurd, li Bakûrê Kurdistan’ê li dijî Tevgera Azadiyê û li Rojava jî li dijî Rêveberiya Xweser a Bakûr-Rojhilat’ê Sûriye yê hêzekê kontra avakirin û polîtîqayên dagirkeriyê rewa kirin e. Ev plan, beşek ji stratejiya dewleta Tirk e ku qontrolê xwe li herêmên dagirkirî xurt bike û Rêveberiya Xweser lewaz bike. Ev sîstem, ji salên 1980’î vir ve li Bakurê Kurdistanê hatiye pêkanîn û li ser modêla cerdevaniyê ya gundan hatiye avakirin. Armanca vê polîtîkaya qirêj li Bakûr’ê Kurdistan’ê, parçekirina gelê herêmî û avakirina hêzeke kontra li dijî tevgera azadiya Kurdî bû, da ku dagirkeriyê rewa bikin.

Di çarçoveya heman polîtîkayê de, MÎT ji bo van çalakiyan bi çêkerên wek KDP û ENKS’ê re hevkariyê dike, li gor agahiyên hatî bi destxistin, bi taybetî jî ENKS’ê bi fermanên MÎT’ê di xebatên sîxûrkirin û rêxistinkirinê de rolek çalak dilîze.

Militan RÊHAT

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: Bakurê KurdistanCerdewantîEfrinENKShtşKDPMITSerekaniye
Önceki yazı

Sûriyeke Demokratîk Ji Bo Hemû Sûriyan û Kurdan

Sonraki Haber

Ji Sala 1993’an Ve Agirbest û Lêgerînên Çareseriya Pirsgirêka Kurd -2

Benzer Haberler

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET
Nûçe

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

3 June 2026
Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be
Nûçe

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

2 June 2026
HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin
Nûçe

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

1 June 2026
Sonraki Haber
Ji Sala 1993’an Ve Agirbest û Lêgerînên Çareseriya Pirsgirêka Kurd -2

Ji Sala 1993’an Ve Agirbest û Lêgerînên Çareseriya Pirsgirêka Kurd -2

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    524 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    747 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist